29 Haziran 2017 Perşembe

Çerxa Felekê herdem bi fetl û gerr û dewran

Google'ê dîsa karekî pirr muhîm kir û bi resimên ji ezmên hatine kişandin, guherrîna li ser rûyê erdê ya di navbera salên 1984 û 2016'a de raxist pêş me. Meriv bi vê re guherrînên li ser rûyê erdê çêbûne ji ezmên dibîne. Wek mînak; çêkirina baraja Semsûrê ya liser Ferêt(Atatürk Barajı) û tijibûna gola wê bi aşkereyî sal bi sal tê dîtin, çêbûna hin barajên din ên wek baraja li ser Çemê Reş, baraja Bîracikê û perçifîna Ferêt a li jor, firehbûna rêyan, avîbûna erdan giş di van resiman de tê dîtin. Gava meriv tîne bîra xwe ku bi van salan re gelek kesên ku li ser rûyê erdê hebûn niha, li vê dinyayê bar kirine, kî pîr bûye, kî piştxûz bûye meriv rind dizane ku wext, çerxa felekê destareke û meriv dihêre..



Guherrîna li der û dora Soqiya Hemî Îmo, firehbûna rêyan, avîbûna erdan.. Perçifîna Ferêt




Mezinbûna Besniyê. Di salên 1984'a de li gundê me tenê çend işiq li Bêsniyê dixawiniyan. Ne Yenîkent hebû, ne jî bajar li korta xwe ya berê derketibû, lê tê dîtin bajar çito mezin dibe



Mezinbûn û belavbûna Semsûrê di mideta 22 salan de



Mezinbûna Entabê ya di mideta 22 salan de. Jixwe kesên di salên min re dizanin ku bajarê Entabê çito mezin bûye. Lê bi vê demnameya ji ezmên re meriv hîn çêitr dibîne ka çito mezin bûye




Mezinbûna Rihayê(Urfa), avîbûna deşta Herranê

13 Haziran 2017 Salı

13.500 Sernavên nû yên Îngîlîzî bo Wîkîferhengê



Lihevanîna peyvan hewce bû
Di Wîkîferhengê de berê mehneya nêzî 63.000 peyv û biwêjên Îngîlîzî hebû. Lê helbet kêm û kêmasî tê de pirr bûn. Min berê jî bi xêra Cyrusbotê û programên kompîtûrê, ferhenga Salah Sadallah'a ku li ser înternetê peyda dibe, têxistibû Wîkîferhengê. Lê ew bi skankirinê(sacan) hatibû veguherandin doseyaya elektronîk. Loma tê de gelek şaşiyên herfan û kodkirina tîpan hebû. Wek mînak, di gelek cihan de "S" wek "5" hatibû veguharandin, I an jî "l" wek "1" hatibû veguharandin, "O" û "D"'yê bi şaşî şûna hev girtibû, "T" ketibû şûna "Y" û hwd. Ango, bi skankirinê re, bi veguherandinê re gelek şaşî çêbûbûn. Li hindê van şaşiyan bi veguharandina wê ya cara berî vê ya ji hêla min re jî di lihevanîna peyvan de hin şaşî çêbûbûn. Mîna gelek ferhengan, di ferhenga Salah Sadallah de jî peyv û biwêjên pirrpeyvên ku tê de peyvên tekrar dibin dîsa nehatibûn nivîsandin, lêbelê wek "-"'yê hatibûn temsîl kirin. Wekî ku li resmê kêlekê tê dît, wek mînak, di bin peyva "Absolut" de hemû peyvên ji "Absolut"ê çêdibin(Absolut density, absolut humidity, absolute zero û hwd.) hatibûn rêz kirin. Lê di dema lihevanîna wan a bi bernameya kompîtûrê re, bi pirranî ji ber şaşiyên skankirinê, jî şaşî çêbûbûn.

Lîsteya peyvên Îngîlîzî ~4 mîlonan
Loma min carekî din dest bi kar kir. Berî her tiştî min algorîtmaya lihevanîna peyvan baştir kir. Min bi rêya bernameya kompîtûrê, bi algorîtmayeke tîpên destpêka peyvan didan ber hev, min peyv li hev dianîn û tîpên şaş sererast dikirin. Lê helbet bo referansgirtinê çavkaniyek hewce bû. Min ew jî bi daxistina lîsteya peyv û biwêjên Îngîlîzî yên li ser înternetê peyda dibin çareser kir. Bi komkirina lîsteyên wihanî bi tevayî lîsteyeka nêzî 4 mîlyonanan li ber destên min hazir bû. Werhasil, bi sererastkirineka rasttir û baştir re, lîsteyeka mezin, lîsteyeka nêzî 10 hezar peyv û biwêjên  Îngîlîzî yên ku bên têxistin Wîkîferhengê bi dest ketin. Lê belê hîn jî tê de hin peyv û (bi pirranî) biwêjên ku meriv dikare jê derxîne, lêbelê di lîsteya Îngîlîzî ya di dest min de nayên dîtin hebûn. Ew bi pirranî biwêj bûn û min ew peyvan li lîsteyeka din qeyd kirin. Paşê min peyvên di wê lîsteyê de yekeyek bixwe kontrol kirin, hema bêje min ew hemû yekeyek kopya kirin, li ser Google'êl lê gerriyam. Peyv û biwêjên ku min piştrast kirin di lîsteyê de hîştin û yên şaş bûn û nedihatin peyda kirin jî min ji lîsteyê avitin. Bi vî şiklî jî nêzî 2.500 peyv û biwêjên giranbiha bi dest ketin. Ji ber ku ew biwêjan di ferhengan de zêde nedihatin dîtin, ew giranbiha bûn. Dawiya dawîn peyvên bên têxistin Wîkîferhengê gihîştin 13.500'an. Êdî li vê şûnde kar karê Cyrusbot'ê bû. Jixwe bila hema li ber destên Cyrusbotê lîsteyeka têxistinê hebûya, wî berê nêzî 300.000 peyv li ser Wîkîferhengê çêkiribûn. Ew dikarî bi şev û rojan bixebita û peyv û biwêjên nûa pêşkêşî Wîkîferhengê û bikarhênerên Wîkîferhengê bikirana. Lê de were vê ecêbê ku niha Wîkîferheng li Tirkiyê qedexe bû. Lê şukir ku ji dû çend ceribandinan re, Cyrusbotê ji xwe re rêyek didît û peyv dixistina Wîkîferhengê. Werhasil, ew 13.500 peyv û biwêjan hatin têxistin Wîkîferhengê û hejmera sernavên di Wîkîferhengê de gihîştin 515.000'an.
Lîsteya ku min yekeyek bi destan kontrol kir

Cyrsubot karê xwe dike

















6 Şubat 2017 Pazartesi

Mîrname, Mijabad a Jan Dost

Min kîtabên Jan Dost li dû ku ez fikrên wî liser Facebook û Twitterê bixwînim xwendin. Eger min kîtabên wî siftê bixwendina û paşê rastî fikrên wî yên ku bi hişkî û tûjî tên bi lêv kirin bihatime, belku ez ê jê aciz bûma, min ê sond bixwara ku ez êdî carekî din destê xwe neavêjim kîtabên wî. Ango ew bilêvkirina fikran a bi tûndtûjî ê ew berhemên bêhempa li pêş çavên min erzan bikarana. Jixwe min li gelek deran dît û xwend ku tiştên bi vê mehneyê hatin gotin, tên gotin. Lê, bo min, wer nebû. Bi xwendina kîtabên wî ya li dû dîtina tûndtûjiya fikrên wî re, tehlî û tûndtûjiya li fikrên wî, li cem min hinekî siviktir û kêmtir bû. Ez dikarim bêjim bona xatirê kîtabeka wek "Mîrname", meriv dikare hemû tundtûjiya û tehliya di bilêvkirina fikrên wî de xweş bibîne. Meriv dikare bona xatirê şibandin, mecaz û biwêjên ku di Mîrname û Mijabadê de bi hostetî û bi huner li hev hatine anîn, huner û berhema wî û şexsiyeta wî daîne du kefên cidayên teraziyê... bi hesabê min kefa huner û berhemên wî ê girantir bê, lê meriv dikare qet mîzan û teraziyeka wiha jî daneîne û huner û berhemên wî daîne dera han, tûndtijiya di fikrên wî de jî daîne dera han..


Gava zarr li dor meriv bin kîtab bi xwendinê re tên vî halî


5 Şubat 2017 Pazar

Kilamek li ser 35 saliyê

Wêneyek ji Google'ê

Payîza çûyî vir ve, di royên ku min destê xwe avitiye destikê deriyê 35 saliyê vir ve, di bîra min de diherre û tê ku ez nivîseke li ser 35 saliyê binivîsim. Lê hal û rewşên li der û dora me, li welatê me, li bajarên me qet tu hewes li min nedihîşt ku ez dest bi nivîseka wiha bikim. Lê di bîra min de jî dernediket.

Kesên ku rêya xwe bi dezgeyên perwerdeyiya Tirkiyê ketine, bêguman ji helbestê Cahît Sitki Taranciyê Diyarbekirî agahdar bûne. Jixwe gava meriv dibêje Cahît Sitki Taranci, helbet li berî gişê, helbestê "35 yaş" tê bîra meriv. Cahît Sitki di helbestê xwe de sala 35'an wek nîverê ya umrê meriv dihesibîne. Ango temamiya sala meriv 70 sal e û gava meriv digihîje 35 salan, digihîje nîviya umrê xwe. Xwedê dizane ka meriv ê çiqas sal bibîne û ka mirin ê kîçax û li kû xwe li meriv bipiçikîne. Lê gava meriv navîniya (ortalama) umrê merivan hesab dike, ew ne hesabekî şaş e. Jixwe li Kurdistanê û Tirkiyê jî naviniya umir 65-70 sal e.   

Min helbestê Cahît Sıtkı, hîn salên xwe yên deh-panzdehan de bihîst. Li wan salan, salên 35'an bila li dera han bin, salên 20an jî ji meriv re wexteka pirr dûr û dûredest tên. Lê destara demê, roj, meh û salan di nav çerxên xwe de bi hev re dihêre. Sal yek bi yek li dû dimînin û meriv dibîne ku salên ji meriv re mîna li piş çiyayan xuya dibin, ji çerxa felekê re mîna firrek av bûne û meriv tavilê digihîje wan salên dûr. Bi min jî wer dihat. Salên 35 salan ji min re pirr dûr dihatin. Min digot kesê 35 sal dîtine, ka niha xwedî çi dîtinan û çi tecribeyan in. Ji min re him demeka pirr dûr dihat, him jî kesên 35 salî wek kesên gihîştine ew qonaxa pirr dûr dihat in. Loma 35 salî dûr bû, kesên 35 salî jî kesên serê xwe gihîştine ezmên bûn. Lê ne wiha bûye, xortno, ciwanno.. Umir kurt, sal mîna rojan bûne.. Di 15 saliya min de salên 35'an çiqas ji min re dûr dihatin, di 35 saliya min de jî salên 30, salên 20an, salên 15an ewqas nêzik, wek tê gotin "hîn mîna ku duh bin" tên. Helbet bi salan re meriv hinekî din xwedî tecribe, aqilkamil, xwedî dîtineke berfirehtir dibe. Lê ne wek meriv di salên 15 salan de texmîn dike. Ango ne 35 salî ewqas dûr e, ne jî gihîştina wir re meriv digihîje qonaxeka negihîjbar.

Lê helbet bi salan re hewes û enerjiya meriv kêmtir dibe. Birastî afirînerî jî kêmtir dibe. Ji aliya huner, nivîs û afirîneriyê de meriv êdî dikeve "dubarekirina xwe". Ango, eger ji dest bê, baştir e meriv li berî 35 salan destên xwe bilivîne tiştên ji aliya nivîs, afirînerî û hunerê ve pêk bîne. Jixwe êdî li wê serdemê zar û zêç jî li derdor meriv dibin. Min bi vê nivîsê re hewl da ku ez helbestê Cahît Sitki wergerrînim Kurdî

Otuz Beş Yaş Şiiri/ Helebestê Sîûpêncsalîyê

Yaş otuz beş! yolun yarısı eder. 
Dante gibi ortasındayız ömrün. 
Delikanlı çağımızdaki cevher, 
Yalvarmak, yakarmak nafile bugün, 
Gözünün yaşına bakmadan gider. 

Sal sîûpênc! umir gihîşt nîvî.
Êdî, mîna Dante, em li niviya umr in,
Cewhera di xortaniyê de,
Libergerrîn, lavakirin, êdî îro bêfayde ye
Bêmerhemet ji dest diherrin

Şakaklarıma kar mı yağdı ne var? 
Benim mi Allahım bu çizgili yüz? 
Ya gözler altındaki mor halkalar? 
Neden böyle düşman görünürsünüz, 
Yıllar yılı dost bildiğim aynalar? 

Qey porr li cênikên min spî bûye?
Xwedêyo, ma va rûyê, bi qerçim, yê min e?
Lê van xelekên reşên li bin çavan?
Çima wiha li min dijminane xuya dibin,
Nênikên ku bi salan ji min re dostane bûn?

Zamanla nasıl değişiyor insan! 
Hangi resmime baksam ben değilim. 
Nerde o günler, o şevk, o heyecan? 
Bu güler yüzlü adam ben değilim; 
Yalandır kaygısız olduğum yalan. 

Bi demborînê re meriv çiqas diguhêre?
Çav li kîjan resmê min dikeve, ne ez im.
Ka li kû man ew roj, ew hewes û ew heycan
Na, va rûyê biken ne ez im;
Welle derew, bille derew e ku qeyta min nîne li tiştekî

Hayal meyal şeylerden ilk aşkımız; 
Hatırası bile yabancı gelir. 
Hayata beraber başladığımız, 
Dostlarla da yollar ayrıldı bir bir; 
Gittikçe artıyor yalnızlığımız. 

Êdî mîna xewnan e, dildariya siftê

Bîranînên xwe jî nenas in.
Heval û yar ên me tev dest bi umr kiribûn
Yek bi yek ji nav me çûn;
Her gav zêdetir dibe tenêtî

Gökyüzünün başka rengi de varmış! 
Geç farkettim taşın sert olduğunu. 
Su insanı boğar, ateş yakarmış! 
Her doğan günün bir dert olduğunu, 
İnsan bu yaşa gelince anlarmış. 

Tewloo, ma rengekî din î ezmên jî hebûye!

Ez dereng pê hesiyam ku kevir hişk bûye
Avê difetisandiye, êr(agirê) dişewitandiye
Meriv bi van salan re pê dihese,
Ku her roja ku tê, bi xwe re derdek dianîye


Ayva sarı nar kırmızı sonbahar! 
Her yıl biraz daha benimsediğim. 
Ne dönüp duruyor havada kuşlar? 
Nerden çıktı bu cenaze? ölen kim? 
Bu kaçıncı bahçe gördüm tarumar? 

Payîza wek bihokê zer, wek henarê sor!
Her sal hinekî din xwe li min dipiçikîne
We çi îşe çûkno, hûn li ezmanan digerrin?
Ji kû hat va cinazeyê han? Qey kî miriye?
Ew hewşa çendan e, dibînim ku virtûvala ye?


Neylersin ölüm herkesin başında. 
Uyudun uyanamadın olacak. 
Kimbilir nerde, nasıl, kaç yaşında? 
Bir namazlık saltanatın olacak, 
Taht misali o musalla taşında.

Lê em çi bikin, mirin li deriyê her kesî dixe
Tu ê rakevî û êdî nikarî ji xew rabî
Kes nizane ka li kû, ka çito û ka çend sal î?
Hukimraniya te ê tenê wexteka nimêjeke be,
Li ser teneşîra wek textê padişayan





22 Ocak 2017 Pazar

Meletî, Kurdewarî û Kurdnişîna li dû mayî

Di van demên paşin de min di derbara Meletî û derdora wê de, du kîtabên girîng ên ku qala du sedsalên dawîn dikin xwendin. Yek bo wergerrandina wê ya ji Elmanî ya bo Kurdî, kîtaba Helmuth von Moltke ya "Nameyên di derbara Şertûmercên li Tirkiyê yên ji sala1835an heta 1839an" bû, yek jî kîtaba  Evrim Alataşê ya "Her Dağın Gölgesi Deniz'e Düşer"ê bû. Ya Moltke qala sedsala 19'an, kîtaba Evrîm Alataşê qala sedsala 20'an dike. Helmuth von Moltke wek şêwirmendekî leşkerî tê dewleta Osmaniyan, demeka dirêj li Meletî û derdora wê diborrîne û di derbara şert û mercên wê demê de agahiyên gelek girîng digihîne me.. Kîteba Evrim Alataşê jî bi vegotina ku Gölpınarê(gundê li ber Sûltansûyûyê, gundê Arxayê(Akçadağ)) ji xwe re dike mijara navendî re, di derbara sedsala 20'an de agahiyên girîng dide me...

Von Moltke nêzî saleke, li Meletiyê dimîne, li Îzolî, li Sûltansûyû, li ser çiyayên spî, bi pirranî bo sebebên leşkerî, digerre.. Lê ew li kû digerre, di derbara wir de agahiyên erdnîgarî û civakî jî dide.. û meriv ji van agahiyan dizane ku Meletî wê demê têra xwe Kurdewar û Kurdnişîn bû..

Evrim Alataş çîroka xwe ji 1920'an dide dest pê kirin, lê di dest pê ke re em dizanin ku Gölpınar, gundên Kûrecikê[Kürecik], Sultan Suyu, Meletî û derdora xwe bipirranî Kurdnişîn, bi jiyana xwe ya rojane bi temamî Kurdewar bûne.. Lê vegotin û qalkirina çîroka Evrim Alataşê re meriv dibîne ku çito(çawa) pê de, pê de siftê Kurdewarî, paşê jî Kurdnişînî li wan deran bar bûye. Meletî ji roja pêşin de yek ji navendên polîtikayê yên dewletê bû û encamên vê navendiyê jî em bi rabûn(oto-asîmilasyon) û bi jinavbirina(asîmilasyon) Kurdewarî û Kurdnişînê ve dibînin. Bi Enstitûyên Gundan(Köy Enstitüsü), Öğretmen Okulu û gelek dibistan û tiştên din ve polîtîkayên dewletê li ser xelkê tên sepandin û di ber re jî, li hêleke bayê çepgirî û enternasyonalîzmê, li hêla din jî bayê rastgiriyê yê bi nijadperestiya Tirkan ve tevlihev, xwe li ser Kurdewariya rojane dipiçikînin û radikin diavêjin pişt çiyayan.. Axirî Kurdewarî neçar mala xwe li wan derdoran bar dike. Jiyana rojane, nihêrîna dinyeyî, dîtinên cihanî vediguhere Tirkî... û di dawiyê de koçberiya ku Kurdnişîniyê jî ji wir dide bar kirin dest pê dike.. Pirraniya gundên Kurd ji wir bara Stenbol û Ewropayê dikin..

Werhasil, cih û warên ku sedsaleke berê tê de ji xeynî Kurdî tu sewt û deng nedihatin bihîstin, hema bêje bitemamî berevajî bûne...Ew guherrîna, ne guherrîneka tenê şiklî ye jî, bi hest û bîrewariyê jî bûye. Loma, xuya ye rewşeka bêveger e jî...    

Helmuth Von Moltke - Sefernameyek Di navbera Ferat û Dîcleyê de, Li Çiyayên Kurdistanê..

Ez îtîraf bikim ku heta ku haya min ji nameyên Helmuth von Moltke yên ku wî di navbera salên 1835-1840'î de ji Tirkiyê û Kurdistanê ji hevrê, hempa û hevalên xwe re nivîsandine nebûye, min ew tenê wek merivekî leşker û teorisyenekî şerr û şerrzaniyê dizanî. Lê gava ku haya min jê bû û me bi Weşanxaneya Avestayê ve niyet kir ku em wê wergerrînin Kurdî û min hinekî çav li wan nameyan gerrand, min nekarî rê li ber hewes û dilxwaziya ku ez hema tavilê hewl bidim ku wan wergerrînim bigirim. Li berî gişê, ew wek seyahetnameyeke bû û seyahetname jî, bi taybetî yên dîrokî, ji berê paşê de gelek bala min dikişînin û xwendina wan û bi xêra lehengên wan, bi çavekî serdemeka din li dinyayê, li ezmên, li derûdoran mêz kirin gelek li xweşiyan min tê. Ji ber wê ye ku min Sefernameya Hezar û Yek Fersengî nivîsand. Li hêla din, von Moltke ne tenê pisporekî leşkerî û teorisyenekî şerrzaniyê ye, lê ew ji hêla zanîna xwe ya dîrokî û erdnigariyê jî têrtitjî zane ye. Lê von Moltke di nameyên xwe de, di geşt û gerrên xwe de, di qalkirinên xwe yên şerrrê de wek leşkerekî ne tenê qala tiştên mekanîk û rûxsar dike, lêbelê ew geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî dûr û kûr qala dîroka bajar û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tijî qala edet, rêûrismên civakên di nav de  dike, û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşe yên Rojhilata Navîn û çareyên wan dike.

Li hindê van, ew li dû meraqa xwe ya îlm û zanînê, macereperestek e jî. Ew di derbara cih û warên ku digerre de xwedî zanîn û agahiyên kûr ên dîrok û erdnîgariyê ye. Bi xêra van agahiyan him xwendevanan bi agahî û salixên hêja dide hesandin, him jî di wexta xwe re, bi xêra ruhê xwe yê macereperst, dide dû kifş û vedîtînên encax merivekî wek wî biwêre derkevê. Ew xwe digihîne çavkaniyên çemê Dîcleyên rê û dirb pê nakeve, berê xwe dide çiyayên Mûnzûrê yên ku heta wê demê tu pisporên erdnigariyê xwe negihandiye, di ser Feratê ku di nav newalên kûr û çiyayên bilind re çiv û fetlên teng û hişkave dide xwe re derdikeve geştên seraviyên bi talûke yên ku heta wê demê newêriye bide pêş çavên xwe -herwiha di ser Dîcleyê re jî-, hespê xwe diajo nav sehrayên bi tîna rojê û kelekela germê re diqewirin, xwe li çiyayên Torosê yên wê demê bi talûkeya sergerde û dijminên Misiriyan ve tijî bûn dixe û hwd. Ango von Moltke herçiqas li welatekî xerîb digerre jî, wek macereperstekî nedîtî van talûkeyan gişan dide pêş çavên xwe... û di ber re jî meriv ji zanîna xwe ya dîrokî û erdnîgariya di derbara wan cihan de bêpar nahêle.





û Helbet agahiyên wî yên bêhempa yên li sedsala 19'an a li ser rewşa Kurdan, Kurdistanê, erdnigariya Kurdistanê û xelkên din û rewşa siyasî ya wê demê li Kurdistanê hikum dikir. Ew wek civaknasekî di derbara Kurdan de agahî û salixan dide, wek weqenivîsekî, ango bûyernivîsekî qewimînên wê demê ji hevalên xwe re, pê re jî ji me re, neql dike, dinivîse, xeber dide.. Meriv ji nameyên wî agahdar dibe ku Kurdistan wê demê jî bi talan, virtûvalakirinên , hovitiyên ewqas re rû bi rû dibû ku von Moltke bixwe hewl dide ku rê li ber wan bigire. Ew hîn di wê demê de bona çareserkirina rewşa Kurdistanê, destnîşana çareseriyeka siyasî dike. Gava ew tê MeyaFarqînê dibêje : "Lê li nav bajêr zêdetir, xopan û nîşanên teze yên şerrên xirabker ên di van demên paşin de ku pê ve Kurd hatibûn xistin bin desthilata Tirkan, bala meriv dikişîne. Ew dagirkirina ne tenê bûye sebeba jiyana bi hezaran çekdaran, lêbelê bûye sebeba mirina, jin û zarrên bêparastin, bi hezaran cih û war hatine virtûvala kirin û hewl û xîreta bi salan hatiye tune kirin. Ew tiştekî xembar e ku tê bîra meriv ku ew ê, mîna gelekcarên din ên berî vê, ger birêvebiriyeka Kurdan a baştir a azad şûnê negire, dîsa tenê miweqet be."

An jî ew gava tê Cizîrê wiha dibêje : "Bajar bi sûrrên ji kevirê bazaltê ve dorpêç kiriye. Reşîd Paşa bi mehan êrîşa bajêr kiriye. Ji dû bidestxistinê re bajar bi hovî hatiye talan kirin, hema bêje hemû mêr hatine kuştin, jin û zarr wek xulam hatine birin, ji ber ku ew Êzîdî an jî perestkarê Şeytên bûn. Bajar bixwe lodeka xirbeyan e, û li ziqaqên xewle meriv bi çetinî çend xaniyên meriv lê dijîn dibîne. Ew dîmena belengaziyê, wehşet û talankariyê, bi dewlemendiya bi coş a xwezayê re çi dijberiyeka ecêb pêk tîne."

An jî em bi xêra agahî û zanînên ku ew digihîne me re dizanine ku Meletî û derdora xwe, Sûltan Sûyû, Îzolî(Kale) du sedsal berê têra xwe Kurdewar û Kurdnişîn bû... Lê miaxibîn îro rewş berevajî bûye..






16 Ocak 2017 Pazartesi

Çiyayên Spî(Torosan), Evrim Alataş...

Dawiya hefteya çûyî, bêyî ku tu planên min ên çûnê hebin, rêya min bi "Fûara Kîtaban a Edeneyê" ket. Gava ez ber bi cihê fûarê ve diçûm çiyayên Torosê yên spî li pêş çavên min û hevalên min, mîna bendekê bilind dibûn û erd û ezman bi hev re dikir yek. Wê dîmenê, mîna her ku bi pêş çavên min dikeve, dîsa anî bîra min ku Çiyayên Torosê yek ji tiştên xurttirîn û mezintirîn ên ku bîranînên min ên zarokiyê, gundê min û welatê min tînin bîra min e. Li kû dibe bila bibe, gava çiyayên Torosê bi pêş çavên min dikevin, ez derdikevim retro-yeka bîranînên xwe. Hele gava ku ew spî bin, hemû reşbîniya li pêş çavên min û ya di bîra min de belav dibe... Şukir ku ez qe nebe rojê carê dikarim berê xwe bidimê û lê binihêrim...



Di fûarê de dilê min kete gelek kîteban, lê min zêde kîtab nekirrîn.. Helbet kêmasiya Weşanxaneyên Kurdî û kêmawiya kîtabên Kurdî jî sebebeka li ber ketinê ye.. Lê jixwe, êdî mesele ne pêşkêşkirin û peydakirina kîtabên Kurdî ye..Gava meriv bixwaze, peydakirin û pêşkêşkirina kîtaban çend tîkandin û deqîqeyan digire.. Jixwe van rojan tiştê ku em tewrî kêm qalê dikin jî kîtabin..


Gava min bi xêra hevalan berê xwe dabû fûarê jî, min digot ez ê ji Weşanên Îletîşîmê çend kîtabên nû ji xwe re bistînim. Birastî jî destê min çû gelek kîtabên Îletişimê, lê min jê tenê du kîtab standin, yek ji wan kîtaba Evrim Alataşê, "Her Dağın Gölgesi Denize Düşer" bû. Evrim Alataşê di 2010'an de ji nav me bar kiribû.. Û bi standina kîtabê re, dîsa hat bîra min ku kêmbûna hêvîdariya me(an jî min) hinekî bi sala barkirina xwîşka Evrîmê re dest pê kiribû. Gav ew hebû û dinivîsand, di her şert û mercê de hêvidariyek li meriv peyda dibû. Bi çîrokên xwe, bi sêwirandin û salixdanên ji dil û zelal, qala çi dike bila bike, bişirînekê dida ser rûyê meriv. Belê tê bîra min di sala 2010'an de hêvîdariyeka me ya xurt hebû. Evrîm Xanim hebûya belku, wê ê hîn jî hêviyên me xurttir bikirana, dîsa bidina vejandin..

Jixwe rûpela kîtabê ya pêşin jî ez birim bîranînên xwe, birim gundê me, çiyayên Spî, çiyayên Torosan, eynî mîna menzereya jor li pêş çavên min rêz kirin. Gölpınar, gundê Evrîm Alataşê yê ku ew di kîtabê xwe de qal dike, li piş çiyayên li resmê li jor, li piş çiyayên Spî dikeve. Li kêleka Sultan Suyu bûye.. Guman nîne ku ew ê bi her rûpela xwe re çîrokên li piş çiyayan di guhê me de bike piste pist... Bi dengê kemaneka zîz, bi şirreşirra aveka geh aram, geh bi coş..