8 Ekim 2013 Salı

Soqiya Hemî Îmo

           

" Gundê hember gundê me ye, qe ku tune bîst mal heye"

 Soqiya Hemî Îmo, di sala 1912-13’a de hatiye çêkirin. Bavê Hemê Îmo, Rem, berê li Sermegûnê, gundê bi ser Toqarîsê(Akıncılar) ve, li Kextê(Kolikê) rûdiniştiye. Ji wê derê li ser teşqeleyeke bar kiriye û hatiye gundê Şirêziyê. Li gundê Şirêziyê şûnde bara Qeregêçiyê kiriye û bi mal merivên xwe ve tev hatiye li wir bi cih bûye. Wexta ku li wê derê rûdiniştiye zengîn bûye û şûna gund standiye. Wî li gund hîm daniye, lê hîn ku wan bara gund nekiriye rihmetî bûye û kurikên wî (Ûsiwê Hemê Îmo, Mihemedê Hemê Îmo, Remê Hemê Îmo) bara gund kirine û gund yaweş yaweş şên bûye.

Derketina Ji Toqarîsê

            Li gor ku mezinên me qal dikin, Hemê Îmo boyî xwînîbûna bi xwedanhikmên wan deran re ji wê derê derketiye.
            Li gor ku di kîtabên tarîxê de qal dibe Paşayê Alayên Hamîdiyê, Osman Paşa, di sala 1880’ê de bûye Paşayê derdora Toqarîsê. Osman Paşa bixwe jî ji aşîreta Gevoziyan bûye û kalê Osman Paşa di sala nêzî 1750'î de li mintiqa Şengalê ya li Kurdistanê Iraqê hatiye[1]. Wexta Abdûlhamîd Alayên Hamîdîyê danîne, li mintiqaya ku Toqarîs lê bûye jî Osman Paşa kiriye xwedanhikum. Osman Paşa li xelkê derdorên wan deran zilm û zor dikiriye û di bin qesra xwe de zindanek çêkiriye ku wî yên li hember xwe derdikevin diavitibûne wê zindanê. Osman Paşa heta ku Îttîhad Terakî hatiye ser li wan deran hikuma xwe ajotiye.
           Di wan wextên ku Osman Paşa li wan deran emîr bûye, bavê Hemê Îmo, Rem, li hember emîrekî zalim derketiye lê ew Osman Paşa ye, ya jî kesekî din e, tam ne belî ye. Çiku wexta ku bavê Hemê Îmo (Rem) bi wî emîrî re minaqeşeyê dike, ew dihere ku berata hikumdariyê (mihtemelen ya ji Elazîzê, ya jî ji Diyarbekirê) bistîne. Gava vedigere ew kesê ku pê re minaqeşekirî ji Remê pirs dike û dibê “ka berata te?”, hînga Rem debançeya xwe dikişîne û dibê “a berata min vaye" û bera wî dide. Ji wê şûnde gorî ku hinek qal dikin Remê digirin diavine hepsê, hinek jî dibên ku digirin ser mala Remê, malê dişewitînin û ji xeyna Hemê Îmo û xwengiya wî, Xan, tu kesî nahêlin. 

            Axir ji wê şûnde dayika Hemê Îmo, Hemê û xwengiya wî radike û tê Şirêziyê cem xwengiya xwe ya li Şirêziyê. Li gor texmînan ew qewimîna nêzika sala 1885-1890'î bûye û ew wê çaxê ji gund derketine û hatine Şirêziyê.

Şirêzî

Wexta Hemê Îmo ji Toqarîsê barkiriye, ew hatiye Şirêziyê, cem Bekirê Çelbiroş û Awê Cenê. Awê Cenê kulfetê xaltiya wan bûye. Bekirê Çelbiroş bixaltiyê Hemê Îmo bûye û xwediyê ji sisêyan yeka(1/3) Şirêziyê bûye. Diduya gund jî ya qilîca bûye. 

Awê Cenê li wir Hemê Îmo, ji Çelxaniyê zewicandiye. Navê kulfeta wî jî Xan bûye. Awê Cenê dikiriye ku Xanê, xwengiya Hemê Îmo, jî bide Çelxaniyê, lê di wê navberê de ew rihmetî bûye. Gava ew rihmetî bûye Hemê îmo wan bêpişt mane û ên hemberî wan jî biqowet bûne. 

Wexta royeke Hemê Îmo wan li cot bûne, çend meriv hatine ku Xana Îmo birevînin. Lê Xana Îmo kiriye bavebav, xwe avitiye erdê, li ber xwe daye û neçûye. Xeber gihandine Hemê Îmo û çima ku ew li cot bûne bi misasê çûne hember wan kesên tifang û şeşderb di dest de. Bi wan re gotine ew ê we bikujin lê Xanê nadine we. Wê lomê wan çûye li Tirûşê Ûsiwê Boybegê rakirine, Ûsiwê Boybegê jî li Qeregêçiyê dostê xwe Hesê Terzî rakiriye, wan çûye ji Kêsûnê esker rakirine anîne. Hînga giregirên ew kesên ku Xana Îmo revandî gotiye em keçika we bi we din, hûn jî lawikê me berdin. Wirg li hev hatine û Hemê Îmo wan ji wir bara Qeregêçiyê kiriye. Ew jî li gor texmîna 2-3 salan ji hatina Şirêziyê şûnde, dora salên 1895'a ye. 

Qeregêçî

Hemê Îmo li Qeregeçiyê êpê zeman maye. Wî li wir ji axaler û begleran re cotkarî kiriye. Havînê diçûne Yarimdepe û dihatine, li wê derê gom çêkiriye. Kînga saleke xela bûye, genim bi careke re biha bûye. Wan genimê xwe firotiye û pê zêr kirine. Zêrê wan wiqas pirr bûne ku şûn tune bûye ku wan tê de veşêrin, û ew dikirine rûberê du behlîvan. Ew behlîvan êvarî dikirine bin serê xwe û bi ro jî derdixistine derve. 

[Li gor arşîvan di navbera salên 1906-1908'a li derdora Erziromê û Meletiyê xeleyeka mezin bûye: bnr. http://www.sosyalarastirmalar.com/cilt2/sayi9pdf/gul_abdulkadir.pdf]

Wexta ku gund dihatiye firotin ew bi kesên din ve tev li mezadê[1] rûniştine û kê çi didaye Hemê Îmo tim çend qat di ser wan re fiyat gotiye. Yekî digotiye bi deh pereyan li ser min xerê, Hemê Îmo digotiye bi deh zêran li ser min. Wiqas ku yekî pê re li mezadê rûniştî gotiye “Xanesi xerab olasıca bu çaqıl mi toplamış”.

Hîn ku Hemê Îmo gund nekirriyaye bi yekî ve tev cot dikiriye û wan bîsteke vês daye xwe, Hemê Îmo ji xwe re gav kiriye, î din jê pirs kiriye: “Hemo tu çi dikî?”, Hemê Îmo gotiye: “Ez dikim ji kurikên xwe re gundekî bistînim, odeyeke jê re çêkim, ez wê gav dikim”. Wayî din gotiye: “Xwedê te bi wê negihîne”. Rast jî Hemê Îmo bi bixaltiyê xwe Bekirê Çelbiroş ve tev li gund hîm daniye, lê tê negihîştiye û li ber wê rihmetî bûye. Tirba wî li Qeregêçiyê ye.

Rêhatina ji Toqarîsê

Soqî 

Mîna ku li jor qalbûyî Soqî, di sala 1911(?)’de hatiye kirrîn. Hemê Îmo wexta ku li qeregêçiyê bûye bi Bekirê Çelbiroş ve tev li gund hîm daniye. Di vê navberê de ew li Qeregêçiyê rihmetî bûye û dû wî re sê kurikên wî û du keçikên xwe, di sala 1912’a de, ji Qeregêçiyê bara gund kiriye. Navê gund Soqî ji kevirên soqanî tê ye(?).

Mezinên Gund

Hemê Îmo(???-1912)    

Di sala ??? de li Sermegûnê, li Toqarîsê, hatiye dinê û di sala 1912’de li Qeregêçiyê rihmetî bûye. Gava bi dayika xwe û xwengiya xwe ve ji Toqarîsê derketiye hatiye Şirêziyê. Li wir bi Xana ji Çelxaniyê re zewiciyaye û çar zarên xwe, keçikek(Eşxan) û sê lawikên xwe (Ûsiw, Mihemed, Rem) bûne. Ji Şirêziyê ji dû ku xwengiya xwe Xan hatiye rivandin û wî bi Hesê Terzîş bi xaltiyê xwe ve ji dest Qilîcan rivandiye re mecbûr maye ku derkeve. Ew hatiye Qeregêçiyê û li wir jî bi bixaltiyê xwe Bekirê Çelbiroş û .. û Îwê Hesê Terzî ve tev bûye. Wî li wir ji axa û began re cotkarî kiriye û wexta saleke xela bûye, genim pirr biha bûye û bi bêdera wê salê pirr zengîn bûye.  Kînga wirg zengîn bûye, şûna gund derketiye mezadê(firotinê) û ew jî lê bûye mişterî ye. Wî bi Hesê Terzî re gotiye ku çel zêrî bide min ku em gund tev bikirin, lê Hesê Terzî gotiye ku ez dikim herim Hecê û zêr nedane. Hînga Hemê Îmo bi tenê gund kirriyaye. Li mezadê kê çiqas lê daye wî çend qat di ser wan re daye û gund standiye. Wî hîma gund bi Bekirê Çelbiroş ve tev daniye, lê nebûye qismet ku bara wir bike.

Xan (Kulfeta Hemê Îmo) (???-???)

Ji dû ku Hemê Îmo ji Sermegûnê hatiye Şirêziyê, li wir Awê Cenê lê xwedî derketiye û ew bi Xanê re zewicandiye. Xanê ji gundê Çelxaniyê bûye. Sê lawik Ûsiw(1899), Mihemed(1898), Rem(1904), û keçikeka wan Eşxan(1895) bûye.

Xana Îmo (~1870 - ~ 1940) 

Xana Îmo bi dayika xwe û birayê xwe Hemê Îmo ve tev ji Sermegûnê/Toqarîsê hatiye Şirêziyê. Wexta ew li Şirêziyê bûne, hinekan(Qilîcan) Xana Îmo revandiye. Mîna ku li jor qalbûyî, li ser vê hisûmet ketiye navbera merivên Hemê Îmo û qebîleya ku Xan revandî. Wan ên Xan revandî li Şirêziyê bi qowet bûne û Hemê Îmo wan mecbûr mane ku terka Şirêziyê bidin. Ji wê şûnde Xana Îmo dana Hesê Terzî, yê ku wê çaxê li Qeregêçiyê bû. Çar keçik (Zênew, ??) û pênc lawikên(Îw, Bek, Mistefa, ??) wan bûne. Yek ji wan keçikan Zênew a Hesê Terzî bû ku ew jî kulfeta Ûsiwê Hemê Îmo ye. Xana Îmo dora salên 1945'a li Tirûşê rihmetî bûye.

Eşxana Hemê Îmo (~ 1898 - ~1980)

 Kulfetê wê Îwê Hesê Terzî bûye. Îw lawikê Xanê Îmo bû, yanê Eşxana Îmo lawikê metê xwe kiribû. Du zarên wê hebûne Bek û Raw. Wexta ew rihmetî bûye, sewa wesiyata wê ya ku tirba wê li hindê birayên wê bê çêkirin, ew hatiye anîn tirba gunda berê.

                             Ûsiwê Hemê Îmo(1899 - 1977)

Di sala 1317(1899) de li Qeregêçiyê hatiye dinê û di sala 1977’de rihmetî bûye. Ew li Şirêziyê çûye ber xoce ku bixwîne. Yanê wê çaxê êdî xort bûye. Li Qeregêçiyê jî di sala ~1910'de de bi Zênewa Hesê Terzî ya keçika Xana Îmo, yanê keçika metê xwe re zewiciye û jê du zarên xwe, Mistefa, Fatme û Gul, bûne. Keçika xwe Fatme hîn ku 9-10 salî bûye rihmetî bûye.

Ji dû ku Mihemedê Hemê Îmo rihmetî bûye re, wî herdu jinên birayê xwe, Bes û Xana Kêlo, li xwe mehr kirine. Ji Xana Kêlo sê keçik Fat, Uwêş, Gulik û lawikekî xwe, Şêx Îwram, bi giyê çar zarên xwe bûne. Ji Besê jî lawikekî xwe, Emîn, bûye. Wî ji dû Mihemedê Hemê Îmo re çend dewran mixtarî kiriye.

Remê Hemê Îmo(1904-1974)


Di sala 1904 li Qeregêçiyê hatiye dinê. Di sala 1930'î de bi Xeca Nasên re zewiciye. 8 salên siftê zarên wan nebûne, keçikeka wan bûye û rihmetî bûye û lawikê wan ê siftê, Şêx, di sala 1938'a de hatiye dinê. Çar lawik, Şêx(1938), Xelîl(1949), Mistefa(1951), Elî(1954) û çar keçikên wan Gul(1942), Zênew(1944), Fatme(1953), Umiş (1956) bûne. Di sala 1974'a de Wexta dikiriye ku sibeyeke pêz berde gêr bûye û rihmetî bûye.

Mihemedê Hemê Îmo(1906-1944)


Di sala 1906'a de li Qeregêçiyê hatiye dinê. Bi birayên xwe yên din ve ji dû ku gund çê bûye re bara gund kiriye. Ew di sala ~1935'a de bi Besê re zewiciye. Jê du lawikên xwe Hesen(1939) û Mehmûd(1941) bûne. Di sala ~1940'î de bi Xana Kêlo re zewiciye. Jê du keçikên xwe, Raw(1942) û Zênew(1944) bûne. Ew di sala 1946'a de rihmetî bûye. Dihola Mistefayê Ûsiw biharî bûye û îş û karên diholê Mihemedê Hemê Îmo îdare kirine û bi payîzî jî rihmetî bûye. Hîn ku rihmetî nebûye dewreke mixtarî kiriye.

Zênewa Hesê Terzî(1897-1987)

Zênew keçika Xana Îmo û Hesê Terzî bû û ew kulfeta Ûsiwê Hemê Îmo ya siftê bû. Yanê wê lawikê xalî xwe kiribû. Ew di sala 1897'ê de li Qeregêçiyê hatiye dinê û di sala 1987'a de li Soqiyê rihmetî bûye. Sê zarên wê û Ûsiwê Hemê Îmo bûne. Mistefayê Ûsiw û Fatmeya Ûsiw û Gula Ûsiw. Ew di sala ~1923'a de bi Ûsiwê Hemê Îmo re zewiciye. Di sala 1987'a de, di nod saliya xwe de, ew çûye rihmetê.

Xeca Nehsên 

Xeca Nehsên kulfeta Remê Hemê Îmo bû û ji Şêx Dêwid bûk hatibû Soqiya Hemê Îmo. Ew di sala 1910'a de li Şêx Dêwid hatiye dinê û di sala 1930'î de, di bîst saliya xwe de bûye bûk. Di sala 1997'a de di 87 saliya xwe de ew rihmetî bûye. Mîna ku li jor qalbûyî çar lawik û çar keçikên wê bûne.

Bes  

Bes keçika Ahmed Axayê li Falê bûye û ew jina Mihemedê Hemê Îmo ya siftê bûye. 
Siftê Bes ne, lê xwîşka wê Raw dane Mihemedê Hemê Îmo. Lê wexta jina merivekî Rawê miriye, nîşana Rawê ya bi Mihemedê Hemê Îmo re vegerandine û ew dane wayê ku jina xwe rihmetî bûye. Hînga mezinên gund bi hêrs bûne û girtine ser Falê ku Rawê birevînin. Lê li berî ku bigirine ser gund malê Rawê hay jê bûne ku ew têne ku Rawê birevînin. Raw veşartine û li şûna wê yeka din girtine revandine û encax li ser bêderên gund pê hesiyane ku wan yeka din revandine. Ew berdane û nekanîne ku Rawê jî birevînin. Ji dû wê re Remê Hemê Îmo, Ûsiwê Hemê Îmo ketiye hepsê. Êdî paşê çito bûye ew li hev hatine û li şûna Rawê, xwengiya wê Bes dane Mihemedê Hemê Îmo. Mihtemelen dora sala ~1937'a bûk hatiye. Lê bona vê teşqele û xapandinê Mihemedê Hemê Îmo bi hêrs bûye û li ser Besê carekî din bi Xana Kêlo re zewiciye.
Bes di sala 1997'a de jî rihmetî bûye. Du lawikên wê û Mihemedê Hemê Îmo bûne; Hesen(1939) û Mehmûd(1942). Ji dû ku Mihemedê Hemê Îmo rihmetî bûye re Ûsiwê Hemê Îmo ew li xwe mehr kiriye û lawikekî wan, Emîn(1953), bûye.

Xana Kêlo 

Mihemedê Hemê Îmo ji dû Besê re di sala ~1940'î de pê re zewiciye. Ew ji çopliya bûk hatiye. Ji Mihemedê Hemê Îmo du keçikên wê bûne û ji dû ku ew rihmetî bûye re Ûsiwê Hemê Îmo mîna Besê, ew jî li xwe mehr kiriye û mîna ku li jor qalbûyî jê lawikek û sê keçikên xwe bûne. Ew di sala 2003'a de rihmetî bûye. 

Rawa Îwê Hesê Terzî(???-???)

Rawa Îwê Hesê Terzî keçika Eşxana Îmo bû. Kulfetê wê Cindî bû. 

Gula Ûsiw (1928-1950)

Gula Ûsiw di sala 1928'î(?) de hatiye dinê. Bûk dane Tafîqê Ahmê yê li Şêx Dêwid û hîn ku bûka çend mehan bûye di sala 1950'î de çûye rihmetê. Çaxa ku ew bûye bûk û rihmetî bûye Mistefayê Ûsiw li eskeriyê bûye.

Mistefayê Ûsiw (1923-2007)

Mistefayê Ûsiw lawikê Ûsiwê Hemê Îmo û Zênewa Hesê Terzî bûye. Ew li gor qeyda nasnameyê(kîmlîgê) di sala 1930'î de hatiye dinê. Lê li gor texmînan ew di salên ~1925'an de hatiye dinê. Wî heta lîseyê xwendiye û di sala 1945'a(?) de xelas kiriye. Di sala ~1946'a de bi Eşatmeyê re zewiciye.
 



Kronolojî  
·       ~1890: Barkirina ji Sermegûn/Toqarîsê û hatina Şirêziyê 
·       ~1890: Hemê Îmo li Şirêziyê bi kulfeta xwe Xanê re zewiciyaye 
·       ~1891: Barkirina Qeregêçiyê 
·       ~1898: Eşxana Hemê Îmo hatiye dinê
·       ~1899: Ûsiwê Hemê Îmo hatiye dinê 
·       ~1904: Remê Hemê Îmo hatiye dinê  
·       ~1906: Mihemedê Hemê Îmo hatiye dinê 
·       ~1906-1908: Derketina xeleyeka mezin û bihabûna zexîreyê 
·       ~1910: Kirrîna gund    
·       ~1911: Hemê Îmo li gund hîm daniye û rihmetî bûye 
·       ~1912-13: Barkirina gund 
·       ~1920: Zewaca Ûsiwê Hemê Îmo ya bi Zênewa Hesê Terzî re 
·       ~1925: Mistefê Ûsiw hatiye dinê 
·       ~1928: Gula Ûsiw hatiye dinê 
·       ~1930: Remê Hemê Îmo bi Xeca Nehsên re zewiciye 
·       ~1935: Mihemedê Hemê Îmo bi Besê re zewiciye 
·       ~1938: Şêxê Remê hatiye dinê  
·       ~1939: Hesenê Mihemedê Hemê Îmo hatiye dinê  
·       ~1940: Mihemedê Hemê Îmo bi Xana Kêlo re zewiciye 
·       ~1942: Gula Remê hatiye dinê 
·       ~1942: Mehmûdê Mihemedê Hemê Îmo hatiye dinê 
·       ~1944: Rawa (Mihemedê Hemê Îmo) Xana Kêlo hatiye dinê 
·       ~1944: Zênewa Remê hatiye dinê   
·       ~1946: Mistefayê Ûsiw bi Eşatmeyê re zewiciye   
·       ~1946: Gula Ûsiw rihmetî bûye   
·       ~1946: Mihemedê Hemê Îmo rihmetî bûye   
·       ~1949: Xelîlê Remê hatiye dinê 
·       ~1950: Fatmeya Remê hatiye dinê 
·       ~1951: Mistefayê Remê hatiye dinê
·       ~1952: Emînê Ûsiwê Hemê Îmo hatiye dinê   
·       ~1953: Eliyê Remê hatiye dinê
·       ~1953: Fata Xanê (Ûsiwê Hemê Îmo) hatiye dinê
·       ~1955: Êmişa Remê hatiye dinê
·       ~1954: Şêxîwramê Xanê (Ûsiwê Hemê Îmo) hatiye dinê
·       ~1955: Gulika Xanê (Ûsiwê Hemê Îmo) hatiye dinê
·       ~1962: Uwêşa Xanê (Ûsiwê Hemê Îmo) hatiye dinê

 




[1] Açık artırma