3 Kasım 2013 Pazar

Stêrno

Stêrno, belê sekn tune ji we re
Hûn digerin, difetilin, dixuricin
Bila be, bila wirg be
Lê çima hûn merivan li xwe dikin siwar
Bi xwe re dibin, nav tarîya ezmên

Çerxa felekeyê, belê tu nasekinî, natebitî
Bi heft qat ezmanên xwe ve
Bêsekn û bêqerar î, her digerî û viz dibî,
Bila be, bila wirg be 
Lê çima tu bextreşiyê dikî nav xwe
Bi xwe re tînî, roniyê dikî tarî?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder