3 Kasım 2013 Pazar

Versiyona Nû ya WQFerhengê

Min WQFerheng carekî din rojane kir. Ew nêzî saleke bûye ku WQFerheng cara siftê li ser Google Playê hatiye weşandin. Sala çûyî, di meheya 26'ê Sermawezê de min ew li Google Playê bar kir. Ji wê vir ve ew 10 caran hat rojanekirin, lê, ji ber ku çend rojanekirinên wê hema di demeka kurt de ji ber hin şaşiyan hatin kirin, ew bi bingehî pênc caran hat rojane kirin.

Bi vê rojanekirina dawîn ve hejmera peyvan nêzî 183.000 bû. Lê guherîna mezin a bi vê rojanekirinê re li WQferhengê hatî zêdekirin, Widget a. Bi Widget a ku jê re hatî çêkirin re hûn dikarin WQFerhengê li ser ekrana xwe ya siftê jî bibînin.


Bi vê rojanekirinê re, zêdebûna terî(herî) mezin a di peyvan de li Farisî heye. Xwedê ji tevkarên Wîkîferhengê razî be ku nêzî 1500 peyvên nû yên Farisî li Ferhengê zêde bûn. Para din a mezin a zêdebûnê jî ya Îngîlîzî ye. De heta rojanekirineka din bimînin di xweşiyê de.




 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder