1 Ocak 2014 Çarşamba

Veguherîn

"Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî"
Veguherîn (Di Verwandlung) a Franz Kafka bi vê hevokê dest pê dike. Di edebiyat û wêje ya hemû cîhanê de hevokeka mîna vê hevokê binavûdengbûyî û dibe kurteya hemû kîtaba xwe hebe nizanim. Lê ev hevoka binavûdeng, kurteya Veguherînê ye. Gregor Samsa bi rewş û kêşeyên derdora xwe re dikeve nav xewn û kabûsên ewqas mezin û qerebalix ku ew ji demeke şûnde êdî nikare tehemûla wan bike û bo ku xwe ji zeta wan vedize, vediguhere kêzikeke. Êdî ew kêzikekî ku gav bi gav ji van derd û êşan dûr dikeve ye. Lê meriv kêzikek be jî, çûkekî li ezmana be jî, masiyekî binav be jî bêderd nabe.
Veguherîn bi wergera min ji Weşanên Lîsê di 2010'a de derketibû

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder