23 Temmuz 2014 Çarşamba

WQFerheng 3.7

Belê dîsa wext hat û WQFerheng carekî din hat nû kirin. Mîna hercar dîsa danegeha(Database) ferhengê bi ya Wîkîferhengê ve hat wekhev kirin. Bi vê wekhevkirinê re nêzî 40000 hezar sernavên(peyv, biwêj û hwd.) nû ketine ferhengê. Vê carê, ji sernavên nû yên ku ketine ferhengê hema bêje %90'î wan bi kurdî ne(~30.000). Ji xeynî wan nêzî ~500 sernavên Îngîlîzî, Tirkî(~600), Almanî(~300), Erebî (~200) û hwd.. Ferqên di navbera versiyona berê û ya niha li wêneyên jêr dikarin bên dîtin.

v.3.6
V.3.7













Herwiha wek min di ev nivîsa li ser Wîkîfehengê de qal kiribû gelek peyvên Tirkî, Îngîlîzî, Almanî, Farisî di bin beramberên wan de hatin zêde kirin.Êdî di bin beşa "Wergerr"ê ya beramberên wan de meriv dikare wergerrên wan ên bi van zimanan bibîne. Bi vî hawî nêzî 10.000 hezaran sernavên Kurdî yên ku heta niha nehatibûn wergerrandin tu zimanan, hatin wergerrandin qe nebe zimanekî ji van çar zimanan. Herwiha wergerrên ji wan hîn zêdetir peyvan, hatin baştir kirin.



Vêcarê di navrûyê(interface) WQFerhengê de tu guherîn nehatin kirin. Ji ber ku êdî ew li gor berê êpê(gelek) stabîl bûye di kodan de jî pirr guhertin nehatin kirin, tenê çend şaşiyên biçûk hatin dirust kirin. Belê bi van baştir kirinan re WQFerheng li ser Google Playê li ber destên Kurdîhezan e.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder