20 Aralık 2015 Pazar

Li bernameya Daxwendê

Çend meh berê ez li TRT Kurdî bûbûm mêvanê Daxwendê. Me têde qala wêjeyê, tiştên ez di vê blogê de qal dikim [û me qala vê blogê jî kir], qala tiştinên din kir. De kerem bikin lê temaşe bikin.





25 Ekim 2015 Pazar

Versiyoneka nû bo WQFerhengê

Ew demeke min WQFerheng nû nekiribû. Cara paşin, saleke berê, di 1'ê Mijdarê de hatibû nû kirin. Ji ber ku êdî navrû û bername stabîl bûbû û şaşî têde pirr kêm bûbûn, min ew êdî nû nedikir. Lê di ber re helbet zehmetkêşên Wîkîferhengê li wê dixebitîn û peyv, biwêj û gotin li wê zêde dikirin, kêmasiyan wan temam dikirin. Gava cara paşin WQFerheng hatibû nû kirin, bi versiyona 3.8'ê re, têde nêzî 315 hezaran peyv û gotin hebûn. Bi vê nûkirinê re ew gihÎşt 332 hezaran. Vê carê jî, giraniya zêdebûna peyvan di Kurdî de ye(~10.000). Dû re Almanî(1.500) û Farisî (~ 500) têne. Ferqa hejmara sernavan a di navbera versiyona berê û ya niha de li resmên jêr jî dikare bê dîtin.
V3.8
V3.9














Ji xeynî hejmara sernavên di Wîkîferhengê de, di naverokên sernavan de jî gelek guherîn hatin kirin. Wek mînak, carekî din li beşa wergerran zêdekirin hatin kirin û peyv li hatin wergerrandin. Êdî wergerra nêzî 44.000 peyvan a Tirkî, nêzî 27.000 peyvan a Îngîlîzî, nêzî 17 hezar peyvan a Almanî, nêzî 14 hezar peyvan a Farisî dikare di beşa wergerrê de bê dîtin. Ferqa hejmarkî, çendanî ya di navbera versiyona berê û ya niha de li jêr dikare bê dîtin.
V3.9
V3.8














Jixwe hin cudatiyên dinên li WQFerhengê hatine kirin û meriv wan ne çendanî(hejamarkî), lê çawanî bihesibîne jî hene. Bêguman bikarhênerên ferhengê jî ê bi wan bihesin.

Di serdema ku hertişt li hev tê parvekirin, parvekirin êdî bûye hewcedariyeka jiyanê, bûye nan û av de, me got bila WQFerheng jî ji vê bêpar nemîne û bo parvekirina peyva hilbijartî menûya parvekirina peyvan li Ferhengê hat zêdekirin. Bi tîkandina vê menûyê re meriv dikare lînka peyvê ya di Wîkîferhengê de ji kesên mebest dibe re bişîne.
Menûya Bişîne













Şaşiya ku di hin versiyonên Androidê de rû dida û lîsteya dadileqe bi nivîsê ve bi eynî rengî dibû û ji ber wê meriv nedikarî sernavan bixwîne hat sererastkirin.












Di vê navberê de, ji versiyona dawîn û vir de ve, daxistinên WQFerhengê yên li ser Google Playê ji 100.000 raborî û gihîşte qonaxeka nû. Herwiha nirxandin û pûanên ku bikarhênerên wê didin WQFerhengê jî ji 1.600 raborîn. Dîsa carekî din û hezarcarî spas bo kedkar û zehmetkêşên Wîkîferhengê ku naverokeka ewqas mezin û dewlemend bexşandin me Kurdîhezan!!.

Wek berê, bi van baştirkirinan re jî WQFerheng li ser Google Playê li ber dest e.







17 Ağustos 2015 Pazartesi

Stêra Qurix û Germa Havînê


Li jêra rêsim Sirius ango Qurix
Germa havînê bi Hezîranê re dest pê dike, bi Tîrmehê re didome û bi Gelawêjê re hêdî hêdî ber bi kêmbûnê ve diherre. Ew kêmbûna germê jî bi helhatina stêra Qurixê(Îng. Sirius) re, hîn zêdetir eyan dibe. Êdî ro bi ro tîna germê ji ser rûyê erdê vedikişe, bi hûnikayîyê ve şûnê diguherre. Ava ku li rih û ripiyên daran, ji kokên daran kişiyayê, dîsa bi daran ve heldikişe. Qurix hersal di meheya Gelawêjê(Ağustos)ê de ji 3'ê mehê şûnde heltê. Ew jî li gor hesabê Kurmancan di 52'ê havînê de heltê.

Ji berê de helhatina Qurix li hêla xelkê ve hatiye teqîb kirin û helhatina wê wek nîşana pirr tiştan hatiye dîtin.

Li nav Kurdên Êzîdî cejna(eydiya) Çileya Havînê heye. Li gor vê çavkaniyê barzanî 3 cejnên êzidiyan kirin betlane ew ji 31'ê Tîrmehê de heta 2'ê Gelawêjê ye ku rasthatina bi helhatina Qurixê re, ez bawerim, ne tesadifî ye.. Jixwe benda Qurixê di 48'ê havînê de heltê ku ew jî dibe ku nîşana destpêka Cejna Çileyê havînê be

Tiştekî dinî ecîb î bi Qurix ve eleqedar ev e. Qurix di nav koma Stêran a "Kûçikê Mezin" de ye û ji demên Antîk virve ew rojên germên havînê wek "Germên Kûçikan" dihatine zanîn. Herwiha li nav Misiriyan de jî wek nîşana rabûna çemê Nîlê dihatiye zanîn..

Not: Herçiqas ew di hin ferhengan de wek Gelawêj, stêra Şivanan an jî stêra Bakur, Stêran Bakur tê nasandin jî, bêguman ew şaş e. Ji ber ku ew ne stêr ên ku tim eynî demê de heltêne.
Qurix di Sefernameya Hezar û Yek Fersengî de

Qurix di lîteratûra Kurdî ya ku min li ser înternetê peyda kirin;

"Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal,
Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e.
Cegerxwîn

"Qurix Di meha havînî ya ewil de Komik û di ya duyem de jî Mêzîn hiltê. Qurix jî di 8’ê Tebaxê de hiltê. “Wek nêrîyê ku çavê wî li Qurixê be.” “Heta Qurix hilnê zebeş çênabin.”"

"Êvaran Stêra Qurix tê der. Hênkayî belav dibe. Piştî biharê dîsa gul vedibin. Hezker dîsa ji xwer bi van gula şa dibin."

"ji kefa zimanê ku diperpite liber niga bi sira bayên stêra qurux re li ser dev û lêvên esmeriya min bireşêne"

"Kî pê dizane! $ev gihî$tiye nîvî, heye ko jê qulipiye jî. Lê ti$tekî heye; stêrkên Kerwankuj û Qurux hê neçûne ava, ji pencerê, hê roniya wan dixuye. Û ezana destê sibê hê dest pê nekiriye."

"Panzdê Têbaxê bi paşketibû, Stêrka Qurixê hilatibû, guvu-guva bayê kur zêde bûbû, êdî dinya sar bû, ne şipxapînk, ne kund, ne kewhêşink û delûce, teyr û tulur, hemû çûkan koç kiribûn, kêm bûbûn, buhuk û kêzik hilatibûn, mar û marîjok vekşiyabûn. Berazan xwe berjêr berdabûn, germiyana"

"Aliyê berê xwe li gorî stêrkan rast dikir. Aliyê stêrka wî tenê ne Sterka Qurixê bû, gelek stêrk alî pêş wî dikirin. Di pirsgirêka alîdîtinê de stêrk di deryayan de çawan pêwîst e di çolan de jî"

"Di xavika qurixê de, karwanê kadizan, di keskesorê de xemilîne, li ser sêpla hêviyên tar û mar dihêwişin, ew navê te yê ku di dara beriwê de kolaye, qebqeba kewê ribat, li hêla nêçîrê...""

"Mîr Miho! hêvare xewa çavê min nayê, pêr û terazû li ézmana bilind bûn qurix hat û pala xo dayê,heyfa min tête wê heyfê, êt wekî Denûn il misrî, Hisên il Hisnî,Mîr Birahîmê Adema,"
" Hîn bi dilqê çiyayan nizanibû. Şepalên no, peranên guran û qumriyên evîndar nedinasiya. Ser lûtkeyan hilatina qorixê jî nedîbû. Dema rapelikî giyaran nola biçe bûyan di nava berbûyan de çavên xwe li qîzika herî delal bigerîne li dorhêlê digerand."

7 Ağustos 2015 Cuma

(Ente Umrî ) انت عمري - Tu umrê min î


 Nêzî deh salan e, belku min deh caran ceriband, hewl da ku ez li Erebî bielimim, lê her carê hewldanên min pûç derketin û ew neçûn serî. Min kir-nekir, min nekanî ku ez deriyê Erebî li ber xwe vekim û hiş û xeyalên xwe tê de bigerrînim. Jixwe yên ku qe nebe li zimanekî biyanî elimiyane dizanin ku bes meriv carê wî deriyî li ber xwe veke û pêyê xwe bavê dinyaya wî zimanî. Êdî meriv ji bend û qeydên xwe xelas dibe û di dinyaya wî zimanî de perr û baskan vedida, mîna ku bifire geşt û gerr dike. Lê heta ku ew deriya vebûye gerek meriv bi bend û qeydan xwe bi wî derî ve bikişîne. Axir û werhasil min heta niha nekarî wî deriyî li ber xwe vekim. Min wa dema han dîsa dest bi hewleka din kir. Vê carê min got ez deng û awazeke ji xwe re bikim rêber û xwe li wê bigirim. Jixwe gava yek qala Erebî û muzîkê bike, bêguman hema an Umm Qulsum, an jî Feyrûz tê bîra meriv. Berê min gelek guhdarî li Feyrûz kiriye. Lê min vê carê xwe li deng û awaza Um Qulsumê girt. Ez derewan nekim. Heta niha mûzîka Erebî, ji xeynî çend stranên Feyrûzê, zêde li xweşiya min nedihat. Ew zêde teşhîrker û Oryantalîst dihat. Him jî stran zêde dirêj dihatin. Lê ji dû guhdarkirina demeke re êdî carcaran pê emst û sermest dibime.  Demdemî ez ê jixwe re straneke hilbijêrim û hewl bidim ku wê li Kurdî wergerrînim, da ku xêra deng û awaza van stranbêjan li dinyaya Erebî perr vedim.

Bêguman, gava meriv qala muzîka Ereban kir Um Qulsum tê bîrê, gava qala Um Qulsumê bû jî Ente Umrî tê bîrê. Min bi Ente Umrî (Tu Umrê min î) ya wê dest bi wergerrandina stranên Erebî kir. Belê stran ya wê be jî hin şîroveyên din ên ku ji wê zêdetir li xweşiya min çûn jî hene. Wek mînak ya Emel Mahîr. Herwiha şîroveya Nesrîn Qedrî, Sarît Hedad jî li xweşiya min çûn.  


رجعوني عنيك لأيامي اللي راحوا
Çavên te ez vegerrrandim wan rojên li dû mayî
علموني أندم على الماضي وجراحه
Bi min elimandin poşmaniya li roj û birînên berê
اللي شفته قبل ما تشوفك عنيه
Şaşiyên ku min berî dîtina çavên te dîtin
عمر ضايع يحسبوه إزاي عليّ
Umrê ku bo min wek zayî bê hesibandin
انت عمري اللي ابتدي بنورك صباحه
Umrê min î ku sibê bi nûra te dest pê dike
قد ايه من عمري قبلك راح وعدّى
Çiqas ji umrê min, berî te beredayî û berhewa bû
يا حبيبي قد ايه من عمري راح
Ey yarê, çiqas ji umrê min beredayî çû
ولا شاف القلب قبلك فرحة واحدة
Û dilê min qet nedît firehiyeka tenê, li berî te
ولا داق في الدنيا غير طعم الجراح
Û qet netehmijî li vê dinyayê, ji xeynî tehma birînê
ابتديت دلوقت بس أحب عمري
Bes aniha, ez dest bi hezkirina umrê xwe dikim
ابتديت دلوقت اخاف لا العمر يجري
Anih ez dest bi tirsê dikime ku umrê min dibore
كل فرحه اشتاقها من قبلك خيالي
Hemû firehiyên, min li ber te dîtin, xeyal bûn
التقاها في نور عنيك قلبي وفكري
Qelbê min û aqilê min li ber nûra te gihîşte hev
يا حياة قلبي يا أغلى من حياتي
Ey heyata min, ey ya ji heyata min bi qêmettir
ليه ما قابلتش هواك يا حبيبي بدري
Çima ez zûtir rast li êvîna te nehatim, jiyana min
اللي شفته قبل ما تشوفك عنيه
Şaşiyên ku min berî dîtina çavên te dîtin
عمر ضايع يحسبوه إزاي عليّ
Umrê ku bo min wek zayî bê hesibandin
انت عمري اللي ابتدي بنورك صباحه
Umrê min î ku sibê bi nûra te dest pê dike
الليالي الحلوه والشوق والمحبة
Şevên şîrîn ên bi şewq û mihebet
من زمان والقلب شايلهم عشانك
Ewqas zeman qelbêm bo te kişandin ew
دوق معايا الحب دوق حبه بحبه
Bitehmije evînê bi min re, evînê bi evînê
من حنان قلبي اللي طال شوقه لحنانك
Ji hezkirina dilê min, arûzûya xwe ya digihîje te
هات عنيك تسرح في دنيتهم عنيه
Bide çavên xwe, yên çavên min digihînin dinyaya xwe
هات ايديك ترتاح للمستهم ايديه
Bide destên xwe ku mistdana wan, destên min aram dikin
يا حبيبي تعالى وكفاية اللي فاتنا
Ey yarê, were û ji bîr bike yên jidestçûyî
هو اللي فاتنا يا حبيب الروح شويه
Ewa çûyî, yara min, hinekî ruhê min bû
للي شفته قبل ما تشوفك عنيه
Şaşiyên ku min berî dîtina çavên te dîtin
عمر ضايع يحسبوه إزاي عليّ
Umrê ku bo min wek zayî bê hesibandin
انت عمري اللي ابتدي بنورك صباحه
Umrê min î ku sibê bi nûra te dest pê dike
يا حبيبي تعالى وكفاية اللي فاتنا
Ey yarê, were û ji bîr bike yê jidestçûyî
هو اللي فاتنا يا حبيب الروح شويه
Ewa çûyî, yara min, hinekî ruhê min bû 
للي شفته قبل ما تشوفك عنيه
Şaşiyên ku min berî dîtina çavên te dîtin
عمر ضايع يحسبوه إزاي عليّ
Umrê ku bo min wek zayî bê hesibandin
انت عمري اللي ابتدي بنورك صباحه
Umrê min î ku sibê bi nûra te dest pê dike
يا أغلى من أيامي
Ey ya ji rojên min bi qêmettir
يا أحلى من أحلامي
Ey, ya ji xeyalên min şirîntir
خدني لحنانك خدني
Min bigire nav şefqata xwe, bigire
من الوجود وابعدني
Ji hebûna min dûr xe 
بعيد بعيد أنا وانت
Dûr û dûr, ez û tu
بعيد بعيد وحدينا
Dûr û dûr, tenê
ع الحب تصحى أيامنا
Bi eşqa rojên me hişyar dike
ع الشوق تنام ليالينا
Bi şewqa dixewîne şevên me
صالحت بيك ايامي
Bi te re aram bûn rojên min
سامحت بيك الزمن
Bi te re telafî bu wexta min
نستني بيك آلامي
Bi te re êşên min ji bîr bûn
ونسيت معاك الشجن
Û bi te re, ji bîr bûn azara
ودعوني عنيك للأيامي اللي راحوا
Û çavên te banga rojên li dû dikin
علموني أندم على الماضي وجراحه
Wan elimandim ez li poşmaniya li maziyê û li birînan
اللي شفته قبل ما تشوفك عنيه
Ên berî ku çavên min li te ketin
عمر ضايع يحسبوه إزاي عليّ
Umrê ku bo min wek zayî bê hesibandin


Emel Mahîr




 Sarid Hedad





Nesrîn Qedrî, bi Orkestraya Andulisia
https://youtu.be/RmUyaPRtj9s?list=LL0crGAvZWUSjWOlTtlvXSfQ

29 Temmuz 2015 Çarşamba

Fêrikê Ûsiv


Helbest û berhemên Fêrikê Ûsiv, helbestvanê Kurdên me yên Qefqasê encax îsal, bi xêra kulfeta xwe Firîda Hecî Cewarî, Kawa Nemir û Weşanxaneya Lîsê, gihîşte ber destên gelek kesan. Min jî hersê kîtabên wî yên ji helbestên wî pêk tê çend mehan berê bi dest xwe xistin û cilda wan a yekem çend hefteyan berê dest xwe kir ku bixwînim. Heyf ku ez ewqas sal ji helbestên wî bêpar mame. Ji Kurmanciya wî ya şêrîn a ku li min gelek nas û sade [diha, orta, yêr, qêmîş bûn, daximîş bûn, dûşmîş bûn û hwd.], ya ku qet hewl nedaye ku "xwerû", pê re jî girantir, bike. Hele helbestvanek di helbestên xwe de qala stêrkan, çerxa felekê dike jî ew, wek xwînerekî helbestan, li ber çavên min dibe stêrkekî/a helbestan.

Gava wan demên han Kawa Nemir gotibû "Fêrik helbestvanekî ji Cegerxwîn mezintir e", ji min re, dîsa wek xwînerekî helbestan, him qiyaseka bêmehne, him jî giran hatibû. Ji ber ku, mîna gelek kesan, ji min re jî Cegerxwîn li asteka gelekî bilind û bêhempa tê [Ez di ber re, hîn ku mijar hatiye ser bibêjim, ne wek helbestvan, lê wek helbest lûtkeya helbesta Kurdî "Bilbilê Dilşadî" ya Seydayê Tîrêj e]. Lê ji dû qedandina cîlda yekema Fêrikê Ûsiv re, ez dikarim bibêjim ku ew ne zêdegotinek e. Qiyaseka wiha meriv bi dilrihetî dikare bike. Belê ez hîn jî nehatime ser fikra ku Fêrik wek helbestvan ji Cegerxwîn mezintir e, lê ger yek bibêje jî heqê xwe heye. 

Herwiha bi xwendina helbestên wî re ez pê hesiyam ku stranên Nîzamettîn Ariç ên albûma xwe ya dawîn (Azadi) bi pirranî ji Fêrikê Ûsiv hatine helgirtin.

Ji nav helbestên Fêrik ên cîlda xwe ya yekem zêdetir "Zembilfiroş" û "Xewna Mîrmih" li xweşiya min çûn. Helbet yên ku Nizamettin Ariç şîrove kirine jî xweş in, lê Zembilfiroş yek ji helbestên xweşiktirîn ên ku min heta niha xwendin e.



"Benî Xanim ji jorê dibîne
Hizingekê radihêle
Serê Nazik dadihêle
Mîna şirdanê karîbarê
Cotê guliyan têne xwarê
Beden wekî nûr nederê
Çawa ku rojê ji pişt çiyê derê"

"Xanim rewşa te ji nûr e
Bejn û bal bê qisûr e
Bi wî kim xaliqê xefûr e
Ya min û te ji hev dûr e"

"Tu metirse bi pêş de were,
Li min tê bêhna misk û ember e"

"Xanim te sîng nûr neder e
Ava avilheyatê li ser e
Ez bi wî bikim, ela ekber e
Ji nefsa min re wekî jehr e"

"Kuro, lê were metelê
Wekî tu nebêjî, belê
Ez ê te biavêjim kelê
Tu bikşînî pirr xederê"

"Got bibêjin qewazêd li derî
Bila bigirin vî nemêrî
Bavêjin zindana jêrîn
Belkî fehm bike şer û xêrî"






Xewna Mîrmih jî helbestekî felsefîk û li dû şopa "nemirî"yê ye. Lê ma kî ji mirinê reviyaye û xwe gihandiye avilheyatê:


"Got: Ho xorto, tu bi xêrî
Biter bûyî li vî yêrî
Got: bi xêr im, ne bi şer im
Feqet li xêra tam digerrim"

"Xwedê bi keremî, 
Dinya wiha torat kiriye,
Yek daye, êk dewsê biriye
Tebiyet kiriye hezar terz e
Kevin dimire, bo teze
Gulek belgan diweşîne
Li dewsê dertê yeka şîn e
Çemek diçe ser behran e
Yek jî dertê li cî û dêran e
Çiyayek dixure li binê erdê
Di rex de yekî din dertê
Stêrkek tê dîhar e,
Diqulibe yek tê xwar e
Mirin Mîrmih erhede ye
Bi emir re perwede ye
Li kû ruh û nefes heye
Mirin jixwe li wir jî ese ye"


11 Temmuz 2015 Cumartesi

Çend Gotinên Mezinan - F


* Faydeya gavanan, sîwarbûna kera ye
* Fikir çi be zikir jî ev e
* Filankes çîçeke bervero ye
* Filankes dûvê qantirê ye ne dirêj dibe ne qut dibe
* Filankes golikê henî-beş e
* Filankes kera(kêça, kûçika) dixwesîn
* Filankes kerrika dicû
* Filankes kevirê bin bîrê ye
* Filankes kora difetisîne
* Filankes kûçika nal dike
* Filankes mirîşka gêj e ( mirîşka ser serjêkirî ye)
* Filankesî neynûk tune ku xwe bixwirîne
* Filankes teniya bi don e
* Filankesî bi pera bikirî û bi keviran bikujî
* Filankes bûye gurê devbixwîn
* Filankes çav li roja reş e
* Filankesî mêş jê naêşê
* Filankes pirr tê difirrîne
* Filankes ne ji defê re ne ji zurnê re dibe
* Firra mirîşka ta enîşka (ta kadînê)
* Fis di nav sisiya de wenda dibe
* Fis kir gû derket


Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

4 Temmuz 2015 Cumartesi

مجنون نبودوم مجنونم کردی - Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn



"Stêrên li ezmên nexşa zemînê ne"
مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yarê

کدوم کوه و کمر بوی تو داره یار
Li kîjan çiya û cihî heye bîhna te, yarê
کدوم ماه جلوه روی تو داره
Li kîjan hîvê cîlweya rûyê te heye
همون ماهی که از قبله زند فریاد
Li ew meha ku ji qibleyê feryad dike
نشون از طاق ابروی تو داره
Nîşana qewsên birûyên te heye


مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yarê

الا دختر که موهای تو بوره یار
Ey keçê ku porrê te zer e
به حموم میروی راه تو دوره
Tu diherî hemamê, rêya te dûr e
به حموم میروی زودی بیایی یار
Tu diherî hemamê, tu zû werî yarê
که اتیش بر دلوم مثل تنوره
Ku arê ber dilê min mîna tenûrê ye


مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yar

ستاره در هوا نقش زمین یار
Stêrên li ezmên nexşê zemînê ne, yar
خودوم انگشتروم یاروم نگین
Ez bixwe gûstilk û yara min cewhera ser
خداوندا نگهدار نگینش باش
Xweda cewhera wê biparêze
که یار اولو اخر همینه
Ku yar him ewel û him axir e

مجنون نبودوم مجنونم کردی
Ez ne Mecnûn bûm, Te ez kirim Mecnûn
از شهر خودوم بیرونوم کردی یار
Ji bajarê xwe, te ez derxistim yar

1 Temmuz 2015 Çarşamba

Leyl û Mecnûn

Leyl(a) û Mecnûn, yanê Mişterî û Zuhre, yanê Jupiter û Venûs, yanê Berçîs û Gelawêj dîsa li ezmanê, di şevên havînê yên tijî stêrk de, berê xwe dane hev, li hev nêzik bûne ku miraza xwe ya ku li rûyê dinyayê hasil nebûye, li rûyê ezmên hasil bikin û bigihîjin hevdu.
"Mecnûn û Leyla du hezkiriyên hev bûn û li vê dinyayê mirazê wan ê gihîştina hevdu hasil nebû û ew ji mirinê şûnde bûne du stêrkên li ezmên. Ew ji wê û pê ve li ezmên li mirazên xwe digerin. Ew di dema gerra xwe ya li ezmên de geh nêzikî hev dibin, geh ji hev dûr dikevin. Dema ku bi şevan li ezmên in, pey roçûnê re ew berî stêrkan gîşan xuya dibin û bi rojhelat re jî ew li pey gîşan wenda dibin. Carcaran ew digihêjin hev û ser hev re jî derbas dibin. Di nava xelkê de tê gotin ku, kengê mirov bibîne ku mirazê wan hasil dibe, ew digihêjin hev û di ser hev re derbas dibin, mirov ji Xwedayê xwe çi mirazî bixwaze ew ê hasil bibe. Kesên ku bi ilmê stêrknasiyê re eleqedar in, kesên ku hesabên gerrên wan dikin, ne tiştekî dûr e ku bizanibin ka ew ê kengê bigihêjin hev. Lê kesekî hay ji van tiştan tunebe nizane û ji ber ku nizane jî bi rasthatinê nebîne, nikare derbasbûna wan a ji ser hev re bibîne. Ew salê çend caran nêzî hev dibin, lê derbasbûna wan a di ser hev re tiştekî pirr tewrende ye” 

Ji Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, r. 53



24 Mayıs 2015 Pazar

Ji Mesnewîyê: Hezretî Mûsa û Şivan

Çîroka Hezretî Mûsa û Şivên a ku di Mesnewî ya Mewlana de derbas dibe, grûba Mestan kiriye Mûzîkalek û di 2010'de pêşkêş kiriye. Min hin çarînên wê yên ji Mesnewiyê wergerrandin Kurdî û ew rêzikan li jêr in;

Bi kurtî; Mûsa Eleyhîsselam rojeke li çolê, bi rê ve şivanekî dibîne ku ew gilîûgazincên xwe bi gotinên nerewa li Xwedê dike, bi xeyala ku binezanî di derbara Xwedê de di aqlê xwe de çêkiriye re deng dike(dipeyive). Gava Mûsa Eleyhîssalm van gotinên Şivên ên nerewa dibîhîze aciz dibe, diqehire û dibêje; Şivano! Tu kî yî ku tu curet dikî ku bi Xwedê re bi vî şiklî deng bikî û wihanî gotinên nerewa bibêjî? Ma di xeyala te de Xwedê yekî çito ye ku tu wihanî pê re dipeyivî? û hwd. Mûsa Eleyhîssalm bi vî hawî li Şivên etab û lomeyan dike. Şivan jî li ber van etabên Mûsa Eleyhîsselam dkeve, dixeyîde û heta kincan li xwe didirrîne, rû li Mûsa Eleyhîsselam badide dide ber çolê û diherre.   

Paşê, li ser vê meseleyê, wehîy ji Xwedê tê digihîje Mûsa Eleyhîsselam û pê re bi kurtî wiha tê gotin: "Mûsa-yo! Te evdê me yê ku bendê me bû, ji me dûr xist. Her kes li gor zanîna xwe, bi şiklekî ji me re bend û evd e. Lê te ew ji me dûr xist. Ma tu bo weslkirina bendeyên me, yan bona feslkirina wan tu hatî. Mesekine, zû xwe bigihîne wî û pê re bibêje ku çito dilê te dixwaze, tu bi wî hawî bide ser rê ya Xwedê. Mûsa li Şivên digerre û digerre. Axirî dibîne, lê carê êdî dil li Şivên şkeştiye û ew dilsar bûye.."





بخش ۳۵ - انکار کردن موسی علیه السلام بر مناجات شبان
 Beşa 35'a- Înkarkirina Mûsa Eleyîsselam a diakirina Şivên

دید موسی یک شبانی را براه
Mûsa dît bi rê ve Şivanek
کو همی‌گفت ای گزیننده اله
Ku timûtim gazincan li Xwedê dike;
تو کجایی تا شوم من چاکرت
Ka tu li kû yî, da ku ez bibim xulamê te
چارقت دوزم کنم شانه سرت
Bidûrim solên te, şeh bikim serê te
جامه‌ات شویم شپشهاات کشم
Bişom kincên te, bikujim spî yên te
شیر پیشت آورم ای محتشم
Şîr bînim, ey Xwedanîhtîşamo, ji te re
دستکت بوسم بمالم پایکت
Destên te ramûsim, mist bidim pê yên te
وقت خواب آید بروبم جایکت
Wexta raketinê, bimalim ciyê te yê raketinê
ای فدای تو همه بزهای من
Ey yê ku hemû bizinên min bibin qurbanê
ای بیادت هیهی و هیهای من
Ey yê ku bi yadê re bi ax û wex im
این نمط بیهوده می‌گفت آن شبان
Bi vî hawî, bêhûde, digot wî şivanî
گفت موسی با کی است این ای فلان
Mûsa got: Kî ye ew filankesê ku qal dikî
گفت با آنکس که ما را آفرید
Şivên Got: Ewê ku em afirandine
این زمین و چرخ ازو آمد پدید
Va zemîna û va çiraxa jê re amade ye
گفت موسی های بس مدبر شدی
Mûsa gotê, lo de bes e ew durûbûna te
خود مسلمان ناشده کافر شدی
Te xwe nakî misilman, lê kufriyê dikî
این چه ژاژست این چه کفرست و فشار
Va çi devebelaşî ye, va çi kufr û devleqî ye
پنبه‌ای اندر دهان خود فشار
Pemî têxe ber devê xwe
گند کفر تو جهان را گنده کرد
Gindûgemara kufra te dinya genî kir
کفر تو دیبای دین را ژنده کرد
Kufra te, dîn ji serî de ji hev de xist
چارق و پاتابه لایق مر تراست
Çarix û gore layiqa te ne
آفتابی را چنینها کی رواست
Ji Roj re çito tiştên wiha rewa dibînî
گر نبندی زین سخن تو حلق را
Ger qirika te terka van gotinan nede
آتشی آید بسوزد خلق را
A(gi)rek ê were û bişewitîne xelkê
آتشی گر نامدست این دود چیست
Ger ateş nehat, lê va dû ya çi ye?
.
.
.
گفت ای موسی دهانم دوختی
Got: Mûsa-yo te dev li min girt
وز پشیمانی تو جانم سوختی
Û ji poşmanî te dil li min şewitand
جامه را بدرید و آهی کرد تفت
Kinc li xwe dirrandin û keser kişand
سر نهاد اندر بیابانی و رفت
Serî li xwe bada û da ber çolê û çû

 بخش ۳۶ - عتاب کردن حق تعالی موسی را علیه السلام از بهر آن شبان
Beşa 36'a- Etabkirina Xwedê Teala ya li Mûsa Eleyîsselam a bona wî Şivanî
 

وحی آمد سوی موسی از خدا
Ayet hat ji Mûsa re, ji Xwedê
بندهٔ ما را ز ما کردی جدا
Te evdê me ji me cuda kir
تو برای وصل کردن آمدی
Tu bona weslikirinê hatî
یا برای فصل کردن آمدی
Yan tu bo feslkirinê hatî
تا توانی پا منه اندر فراق
Heta ku ji te tê, gav meavêje firaqê
ابغض الاشیاء عندی الطلاق
Ji min re tiştê tewrî nexweş firaq e (Ayet)
هر کسی را سیرتی بنهاده‌ام
Min her kesekî re sîretek daye
هر کسی را اصطلاحی داده‌ام
Min herkesî re derbirînek daye
در حق او مدح و در حق تو ذم
Ya li cem wî medh, li cem te gazinc e
در حق او شهد و در حق تو سم
Ya li cem wî hingiv, li cem te jehr e
ما بری از پاک و ناپاکی همه
Em dûr in ji hemû pakî û nepakiyan
از گرانجانی و چالاکی همه
Em dûr in ji hemû zexelî û çalakiyê
من نکردم امر تا سودی کنم
.
.
.
تو ز سرمستان قلاوزی مجو
Tu li sermestan li qilawûzan megerre
جامه‌چاکان را چه فرمایی رفو
Li kinc dirriyan çi re, dirûnê ferman dikî
ملت عشق از همه دینها جداست
Miletê eşqê ji hemû dinyayê cidatir e
عاشقان را ملت و مذهب خداست
Ji aşiqan re milet û mezheb Xweda ye
لعل را گر مهر نبود باک نیست
Ger nebe li Leal mohr, nîne zirar
عشق در دریای غم غمناک نیست
Eşqa li nav deryaya xemê, ne xemdar e

بخش ۳۷ - وحی آمدن موسی را علیه السلام در عذر آن شبان
Beşa 37'a- Wehîyhatina ji Mûsa Eleyhîsselam re ya bona uzra li wî Şivanî



بعد از آن در سر موسی حق نهفت
Ji wê şûnde Xwedê girte serê Mûsa
رازهایی گفت کان ناید به گفت
Got bi wî re sirrên ku nayên gotin
بر دل موسی سخنها ریختند
Şorr weşandin bi ser dilê wî de
دیدن و گفتن بهم آمیختند
Dîtin û gotin bi hev re barandin
چند بی‌خود گشت و چند آمد بخود
Çiqas ji xwe çû bû û çiqas li xwe vegerriyabû
چند پرید از ازل سوی ابد
Çiqas ji ezelê,  ber bi ebedê firriya
بعد ازین گر شرح گویم ابلهیست
Ger ji vê şûnde şerh bikim, ebes e
زانک شرح این ورای آگهیست
Ji ber ku şerha vê, derveyî agahiyê ye
ور بگویم عقلها را بر کند
Û ger bibêjim aqilê ji seriyan herre
ور نویسم بس قلمها بشکند
û ger binivîsim, qelem ê bişkên
چونک موسی این عتاب از حق شنید
Çing ku Mûsa ew etaban ji Xwedê bihîstin
در بیابان در پی چوپان دوید
Da ber çolê û bi dû şivên ket
بر نشان پای آن سرگشته راند
Şopa wî, yê ku serê xwe rakirî ajot
گرد از پرهٔ بیابان بر فشاند
Toz ji çolistanê li ber pekiya
گام پای مردم شوریده خود
Gavên pêyên merivekî dînbûyî
هم ز گام دیگران پیدا بود
Helbet ji gavên yên din cidatir dibin
یک قدم چون رخ ز بالا تا نشیب
Qidûmek mîna keleyeka ji banî heta xwar
یک قدم چون پیل رفته بر وریب
Qidûmek mîna fîl çeprast gerriyabû
گاه چون موجی بر افرازان علم
Geh mîna pêlan bi ezmanan ve bilind dibû
گاه چون ماهی روانه بر شکم
Geh mîna masîyan ber bi zik ve dadigerrî
گاه بر خاکی نبشته حال خود
Geh li ser axê dinivîsand halê xwe
همچو رمالی که رملی بر زند
Mîna remilbêjê ku remilê dineqşîne
عاقبت دریافت او را و بدید
Axirî ew dît û pê re nîşan da
گفت مژده ده که دستوری رسید
Pê re got: Mizgînî ji te re ku destûr hat
هیچ آدابی و ترتیبی مجو
Qet megerre li edeb û tertîbê
هرچه می‌خواهد دل تنگت بگو
Her çi yê ku tê tê dilê te bibêje
کفر تو دینست و دینت نور جان
Kufra te dîn e, dînê te nûra can e
آمنی وز تو جهانی در امان
Tu emnî û bi te re dinya jî bi emn e
ای معاف یفعل الله ما یشا
Ey miafo, Xwedê herçi tiştê dixwaze dike
بی‌محابا رو زبان را بر گشا
Bêtirs bigerrîne zimanê xwe
گفت ای موسی از آن بگذشته‌ام
Got; Mûsa-yo, êdî min ew li dû hîşt 
من کنون در خون دل آغشته‌ام
Ez niha di nav xwîna dil de vedigevizim
من ز سدرهٔ منتهی بگذشته‌ام
Ez ji sidreyî minteheyê raborîm
صد هزاران ساله زان سو رفته‌ام
Bi sed hezaran sal li vê rê çûm
تازیانه بر زدی اسپم بگشت
گنبدی کرد و ز گردون بر گذشت
محرم ناسوت ما لاهوت باد
آفرین بر دست و بر بازوت باد
حال من اکنون برون از گفتنست
اینچ می‌گویم نه احوال منست
نقش می‌بینی که در آیینه‌ایست
نقش تست آن نقش آن آیینه نیست
دم که مرد نایی اندر نای کرد
درخور نایست نه درخورد مرد
هان و هان گر حمد گویی گر سپاس
همچو نافرجام آن چوپان شناس
حمد تو نسبت بدان گر بهترست
لیک آن نسبت بحق هم ابترست
چند گویی چون غطا برداشتند
کین نبودست آنک می‌پنداشتند
این قبول ذکر تو از رحمتست
چون نماز مستحاضه رخصتست
با نماز او بیالودست خون
ذکر تو آلودهٔ تشبیه و چون
خون پلیدست و به آبی می‌رود
لیک باطن را نجاستها بود
کان بغیر آب لطف کردگار
کم نگردد از درون مرد کار
در سجودت کاش رو گردانیی
معنی سبحان ربی دانیی
کای سجودم چون وجودم ناسزا
مر بدی را تو نکویی ده جزا
این زمین از حلم حق دارد اثر
تا نجاست برد و گلها داد بر
تا بپوشد او پلیدیهای ما
در عوض بر روید از وی غنچه‌ها
پس چو کافر دید کو در داد و جود
کمتر و بی‌مایه‌تر از خاک بود
از وجود او گل و میوه نرست
جز فساد جمله پاکیها نجست
گفت واپس رفته‌ام من در ذهاب
حسر تا یا لیتنی کنت تراب
کاش از خاکی سفر نگزیدمی
همچو خاکی دانه‌ای می‌چیدمی
چون سفر کردم مرا راه آزمود
زین سفر کردن ره‌آوردم چه بود
زان همه میلش سوی خاکست کو
در سفر سودی نبیند پیش رو
روی واپس کردنش آن حرص و آز
روی در ره کردنش صدق و نیاز
هر گیا را کش بود میل علا
در مزیدست و حیات و در نما
چونک گردانید سر سوی زمین
در کمی و خشکی و نقص و غبین
میل روحت چون سوی بالا بود
در تزاید مرجعت آنجا بود
ور نگوساری سرت سوی زمین
آفلی حق لا یحب الافلین

19 Mayıs 2015 Salı

Hevdîtinek bi Nuh Ateş re û serdanek li Kurdên Anatoliyayê

Kîtêbên N. Ateş û Bîrnebûn
Di dema ku eleqeya min bi xwendin û nivîsandina bi Kurdî re çêbûye virve, ez peyv û biwêjên ku li mezinan dibihîzim û bala min dikşînin, li xweşiya min diherin li ser înternetê digerrim. Gava ez li wan peyv û biwêjan digerrim jî, pirr caran an li kovara Bîrnebûnê û malperên Kurdên Anatoliya Navîn, yan jî li ser malpera Zinarê Xamo rast li wan peyvan têm. A bi vî hawî kovara Bîrnebûnê bala min kişand û ji hejmarên wê yên kevin de, min yek bi yek dest bi xwendina hejmarên wê kir. A Cenabê Nuh Ateş jî min li Bîrnebûnê nas kir. Çîrok û serhatinên ku wî bi zimanekî hêsan qal dikirin, mîna ku bi xwe hatibin serê min dihatin û min têde gelek biwêj û peyvên ku di bîra min de ber bi wendabûnê ve diherrin ji nû ve bi bîr dianîn û di ber re jî li Wîkîferhengê zêde dikirin. Paşê min hersê kîtabên wî (Nivîsên Per, Tayek Porr û Ehmedê Elê) jî bi dest xistin [Mixabin, kêmasiyeka weşanxaneya Apecê ya ji hêla belavkirina kîtaban ve heye] û xwendin. Dîsa ez bi wan pirr kêfxweş bûm û çîrok û hikayeyên ku qal dikirin mîna ku hatibin serê min, mîna ku li derdora min derbas bûbin dihatin. Di ber re, danûstandina me bi rêya e-nameyan dewam kir û pê re min hu kir ku wî, bêyî ku hay jê hebe di 2010'an de bi wergerrandina min ji Weşanên Lîsê derketiye, li ser Bîrnebûnê dest bi wergerrandina Veguherîn a Franz Kafka kiriye. Jixwe wergerr tiştekî ku qet tucaran netemam e û zêdebûna wergerran, ya eynî pirtûkê be jî, ne kêmasî, bêguman, zêdebûneke. Paşê, me bi hev re birrî ku gava ew hat em hevdu bibînin. 
Gundê Xelîka
Kekê Nuh, di serê mehê gulanê (ya 2015'a ) de hate gundê xwe û xeber da min ku ew hatiye. Min jî, bi Xanima xwe û lawê xwe ve, tidareka xwe kir û berê xwe da Anatoliya Navîn, a ku berê min di derbarê de pirr xwendibû, lê hîn bi çavên serê xwe nedîtibû. Di ber Gola Xwê re, me xwe gihande Qulekê(Tr. Kulu), navçeya Qonyeyê. Li wir, me bi Cenabê Nuh Ateş, re li mala xweyînga wî, bi mêvandariya dilgerm a xwîşka hêja Xecê, hevdu dît. Sohbeta me li derdora edebiyata Kurdî, Bîrnebûnê, Kurdên Anatoliya Navîn gerriya. Em bi êvarî çûne gundê Xelîka(Karacadağ), mala birayê Kekê Nuh, Kekê Hus û li wir jî em rast li mêvandariyeka pirr dilgerm hatin. Me şorr tîr kir, em ji sohbeta wî ya şirîn têr nebûn, lê, di ber re şev jî tîr bû û şev dereng bû, me xatir xwest û em dîsa vegeriyan mala xweyînga Kekê Nuh, mala xwîşka Xec.
Sibê ya din ji dû taştê re me dîsa berê xwe da Xelîka, dîtina wir a bi ro hîn xweştir bû. Me derûdora gund dît, dîsa li mala Kekê Hus û jina wî Zexê, sohbetek xweş borand, lawê min Ûsiw bi dîk û mîrişkan kêfxweş bû û paşê me xatir ji hev xwest. Em vegerriyan Qulekê, me li wir ji Kekê Nuh û xwîşka Xec jî xatir xwest.
Ji ber ku, li Semsûrê, li gundê kêleka me jî Terzî hebûn û wan digot em ji Qirşehîrê hatine, berê jî çûnûhatin di navbera Terziyê li cem me û yên Qirşehîrê jî dewam bûye min dixwest ku herrime wir jî. Ji dû xatirxwestina ji Qulekê re, em di ser Qirşehîr - Kamanê re çûne wir. Bi çend rêşaşiyan, wekî ku em ber bi kepira Kaniya Kûrik de herrin, em gihîştin Terziya. Lê em hinekî dereng jî man.

Ji berê de peywendiya me bi cenabê Vahit Duran ve, li ser van tiştên min li jor qal kiribûn, çêbûbû. Xwedê jê razî be, min ji bo çûnê xeber da şûnde jî pirr ji me re bû alîkar. Her gavê li me dipirsiya, ka em ê çito xwe bigihînin wê derê. Ew bixwe ne li gund bû, lê him dê û bavên xwe, him jî hevalên ku agahdar kiribûn, bi dilgermiyeka mezin li me bûn mêvandar. Me dîsa sohbetek li ser Kurdên Anatoliya Navîn, hatina wan, bicihbûna wan a li wir û rewşa wan a berê û niha kir. Lê wext teng bû, rê jî li me dirêj bû, loma me xatir xwest û em ji wir derketin û me bi xanima xwe û lawê xwe ve dîsa lêxista rê ya ber bi mal ve. Lê bi dilê ku li wir mayî, bi serdaneka temamnebûyî.

Tiştê ku min bi vê serdana biçûk re dîtibû ez dikanim bi çend şorran wiha bibêjim: Rewşa aboriyê ya Kurdên Anatoliya Navîn bi giştî, ji gundên li Kurdistanê pirr baştir e. Ew tiştekî pirr hêjayî kêfxweşiyê bû. Ji ber ku min berê berdestiya Kurdên me li Heleb, li Tehran û Stenbol û bajarên biyanî dîtibû ew tiştekî hêjayî kêfxweşiyê bû. Dêmek ku mezinan berê bilasebeb berê xwe nedane wir. Wekî din, herçiqas tofana asîmîlasyonê ya çend deh salên dawîn li wir jî bandoreka mezin berdabe jî, ji aliya parastina zimên û çanda Kurdî de jî, rewş ji gelek cihên Kurdistanê rindtir e. Helbet belavbûna mîna nokên li ser tehtê ya li her derên cihanê, rabûna li hember pelên vê tofanê zehmettir kiriye, lê, di ber re, ew bûye wesîleyeka hişyariyeka xurttir jî. Pê re him îmkan û firsend jî pirr bûne. Pirs ev e ku ka em dikarin van îmkan û firsendan çiqas bi kar bînin.


6 Nisan 2015 Pazartesi

Ji Leyla û Mecnûnê, ya Nîzamî Gencewî

Di edebiyata (wêjeya) zimanên rohilatî de, ji Hafizê Şîrazî û Sedî yê Şîrazî bigire, heta Mewlana û Xeyam, ji wan bigire Fizûlî û Elî Şîr Newaî, ji wan bigire heta Feqiyê Teyran û Meleya Cizîrî û ji wan bigire heta mezinên din ên wêjeya zimanên rohelatî û li ser zimanê gelerî, ez bawerim qasî çîroka Leyl û Mecnûnê tu çîrokên din tesîr bernedaye. Di rêzik û çarînên wan de, di zimanê gelerî de, çi kurt û çi dirêj vê çîrokê cih girtiye, bûye emsala eşqa mecnûnî. 
Ew çîroka cara ewil ji hêla Nîzamê Gencewî hatiye ber hev kirin. Min destpêka dastanê û Aşiqbûna Leyl û Mecnûnê bi kil û kêmasî wergerand ku Farisî û Kurdî ya wan rêzikan li jêr in;
 
Destpêka Dastanê

گوینده داستان چنین گفت
Çîrokbêjan wihanî gotiye destan
آن لحظه که در این سخن سفت
Di ev gava ku van gotinan rêz dibin de

کز ملک عرب بزرگواری
Hebû Melîkekî Mezin ji nav Eraban
بود است به خوب‌تر دیاری
Li wî hebû welatekî pirr xweş

بر عامریان کفایت او را
Ji nav Emîran, bes  ew 
معمورترین ولایت او را
Ji welatan avatirîn welat bû ew

خاک عرب از نسیم نامش
Denga surra navê wî ya li welatê Ereban
خوش بودی تر از رحیق جامش
Xweştir diwezî, ji bîhna şûşeyê rahîqan

صاحب هنری به مردمی طاق
 Li nav merivan Xwedanhuner bû ew
شایسته‌ترین جمله آفاق
Layiqtirîn bû li her welat û diyarî ew

سلطان عرب به کامگاری
Siltanê Ereban, yê bi hikumranî
قارون عجم به مال داری
Qarûnê Ecem bû, bi maldarî 

درویش نواز و میهمان دوست
Dost bû ji derwêş û mêvanan re
اقبال درو چو مغز در پوست
Derneketibû nifşê îqbalê*, ji canê xwe             *zarr, zarrok

می‌بود خلیفه‌وار مشهور
Wek xelîfe meşhûr bû ew
وز پی خلفی چو شمع بی‌نور
Bêyî Xelefekî çiraxa bê nûr bû ew

محتاج‌تر از صدف به فرزند
Ji sedefê hewcatira lawekî bû ew
چون خوشه بدانه آرزومند
Mîna guşiyê ku arzûdarê heban be, bû ew
.
.
دادش پسری چنانکه باید
Rojeke, jê re hat lawek, wek hewceyê bû
نو رسته گلی چو نار خندان
Guleka bişkivî, mîna henaran rûken bû

چه نار و چه گل هزار چندان
Çi henar, çi gul, hezar car li wan
روشن گهری ز تابناکی
 Ji şewqê bû, sirişta rûşen

شب روز کن سرای خاکی
Şev dikir roj li qesr û dinyayê
چون دید پدر جمال فرزند
Çir ku lê diket çavê bavê li rûyê lawê

بگشاد در خزینه را بند
Vekirin deriyên li ber xezîneyê
از شادی آن خزینه خیزی
Ji kêfê xezîneyê ku ji xwe hat
.
.
از مه چو دو هفته بود رفته
Çito ku ji mehê çûn du hefte, 
شد ماه دو هفته بر دو هفته
Ew bû çardehşevî, mîna hîva çardehşevî
شرط هنرش تمام کردند
Şerta hunera xwe kir temam
قیس هنریش نام کردند
Qiyasa hunera wî, nav kirin Qeys li wî
چون بر سر این گذشت سالی
Çir ku salek ji wê bihûrî
بفزود جمال را کمالی
Zêde bû kemala li cemala wî
.
.
کز هفت به ده رسید سالش
Ku ji heftan gihîşte dehan, salên wî 
افسانه خلق شد جمالش
 Li nav xelqê, bû efsane cemala wî
هرکس که رخش ز دور دیدی
Her kê ji dûr ve didît rûyê wî
بادی ز دعا بر او دمیدی
Bêhna diayê pif dikir li wî
شد چشم پدر به روی او شاد
Şad bûn çav li bavê bi şadiya rûyê wî
از خانه به مکتبش فرستاد
Ji mal wî ew bo mekteba şand 
دادش به دبیر دانش‌آموز
Da ber zaneyan, wek şagirt
تا رنج بر او برد شب و روز
Ta ku bidin bo wî şev û roj ked
.
.
بود از صدف دگر قبیله
Hebû sedefek ji qebileyeka din
ناسفته دریش هم طویله
Bêqisûrek a hevrêz bi wî re

آفت نرسیده دختری خوب
Bela negihîştibû delaliyê wê
چون عقل به نام نیک منسوب
Mîna biaqiliyê, bi delaliyê jî bi nav

آراسته لعبتی چو ماهی
Xemilî bû, bi rindikiya mîna hîvê
چون سرو سهی نظاره گاهی
Mîna selwiyan li ber nezaran sahî bû

شوخی که به غمزه‌ای کمینه
Şoxiya ku li xemzeyê veşartî
سفتی نه یکی هزار سینه
Ne sîneyek, lê hezar sîne qul-qulî dikir

آهو چشمی که هر زمانی
Çavxezal a ku her gav û her dem
کشتی به کرشمه‌ای جهانی
Dikuje dinya û alemê bi rûyê xwe
.
.
در هر دلی از هواش میلی
Ji nav her dilan, meyla wî li wê bû
گیسوش چو لیل و نام لیلی
Gulî çito "leyl" bûn, nav jî Leyla bû
از دلداری که قیس دیدش
Ji dildarî, gava ku çavên Qeys lê ket
دلداد و به مهر دل خریدش
Dil da û bi dildarî dil li wê stand
او نیز هوای قیس می‌جست
Ew jî bi vî hawî bi eşqa Qeys ket
در سینه هردو مهر می‌رست
Di sîneya herduyan de êvînê şîn da


Lihevaşiqbûna Leyla û Mecnûnê

هر روز که صبح بردمیدی
Gava her sibê roj hildihat
یوسف رخ مشرقی رسیدی
Rû-Ûsifa* rohilatî jî dihat

کردی فلک ترنج پیکر
Dikir felek, peykera reng-tirinc
ریحانی او ترنجی از زر
Bîhna wê tirincê ya ji zêr

لیلی ز سر ترنج بازی
Leyla, bi bazdana li ser wê tirincê
کردی ز زنخ ترنج سازی
Ji devê tirinc, dida kêf û şadî

زان تازه ترنج نو رسیده
Ji wê tirinca teze nûtî gihîşt
نظاره ترنج کف بریده
Nihêrîna li tirincê kef li wî birrî**

چون بر کف او ترنج دیدند
Çir ku li ber kefa xwe dît ew tirinc 
از عشق چو نار می‌کفیدند
Ji eşqê wê çito kete nav agir

شد قیس به جلوه‌گاه غنجش
Bi îşweyên cîlweya wê tirincê 
نارنج رخ از غم ترنجش
Ji derdê tirincê, Qeys bû rû-narinc

برده ز دماغ دوستان رنج
Berda pozê dostan jan
خوشبوئی آن ترنج و نارنج
Ew bîhna xweş a tirinc û narincê

چون یک چندی براین برآمد
Bi vî hawî çendekî ax û efxan
افغان ز دو نازنین برآمد
Bilind bûn ji herdu nazenînan

عشق آمد و کرد خانه خالی
Eşq hat û xanî li wan kir xalî
برداشته تیغ لاابالی
Bera wan dan tix, bêdemî

غم داد و دل از کنارشان برد
Xem da wan û dil li kêleka wan dizî
وز دل شدگی قرارشان برد
Û ji şadiya dil, aqil li serê wan firrî
 
زان دل که به یکدیگر نهادند
Loma ku wan dil xwe da hevdu
در معرض گفتگو فتادند
Belav bû li nav miarizan* guftûgo                        * dijminan
 
این پرده دریده شد ز هر سوی
Ew perdeya ji her der dirrî
وان راز شنیده شد به هر کوی
Û wî sirrî deng da li her cihî

زین قصه که محکم آیتی بود
Ji ew qiseya ku aşkere berbiçav bû
در هر دهنی حکایتی بود
Li ser her zimanî çîrrok bû

کردند بسی به هم مدارا
Wan bi hev re pirr hewl da
تا راز نگردد آشکارا
Da ku aşkere nebe ew sirra

بند سر نافه گرچه خشک است
Gerçi hişk be jî serê meşkê mîskê
بوی خوش او گوای مشک است
Bîhna xweş bû nîşana wê meşkê*                  *eşqê

یاری که ز عاشقی خبر داشت
Yarê ku haydar bû ji eşqê
برقع ز جمال خویش برداشت
Rakir rûpoşa li ser rûyê xwe
 
کردند شکیب تا بکوشند
Pirr kirin sebr ta ku hewl bidin
وان عشق برهنه را بپوشند
Wan elametên wî eşqî veşêrin

در عشق شکیب کی کند سود
Kê fayde dîtiye bi sebra ji eşqê re
خورشید به گل نشاید اندود
Ma roj bi herriyê sîwax dibe

چشمی به هزار غمزه غماز
Çavê bi hezaran tîrên xemzeyan bişîne
در پرده نهفته چون بود راز
Ma di bin perdeyê de, raz dîmine 

زلفی به هزار حلقه زنجیر
Zilfên bi zincîra bi hezar helqeyan
جز شیفته دل شدن چه تدبیر
Ma jê re heye çare, ji xeynî dilketinan

زان پس چو به عقل پیش دیدند
Ji wê şûnde, çito bi aqil li siberojê dinihêrtin
دزدیده به روی خویش دیدند
Bi dizîka jî li rûyê hev mêz dikirin

چون شیفته گشت قیس را کار
Çito ku dilketinê tev li Qeys kir kar
در چنبر عشق شد گرفتار
Di bin nîra eşqê de ew bû girîftar

از عشق جمال آن دلارام
Ji eşqê wê dilaramê
نگرفت هیچ منزل آرام
Negihîşt li tu cih bi aramiyê

در صحبت آن نگار زیبا
Bi sohbeta bi ew yara rindik re
می‌بود ولیک ناشکیبا
Lêbelê ew dilhar dibû pê re

یکباره دلش ز پا درافتاد
Ji nişkê ve, dil derket ji şûn
هم خیک درید و هم خر افتاد
Him meşk* dirrî û him jî ker gêr bû           *meşkê avê

و آنان که نیوفتاده بودند
û ew ên ku gêrbûn nedîbûn
مجنون لقبش نهاده بودند
Leqeba Mecnûn li wî kiribûn

او نیز به وجه بینوائی
Û wî jî bi rûyê neçar
می‌داد بر این سخن گوائی
Sediqandin van gotinan

از بس که سخن به طعنه گفتند
Ji dû ku gotin, gotinên bi tehn
از شیفته ماه نو نهفتند
Ji sermestiyê hîva nû xwe veşart

از بس که چو سگ زبان کشیدند
Ji dû ku ziman daleqandin mîna kûçikan 
ز آهو بره سبزه را بریدند
Berxexezal bi dûr ket ji çayiran

لیلی چون بریده شد ز مجنون
Çito Leyla hat dûr xistin ji Mecnûnê
می‌ریخت ز دیده در مکنون
Barîn hêsir binehênî ji çavan

مجنون چو ندید روی لیلی
Çito nedidît Mecnûn rûyê Leylayê
از هر مژه‌ای گشاد سیلی
Herdu bijangan xwe dan lehiyê

می‌گشت به گرد کوی و بازار
Geşt û gûzar kir li ziqaq û bazaran
در دیده سرشک و در دل آزار
Bi azara di dile û bi hêsirên di çavan

می‌گفت سرودهای کاری
Digotin kilamên xwe yên kardar
می‌خواند چو عاشقان به زاری
Çito ku dixwînin aşiq bi azar

او می‌شد و می‌زدند هرکس
Û herkesî bang û awaz dikir li wî
مجنون مجنون ز پیش و از پس
Mecnûno û Mecnûno, ji pêş û ji paş

او نیز فسار سست می‌کرد
Û wî jî sist kir hefsarê êqil
دیوانگیی درست می‌کرد
Mecnûnî li xwe şidand

می‌راند خری به گردن خرد
Wî ajot ker bi stûyê wê yê zirav
خر رفت و به عاقبت رسن برد
Ker revî û axir hefsar jî çû ji dest

دل را به دو نیم کرد چون ناز
Dil li xwe kir du par, mîna xoxan
تا دل به دو نیم خواندش یار
Da ku lê keve ji yarê re bi herdu paran

کوشید که راز دل بپوشد
Xwe di ber de kuşt ku veşêre sirra dil
با آتش دل که باز کوشد
Ma kê kariye ku vemirîne ateşê

خون جگرش به رخ برآمد
Xwîna cegerê bi ser rûyê cegerê ket
از دل بگذشت و بر سر آمد
Li dil bihûrî û bi ser serî ket

او در غم یار و یار ازو دور
Ji xema yarê û dûrbûna ji yarê
دل پرغم و غمگسار از او دور
Dil tijî xem û xemxwer ji dûriyê

چون شمع به ترک خواب گفته
Mîna mûman, terka xewê dabû
ناسوده به روز و شب نخفته
Bi roj nearam û bi şev bêxew bû

می‌کشت ز درد خویشتن را
Dikişand êşa derdê dilê xwe
می‌جست دوای جان و تن را
Digerriya li dermanê dil û canê xwe

می‌کند بدان امید جانی
Bona xatirê wê omîdiya can dikir
می‌کوفت سری بر آستانی
Serê xwe li deriyê yar dixist

هر صبحدمی شدی شتابان
Her berbanga sibeyê, dilezand
سرپای برهنه در بیابان
Ser û pê rût û tazî bi çolan diket

او بنده یار و یار در بند
Ew li bendiya yarê û yar di bendê de
از یکدیگر به بوی خرسند
Her yek bi bîhna yê din şad e

هر شب ز فراق بیت خوانان
Her şev bi xwendina ji firaqê
پنهان رفتی به کوی جانان
Dizîka diçû ziqaqa cananê

در بوسه زدی و بازگشتی
Maç dikir derî û vedigerrî
بازآمدنش دراز گشتی
Dirêj dibû vegerra xwe jî

رفتنش به از شمال بودی
Çûna xwe bayê birûskê bû
باز آمدنش به سال بودی
Vegerra xwe bi salan bû

در وقت شدن هزار برداشت
Bi çûnê re tavilê bi hezaran fersah diçû
چون آمد خار در گذر داشت
Bi hatinê re sirî li rêyê kêm nedibû

می‌رفت چنانکه آب در چاه
Bi çûnê re mîna ku ava çêm biherike, diçû
می‌آمد صد گریوه بر راه
Bi hatinê re li rê hezar kert û kort dibû

پای آبله چون به یار می‌رفت
Çito ku bi pêyê bi werm bi yarê ve diçû
بر مرکب راهوار می‌رفت
Mîna rewiyê li hespê siwar bi wir ve diçû

باد از پس داشت چاه در پیش
Ba li paş, bîr li pêş xwe
کامد به وبال خانه خویش
Derdmend û bi elem dihat mala xwe

گر بخت به کام او زدی ساز
Ger bextê saz bikira arezûya wî
هرگز به وطن نیامدی باز
Ew hergîz bi diyarê xwe venedigerrî