19 Mayıs 2015 Salı

Hevdîtinek bi Nuh Ateş re û serdanek li Kurdên Anatoliyayê

Kîtêbên N. Ateş û Bîrnebûn
Di dema ku eleqeya min bi xwendin û nivîsandina bi Kurdî re çêbûye virve, ez peyv û biwêjên ku li mezinan dibihîzim û bala min dikşînin, li xweşiya min diherin li ser înternetê digerrim. Gava ez li wan peyv û biwêjan digerrim jî, pirr caran an li kovara Bîrnebûnê û malperên Kurdên Anatoliya Navîn, yan jî li ser malpera Zinarê Xamo rast li wan peyvan têm. A bi vî hawî kovara Bîrnebûnê bala min kişand û ji hejmarên wê yên kevin de, min yek bi yek dest bi xwendina hejmarên wê kir. A Cenabê Nuh Ateş jî min li Bîrnebûnê nas kir. Çîrok û serhatinên ku wî bi zimanekî hêsan qal dikirin, mîna ku bi xwe hatibin serê min dihatin û min têde gelek biwêj û peyvên ku di bîra min de ber bi wendabûnê ve diherrin ji nû ve bi bîr dianîn û di ber re jî li Wîkîferhengê zêde dikirin. Paşê min hersê kîtabên wî (Nivîsên Per, Tayek Porr û Ehmedê Elê) jî bi dest xistin [Mixabin, kêmasiyeka weşanxaneya Apecê ya ji hêla belavkirina kîtaban ve heye] û xwendin. Dîsa ez bi wan pirr kêfxweş bûm û çîrok û hikayeyên ku qal dikirin mîna ku hatibin serê min, mîna ku li derdora min derbas bûbin dihatin. Di ber re, danûstandina me bi rêya e-nameyan dewam kir û pê re min hu kir ku wî, bêyî ku hay jê hebe di 2010'an de bi wergerrandina min ji Weşanên Lîsê derketiye, li ser Bîrnebûnê dest bi wergerrandina Veguherîn a Franz Kafka kiriye. Jixwe wergerr tiştekî ku qet tucaran netemam e û zêdebûna wergerran, ya eynî pirtûkê be jî, ne kêmasî, bêguman, zêdebûneke. Paşê, me bi hev re birrî ku gava ew hat em hevdu bibînin. 
Gundê Xelîka
Kekê Nuh, di serê mehê gulanê (ya 2015'a ) de hate gundê xwe û xeber da min ku ew hatiye. Min jî, bi Xanima xwe û lawê xwe ve, tidareka xwe kir û berê xwe da Anatoliya Navîn, a ku berê min di derbarê de pirr xwendibû, lê hîn bi çavên serê xwe nedîtibû. Di ber Gola Xwê re, me xwe gihande Qulekê(Tr. Kulu), navçeya Qonyeyê. Li wir, me bi Cenabê Nuh Ateş, re li mala xweyînga wî, bi mêvandariya dilgerm a xwîşka hêja Xecê, hevdu dît. Sohbeta me li derdora edebiyata Kurdî, Bîrnebûnê, Kurdên Anatoliya Navîn gerriya. Em bi êvarî çûne gundê Xelîka(Karacadağ), mala birayê Kekê Nuh, Kekê Hus û li wir jî em rast li mêvandariyeka pirr dilgerm hatin. Me şorr tîr kir, em ji sohbeta wî ya şirîn têr nebûn, lê, di ber re şev jî tîr bû û şev dereng bû, me xatir xwest û em dîsa vegeriyan mala xweyînga Kekê Nuh, mala xwîşka Xec.
Sibê ya din ji dû taştê re me dîsa berê xwe da Xelîka, dîtina wir a bi ro hîn xweştir bû. Me derûdora gund dît, dîsa li mala Kekê Hus û jina wî Zexê, sohbetek xweş borand, lawê min Ûsiw bi dîk û mîrişkan kêfxweş bû û paşê me xatir ji hev xwest. Em vegerriyan Qulekê, me li wir ji Kekê Nuh û xwîşka Xec jî xatir xwest.
Ji ber ku, li Semsûrê, li gundê kêleka me jî Terzî hebûn û wan digot em ji Qirşehîrê hatine, berê jî çûnûhatin di navbera Terziyê li cem me û yên Qirşehîrê jî dewam bûye min dixwest ku herrime wir jî. Ji dû xatirxwestina ji Qulekê re, em di ser Qirşehîr - Kamanê re çûne wir. Bi çend rêşaşiyan, wekî ku em ber bi kepira Kaniya Kûrik de herrin, em gihîştin Terziya. Lê em hinekî dereng jî man.

Ji berê de peywendiya me bi cenabê Vahit Duran ve, li ser van tiştên min li jor qal kiribûn, çêbûbû. Xwedê jê razî be, min ji bo çûnê xeber da şûnde jî pirr ji me re bû alîkar. Her gavê li me dipirsiya, ka em ê çito xwe bigihînin wê derê. Ew bixwe ne li gund bû, lê him dê û bavên xwe, him jî hevalên ku agahdar kiribûn, bi dilgermiyeka mezin li me bûn mêvandar. Me dîsa sohbetek li ser Kurdên Anatoliya Navîn, hatina wan, bicihbûna wan a li wir û rewşa wan a berê û niha kir. Lê wext teng bû, rê jî li me dirêj bû, loma me xatir xwest û em ji wir derketin û me bi xanima xwe û lawê xwe ve dîsa lêxista rê ya ber bi mal ve. Lê bi dilê ku li wir mayî, bi serdaneka temamnebûyî.

Tiştê ku min bi vê serdana biçûk re dîtibû ez dikanim bi çend şorran wiha bibêjim: Rewşa aboriyê ya Kurdên Anatoliya Navîn bi giştî, ji gundên li Kurdistanê pirr baştir e. Ew tiştekî pirr hêjayî kêfxweşiyê bû. Ji ber ku min berê berdestiya Kurdên me li Heleb, li Tehran û Stenbol û bajarên biyanî dîtibû ew tiştekî hêjayî kêfxweşiyê bû. Dêmek ku mezinan berê bilasebeb berê xwe nedane wir. Wekî din, herçiqas tofana asîmîlasyonê ya çend deh salên dawîn li wir jî bandoreka mezin berdabe jî, ji aliya parastina zimên û çanda Kurdî de jî, rewş ji gelek cihên Kurdistanê rindtir e. Helbet belavbûna mîna nokên li ser tehtê ya li her derên cihanê, rabûna li hember pelên vê tofanê zehmettir kiriye, lê, di ber re, ew bûye wesîleyeka hişyariyeka xurttir jî. Pê re him îmkan û firsend jî pirr bûne. Pirs ev e ku ka em dikarin van îmkan û firsendan çiqas bi kar bînin.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder