16 Ocak 2017 Pazartesi

Çiyayên Spî(Torosan), Evrim Alataş...

Dawiya hefteya çûyî, bêyî ku tu planên min ên çûnê hebin, rêya min bi "Fûara Kîtaban a Edeneyê" ket. Gava ez ber bi cihê fûarê ve diçûm çiyayên Torosê yên spî li pêş çavên min û hevalên min, mîna bendekê bilind dibûn û erd û ezman bi hev re dikir yek. Wê dîmenê, mîna her ku bi pêş çavên min dikeve, dîsa anî bîra min ku Çiyayên Torosê yek ji tiştên xurttirîn û mezintirîn ên ku bîranînên min ên zarokiyê, gundê min û welatê min tînin bîra min e. Li kû dibe bila bibe, gava çiyayên Torosê bi pêş çavên min dikevin, ez derdikevim retro-yeka bîranînên xwe. Hele gava ku ew spî bin, hemû reşbîniya li pêş çavên min û ya di bîra min de belav dibe... Şukir ku ez qe nebe rojê carê dikarim berê xwe bidimê û lê binihêrim...



Di fûarê de dilê min kete gelek kîteban, lê min zêde kîtab nekirrîn.. Helbet kêmasiya Weşanxaneyên Kurdî û kêmawiya kîtabên Kurdî jî sebebeka li ber ketinê ye.. Lê jixwe, êdî mesele ne pêşkêşkirin û peydakirina kîtabên Kurdî ye..Gava meriv bixwaze, peydakirin û pêşkêşkirina kîtaban çend tîkandin û deqîqeyan digire.. Jixwe van rojan tiştê ku em tewrî kêm qalê dikin jî kîtabin..


Gava min bi xêra hevalan berê xwe dabû fûarê jî, min digot ez ê ji Weşanên Îletîşîmê çend kîtabên nû ji xwe re bistînim. Birastî jî destê min çû gelek kîtabên Îletişimê, lê min jê tenê du kîtab standin, yek ji wan kîtaba Evrim Alataşê, "Her Dağın Gölgesi Denize Düşer" bû. Evrim Alataşê di 2010'an de ji nav me bar kiribû.. Û bi standina kîtabê re, dîsa hat bîra min ku kêmbûna hêvîdariya me(an jî min) hinekî bi sala barkirina xwîşka Evrîmê re dest pê kiribû. Gav ew hebû û dinivîsand, di her şert û mercê de hêvidariyek li meriv peyda dibû. Bi çîrokên xwe, bi sêwirandin û salixdanên ji dil û zelal, qala çi dike bila bike, bişirînekê dida ser rûyê meriv. Belê tê bîra min di sala 2010'an de hêvîdariyeka me ya xurt hebû. Evrîm Xanim hebûya belku, wê ê hîn jî hêviyên me xurttir bikirana, dîsa bidina vejandin..

Jixwe rûpela kîtabê ya pêşin jî ez birim bîranînên xwe, birim gundê me, çiyayên Spî, çiyayên Torosan, eynî mîna menzereya jor li pêş çavên min rêz kirin. Gölpınar, gundê Evrîm Alataşê yê ku ew di kîtabê xwe de qal dike, li piş çiyayên li resmê li jor, li piş çiyayên Spî dikeve. Li kêleka Sultan Suyu bûye.. Guman nîne ku ew ê bi her rûpela xwe re çîrokên li piş çiyayan di guhê me de bike piste pist... Bi dengê kemaneka zîz, bi şirreşirra aveka geh aram, geh bi coş..























Hiç yorum yok:

Yorum Gönder