28 Kasım 2017 Salı

WQFerheng 4.2

Di salvegera xwe ya pêncan de WQFerheng carekî din hat nû kirin. Li gor versiyon û nûkirinên berî vê, vê carê di navrûyên Aplîkasyonê de zêde guherîn nehatin kirin. Ji ber ku ji vî alî de êdî kêmasî kêmbûne, zêdetir li naverok, çendanî û çawaniya peyv û biwêjên Ferhengê guherîn hatin kirin. Herçiqas guherînên vê carê zêde ne li pêş çavan bin û bi dîtina siftê re bi ber çavên meriv nekevin û balê meriv nekişînin jî, ez dikarim bêjim ku ked û emega vê carê hatiye dayîn ji ya hemû versiyonên berî vê zêdetir e. Belê, guherîna bi pîvan û bi jimaran hema li ber çav e: Hejmera gotaran ji sed hezarî zêdetir zêde bû û gihîşte 450. 000 heza gotarî. Lê ji xeynî vê gelek guherînên ku bi jimaran nayên pîvan kirin û ez ê qala wan jî bikim:

WQFerheng 4.0
WQFerheng 4.2
* Zêdebûna gotaran a zêdetirîn(nêzî 42.000) di Erebî hat kirin. Min berê li ser blogê qala kar û barên di vê derbarê de hatibûn kirin, kiribû. Bi xêr û wesîleya Jeremy Fowlerê Britanî Ferhenga Erebî-Kurdî ya Mihemed Emîn Doskî me li ser Wîkîferhengê zêde kir. Ji ber ku di lînka min dabû de, bi dûr û dirêjî hatibû qala kar û barên hatine kirin, kirin, ne hewce ye ez li vir zêde qala wê pêvajoyê bikim. Lê pê ve xizmeteka hêja hate ber destên Kurdîhezan.

* Zêdebûna dina berbiçav a di hejmara gotaran de di Îngîlîzî de bû. Min di vir de jî qala wê kiribû. Berê, 4-5 salan berê, min ferhenga Salah Sadallah li ser Wîkîferhengê zêde kiribû. Lê wê demê hin peyv baş li hev nehatibûn anîn û loma lêzedekirinê de ew kêm mabûn. Min carekî din û bi algorîtmayeka baştir ew li hev anîn. Bi vî hawî 13.500 peyv û sernavên nû li ser Wîkîferhengê zêde bûn. Dû re jî bibîrxistina Jeremy Fowler me nêzî 1000 biwêj û gotinên pêşiyan ên Îngîlîzî li ser ferhengê zêde kirin. Bi vê re êdî Îngîlîzî ya di Wîkîferhengê di qonaxeka baştir de ye.

* Zêdebûneka din a hêja, mîna hemû nûkirinên berî vê, di Kurdî de hat kirin. Lê ew ne di qelemê de, lê çend qeleman de hatin kirin. Qelemek ji wan, bi çend hewldanan, ji gotar û peyvên di Wîkîferhengê de hene hatin derxistin. Wek hevwateya peyvên berê hatine çêkirin, ew li ser Wîkferhengê hatin zêdekirin. Di zik hev de ez bawer im 4-5 hezar peyv bi vî hawî hatin çêkirin. Qelema duyem, zêdekirina gotinên pêşiyan a Kurdî bû. Gotinên Pêşiyan min ji du kîtaban li ser Wîkîferhengê zêdekirin. Xwezî mehneya wan jî hebûya, lê ew niha tenê bi wate ya "gotineka pêşiyan a Kurdî" hatin çêkirin. Helbet rojeke camêreke derkeve û xwe bide ber barê tijikirina mehneya wan. Wekî din, helbet zehmetkêşên Wîkîferhengê tala xwe regelek peyv û sernavên Kurdî li Ferhengê zêde kirin.
WQFerheng 4.0
WQFerheng 4.2

* Dîsa berî vê nûkirinê jî hewldanek bo zêdekirina wergerrandina peyvan hat kirin. Peyvên Wergerrandî, ango peyvên ku tê de beşa wergerrê heye û ji Kurdî tên wergerrandin zimanên din jî, hatin zêdetir kirin. Ew dîsa bi  Cyrsubotê hatin li hev anîn û li ser Wîkîferhengê hatin zêde kirin. Li çep û rast versiyona berê û versiyona nû heye û berhevdayînek dikare bê kirin. Wek tê dîtin zêdebûna mezintir, mîna ku di jimara peyvan de bûbû, di peyvên li Erebî hatine wergerrandin pêk hatiye. Ji dû zêdekirina peyvên Erebî ya li ser Wîkîfehengê, ew bo zêdekirina wergerrandina li bin beşa Wergerê ya beramberên wan ên Kurdî jî li hev hatin anîn. Bi vî hawî jimara li Erebî tên wergerrandin nêzî 7.000'an zêde bûye û gihîştiye 9.500'an. Hejmera peyvên tên wergerrandin Îngîlîzî jî nêzî 7.000 hezaran zêde bûye û gihiştiye 35.000'an. Hejmera sernavên tên wergerrrandin Tirkî nêzî 5.000'an zêde bûye gihîştiye 50.000'an. Peyvên tên Almanî û Farisî jî 2-3.000'an zêde bûye û jimarên berê û nû dikarin li çep û rast bên dîtin û li hev bên qiyas kirin.

Biwêjên lihevanî
Biwêjên lihevanî
Di dema lihevanîna wergerran de min bi çend lojîk û algorîtmeyan gelek biwêjên Kurdî bi yên Kurdî-Kurdî û yên bi Tirkî ve li hev anîn. Di dema werger û dengkirin(peyivîn)a rojane de, gelek caran meriv şaş dibe ka li şûna biwêjeka Tirkî kîjan biwêja Kurdî bi kar bîne. Carcaran meriv pê nahese ku peyv bi peyv, mot-a-mot wergera biwêjê dike. Lê bêguman ew şaşiyeke mezin, lê dîsa bêguman, meriv pirrcaran bêyî hemda xwe dike. Lê bi vê lihevanînê re dibe ku bi çend biwêjan ve be jî ew kêmasiya hinekî li ser me kêm bibe. Min dîsa qala vê meseleyê jî kiribû.




Almanî
Îngîlîzî
* Jimara peyvên bidengên ku dikarin bilêvkirina wan bên guhdarkirin jî hatin zêde kirin. Peyvên bi dengên Almanî niha ji 10.000'an zêdetir e. Bona Îngîlzî jî jimareka nêzî wê heye. Lê jimara gotarên bi dengên di zimanên din de, ji ber ku deng li ser Wikimedia'yê kêm in, nagihîjin hezarî. Meriv dikare di bin cûreya peyvan a her zimanî de wan wek kategoriyeke bibîne û bi tÎkandina ser wê kategoriyê re peyvên bi dengên wî zimanî bigere û wan gişan bi hev re nîşan bide. Jixwe bo lêxistina dengan hewce bi girêdana Înternetê heye. Bo baştirkirina telefûza xwe, ew dikare bi hêsanî bê bi kar anîn.



Ji Feqî
Ji Cizirî
* Li hindê van guherînên çendanî/jimarî, gelek guherîn û zêdekirinên çawanî/şiklî jî li ferhengê hatin kirin. Yek ji wan karekî ku ez bi pêkanîn/çêkirinê re mîna ku berhemeka gelek mezin pêk bînim kêfxweş bûbûm e. Ew jî pêkanîna bingeheka xebeteka etîmolojîk bû. Ez li ser wî karî demeka dirêj xebitiyam, herçiqas hîn jî sedîsed bi dilê min temam nebû jî, axirî kêmzêde bingehek derkete meydanê. Min çend rojan berê li ser blogê qala vê kiribû. Min li ser wêjeya me ya klasîk, li ser Mewlûda Meleya Betayî, li ser Dîwana Meleyê Cizirî, li ser Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, li ser Dîwana Feqiyê Teyran bi bernameyên kompîtûran analîzeka etîmolojîk kir. Min bernameyên kompîtûrê kokên peyvan derxistin û peyv bi konteksa ku peyvan têde cih girtiye ve qeyd kir. Paşê min ew konteksên ku bi peyvan ve li hev anîne, di ber çavan re derbas kirin û ji dû piştrastkirina wan a bi destan re ew li ser Wîkîferhengê zêde kirin. Min dil heye ez van karûbaran bidomînim û qasî ku min kaniye etîmolojiya zêdetir peyvan ji wêjeya me ya klasîk der bixim. Lê niha bi kil û kêmasiyên xwe ve konteksa nêzî 2.000 peyvan li ser WQFerhengê li ber dest e û ew ê di bin peyvan de bê dîtin. Mînakên "Ji wêjeya klasîk" li çep û rast dikare bê dîtin.
Nîşandana 4.0
Nîşandan 4.2
* Nîşandana peyvan de mehne û mînakên konteksê ji hev hatin veqetandin. Berê ew giş bi serjimarên li ber rêzikan dihatin nîşan dan. Lê bi xebatên li ser Wîkîferhengê hatine kirin re (belê dîsa bi Cyrusbot hatin kirin), êdî ew ji hev tên veqetandin û bi nivîsa îtalîk, bêserjimar û bi rêzika hindikekî valabûyî(indent) diyar e. Bi vî hawî, meriv dikare baştir mehne û konteksê ji hev der bixe. Li çep û rast meriv dikare ferqa versiyonên berê û ya niha bibîne.





Dîmenek ji 4.0
Dîmenek ji 4.2
Rê û rêbaza lînkkirinê jî hat baştir kirin. Berê lînk tenê texmînî dihatin dan. Ji ber vê biwêj û gotinên dirêj û ji çend peyvan pêk tên nedihatin lînkkirin. Lê êdî bi nîşankirina peyv û biwêhên di ferhengê de hene re, ew peyv û biwêjan jî tên lînkkirin û meriv êdî dikare bi hêsanî li nav wan peyvan bigere. 

Li hindê van zêdekirinan, da ku bergirî li mezintirbûna cihê ferhengê yê li ser cihazê we bê kirin, çend tiştên zêde nehêja jî li ferhengê hatin kêm kirin. Wek mînak berê di bin peyvên Kurdî de beşa "Herwiha" hebû, jixwe ew hîn jî li ser Wîkîferhengê heye, lê da ku hinek şûngirtina WQferhengê bê kêm kirin ew ji danegeha WQFerhengê hat derxistin. Herwiha, di beşa wergerê de jî jimara peyvan, bi jimareka diyar ve hat sînor kirin. Bi vê versiyonê re êdî di bin sernavekî de bo zimanekî ji 5 wergeran zêdetir nikare bê dîtin. Di bin hin peyvan de bo Tirkî, Îngîlîzî, Almanî ji dehan zêdetir werger hebûn. Wê him xwendina ferhengê çetintir dikir, him jî şûna ferhengê ya li ser cihazan zêde dikir. Loma min ew jî bisînor kir. Jixwe kesê ku dikare dîsa dikare herre ser Wîkîferhengê û hemû wergerran bibîne. 

Ji xeynî van guherîn û zêdekirinên li jor qal bûne, gelek guherînên dinên çi biçûk, çi mezin qal nebûne jî li WQFerhengê hatin kirin. Hinek ji wan zêdekirinên biçûk, hinek jî baştirkirinên biçûk, lê hêja bûn ku ew dibûn sebeba sekn û xirabûna aplîkasyonê.

Axirî û taliyê; WQFerheng bi versiyoneka din ve êdî li ser Google Play'ê li ber dest e




Di derbara versiyonên berê de:
WQFerheng 4.0
WQFerheng 3.9
WQFerheng 3.8
WQFerheng 3.7
WQFerheng 3.5
WQFerheng 3.3
WQFerheng

2 yorum:

  1. keda û xwîdana we pîroz be. Bo zimanê Kurdî xizmeteke bêhempa ye... Her hebî ez qurban...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas mamoste, kêfxweş im bi xizmetên zimanê Kurdî re..

      Sil