6 Kasım 2017 Pazartesi

Xebateka Etîmolojîk li ser Mem û Zîn a Xanî

Ew mesela bi dûr û dirêjî li vir hatibû îzah kirin.


— (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

abdar:
Teqbîh nekin evan tifalan
Ev meywe eger ne abdar e
Kirmancî ye, ew qeder li kar e

agirî:
Butxane bi agirî dişûştin
Ateşgede cumlekî vekuştin

aheste:
Qametçiviyayî renghilalek
Aheste kelamekê dibêjit
Digirîtin û hêstiran dirêjit

alûde:
Qet meyl-i dinê nebû ji wan ra
Alûde nebûn bi xak û xaşak
Ev bû esera mehebbeta pak

amade:
Adabê sefa û zindeganî
Amade ke şerbet û teaman
Azade ke cariye û xulaman

amir:
Herçî te irade kir reqem kir
Amir tu yî, ew bi emrî memûr
Memûr dibin hemîşe mezûr

aram:
Deryayê mehebbet uştulum kir
Aram û şekîb û sebir gum kir
Mehbûb û muhib ji fertê teşwîr

araste:
Mehda mirî pê dibûn muheyya
Araste bû erûsxane
Dîwar û der û urûşxane

ardelîn:
Dexlê li wî aşî ademî ne
Metmûreyê erdê ardelîn e
Ew dane bi nobet û tewalî

arezû:
Mem jî ji xeyal-i rûyê dildar
Yenî ko ji arezûyê dîdar
Bû dînekê dilpezîrê sewda

arî:
Roja biçî pêşedestê barî
Destê te ji genc û malî arî
Ev cennet û ev qumaş-i dîdar

asar:
Zînet ji wî ra bi dîn muerref
Asarê şecaeta wî şahî
Dagirtî ji mah ta bi mahî

asûde:
Sermayeyê wehşetê cunûn e
Asûde dibin bi yekdu hemqal
Xasma ko hebin bi yek ve hemhal

aş:
»Filê di Bekir meger nizanîn
Em qismê emîr qismê în
Pirfetl û ger în û pêş û p în

aşifte:
Lê jar û deîf û bêmecal e
Aşifteyê rûyê werdê al e
Rojan dikitin fixan û zarî

aşiqane:
Key şubhetê eşk-i min rewane
Bêsebr û sukûn î aşiqane
Bêsebr û qerar û bêsukûn î

aşiyan:
Sed car diketine asitanan
Hetta ko gihane aşiyanan
Herçend gihiştine meqaman

aşvan:
Dam û ded û ademî û heywan
Tifl û sebî aşvan û rezvan
El-qisse qebîleya ricalan

aya:
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm

ayîn:
Neqqadê sebîkeyê riwayet
Kêşa bi vî terhî resm û ayîn
Lê da bi vî terzî derb û tezyîn

azad:
Xeddên ji rengê rûyê sorgul
Ew sorgul û sinbilê di azad
Bişkiftî li qeddê serwîşimşad

badefiroş:
Mexmûr e û badenoş û serxweş
Lew badefiroş e û muşewweş
Herçî ko dibêjitin hewa ye

bakir:
Xasma ezeb û keçê di bakir
Elqisse cewahirê di nadir

ban:
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî

baqîtî:
Fanîtî ji bo wi ra beqa ye
Baqîtî ji bo wi ra liqa ye

baregeh:
Ev karegeha ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî û seyyar
Evçende zemîn digel enasir

batil:
Da işq bikit kemal-i hasil
Hubba we nekit wisal-i batil

baxçe:
Key malikê mulkê cism û canî
Ez baxçe me û tu baxiban î
Baxê te gihandî bêxwidan e

bêar:
Goyendeyê aferîn û nefrîn
Ey bêedeba xirabe bêar
Gustax û sitemger û siyehkar

bêbab:
Go »min du kurik heyin di mesûm
Bêbab û yetîm û jar û mehrûm
Roja weko bûye îd û sersal

bêbar:
Baran ne ji feydê bit mededkar
Ew dane dibîte nexlê bêbar
Sersebze dibit ji berg û baran

bêbedel:
Ew hor û perî di bêbedel bûn
Lewra ko ji nûrê lem yezel bûn

bêbehre:
Bêbehre ne ew ji işqibazî
Farix ji heqîqî û mecazî

bêçav:
Celfûyeke ulfetê bi ber da
Bêteme û bêşerab û bêçav
Bêmeqsed û bêmurad û bêgav

bêdad:
Belkî bi teessub û eşîrî
Hasil ji inad eger ji bêdad
Ev bidete kir xilafê mutad

bêdar:
Hukmê dikitin li bayê serser
Herçend-i bi şev dimînî bêdar
Subhan dinivî heta ve êvar

bedel:
Sersal û xweşî ji dest bi der dan
Eyşê xwe bedel kirin bi derdan
Nagah ecanibin xuya bûn

bêdeng:
Bêdeng ji xewrê dil bi aheng
Sed reng seda bidim wekî çeng

bêderd:
Hemderd bikin bi wan sefayê
Bêderd bikevne hilûlayê
Xelqê ko sîne û ji dil saf

bedîhî:
Xurşîd nema digel hilalê
Zînê wehe gote wî bedîhî
»Qum ya ceseden nefextu fîhî«

bêdilî:
Sahil bûye gulşen û gulistan
bêdilî her li wê mekan girt
Wî bilbilî bo xwe aşiyan girt

bedreng:
Wey xawiyê deweya kemalê
Ey xameyê serteraş-i bedreng
Bes nameyê xweşqumaş-i xweşreng

bêeman:
Ev şîwen û şahî teweman in
Ev çerx û felek di bêeman in
Geh nûrnima ne gah mezlem

bêeser:
Gencîneyê sirr-i bêzewal e
Kes nîne ji işqê bêeser bit
Mumkin ko ji zewqê bêxeber bit

bêgane:
Dîwane mebe bi vî hewayî
Bêgane mebe tu aşina yî
Hora ko te can û dil di des bû

bêguneh:
Wê perdegiya efîfe mestûr
bêgunehê ji tuhmetê dûr
Meşhûr bikim bi terz û uslûb

begzade:
Jewçendehe alema ricalan
Begzade û sade û rewalan
Dil qet we nebit bi kes ve mail

bêhîle:
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê muamela ewam in

bêhişî:
Tîra wî li dil ketî te lê da
Ew darûyê bêhişî te pê da
Ew surme di çavê wî te kêşa

bêhn:
Mexmûr-i ko defi kir meya nab
Bêhn kir gul û sunbulê di têrab
Geh nêrgis û lale gah sorgul

behre:
Talan bikim ez ewan temamî
Da behre nexwin ji wan çu amî
Lêkin xwe bi xwe dikim tesewwur

behrewer:
Texmîn-i mesahetê muhendis
Dijmin ko ji işqê behrewer bin
Bes dost-i ne dê di muteber bin

bêhûde:
Erzan mefiroşe umrî dayi
Bêhûde mebe li canî bayi

bêkemal:
Farix ji heqîqî û mecazî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in

bêkîn:
Qurban bide qet mebêje kî ne
Bêkîn e bira, eger bikîn e
Yarê te ji bo te ra bira ye

belav:
Dil şûşe ye, ew çira di nav e
Sir cuz e, di kulli da belav e
Bi-l-kul ji serî hetta bi eqdam

bêlibas:
Sorgul geriyane zeferanî
Zanî ko perî di bêlibas in
Mehbûbê mehebbetê unas in

bem:
Reqqas bibit li ewcê neh taq
Saza dilê kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê işqê Zîn û Mem bit

bêmeqam:
Ew ney ne helal û ne heram e
Bêperde ye lê ne bêmeqam e
Kurdî, erebî, derî û tazî

bendî:
Gulzar-i beden we mayî bêab
Wan pirs kirin ji xelqê bendî
Halê wî feqîr û mustemendî

bênesîbî:
Mehrûm û sefîl û bênesîbek
Ez jî ji zelîl û bênesîbî
Zer bûme ji hicr-i endelîbî

bênewa:
Aza dikitin wekî feqîran
Herroj hezar bênewayan
Herlehze bi lutfê sed gedayan

bengî:
Bûn ew der û ban û ew sera mest
Hin mest û hinek dikir di bengî
Xwanende û bezlego û çengî

benî:
Elwanê cewahir û nefais
Sed cariye û dused benî çûn
Zerbeftilibas û zerbenî çûn

beran:
Dem dem we dida li deff-i mermer
Bêşubhe dilê beran dibû ker
Gava ko nezer dikir li avan

beraz:
Meyxur ke melan bi xenc û nazan
Şêxan tu bişihîne ber berazan
Destûr bide bisk û zulf û xalan

berbad:
Cemiyyet-i xasê ateş û bad
Elbette dikit mirovî berbad
Ev işq û hewa ko bûne dildaş

bêreqem:
Laiq ewî dê hebit ruqûmek
Herçî we ko bûne bêreqem
Lew ewwelê ma-xeleq qelem bû

bêrewac:
Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Nedma wehe bêrewac û meşkûk
Herçend ko xalis û temîz in

berzex:
Pêxemberê axiri z-zemanî
berzexê mumkinat û wacib
Wî padişehê li şiklê hacib

bêsebr:
Perdê tu ji ber gulan hilîne
Bêsebrê bilbilan bibîne
Xendan bike xunçeya dehanî

bestin:
Qeta ji mexafeta şikestin
Qet lê kemerek nehate bestin
Kes dil nedida çu lê bibînit

bêsûc:
Evrenge di xak û xwîn tu rakî
Bêsûc ji can beden cuda kî«
Mîr go »mekirin xeyalê batil

bêşik:
Rabe ji mi ra were muqabil
Bêşik bi te ra ez im mucadil
Şertê me digel te ey serefraz

betal:
Hin raxibê husnê la-yezal in
Hin talibê qalibê betal in

bêtifaq:
Bû maniê hemlê barê minnet
Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in
Daim bi temerrud û şiqaq in

betir:
Navê wî munafiqî Bekir bû
Belkî ji belûqiya betir

bêwec:
Herdu bi helalî dane Tacdîn
Bêwec ji min tu bûyî wehşî
Daxwaz te kir ko min nebexşî

bêxeyal:
Ew kêfeke mehd e bêkem û keyf
Esrareke bêxeyal û bêteyf
Da defi bikim xumar-i doşîn

bexîl:
Xasma ko hebin xebîs û xennas
Bedxwah-i bexîl bin mine n-nas
Tehqîq-i xirabtir in ji şeytan

bexşende:
Şahinşehê mîr û padişahan
Bexşendeyê tuhmeta gunahan
Ê çêkirî neynika cemalê

bextreş:
Datînite merqedê serencam
Ew bextreşê leqeb li wî Mem
Bê hemnefes û heval û hemdem

bezîn:
Bû welwele û fixan û zarî
Bû zelzele û bezîn hewarî
Buhtan ji mezin heta biçûkan

bîdarî:
illa ko du dîde xwîn dibarin
Bîdarî ye senetê du çavan
Xwînxwarî ye xwarina hinavan

bihîstî:
Rabûn bi teesssub û tebayî
Gava ko ewan bihîstî mizgîn
Hay dan bi tebayî xelq û xwazgîn

bila:
Herçî ji serê xwe bûye bêzar
Ha Zîn û bila bibit xerîdar
Merdê ji ser û ruha xwe têr e

bilind:
Ew jî te li mihrê muşterî kir
Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan

bîna:
Saqî tu birêje camê mîna
Ava ko dikit demîrî bîna
Şadab bigêre qelbê mehzûn

bira:
Roja şerî ew hezare mêr bû
Tacdîn du bira hebûn di qellaş
Manendê du şahbazê cemmaş

birader:
Zinhar bi wan nekî tu bawer
Ger bab û pis î û ger birader
Xasma ko muqerrebê di bedxwah

bîşe:
Goya hejiya hezar-i bîşe
Mey bû rijiya ji qelbê şîşe

boş:
41. Tacdîn fekirî ko bezme boş e
Tacdîn fekirî ko bezme boş e

bûme:
Ez jî ji zelîl û bênesîbî
Zer bûme ji hicr-i endelîbî
Dêma min e sor e erxewanî

bûne:
El-qisse çi mumin û çi kafir
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer

burqe:
Bedrê ko veda ji ber xwe hale
Burqe ko veda ji ber cemalê
Xurşîd nema digel hilalê

bûye:
Ewwel biriqî ji husnê sermed
Nûrek bûye meneya Muhemed
Ew nûr bi emrê alimi l-xeyb

bûyî:
Xelqê ji »yuhibbuhum« digergûn
Herçî ji ezel bûyî »yuhibbûn«
Da bên û bikin hikayetê gûş

cahil:
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in

cawîdanî:
Saqî bike cam-i asimanî
Raha weko rûhê cawîdanî
Da em bikirîn dimaxê can ter

cazû:
Xatem ev e dê bizan xwedanî«
Wê şehleya hîlekar û cazû
Go »bîne ji bo me xateman zû

cegerdar:
Yan şubhetê Tacdîn di cebbar
Qettal û dilawer û cegerdar
Mefû bikitin kerameta wan

celadet:
Ciwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad

cenab:
Ger xadim e wî digêrî mexdûm
Bê secde te ey cenabê mebûd
Adem kire qiblegah û mescûd

cenanî:
Ey şukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî
Ey wahidê bêşerîkê yekta

cenaze:
Gava dimirit Memê birîndar
Ez dê bi cenazeyê wi ra bim
Hetta veke meqberan teba bim

cerd:
Bajar û kelat û xanî berdan
Teşbîhê bi nijdeyan û cerdan
Sef sef dimeşîne kûh û deştan

cergebezî:
Xweşdeng hinek hinek di xweşreng
Hin cergebezî û hin dîger leng
Bi l-cumle li rexmê vê ecûzê

cewahir:
Evçende zemîn digel enasir
Evrenge ered digel cewahir
Evçendehe nimet û nefais

ceyran:
Çawûş-i seda û gaze-gazan
Pabendê bi işqê herdu ceyran
Dermande ji pêş-i yek ve heyran

cismî:
Şema te wekî te intizar e
Şewqa te li can û cismî nar e
Sohtin te bes e misalê şeman

civandin:
Şekker ji lebê di yek revandin
Sorgul ji ruxê di yek civandin
Terkîb kirin ji bo xwe gulqend

ciz:
Adem di meyan-i ma û tîn bû
Pêxemberê cemê ciz û kul bû
Adem bi xwe hêj av û gil bû

cizîrî:
Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî

cur'e:
Camek ji meya te duh digêra
Her cureyekê ejê bikim tam
Yek neşe bes e heta serencam

çak:
Sedcar hero li qelbê xemnak
Pîrahen-i sebir min te kir çak
Geh geh çi dibit wekî Zuleyxa

çapik:
Destbeste vewest, bike selamê
Paşê hereket ke pêş ve çapik
Siqlet negirî li tebê nazik

çarane:
Hersê bi silah û kar û bar bin
Çarane û cewşenan di ber kîn
Zendane û mexferan li ser kîn

çarşev:
Ev matem û ev siyahpoşî
Ev çarşev û izar û poşî
Buhtan wî zemanî kirine adet

çavbel:
Herçend spî û çavbelek bû
Emma bi qiyas-i min melek bû

çawa:
Ew jî geriyane cametebdîl
Çawa xemilîne ev keçanî
Ew jî geriyane cil kuranî

çêkirî:
Bexşendeyê tuhmeta gunahan
Ê çêkirî neynika cemalê
Tîra xwe nima bi zulf û xalê

çeqçeq:
Wê dê biqutin ji boyê tûşe
Aşê dev û çeqçeqa zebanan
Ava dehen û berê didanan

çeşn:
Tacdîn ko di xidmeta emîr bû
Çeşna wî di dest û çaşnegîr bû
El-qisse bi şewketa xwe ew mîr

çêtir:
Yan pê bigire tu yarekê qenc
Ew çêtir e bo te ra ji sed genc

çil:
Ehda me webit tenê bibînim
Çil zêrî biçim ji bo we bînim«
Şêx go »tu here bibîn wişaqan

çîl:
Qelp î, dexel î, bi dil neyar î
Pir çîl û çep î, xerab û xwar î
Ey tûtiyê perweriş şirîn î

çill:
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Îsal gihişte çill û çaran
Wî pêşrewê gunahikaran

çinar:
Lêv û zeqen û enarê pistan
Şimşad û çinar hemqedem bûn
Xweş sayewer û elîhîmem bûn

çist:
Zanî bi teemmul û bi idrak
Rabû ji cihê xwe çist û çalak
Yarê xem û şahiyan Memê jar

çiya:
işq agir e ten çiyayê Tûr e
Dil ew şecera bi nar û nûr e

davik:
Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
Davik te li pêş-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e

dawetî:
Rûhê di me dê bikin wisalê
Eqda weko dawetî melek bin
Eqsamê bixûr-i dê gelek bin

dawî:
Axir bide wî tu husn-i meqte
– DAWÎ –

debdebe:
debdebeyê we kirine aşiq
Bû zelzele rakirin xelayiq

debr:
Ev mumkin û masiwayê mewcûd
Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr

dehşet:
Sermayeyê wehşeta cunûnan
Mermûzê di dehşeta uyûnan

demîn:
Sehra û çîmen dikirne mesken
Beyda û demîn dikirne gulşen

deq:
Ava dehen û berê didanan
Ewçend ewê deq didin dihêrin
Ewçend di şehrê ten digêrin

dergevan:
Mîrê bi kemal û izz û rifet
Ragirt-i ji bo xwe dergevanek
Fettanê zeman e seypisanek

dergevanî:
Tacdîn digote mîr eyanî
»Mîrim, bike der vî dergevanî
Ev laiqê dergehê te nîne

derhal:
Ew Şems û Qemer ko muttesil bûn
Derhal bi yek ve mudmehil bûn
Gava weko pêk ve muqtebis bûn

derîçe:
Dîtin der û ban hemî di xalî
Emma ko derîçe têk kuşad in
Reng qureyê texteyê murad in

derketin:
Guhdar-i xenî kirin ji sazan
Vêk ra ko seda ji wan bi derket
Qesra felekê seda bi ser ket

ders:
Aya bi çi te hebande ew can
Dersa ko bi xef te gote idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs

derwaze:
Westanî û Nêrgizî û Seqlan
Derwaze û Ummerî û Meydan
Van seyrigehan tu lê dikî geşt

derxur:
Ger laiqê izzeta emîr e
Wer derxurê hedreta qedîr e
Wê hildigirin ji bo diyarî

dewamî:
Ew rehmet xas e bo ewamî
Ya Reb, tu bidî wî her dewamî

dexel:
Nisfiyye me pêlekê emel kir
Tesfiyyeê cewher dexel kir
Qelbê me nekir qebûl-i hîle

dexl:
Aşê di me zaliman digêrin
Dexlê di mezaliman dihêrin
Aşê me egerçi weqfê am e

dîger:
Xweşdeng hinek hinek di xweşreng
Hin cergebezî û hin dîger leng
Bi l-cumle li rexmê vê ecûzê

dijwar:
Hin nûrmisal û hin wekî nar
Hindek di helîm û hin di dijwar
Van sadiq û rast û xêrixwahan

dikan:
Çawa te di şehrî bestine ayîn
Tenbîh bike dikan û sûkan
Tezyîn bikin ji rengê bûkan

dilaram:
Digirîtin û hêstiran dirêjit
Gotin »çi kes î tu ey dilaram
Bo çi digirî weha bi nagam«

dilawer:
Ferdek ji sehabeyê di kubbar
Pansed ji dilawerê di kuffar

dilbirîn:
Hemperdeyê sirrê mustemendan
Hemrazê dilê di dilbirînan
Hemxwabeyê xatira hezînan

dilfikar:
Ya ne wehe em çira nikarîn
Mecrûh û deîf û dilfikar în«
Evrengehe wan dikir tefehhus

dilgiranî:
Sermayeyê umrê zindeganî
Yenî Mem û Zîn bi dilgiranî
Mayîne di werteya belayê

dilistanî:
Ewwel tu bibûse asitanî
Paşê here pêş-i dilistanî
Emma bi tewadu û bi tezîm

dilteng:
Mexmûr û siyah û mest û bîmar
Manend-i dihan yarê dilteng
Nalîn ji reha dilî wekî çeng

dilxwaz:
Vê ra bileyîze tu bi setrenc
Şertê xwe ji wî bixwaze dilxwaz
Dê keşif bibit heqîqeta raz

dimirin:
Serbendê qeseb didan cebînê
Aşiq dimirin ji dest evînê
Ev zînet û xeml û qişt û henbel

dîndarî:
Debt û neseq û nizam û deywan
Dîndarî û dewlet û diyanet
Serdarî û sewlet û siyanet

dinê:
Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm

dirav:
Yenî ji teme dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar

dirêj:
Hekkakî bi navê »Zîn« nivîsî
Destê xwe dirêj kirî ko bînit
Da qenc nezer bikit bibînit

dirêjî:
Sazê ko di cengê da dibêjî
Xwîna ji muxalifan dirêjî
Hetta xwirekê seyê şikarî

dirr:
Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, şefaf û tarî
Heft di misalê durrê xeltan

dîwane:
Bê keyf neşêm çu ez bibêjim
Dîwane bibim duran birêjim
Bedhal bibim suran bi der dim

diyanet:
Debt û neseq û nizam û deywan
Dîndarî û dewlet û diyanet
Serdarî û sewlet û siyanet

diyarî:
Rûha wî dibû li cismî xalib
Esrar dibûn li wî diyarî
Nêçîr dikir li erşê barî

diz:
Lê min ji rezan nekir temettu
Manend-i dizan bi kes tetebbu
Nûrestê hedîqeyê fuad e

dîz:
Memûr bibin cihat û erkan
Dîza ceger û dilê zucacî
Teqtîr bikin meya muzacî

dûdeman:
Xulman wî di hedretê melek bûn
Lê zadeyê dûdemanê dewlet
Nûbadeyê bositanê iffet

duh:
Saqî bide min ji bo Xwidê ra
Camek ji meya te duh digêra
Her cureyekê ejê bikim tam

dûkel:
Naçar-i dilê dilî bi wî sot
Dûkel ji herareta suweyda
Rabû tejî bû mehellê sewda

durd:
Mizgîn û beşareta wefayê
Nageh bigihîte wan ji durdan
Azade bikit ewan ji derdan

durdî:
Ev bidete kir xilafê mutad
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî

dûş:
Ewçend qeda ji nû bijarin
Çeşm û leb û sîne gerden û dûş
Ruxsar û zeqin ber û binagûş

eba:
Zîna hewesa dilê hewayê
Min dabite nave xwe eba
Mîr hat li ser wî hinde esker

ecêb:
Danî paxila xwe çend kitêbek
Dinma bi hekîmekê ecêbek
Hadir xwe gihande pêşekaran

ecelî:
Rabit li me ew bikit texellub
Aşê ecelî wisa bigêrîn
Teşbîhê heban seran bihêrîn

ecnebî:
Qet kes nedigo Sitî û Zîn e
Xelqê we dizanî ecnebî ne
Dayîneke wan hebû zemanî

ecza:
46. Eczayê kitabê işqibazî
Eczayê kitabê işqibazî

edalet:
Ev çale egerçi zêde kûr e
Emma ji edaletê ne dûr e
Sofî me û sewmeenişîn im

efser:
Bexşîne zemîn tela û şîban
Ferxunde kirin bi ferqê efser
Tabende kirin bi tacê gewher

efû:
Ger qehir bikî li wî ceza ye
Wer efû bikî eceb eta ye
Evrenge bibêje ey seba tîz

ehbab:
Zilla wî siha perê huma ye
Vêk dane ji bo te yar û ehbab
Hadir kirine bisat û esbab

ekser:
Dawûdî û sibtî û nesara
Tewrat ewan ji bîr kir ekser
incîl û Zebûr çûn ji ezber

elbet:
Dersa ko bi xef te gote idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs
iblîsê, feqîrê bêcinayet

elwan:
Enwaê newadir û cewahir
Elwanê nefais û zewahir
Mecmûeê mumkinatê meqsûd

emîn:
Hemzad û heval û hemnişînan
Hemraz û emîn û nazenînan
Herlehze digotinê bi riqqet

emir:
Serrişteyê tuhmetê beyan kin«
Go »emir bike Memê bixûnin
Hon herdu di xelwetê ko rûnin

emrî:
Nabit ko ji min bibin di xafil
Bi-l-cumle bi emrî bin di acil«
Jew paş şihande nik xwe Mem xwend

enbar:
Biryan û kebabê meyhimanî
Her kase û tebsiyek yek enbar
Serşar-i şebîhê nefsê emmar

engûr:
Xaretgerê eql û dîn û îman
Saqî şewişîn bi abê engûr
Mutrib herişîn bi seytê sentûr

eqil:
Nagah ecayibek nima wan
Yek cuz ji eqil qet nema wan
Dîtin di mehelle û zikakan

erebî:
Hadir geriya bi eynê basir
Şahê erebî elem ko rakir
Kesrayê ecem ucub duta kir

ereq:
Durdaneyê xwe birêje navê
Yenî ereqa wekî gulavê
Dem dem bide destê meyperestan

erkan:
Heft di misalê durrê xeltan
Herşeş cihet û çihar erkan

esîl:
Çêbûn mesela nebat û şekker
Bû eslê esîlê cumle nefsan
Nefsa sueda û nefsê nehsan

esnaf:
Ref ref dixwişîne seyr û geştan
Esnafê umem sixar û kubbar
Qeta venema di şehrî deyyar

eşîrî:
Yenî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi teessub û eşîrî
Hasil ji inad eger ji bêdad

eşq:
Qeta nedibûn ji xwe xeberdar
Axir ko kirin bi xameya eşq
Husna xetê wan li lewhê dil meşq

evrazî:
Ewrek te digo ji erdê rabû
Evrazî li asiman cema bû
Wî ewrî ji nîveka hinavan

ewa:
Qarûre û huqqe neşter û kîs
Hilgirtin ewa xebîse telbîs
Danî paxila xwe çend kitêbek

ewê:
Qani bi tesewwura cemalê
Fanî bikitin ewê wucûdê
Baqî bibitin bi vê şuhûdê«

ewliya:
Alim hemî şubhê enbiya ne
Abid hemî pêk ve ewliya ne
Ferdek ji sehabeyê di kubbar

ewreng:
Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer
Bê husn-i te nîne wan wucûdek

eyanî:
Bedfil û sitîzekar û salûs
Tacdîn digote mîr eyanî
»Mîrim, bike der vî dergevanî

ezman:
Dê paşê mi bê bi navê Ehmed«
Dewa xwe dikir bi dest û ezman
Destê wî bi seyf û dev bi Quran

fail:
Ey bedemelo tu qenc dizanî
Tu qail û fail û xwidan î
Ney bûm di alema nepestan

fanîtî:
Nabînitin ew beqayê bi l-heq
Fanîtî ji bo wi ra beqa ye
Baqîtî ji bo wi ra liqa ye

faris:
Çapikherekat û nûciwanan
Wan faris û kurd û pehlewanan
Derrende dirandibûn bi şîran

fasid:
Bawer kir û gote merdê qasid
»Ey pîr, meke tu fikrê fasid
Ger fewt bikim cemîê ferdan

feqîh:
Nabalix û ebleh û sefîh in
Ya zahid û sofî û feqîh in
Ew cahil û ummî û sefîl in

feqîrî:
Çawa vekirin te herdu ahû
Berdane feqîrî herdu cadû

ferzane:
Ewrenge sezayê text û ewreng
Ferzane bi eql û ferr û ferheng
Kisra bi keser ji boyî dînê

fesad:
Zahir meke tu vê inadê
Carek vekuj agirê fesadê
Jew paş-i tu bêxe weqt-i furset

fesadî:
Alem ko bi dest xerabiya min
Aciz kirîbû fesadiya min
Kuştim wî ji bo nizam-i alem

fikir:
Destê te li gerdenê hemail
Hêja ji Xwidê tu fikir nakî
Herroj-i hezar şukir nakî

filûs:
Sed bar hebin filûsê ehmer
Derhal-i dikit bi yek nezer zer

firûz:
Hin silsilebend û hin di seyyar
Encumsifet encum in firûzan
Heft şev di temam û heft-i rûzan

garis:
Aşê me egerçi weqfê am e
Gewrî tejî garisê heram e
garisî harisek diçînit

garisî:
Gewrî tejî garisê heram e
garisî harisek diçînit
Ev harise bo me dê hilînit

gazin:
Zahir dikirin ko zend û bazin
Êdî nediman gilî û gazin
Herçend ko herdu şubhê can bûn

gelte:
Sermest bi dest têk heristin
gelte û gelc û daheristin
Dem lêk piçiyan û dem cuda bûn

gep:
Ew perde biray ko lê hilavêt
Xwînê di dev û gepê we havêt
Zîna ko dised birîn li cergê

gêr:
Wî secde nekir li xeyrê mebûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd
Yek secde nebir li pêşê exyar

gewherî:
Ew dê nekirin bi min tinazan
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

gihandî:
Ez baxçe me û tu baxiban î
Baxê te gihandî bêxwidan e
Bê riwê te ew ji bo çi ra ne

gilî:
Zahir dikirin ko zend û bazin
Êdî nediman gilî û gazin
Herçend ko herdu şubhê can bûn

gîr:
Bê mal û menal sahibê enam
Bê xeyl û heşem bi xwe cihan gîr
Bê tebl û elem cihan seda gîr

giya:
Bilbil te kirin hezar şeyda
Xweşrengî te da giyayê sorgul
Xweşdengî te da newayê bulbul

gizîrî:
Ev mîr û wezîriya cihanî
Ev begme gizîriya zemanî

gor:
Teşbîhê şecer digo »ene l-lah«
Xergûş û xezal û gor û ahû
Ev qaz û quling û kebk û tîhû

gotî:
Em xeyri te mehreman nedêrîn
Tacdîn û digel Memê te gotî
Perwane ne per li wan me sotî

goya:
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî şehrek in tu xan î

goyende:
Vêk ra dibihîst sed xeberdan
Goyende dibûn digel cemadat
Pûyende dibûn digel nebatat

guhar:
Nalan ke hezar di asitanî
Serxweş ke li gerdenê guharan
Sersem ke cunûn û dîn û haran

guhderz:
Tacdîn digotin-ê ciwanek
Guhderzê zemane pehlewanek
Nesl û neseb û heseb eyan bû

guher:
Tacdîn fekirî di dest birayî
Tîsit guherek wekî çirayî
Yaqûteke mislê daneyê nar

guherbar:
Baran-i sirişkê lê dibarî
Ewçend li ser bûyin guherbar
Ser lê vekirin ji nû ve tekrar

gurc:
Bifkir ji ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye şubhê bircan

gurgîn:
Hemşahî û hemxemê Memê bû
Serdarê kuran bi navê Gurgîn
Fi l-hali xeber gihande Tacdîn

gurr:
Xwînbarî dikir bi herdu çavan
Seyla cegerê wesa li gurr hat
Goya ko bi ser Erez ve gur hat

gûş:
Herçî ji ezel bûyî »yuhibbûn«
Da bên û bikin hikayetê gûş
Hindek bikirin xwe pê feramûş

ha:
Barî ji te ra kirin muqedder
Ha bûne ji bo te ra muyesser
Av î tu rewan be pêş-i selwê

har:
Ev xuld û seqer biheşt û nîran
Ev barid û har û retb û yabis
Ev mîr û geda xenî û bais

hay:
Gava ko ewan bihîstî mizgîn
Hay dan bi tebayî xelq û xwazgîn
Hindek ulema û hin di adil

hebandî:
Kî bit ko nedit we bêteleb bac
Herçî we hebandî ey perîzad
Husna we dikit ji bo we munqad

hedîqe:
Manend-i dizan bi kes tetebbu
Nûrestê hedîqeyê fuad e
Mesûm e efîf e xanezad e

hefte:
Ew zêde di wehşî û xebel bûn
Ew hefte li wan ko bûye salif
Xwekirdeyê işq bûn mualif

hêja:
Hemiyan bi wî girtine temettu
Hêja ne zemîn ne ev sema bû
Ew serwerê cumle enbiya bû

helîm:
Hin nûrmisal û hin wekî nar
Hindek di helîm û hin di dijwar
Van sadiq û rast û xêrixwahan

hell:
Ey murşid û pêşewayê muqbil
Hellalê uqûd û hellê muşkil
Sirrek heye wê di van nigînan

hemdeng:
Hevdeng hinek bi sewtê sazan
Hemdeng hinek bi fexr û nazan
Mexnî û kemançe ûd û tenbûr

hemderd:
Aşiq bikenin bi derdê Zînê
Hemderd bikin bi wan sefayê
Bêderd bikevne hilûlayê

hemle:
Sahibhiner în û pehlewan in
Pansed ji we hemle kin bi kerban
Nadîne we nobeta çu derban

hemmalî:
Sed Asef-i berxiya wekî ba
Hemmalî dikir bi erşî dilşa
Hilgirtine ser serê xwe ew mehd

hemraz:
Hemzad û heval û hemnişînan
Hemraz û emîn û nazenînan
Herlehze digotinê bi riqqet

hemreng:
Sehrayê fena yê dilguşa ye
Hemrengê surahî û peyal e
Hindî weko sor e ya ne al e

hemsuhbet:
Rustem ji şecaeta wî mexlûb
Hemsuhbet û hemdemê Memê bû
Hemşahî û hemxemê Memê bû

hemşîre:
Yenî ko ji wî nejadê alî
Hemşîre du bûn di laubalî
Yek serwî riyadê rasitî bû

heqîqeten:
Tebeiyyet wan bikit sezawar
Ev remze heqîqeten letîf e
izan bike nukteyê zerîf e

heqîqî:
Ey metleê husnê işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya işq

herb:
Mîr gote Memê bi kîn û kerbe
»Îro me digel te ceng û herb e
Rabe ji mi ra were muqabil

hereket:
Destbeste vewest, bike selamê
Paşê hereket ke pêş ve çapik
Siqlet negirî li tebê nazik

herem:
Wasil bi wî muşteha û mehbûb
Sehna heremê ji nazenînan
Cennet tejî bû ji horiînan

hero:
Têk berdine baxî wan wekî teyr
Da em bikirin hero li wan seyr
Xelqê ko xezal û gor û xergûş

hesp:
Dil maye li pencer û şibakan
Hespê xwe dida l ciyê peyakan
Mîr bir ji Memê temamî şeş dest

heşt:
Xem çûn veşêrîn ji kerbê weslet
Nageh seherê, ji roj-i heştê
Ridwan meşiya ji nêv biheştê

heval:
Xwarin bi yeqîn dewa û mecûn
Rabûne ve çûne nik hevalan
Çendek ji meharim û rewalan

hevalî:
Hindek bi tebayî û bi kesret
Hindek bi hevalî û bi wehdet
Rabûne ve xanim û xewatîn

hevr:
Paşê bikim ez dewayê telxîs«
Hevrê hemî çûne der ji ba wan
Pîr ma û tenê digel du lawan

hevreng:
Bilbil nedişî bibîte hevdeng
Sorgul nedibû bibîte hevreng

hewar:
Herroj-i hezar şukir nakî
Evçende dikî hewar û gazî
Êdî çi muradekê dixwazî

hewarî:
Bû welwele û fixan û zarî
Bû zelzele û bezîn hewarî
Buhtan ji mezin heta biçûkan

heyirî:
17. Dayîn heyirî ji macerayê
Dayîn heyirî ji macerayê

heyirîn:
Gavek seyirîn li bejn û balan
Pêlek heyirîn li zulf û xalan
Gotin »eceb ev keçê di kê ne

heyûla:
Heryek ji edem kirin te peyda
ibda kirin te bê heyûla
Fi l-cumle çi ewwel û çi axir

hezare:
Lewra ko bi şîrî şubhê şêr bû
Roja şerî ew hezare mêr bû
Tacdîn du bira hebûn di qellaş

hicr:
Qendîlê felek bi wê teyîsa
Mexmûrê xebûqê derdê hicran
Muştaqê sebûhê weslê canan

hind:
Teklîf kirin hemî bi merdan
Xaqan bi xwe hind wê kemîn bû
Fexfûr ji xwanê kaseçîn bû

hinde:
Canê me ji bo we ra fidê bit
Hon hinde muqeyyed in di qeydê
Îro bi tenê ko çûne seydê

hindik:
Nabînî bi qîmet in cewahir
Lewra ko di hindik in di nadir
Sehw û xelet û xeta û nisyan

hîvî:
Çeviyayî, bi fikr û sernişîvî
Herlehze ji dayeyê bi hîvî
Mexmûrê xebûqê bênihayet

hol:
Pêxwas hinek hinek di serkol
Kaşo ji piyan we ser wekî hol
Sermest hinek hinek di serxweş

hucre:
Nêzîk-i te bû ye emrê mebûd
Beyt û hecer û meqam û hucre
Sey û teleb û tewaf û umre

hûçik:
Pirsî û Memê bi remz û îma
Destê xwe ji hûçikê ebayê
Kêşa û ecayibek nimayê

hukim:
Lewra ko cihan wekî erûs e
hukim di destê şîrê rûs e
Lê iqd û sedaq û mehr û kabîn

huner:
Tomarê sexaweta xwe kir Tey
Eql û huner û sexa û meydan
Debt û neseq û nizam û deywan

iblîs:
Elbet diçû meqamê teqdîs
iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel inayet

ihtiram:
Emma bi tewadu û bi tezîm
Sed mertebe ihtiram û tekrîm
Aheste ji bo bike duayê

incîl:
Tewrat ewan ji bîr kir ekser
incîl û Zebûr çûn ji ezber
Îsayî dema dixwend-i incîl

îsal:
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Îsal gihişte çill û çaran
Wî pêşrewê gunahikaran

islah:
Teşnî nekin wekî xeyûran
islah bikin li min qusûran
Eshabê kemalê perdepûş in

izin:
Ew bûne sebeb ji bo inadê
Ger izin bidit ji bo mi ra mîr
Ez dê bikujim Memê bi tedbîr

jêrîn:
Ev lengeriyê di zîv û zêrîn
Şubhet felekê di jor û jêrîn
Her sehnê mezin misalê bircek

jin:
Şiklê ko we dîtî bêmeal e
Meyla we bi qismê jin mehal e
Meyla beşerî beşer divêtin

jor:
Ev lengeriyê di zîv û zêrîn
Şubhet felekê di jor û jêrîn
Her sehnê mezin misalê bircek

kabîn:
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Lê iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û eta û bexşîn

kabûs:
Şermende ji guhtina wî Buhtan
Bedçehre ji rengê dêwê kabûs
Bedfil û sitîzekar û salûs

kadiz:
Çu jdest nedihat û maye aciz
Naçar-i ecûze bûye Kadiz
Şeyxûxeyê çerxê rengsemawî

kamiranî:
El-qisse bi iqtida zemanî
Bû firset-i eyş û kamiranî
Fesla bigerin li geşt û seyran

kanîn:
Zû bîne ve bo mi ra peyamê
Kanîn bi çi hal e ew giriftar
Danîn çi xeyal e ey dilefkar

kaşif:
Ey waqifê remz û kaşifê raz
Bêçare me ez tu çareperdaz

keç:
Şêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir

keçanî:
Ew jî geriyane cametebdîl
Çawa xemilîne ev keçanî
Ew jî geriyane cil kuranî

kêf:
Yek neşe bes e heta serencam
Ew kêfeke mehd e bêkem û keyf
Esrareke bêxeyal û bêteyf

kel:
Geh şubhetê abidan bi daxwaz
Herlehze digel kela girînê
Evrengehe wî digote Zînê

kenar:
Ev rûm û ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kenar in
Herdu terefan qebîlê kirmanc

kenarî:
Xudreste me ez ne perwerî me
Kirmanc im û kûhî û kenarî
Van çend xeberê di kurdewarî

kerb:
Dinya hemî bûye eyş û uşret
Zala felekê ji kerb û hesret
Çu jdest nedihat û maye aciz

keremkar:
Barî ji te ra bijîte sondxwar
Sed car bijîte ey keremkar
Ger dê me hebin guneh dused bar

kerîmî:
Wadih bike halî bo min ilam
Herçend kerema kerîmî am e
Barî bi çi da te ev meqame«

kesib:
Yek soxt û her wisa bimînit
Yek kesib bikit heyat-i sermed
Ê dî diçite memat-i mumted

kesîf:
Tesîd bikin heçî letîf e
Tenzîl bikin heçî kesîf e
Paşê ji wê eltefê cuda kin

keş:
Qelbê wî digel wî bûye baxî
Kêşan û keşan gihande baxî
Zîna ko şevê di reş di tarî

keşif:
Lêkin tu bibêje ew çi esl in
Qenc keşif bike ko ew çi nesl in
Begzade ne ew alîmeqam in

ketî:
Ser ta bi qedem libasê telbîs
Dîsan ketî sûretê tebîban
Hadir xwe gihande nik hebîban

kezî:
Kêşa û ecayibek nimayê
Dîtin du kezî ji mişkê tatar
Manend-i du ser bi mehr-i şehmar

kilîd:
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her taife seddek in sedîd in

kîmya:
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehda nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî

kîmye:
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehda nezera wî kîmya ye
Qelbê di zexel dikit bilorî

kinêr:
Şîn bû ji ewî berê ji xêrê
Darek li qiyafeta kinêrê
Ew dar ji rahetî berî bû

kirdar:
Zahir ji wi ra selîs e guftar
Batin bi wi ra xebîs e kirdar
Manend-i Memê ewê merencan

kofî:
Talan dikirin nebat û insan
Kofî ji cewahiran mukellel
Koter ji netrikan muselsel

kolan:
Hişyar kirin edû bi sewlet
Meydan bi dewan kolan bi destkor
Goya vedidan li dijminan gor

koter:
Kofî ji cewahiran mukellel
Koter ji netrikan muselsel
Serbendê qeseb didan cebînê

kuçe:
Dîtin di mehelle û zikakan
Her kuçe û xurfe û şibakan
Sed taze ciwan ji rengê serwan

kull:
Cuzê bibitin ji te texeyyur
Kullê dikitin li te tedebbur
Xasma ko hebin xebîs û xennas

kunc:
Weslê kirin ew ji hecrê azad
Mem mayî di kuncê wehdetê ferd
Ne yar û ne hemnişîn, ne hemderd

kur:
Nesl û neseb û heseb eyan bû
Serdefter û serwerê kuran bû
Babê wî digotin-ê Sikender

kurd:
Şêxim, tu dizanî ev Cizîr e
Têk da kubera û kurd e mîr e
ihsan bike perdeyê hilîne

kurdewarî:
Kirmanc im û kûhî û kenarî
Van çend xeberê di kurdewarî
imda bikirin bi husin eltaf

kurdî:
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê

kurik:
Evrengehe kir demîr-i teqrîr
Go »min du kurik heyin di mesûm
Bêbab û yetîm û jar û mehrûm

kûvî:
Ayîne li pêş-i tûtiyan girt
Davik te li pêş-i kûviyan girt
Ayîne ji wan we ye ko av e

law:
Lêkin ji xewadimê di mumtaz
Sed law sihîqed û serefraz
Heryek di meqam husnirojek

le'b:
Meqsûd ji teyê me keşf-i hal e
Metlûb ji leb û bend û bazan
Qet nîne bi xeyrê keşf-i razan

legen:
Nefseyn-i bi yek ve bûne mudxem
inzalê legen nuzûlê ibrîq
Tesîd kirin bi qer û inbîq

lehd:
Techîz-i kirin wekî dizanîn
Lehda ko Memê meleknezer tê
Yenî sedefa ko ew guher tê

lehze:
Da em bikirîn dimaxê can ter
Yek lehze bi rahê rûhperwer
Saqî tu birêje camê mîna

lengerî:
Înan te digo bi cayê nanî
Ev lengeriyê di zîv û zêrîn
Şubhet felekê di jor û jêrîn

leqeb:
Datînite merqedê serencam
Ew bextreşê leqeb li wî Mem
Bê hemnefes û heval û hemdem

lot:
Her bengî û serxweşê di Botan
Têk hatine çerx û baz û lotan
Bêrîte sema û saz û govend

mahî:
Asarê şecaeta wî şahî
Dagirtî ji mah ta bi mahî
Mahiyyetê wî medarê dunya

mahir:
Wan gotine Heyzebûnê sahir
»Derdê li me ey tebîbê mahir
Bêşubhe dewa ji dest te têtin

mam:
Mem jî li wî aşiqek temam
Ne şubhê bira û bab û mam
Herçend birayê axiret bû

mane:
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm

manend:
Safî şemirand vexwar-i durdî
Manendê derê lisanê kurdî
Înaye nizam û intizamê

manî:
Fehhaşî te kir ji rengê Xanî
Neqqaşî te kir misalê Manî

matem:
Geh nûrnima ne gah mezlem
Geh sûrnima ne gah matem
Gava ko dibînî weqtê uşret

mayî:
Weslê kirin ew ji hecrê azad
Mem mayî di kuncê wehdetê ferd
Ne yar û ne hemnişîn, ne hemderd

meaş:
Hindî ko bi ker dikî qumaşan
Hindî ko belav dikî meaşan
Her roj bi niyyeta xezayê

mecazî:
Ey metleê husnê işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya işq

mecnûnî:
Kanî sebiyê di min çi derd e
Mecnûnî ye ser e ya hewa ye
Çawa mered e çi bo dewa ye

mehfûz:
Xalib ko dibû li alema dil
Qelbê wî ji sirrê lewh-i mehfûz
Herlehze dibû bi keşf-i mehzûz

mehkûm:
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm
Wan girt bi şîrî şehrê şuhret

melûl:
Mensûx kirin wî dîn û millet
Melûl kirin elîl û illet
Fekrî ko cihan cemîi kifr e

melûnî:
Nadim ez ewan bi rubê memûr«
Melûnî ko dî nebû çu tesîr
Ew mesele wergerande tezwîr

memo:
Dildadeyê meqsed û muradê
illa ko tenê Memo û Tacdîn
Wan dane xwe duxterane tezyîn

mendel:
Yan şûşe û mendela xwe danim
Mahiyyetê halî dê bizanim«

merd:
Xelq-i ko hebûn li rûyê erdan
Teklîf kirin hemî bi merdan
Xaqan bi xwe hind wê kemîn bû

merdane:
Wey mubtilê muddeiyê kazib
Merdane dibexşî canî erzan
Heyfa ko bi mir giran î lerzan

merdî:
Wan pirs dikir ko ger bibînin
Da bo xwe bi merdî dest hilînin
Herdu di wî karî bûn ko nagah

merkez:
Geh çûne bi ser hedê beqayê
Fi l-cumle ji merkeza turabê
Ew zerre gihane afitabê

mesafe:
Ji ewçend tebeqatê asimanî
Ji ewçend mesafe û mekanî
Ji ewçend enasir û sehaban

meslehet:
Qelbê me bi wê te sot û kul kir
Aya te çi meslehet di min dî
Nîşan-i me da te yêkê cundî

mesûl:
Ev cuze nebit li ba te meqbûl
Tirsim ko tu min bigêrî mesûl
Terkîb-i wucûd-i cism û can in

meşandin:
Ev herdu wekî du şebçiraxan
Gava dimeşîne bax û raxan
Nalan dikirin cemad û heywan

mewt:
Ev hecr û wisal û şahî û xem
Ev mewt û heyat û sûr û matem

mexsûs:
Mehda ji we ra dikim girînê
Mexsûs ji nik Sitî û Zînan
Hatim li we xweş bikim birînan

mezad:
Rabûn hemî şubhetê uşaqan
Têk çûne bi mereda mezadê
Dildadeyê meqsed û muradê

mezûn:
Wan nîne bi kes çu rufq û rehmet
Mezûn bike terreyê di terrar
Da hukim bikin li şah û xundkar

mift:
Reh şubhetê vê cihan-i fanî
Mift nadine pareyek ji nanî

mirarî:
Xasma ko kurê di van bijarî
Durdane ye êk û êk mirarî

mîrza:
Mesmû nekir bi semi idrak
Mîrê ko bi navê Mîrza ye
Mehda nezera wî kîmya ye

mixabin:
Sed xizmê di xain û munafiq
Qurban bike qet mebê mixabin
Çi dkî bi kesan ko bêwefa bin

morik:
Hin lel û hinek ji zêr û zîvî
Xermuhre û morik û mirarî
Hindek di şefaf û hin di tarî

mubahî:
Muştaqê sebûhê weslê canan
Jewwel ve li adetê mubahî
Destê xwe dirêj kire surahî

mufsid:
Sê dest ji mîr birin temamî
Mufsid fekirî ji wî meqamî
Zîn dî ko li pencerê diyar e

muhît:
Heyatê felek bi wechê qudret
Bê qalib û bê muhît û miqyas
Bê alet û bê muşîr û miqras

mumtaz:
Ev bîmededê di ummeta xwe
Mumtaz kirîn bi himmeta xwe
Wera wî we reng dîn qewî kir

muxtar:
Taha ti te ra tilism e »tasîn«
Her ev bes e ey hebîbê muxtar
Barî ji te ra bijîte sondxwar

naçar:
Herçî ko nekir bi dînî iqrar
Naçar gelek bi şîr fena bûn
Hetta ko hinek bi dîn teba bûn

namûs:
Ew ar li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şair û feqîran

nan:
Qeta çu nebû ne xur ne xwabek
Wan bîr nedihat-i nan û abek
Ew hefte temam bûye gerdek

narinc:
Herçî ko didî dimayî heyran
Narinc û turinc û nar û lîmo
Nûbaweyê şaxisarê mîno

nas:
işqê kiribûn wisa mubeddel
Wan êkdû nas nekir ji ewwel
Ewwel dikirin ji hev texerrub

nasûtî:
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e

nazende:
Çûn zeyn bikin Sitî û Zînan
Nazende bikin du nazenînan
Ewwel fekirîn di zilf û xalan

nazenînî:
Van meşrebe û eyaxê çînî
Dewran dikirin bi nazenînî
Seyyare sifet bi geşt û seyran

nefîr:
Mîr hat li ser wî hinde esker
Zirna û nefîr û kûs û mehter
Dadî li tebilxan û sazan

neft:
Hişyarî ko dayeyê didayê
Agir te digo gihande neftê
Pêt jê diçû asimanê heftê

nehar:
Ev ax û hewa û agir û av
Ev leyl û nehar û sî û sîtav
Ev hecr û wisal û şahî û xem

nehişyar:
Rihtin li ruxê di wan di pirxûn
işqê kiribûn wisa nehişyar
Qeta nedibûn ji xwe xeberdar

nem:
Pûyende dibûn digel nebatat
Yek newi nema ji cinsê heywan
Nîna bi nubuwweta wî îman

nêrgizî:
Ez Dicle me zenberî me berda
Westanî û Nêrgizî û Seqlan
Derwaze û Ummerî û Meydan

neseb:
Guhderzê zemane pehlewanek
Nesl û neseb û heseb eyan bû
Serdefter û serwerê kuran bû

netîce:
Hon bo çi hezîn in ey metaya
Nînin çu netîce bê qedaya
Hon bêjine min ku bû qediyye?

nezan:
Gava te emanetê xwe da me
Melûmê te bû ko em nezan în
Qedrê wê emanetê nizanîn

nezanî:
Ew şîr li bin serê xwe danî
Ewreng-i veşar kes-i nezanî
Mîrê weko dil bi kerbê sotî

nêzîk:
Xasma ko muqerrebê di bedxwah
Nêzîk bibin neûzu bi-l-lah

nîgar:
Ruhtin tebeqê di wê nisarê
Jor da li imareya nîgarê
Emma tebeqê di wan hemî pir

nigîn:
Mecmûê xezainê di Qarûn
Semna semenê di wan nigînan
Nabit bi wuqûfê dûribînan

nihanî:
Mahiyyetê halî dê bizanim«
Wan gotine dayeê nihanî
Em subhe ko çûne der ji xanî

nîlûfer:
Dîn kir te ji bo keça kufarî
Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muşterî kir

nima:
Destê xwe ji hûçikê ebayê
Kêşa û ecayibek nima
Dîtin du kezî ji mişkê tatar

nîr:
Yekrû ne li nik te kufr û îman
Yeksû ne li nik te xuld û nîran
Qehra xwe bikî eger tu zahir

nîsan:
Hêstir diwerîn ele t-tewalî
Eynî te digo di fesl-i nîsan
Derya rijiya ji ewr-i dîsan

nişîvî:
Ew gerçi hebûn ji hev bi hîvî
Emma nediçûn qewî nişîvî
Hubba di dilan ji heddî der bû

nivîn:
işqê di wî hiştibû qusûrek
Go »rabe bira ji nav nivînan
Bes ah-i bike ji ber birînan

nûbihar:
Gul yek ne tenê ko sed hezaran
Gulşen diditin di nûbiharan
Meşûqê ko mislê wan gelek bin

nûciwan:
Hin kuştî di girtî hin fikende
Çapikherekat û nûciwanan
Wan faris û kurd û pehlewanan

nuqsan:
Mulkê di te ne, ne bêxwidan in
Nuqsan bibitin ji husnê mûyek
Belkî ko bikî li min tu sûyek

nutq:
Dêma wî nema çu ab û rengek
Nutqa wî nema cewab û dengek

palas:
Zîn rabû we çûye xelweta xas
Tacdîn ne ma ne cil ne palas
Esbab û tecemmul û defîne

paşa:
Ednayî dikit bi lutfê ela
Paşan digirit wekî esîran
Aza dikitin wekî feqîran

pelîd:
Hetta bigihite Xaniyê jar
Napak û pelîd û wacibu n-nar
Ew jî bi xirabî û seyînî

pend:
Baqî bibitin bi vê şuhûdê«
Evçende ewan digotin ev pend
Zîn pê nedibû sebûr û xursend

perçem:
Kagul kiribûne turreê her sû
Perçem kiribûne zulf û gîsû
Wan lew kiribû libasê tesrîf

perestar:
Goya ko kirin bi zêr mutella
Meşşate û daye û perestar
işqê kirî cumle germibazar

perwerî:
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kirmanc im û kûhî û kenarî

pêşekar:
Dinma bi hekîmekê ecêbek
Hadir xwe gihande pêşekaran
Fi l-hali bûye nedîmê yaran

pêşewa:
Çawa mered e çi bo dewa ye
Ey murşid û pêşewayê muqbil
Hellalê uqûd û hellê muşkil

pêşîn:
Go »efû ji bo Memê sewab e
Mîrim me nego ji bo te pêşîn
Tacdîn û biran ji xwe meêşîn

pêwend:
Huccac sifet bibînin ihram
Pêwend bike pêk ve bisk û xalê
Şîraze ke mushefa cemalê

pêxember:
Adem di meyan-i ma û tîn bû
Pêxemberê cemê ciz û kul bû
Adem bi xwe hêj av û gil bû

pêxwas:
Hindek di edanî û esaxir
Pêxwas hinek hinek di serkol
Kaşo ji piyan we ser wekî hol

peyam:
Ey dil tu ko lê dikî selamê
Zû bîne ve bo mi ra peyamê
Kanîn bi çi hal e ew giriftar

peyker:
Dîtin ko ji mehdê qudreti l-lah
Ew herdu puser wekî du peyker
Tabende bi şeklê şahê exter

pez:
Anîn hemî mîr tejî rez kir
Axul ko şivan tejî pez kir

pîlewer:
Ew dê nekirin bi min tinazan
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me

pilingî:
Ew şêresiwar û bi berçengî
Xwînî kiribûn belek pilingî
Ewçend xezal ewan kirin seyd

pirbêjî:
Herçend ko min qewî dirêj kir
Pirbêjî ye wê çira me bêj kir
Gorî te meqseda me dûr e

pist:
Sêv û ruteb û enarê bistan
Lêv û zeqen û enarê pistan
Şimşad û çinar hemqedem bûn

puxte:
Pir eyb e ko em ji dest binalin«
Mem puxteyê işqê bû temamî
Got-ê ko »bira meger tu xam î

qalibî:
Rûha min e natiwan rewan bû
Derhal-i ji qalibî bi der ket
Şewqek ji ruha Memê bi ber ket

qazan:
Ew sûxteper Memo û Tacdîn
Xweş çûne şikarê kebk û qazan
Nagah bi ser ve şubhê bazan

qelaş:
Daim li derê wî qapûcî bû
Qella û qelaş û qawecî bû
Emma bi neseb ne merd bû ji Buhtan

qelp:
Weyla, ko ne qabilê cefa yî
Qelp î, dexel î, bi dil neyar î
Pir çîl û çep î, xerab û xwar î

qencî:
Bi-l-cumle bikin ji bo me tehsîn
Bêjin ko »bi qencî hate tedwîn«
Xelqê ji »yuhibbuhum« digergûn

qer:
inzalê legen nuzûlê ibrîq
Tesîd kirin bi qer û inbîq
Memzûc-i şebîhê şîr û şekker

qewam:
Efxan digihane çerx-i etles
Zînê ko nema qewam û quwwet
Nalî biriyan û ket ji qudret

qewm:
Ez dê vekujim bi agir avê«
Mala xwe ji rengê qewmê Zerdeşt
Da agir, û gaziya xwe raheşt

qeysî:
Ferhad ji rengê eşkê xwînrîz
Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî

qîmet:
Bêqedir dibit dema ko pir bit
Nabînî bi qîmet in cewahir
Lewra ko di hindik in di nadir

qîr:
Kîjek ereban e lêvdeqandî
Ser ta bi piyan reş e wekî qîr
Ne laiqê behs û xwestina mîr«

qirêj:
Ey xame te jî gelek dirêj kir
Ev name bes e te pir qirêj kir
Herçend-i kelam şubhê dir bit

qiyafet:
Şîn bû ji ewî berê ji xêrê
Darek li qiyafeta kinêrê
Ew dar ji rahetî berî bû

quling:
Xergûş û xezal û gor û ahû
Ev qaz û quling û kebk û tîhû
Ker ker diçêrîn li koh û deştan

qum:
Zînê wehe gote wî bedîhî
»Qum ya ceseden nefextu fîhî«
Şewqa xeberê di vê şepalê

qumaş:
Çi bkim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaşî ra xerîdar
Xasma di vê esrê da ko himyan

qurs:
Goya kire ferş asimanek
Qursê meh û mihrê asimanî
Înan te digo bi cayê nanî

ratib:
Xelqê ko heta bi subh-i kazib
Hadir kiribûn bisat û ratib

raweşandin:
Destê xwe ji qeydê gil kişandin
Çengê di dilê xwe raweşandin
Şehbaz-i ji qeydê merkeza ferş

reb:
Ya rahiberê wî Mustefa bit
Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu aşina kî

reha:
Mayîne di werteya belayê
Min qesd e ko ez bidim reha
Xel vedikujit agirî bi avê

rehtî:
Da çîn û demek di baxî rûnîn
Lewra ko ji rehtiyan zebûn în
Ew hatine der serayê alî

reml:
Kengê li me xef dibit xebiyye
Ez dê nihe remlekê birêjim
ismî û demîrî ez bibêjim

reşk:
Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban

rewane:
33. Key şubhetê eşk-i min rewane
Key şubhetê eşk-i min rewane

rez:
Neşa qedeha meya murewweq
Keyfa ineba rezê bi rewneq
Ewreng-i bikit di nefsê tesîr

rezvan:
Dam û ded û ademî û heywan
Tifl û sebî aşvan û rezvan
El-qisse qebîleya ricalan

rica:
Hatin ko bikin ji dil diayê
Fi l-cumle dikin ji te rica

ronahî:
Xweşdengî te da newayê bulbul
Ronahî te da serê şemalan
Perwane kirin bi şewqê talan

rûs:
Lewra ko cihan wekî erûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Lê iqd û sedaq û mehr û kabîn

ruxset:
Wan xencer û keyberê di dijwar
Zinhar, medî cewaz û ruxset
Wan nîne bi kes çu rufq û rehmet

saet:
Ger lehzeyekê nekî tu guftar
Ger saetekê nebî tu xemxwar
Em dê weko xar û xes heba bin

sahil:
Sehra Memê bûye sehnê bistan
Sahil bûye gulşen û gulistan
Wî bêdilî her li wê mekan girt

sakin:
Hetta sibeh xew nehate çavan
Sakin nedibû ji rengê avan
Rojê ko ji meşriqê nema nûr

saman:
Zû bîne ve bo me dilhezînê
Lewra bi wê ye me sebr û saman
Ew bo min e xatema Silêman«

sebî:
ihsan bike qenc jê xeber de
Kanî sebiyê di min çi derd e
Mecnûnî ye ser e ya hewa ye

sedefwar:
Dîtin ko di sahilê sedefwar
Ew xerqeyê behr-i işq-i xwînxwar

sedsal:
Sersalî û bakir û rewalan
Sedsalî û ciwan û pîr û kalan
Sersal li resm û rahê mehûd

sentûr:
Mexnî û kemançe ûd û tenbûr
Çeng û def û surna û sentûr
Uşşaq û newa, iraqî û ewc

seqa:
Rakîn hinekan hinan telef kîn«
Wî mulhidî şîr wisa seqa kir
Misrî ji xwe ra wisa bira kir

seqet:
Pend û xelet û xilaf û yalan
Bend û seqet û xilaf û kalan
Tesnî kirin wî hinde teşnî

serdarî:
Dîndarî û dewlet û diyanet
Serdarî û sewlet û siyanet
Meşhûn ji her yekê xezînek

serencam:
Go, rojeke xweş bi fesl û eyyam
Dewra feleka fena serencam
Ferraşê qeda bi sunê qudret

serfiraz:
ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek

sergerm:
Cindî tu bibêje da bi kar bin
Sergerm bibin wekî di îdan
Hindî ko li hev bidin cirîdan

sergiranî:
Pûşîde libasê dilberanî
Seyran dikirin bi sergiranî

serhed:
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ko li serhedan kilîd in
Her taife seddek in sedîd in

serheng:
Cellad ne mîr e xundikar e
Mem girt û şihande pêş-i serheng
Go »hebs bikin di qulleya teng«

serkol:
Hindek di edanî û esaxir
Pêxwas hinek hinek di serkol
Kaşo ji piyan we ser wekî hol

sermaye:
Mijgan bi guman ji sehmê semmak
Sermayeyê wehşeta cunûnan
Mermûzê di dehşeta uyûnan

sermed:
Tedad û teeddud itibarek
Ewwel biriqî ji husnê sermed
Nûrek bûye meneya Muhemed

sername:
1. Sernameyê name, namê Ellah
Sernameyê name, namê Ellah

sernişîvî:
Rûniştî misalê xunçe dilteng
Çeviyayî, bi fikr û sernişîvî
Herlehze ji dayeyê bi hîvî

sersam:
Bê quwwet û bê tuwan û bê dil
Sersam û dewwar û ser û mehrûr
Sewdafuad û xebl û mexmûr

serserî:
Yek Wamiqê esr û yêkê Ezra
Ew yarî ji dil ne serserî bûn
Rehşubhetê Mihr û Muşterî bûn

serwer:
Hêja ne zemîn ne ev sema bû
Ew serwerê cumle enbiya bû
Xelqa felekan ji bo wî ra bû

sêsed:
Hetta ko bikin Memê giriftar
Sêsed ji we dê bibin birîndar
Hetta ne me hersiyan bi ker kin

seyirîn:
Rûniştin û herdu wergerandin
Gavek seyirîn li bejn û balan
Pêlek heyirîn li zulf û xalan

sibe:
Da îşeve remlekê birêjim
Hetta sibe sahiban bibêjim«
Hadir Sitiyê nigîn deranî

sifre:
Fekrî ko cihan cemîi kifr e
Kêşa ji nubuwweta xwe sifre
Xelq-i ko hebûn li rûyê erdan

sihirkarî:
Tewfîq refîq bit ji barî
Ez dê we bikim bi sihirkarî
Hon cumle li erdekê cema bin

silav:
Seyra felekan li nik te gavek
Fexra melekan ji te silavek
Şeqqe l-qemera te yek işaret

sindoq:
Tabûteke zeringar û rengîn
Sindoqeke xurdekare zerrîn
Serpoş ewê zemîn tela bit

sirat:
Wera wî we reng dîn qewî kir
Şera wî sirat mustewî kir
Alim hemî şubhê enbiya ne

sitî:
Yek serwî riyadê rasitî
Wê nav bi rasitî Sitî bû
Ya dî ji dil û hinavê mîr bû

sîwan:
Serpoş ewê zemîn tela bit
Sîwan ewê xwidancela bit
Zinhar me herdu bûk û zavan

siwarî:
Hindek bi peyayî çûne baxan
Hindek bi siwarî çûne raxan
Hindek bi tebayî û bi kesret

siyahî:
Ew ney sifet e wî ew hewa ye
Wellah ji sefîdî û siyahî
Wî qesd û xered tu yî ilahî

siyaset:
Paşê tu yî sahibê kiyaset
Laiq wî bibîn çi ye siyaset«
Hukkam ji cinsê şah-i mar in

soxte:
Wan teşnelebê di bêtekelluf
Wan soxteyê di bêteserruf
Evreng dikirin bi yek ve suhbet

spîndar:
Herçend ji hêstirê Memê jar
Şîn bûn li rexê şetî spîndar
Sehra Memê bûye sehnê bistan

şad:
27. Tacdîn û Sitî ko bûn bi hev şad
Tacdîn û Sitî ko bûn bi hev şad

şadan:
Xîzan û geda xenî û zengîn
Şadan û hezîn û şa û xemgîn
Êdî nedibûn ji hev muşexxes

şayeste:
Ey wasiteyê wucûdê kewneyn
Şayesteyê qurbê »qabi qewseyn«
Şahinşehê textigehê Medîne

şehnişîn:
Ayîneyê Cem cihannimayek
Rabûn û meşîne şehnişînan
Rûniştin û herdu nazenînan

şekir:
Derdê te ye dil ji ber diêşit
Şîrîn te kire şekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eşkê xwînrîz

şert:
Beyek heye ew dibên terazî
şertê kefaetê rewa ye
Şertê muteaqidan rida ye

şet:
Naçar-i ji hêşetê diçû dûr
Hemderd-i dibû digel şetê kûr

şewişîn:
Xaretgerê eql û dîn û îman
Saqî şewişîn bi abê engûr
Mutrib herişîn bi seytê sentûr

şewket:
Çeşna wî di dest û çaşnegîr bû
El-qisse bi şewketa xwe ew mîr
Rabû bi xwe bûye çaşnigîr

şeytan:
Xedda û xeberbezîn û telbîs
Şagirdê şeameta wî şeytan
Şermende ji guhtina wî Buhtan

şikar:
Ew sûxteper Memo û Tacdîn
Xweş çûne şikarê kebk û qazan
Nagah bi ser ve şubhê bazan

şikarî:
Xwîna ji muxalifan dirêjî
Hetta xwirekê seyê şikarî
Heqqê elefê kerê di barî

şikil:
Lêkin di vî mulkî hissedar im
Herçend bi şikil pasiban im
Emma bi mekan şirîkê wan im«

şikîn:
Bizdandî li ber xwe qeyd û zincîr
Zincîr û kemend ewî şikînan
Derwaze û perde wî hilînan

şikir:
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir

şîre:
Saqî bike kaseya mucewher
şîreyê mesera mutehher
Yaqûtê muzab û lelê seyyal

şirîk:
Herçend bi şikil pasiban im
Emma bi mekan şirîkê wan im«
Min gote wî »ey nikûserencam

şirînî:
Ya reb bi şirîniya cemalê
Ya reb bi evîniya celalê

şivan:
Anîn hemî mîr tejî rez kir
Axul ko şivan tejî pez kir

şoşbîn:
Meşşate û mihreban û dayîn
Şoşbîn û meharimê di Tacdîn
Mustewcibê weqt dîn mulaqat

tabût:
Her şubhetê mehmela perî tê
Tabûteke zeringar û rengîn
Sindoqeke xurdekare zerrîn

tam:
Camek ji meya te duh digêra
Her cureyekê ejê bikim tam
Yek neşe bes e heta serencam

tarîtî:
Damad ko kir bi mihrî gulgûn
Tarîtî bi rohniyê ko rakir
Xem şubhetê zulmetê fena kir

tarîx:
Lewra ko dema ji xeybê fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Îsal gihişte çill û çaran

tawan:
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye şair û feqîran
Herçî bire şîrî destê himmet

teb:
Naçar gelek bi şîr fena bûn
Hetta ko hinek bi dîn teba bûn

tebayî:
Hindek bi siwarî çûne raxan
Hindek bi tebayî û bi kesret
Hindek bi hevalî û bi wehdet

tebdîl:
Yenî di dema ko bûye tehwîl
Ew herdu bira di came tebdîl
istebreq û sundusin di ber da

tebeq:
Rabûn li teferrucê vewestan
Wan cumle tebeq di herdu destan
Manend-i tibaqê asimanî

tebîb:
Melûl bûyîn hebîb û aşiq
Îrohe wekî tebîbê haziq
Derman bikim ez ewan dewa kim

tebîî:
Hin padişeh in hinek wezîr in
Hindek ji teherruka tebîî
Ew têne bi nuqteya rebîî

teftîş:
Şêx go »tu here bibîn wişaqan
Teftîş bike cih û wisaqan
Herçî ko dibêjin ew elîl e

tehî:
Xalî bûye kuçe û hewalî
Tenha û tehî ne bax û bistan
Bêuns û perî ne, sehn-i eywan

tehl:
Herçî ko şirîn e eyn-i da ye
Herçî weko tehl e ew dewa ye«
Ewçend-i ewî digel dilî got

tehrîk:
Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk
Kirmanc dibin bi xwîn mulettex

tehwîl:
Weqtê weko şehsiwarê xawer
Tehwîl dikir di mahê azer
Yenî ko dihate bircê sersal

tek:
Dem ew didu bûn û gah yek bûn
Geh cot û bi yek ve gah tek bûn
Tîra ko ji acê ber hedef bû

teklîf:
Xelq-i ko hebûn li rûyê erdan
Teklîf kirin hemî bi merdan
Xaqan bi xwe hind wê kemîn bû

tekrar:
Fi l-hali bezîne pê û destan
Tekrar li dest û pê û dawan
Sed bûse didan ewan du lawan

tela:
Zînet ji qedê di wan hebîban
Bexşîne zemîn tela û şîban
Ferxunde kirin bi ferqê efser

telebkar:
Hubbê we kirin bi hev giriftar
Husnê we kirin bi hev telebkar
Te digo ko çi qalib û çi meqlûb

telp:
Her yek bi meqamekê dikalîn
Telpê reş-i wan siyahpoşan
Reh şubhetê ewrekê xuroşan

teme:
Yenî ji teme dirav û dînar
Heryek ji me ra we bûne dildar

tenê:
El-qisse bikî ko dêwê serkeş
Tenha û tenê biçîte ateş
Fi l-cumle me cumle xas û aman

tengî:
Çawa ne di şahî û sefayê
Ewrenge di tengî û cefayê
Arid nebitin li wan tebeddul

tenişt:
Tacdîn bi xwe bûye padişahek
Mem jî li tenişt şubhê mahek
Rûniştî di şehnişîn-i alî

terîqet:
Ew bû sebebê heqîqeta me
Daxil geriya terîqeta me
Ew jî di riya me da şehîd e

terîqî:
Hetta negihîte xak-i zillet
Ew nabite salikê terîqî
Wê nabine mesera heqîqî

tersî:
Tesnî kirin wî hinde teşnî
Bestin wî li şîrî şubhê tersî
Ew şîr li bin serê xwe danî

terzî:
Kêşa bi vî terhî resm û ayîn
Lê da bi vî terzî derb û tezyîn
Go, padişehek zemanê sabiq

teskîn:
Weqtê ko dikit bikit xuroşê
Teskîn dikit ev nigîn dilê jar
Dem dem ko didim di çeşmê xwînbar

teslîm:
Azurde nekim qe zulf û xalê
Teslîm bikim emanetê heq
Tefwîdê te bim bi xeml û rewneq«

teslîm kirin:
Azurde nekim qe zulf û xalê
Teslîm bikim emanetê heq
Tefwîdê te bim bi xeml û rewneq«

teswîr:
Tebîr meke ko ew betal e
Teswîr meke ko ew xeyal e
Axaz egerçi rengheyat e

teşrîh:
Tesîrê nefes bibit ji bo min
Teşrîhê qefes bibit ji bo min
Tesfiyyeyê dil bibit me hasil

texmîn:
Wan lêk dikirin metaê yek erd
Texmîn dikirin bi-t-tûli we-l-erd
Sewdagirê işqê bûn di bazar

texte:
Qesra periya bi rasitî tê
Her texte ji ûdê sendelûsî
Textek xetebendê abenûsî

tibaq:
Wan cumle tebeq di herdu destan
Manend-i tibaqê asimanî
Yaqût û zumerredê di kanî

tifal:
Min hêvî heye ji ehlê halan
Teqbîh nekin evan tifalan
Ev meywe eger ne abdar e

tika:
Carek biçitin Memê reca kit
Sûc û gunehê Memê tika kit
Da mîr ji wi ra birayî berdit

tinaz:
Memûl ew e ji ehlê razan
Ew dê nekirin bi min tinazan
Ez pîlewer im ne gewherî me

tirk:
Mehkûmi eleyhî û sealîk
Mexlûb û mutiê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir

tirs:
Mîr go »çi eceb bi min nekir pirs
Ya ne qe nemaye wî ji min tirs«
Go »ma tu nizanî ew kusan e

tirş:
Ew şerbet eger şirîn e xam e
Wer tehl e û tirş e natemam e
Hetta ne bi destê pîrê meyxwer

tobe:
Toba xwe bike j xet û sehwan
Carek were ser terîq-i tobe
Hindî negihiştiye te nobe

tomar:
Hatem ji kemalê himmeta wey
Tomarê sexaweta xwe kir Tey
Eql û huner û sexa û meydan

tûl:
Tesîr û rengê işq û wemqan
Bi-t-tûl di tûl û erd û umqan
Yek nuqte nehin ji derd-i xalî

ummî:
Ya zahid û sofî û feqîh in
Ew cahil û ummî û sefîl in
Bêmurşid û rehber û delîl in

vala:
Dil bûye mehellê işqê hala
Vî halî divê mehellê vala
Nîne eceb er bibêm hulûla

vebûyî:
Dergah vebû li ber wî hadir
Teyrê ko qefes li ber vebûyî
Ewreng-i firî wekî nebûyî

vekuştin:
Butxane bi agirî dişûştin
Ateşgede cumlekî vekuştin
Gava ewî dîn kir aşikara

veman:
Heryek bi cefayekê cegerxûn
Ew herdu, demek veman teheyyur
Bûn xerqeyê licceyê tefekkur

wefadar:
Mestîne ji destê min nigînê
Gava tu diçî ve ey wefadar
Evrenge ji min bibêje dildar

wehşî:
Hindî ko di heftiya hemel bûn
Ew zêde di wehşî û xebel bûn
Ew hefte li wan ko bûye salif

wekîl:
Elbette ji bo me ra ye faiq
Herçî ko wekîl e bêt û rûnit
Mewla kî ye xutbeyê bixûnit

wela:
Metleb ji wilayetê wî hal e
Daim ewî guft û go wela ye
Lêkin ewî cust û co bela ye

weled:
Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd

weledzina:
Geh edl e ji bo me kar û geh cewr
Herçend Bekir weledzina ye
Aşê me ji wî bi fetl û ba ye

welwele:
Feryad û fixan ji şehrî rabû
welwele û fixan û zarî
Bû zelzele û bezîn hewarî

weqf:
Dexlê di mezaliman dihêrin
Aşê me egerçi weqfê am e
Gewrî tejî garisê heram e

werte:
Zînê wehe gote Heyzebûnê
»Min dil bûye werteyek ji xûnê
Gava weko werte tête coşê

wez:
Ya ew bi meqamekê nezer dit
Nasih fekirîn ko wez û teqrîr
Nakin bi çu rengî nef û tesîr

wezîr:
Te digo ko dinê û axiret bû
Tacdîn weledê wezîrê dîwan
Mem jî xelefê debîrê dîwan

wezîrî:
Paşê ewî dê bikin muqerreb
Ev mîr û wezîriya cihanî
Ev begme gizîriya zemanî

wisa:
Mexlûb û mutiê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ecem li ser me rakir

xakî:
Menşûr kirin bi nûr-i pakî
Mestûr di nêv qubûr-i xakî
Ew dir bi xezîneyê siparin

xamûş:
Goyende hinek hinek di xamûş
Pûyende hinek, hinek di medhûş

xaric:
Yaqût bi bar û zêr bi xerwar
Xaric ji teedduda hisaban
Xariq li teqeyyuda kitaban

xaze:
Mawerd û zubad û misk û enber
Hindan dikirin meide xaze
Hindan dikirin dimax taze

xeberdan:
Sihdan nediket ji wî li erdan
Vêk ra dibihîst sed xeberdan
Goyende dibûn digel cemadat

xebîrî:
Meydana kemalê dîte xalî
Yenî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi teessub û eşîrî

xebîsî:
Bû cennetî û neçûye narî
Xellaq, xirabî û xebîsî
Bexşîne wî, cennetî nivîsî

xel:
Ew herdu ne ê di dest vemiştin
Ew herdu ne ê di xel dikuştin

xemgîn:
Xîzan û geda xenî û zengîn
Şadan û hezîn û şa û xemgîn
Êdî nedibûn ji hev muşexxes

xemnak:
Îrohe di misrê dil ezîz î
Sedcar hero li qelbê xemnak
Pîrahen-i sebir min te kir çak

xerc:
Hindî weko girtiyan tu berdî
Herçî ko ji bo xwe ra dikî xerc
Herçî di xezîneyan dikî derc

xesîs:
Sed car-i li hêviya herîsan
Xaric ji çevandina xesîsan
Fadil ji kerameta kerîman

xirabe:
Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi eleyhî û sealîk

xîret:
Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban

xîz:
Yexma kir genc bûne maşa
Xîzan hemî bûne mîr û paşa
Sed car-i li hêviya herîsan

xizm:
Yarê bi te ra bitin muwafiq
Sed xizmê di xain û munafiq
Qurban bike qet mebê mixabin

xuliqîn:
Belkî kiribit xeta û usyan
insan xuliqîn bi nuqs û nisyan
Sedcar-i ko zêde pirgunah e

xumîn:
Gava ko di wê ve kel bi ser ket
Weqtê ji xumê mezin bi der ket
Yenî ko ji kesreta sifatan

xur:
Mexlût-i wekî heyat û Kewser
Qeta çu nebû ne xur ne xwabek
Wan bîr nedihat-i nan û abek

xurde:
Bêhîle û xurde û temam in
Meqbûlê muamela ewam in

xurfe:
Dîtin di mehelle û zikakan
Her kuçe û xurfe û şibakan
Sed taze ciwan ji rengê serwan

xusûsiyet:
Yenî ko nufûs-i nîkisîret
Dehqan bi xusûsiyet hilînit
Wê daneyê xasseten biçînit

xwazgîn:
Bêperdeyî bo we ra qedîm e
Xwazgîn û wesait û wesîle
Herçî ko ji ba we bên cemîl e

xwelî:
Manend-i gulan libas-i ker kim
Ax û xweliyê bi ser xwe wer kim
Zulfan hemî ta bi ta bikêşim

xwemal:
Cezba tu revayî can li bal e
Surra tu fida yî ew xwemal e
Bawer te neyê li zulf û xalan

xwenas:
Dîsan ji me her tu me xelas ke
Ya reb me ji bo xwe ra xwenas ke
Ev seyr û sulûk û teyy-i menzil

xweşdeng:
Bûn cumle meşamê can muetter
Ramîşger û xweşnewa û xweşdeng
Şayeste û xweşqumaş û xweşreng

xweşreng:
Ramîşger û xweşnewa û xweşdeng
Şayeste û xweşqumaş û xweşreng
Hevdeng hinek bi sewtê sazan

xwezî:
Zindan bi me bûye baxê cennet
Xweziya ko li min xedeb kira mîr
Manend-i Memê bi xull û zincîr

xwînbar:
Teskîn dikit ev nigîn dilê jar
Dem dem ko didim di çeşmê xwînbar

xwirek:
Xwîna ji muxalifan dirêjî
Hetta xwirekê seyê şikarî
Heqqê elefê kerê di barî

xwişk:
Hon bo me di halî da edîl in
Xwişkek me hebû, ji rengê sorgul
Hilgirtiye wê ji bo xwe bulbul

yekrengî:
Rûhan qe nekir ji hev cidayî
Yekrengî sirfê alemê xeyb
Zahir dikir ittihadê lareyb

yekrû:
Laiq te bitin ev e şehane
Yekrû ne li nik te kufr û îman
Yeksû ne li nik te xuld û nîran

zal:
Teşbîhê belayê asimanî
Zala felekê li ber zebûn bû
Wê nav ji pîrê, Heyzebûn bû

zanî:
Sorgul geriyane zeferanî
Zanî ko perî di bêlibas in
Mehbûbê mehebbetê unas in

zava:
25. Zava bi edeb ko çû ji der dan
Zava bi edeb ko çû ji der dan

zebad:
Cam û qedeh û eyax û mexmer
Ev miskê zebad û ûd û mecmer
Mawerd û gulab û itr-i şahî

zebanî:
Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û şikrek
Xanî ko nehin bi qelbî zakir

zeberdest:
Tey kir li me ev nizaname
Ew betl-i dilawerê zeberdest
Ewwel kemera tehewwurê best

zebûn:
Teşbîhê belayê asimanî
Zala felekê li ber zebûn
Wê nav ji pîrê, Heyzebûn

zebûnî:
Zîn bû sebebê cunûniya te
Mîr bû sebebê zebûniya te
Mîr bû bi te ra xwidanterehhum

zelîl:
Mehrûm û sefîl û bênesîbek
Ez jî ji zelîl û bênesîbî
Zer bûme ji hicr-i endelîbî

zelzele:
Vê debdebeyê we kirine aşiq
zelzele rakirin xelayiq
Şehrî, ji muzekker û muennes

zemane:
Tacdîn digotin-ê ciwanek
Guhderzê zemane pehlewanek
Nesl û neseb û heseb eyan bû

zemanî:
Xelqê we dizanî ecnebî ne
Dayîneke wan hebû zemanî
Teşbîhê belayê asimanî

zengîn:
Herlehze bi lutfê sed gedayan
Zengîn dikitin bi destê himmet
Hikmet ew e nakitin çu minnet

zerrîn:
Danî û li wan veşar-i meşel
Yenî ko vekuşt çiraxê zerrîn
Wergirt-i ji nû libasê rengîn

zeyt:
Agir ji ruxê me herdiwan bû
Zeytê me û agirê me dîsa
Ber bû me we dil me pê eyîsa

zikak:
Yek cuz ji eqil qet nema wan
Dîtin di mehelle û zikakan
Her kuçe û xurfe û şibakan

zîn:
Saza dilê kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê işqê Zîn û Mem bit
Şerha xema dil bikim fesane

zina:
Bê cennetê edn-i cawidanî
Heywansifet em bikîn zina
Bêhûde di meskenê fenayê

zindanî:
Zindaniyê min te kî celîs e
Sewdaiyê min te kî enîs e«

zirna:
Mîr hat li ser wî hinde esker
Zirna û nefîr û kûs û mehter
Dadî li tebilxan û sazan

zîv:
Sifrê me yê sor e, aşikar e
Zîv nîne bibîn ko kemeyar e
Neqdê me mebêje kembeha ye

ziyan:
Ew şewq ji bo te ra zeban e
Ev pêht-i ji bo me ra ziyan e

zîz:
Danîn çi xeyal e ey dilefkar
Kanî li me aş e ya ne zîz e
Baxê wî bihar e ya peyîz e

zûyî:
Bêsebr î û bêsukûn û bêtab
Lewra xwe dikî bi zûyî pirtab
Napuxteyê eybeke temam e

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder