6 Kasım 2017 Pazartesi

Xebateka Etîmolojîk li ser Mewlûda Kurdî

Ew mesela bi dûr û dirêjî li vir hatibû îzah kirin.


— (Mewlûda Kurdî ~1470, Mela Hisênê Bateyî)

alem:
Ew hebîbê rohniya heft asîman
Herdu alem qalib ew ruh û rewan

alim:
Alimê sirra negotî der sudûr
Raziqê bêdestûpa û mar û mûr

av:
Nê hezaran salê çûne axîrî
Ew nebûbû Adem. hêj av û herî

ax:
Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
Çengekî axê ji wê qebra şerîf
Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

bab:
Jêrî Ednan ta ji Ebdullah guhest
Bîst û yek bab in, hemî rast û durust
Hin yekî Ednan û Med û hem Nezar

bar:
"Ma remeyte îz remeyte" goşîdar
Destê wî destê Xuda der kar û bar

bax:
Daniye pişta wî ew Nûra Ezîm
Paşê bir avête baxê Cennetê

bêhed:
Ey şefîê sahibê alayê hemd
Min hene bêhed guneh, nisyan û emd

bêheval:
Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal
Bêmîsal û bêheval û bêzewal

behr:
Behrê qudret , behrê îrfan in heme
Çûn ji behrê merîfet ew hate der

behs:
Behr û berr û şerq û xerbê alemê
Hate gêrran hêj ne behsa Ademê
Nê hezaran salê çûne axîrî

bejn:
Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn
Hulleê Cennet ji bejnê da firîn

bêmîsal:
Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal
Bêmîsal û bêheval û bêzewal

berê:
Tête heşrê ew digel xelqê berê
Yenî ba Pêxamberanî enwerê

biha:
Qebdeê bîne ji beydaê zemîn
Ew dilê erdê û hem husn û biha

biheşt:
Silsila wî ta bi Adem da û bab
Pêkve dê biçne biheştê bêhîsab
Ger divêtin hûn ji narê bin necat

bixwe:
Paşê bir avête baxê Cennetê
Xeyrî darê jê bixwe j her nîmetê

buxur:
Her kesê hazir bike ew yek team
Ba buxur û şerbet û qedrek temam

car:
Mislê rojê hatiye ew car felek
Hem teheyyur Adem û hindî Melek

cemîl:
“Ser hilîne, Adema, efwa Celîl
Bo te hat û rabe ey zîba cemîl,

cewab:
Der mezarê sehle lê redda cewab
Pirr kesan dîtin keramet û eser

cin:
Paşê avête çihar behrê mezin
Wî Xudayê “Layezalê” ins û cin

cuda:
Her yekî tesbîhekî xas û cuda
Daîma tesbîh dixwendin bo Xuda

çêbûn:
Hem ji Usman û Elî çêbûn eser
Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî

çêkirin:
Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz

çend:
Der „Seren" dibê bi erdê ket girî
Çend salan rohnîkê wî bûne herî

çeng:
Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
Çengekî axê ji wê qebra şerîf
Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

çi:
Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah.”
“Ez çi binvîsim bi ferman ya Îlah

çira:
Gazî ket îxwan û hilbêtin çira
Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul wera

dê:
Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî
Dergehê mîzgîniyan lê vebî

der:
"Ma remeyte îz remeyte" goşîdar
Destê wî destê Xuda der kar û bar

dergeh:
Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî
Dergehê mîzgîniyan dê lê vebî

dest:
Paşî hingî Xaliqê her sûretê
Çêkirî Adem bi destê qudretê

dilnerm:
Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan
Rehîm û Rehman, letîf û mihriban

dilovan:
Rehîm û Rehman, letîf û mihriban
Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan

dîn:
Daye me mîrasa Qurana Kerîm
Dînê me kir kamil û nimet-temam

dîtin:
Der mezarê sehle lê redda cewab
Pirr kesan dîtin keramet û eser

dûr:
Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr
Lew Melek têne temaşeyê ji dûr

e:
Lê me hêvî wasiq eez feqîr
Jêrê alaya te bim roja esîr

ehl:
Ummeta Ehmed nivîsî ehlê nûr
Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr.

emanet:
Hem ji pişta wî Quseyyê pak û saf
Ew emanet hate nik Ebdulmenaf
Hem ji nik Ebdulmenaf ew muxtefî

enî:
Çunkî bê emrê ji Adem bû zîhar
Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar
Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn

erd:
Hem kelî ew behr û kef da û dûxan,
Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz

erş:
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê Padîşahê Layezal

eser:
Hem ji Usman û Elî çêbûn eser
Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî

ev:
Qedrê Mewlûdê bizanin hûn kebîr
Hem ji bo Bekr û Umer hat ev xeber

ew:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm

ez:
Ez şefîê wî me roja mehşerê
Dê vexwit ew tasek ava kewserê

ezîm:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm

facir:
Hate eslabê butunî tahir e
Qet nebû yek jî, xerab û facir e

felek:
Mislê rojê hatiye ew car felek
Hem teheyyur Adem û hindî Melek

ferd:
“We Eleyke esselam û Rehmetê”
Bûye sunnet lew selam û redde ferd.
Cumle ehwal paşê hingê kirne erd.

ferş:
Hêj ne erş û ferş û kursî û qelem
Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem

filhal:
Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min
Teyrekî sipî hat û per malî di min

ger:
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

gotin:
Her wekî hatiye gotin bê hîsab
Lê neşêm bêjim jî tetwîla Kîtab

guh:
Serfê Mewlûda me yek derhem fere
Hemberê yek guhê zêrê ehmere
Fî sebîl-îllah bi bexşî her feqîr

guhdar:
Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî
Dergehê mîzgîniyan dê lê vebî

guneh:
Ey şefîê sahibê alayê hemd
Min hene bêhed guneh, nisyan û emd

gunehkar:
Destegîr û mustexasê herdu kewn
Bo gunehkaran penah û pişt û ewn

hatin:
Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn
Bû xezîne ew ji bo durra yetîm

hazir:
Her kesê hazir bike ew yek team
Ba buxur û şerbet û qedrek temam

hed:
Çûn di erdê da û pa û mayî mat
Pirr girî û xweş girî bê hed gelek

hêj:
Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem
Salîha tesbîh kirî nûra şikelf

hem:
Qedrê Mewlûdê bizanin hûn kebîr
Hem ji bo Bekr û Umer hat ev xeber

hember:
Serfê Mewlûda me yek derhem fere
Hemberê yek guhê zêrê ehmere
Fî sebîl-îllah bi bexşî her feqîr

heram:
Xakîpayê Ehmed ew Beyt-ul heram
Lew şerîf in Zemzem û rukn û meqam

herdu:
Ew hebîbê rohniya heft asîman
Herdu alem qalib ew ruh û rewan

hesûd:
Dafiê cumle hesûdê çavxerab
Der mezarê sehle lê redda cewab

heta:
Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr
Bû wekî durra sipî wê seatê

hêvî:
Lê me hêvî wasiq e dê ez feqîr
Jêrê alaya te bim roja esîr

hêvîdar:
Hêvîdar in em ji te, Şahê Kerîm
Îhdîna, ya Reb, sîratel musteqîm

heybet:
Nisfê ewwel dayî çavê heybetê,
Nisfê sanî dayî çavê şefqetê

hezar:
Ber tu ba da her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

hingê:
Bûye sunnet lew selam û redde ferd.
Cumle ehwal paşê hingê kirne erd.

hiş:
Sacîdû bê hiş kerî sed salî dî
Ez dizanim La îlahe îlla Tu yî

hişk:
Cumleê ehwalê alem bêş û kem
Wî nivîsî borî û hişk bû qelem
Ger divêtin hûn ji narê bin necat

hişyar:
Li yek hişyar bin nebête cergebez
Ger divêtin hûn ji narê bin necat

hûn:
Jêrê alaya te bim roja esîr
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

hurmet:
Hurmeta navê Muhemmed an Resûl
Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.”

îlah:
“Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah.”
“Ez çi binvîsim bi ferman ya Îlah”

îlet:
Rehmî nazil cumleê îlet dibit
Her cihê lê bête xwendin rehmet lê

ilm:
Her yekî westabû tê de çendî sal
Lê eded mes-pare ilmê Layezal .”

îman:
Ya Reb, îmanê dixwazin em mudam
Jêrê alaya Muhemmed wesselam

jê:
Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
Niveka dî çêkirin çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz

ji:
[[nê|Nê]] ji me [[sûc]] û [[xeta]] tên û [[sîtem]]
ji te [[îhsan]] û [[xufran]] û [[kerem]]

kamil:
Daye me mîrasa Qurana Kerîm
Dînê me kir kamil û nimet-temam

kar:
"Ma remeyte îz remeyte" goşîdar
Destê wî destê Xuda der kar û bar

ker:
Cewherek lê kir nezer ew bû du ker
Paşê Wî çêkir ji nûra namuwe

kerem:
Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî
Kijk e ya Sultan û bacud û kerem?”

kerîm:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm
Dînê me kir kamil û nimet-temam

kerr:
Bo xudanê zadî û bo hemnişîn
Her selatan dê bidin kerr û bîyîn

kes:
Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî
Dergehê mîzgîniyan dê lê vebî

ket:
Der „Seren" dibê bi erdê ket girî
Çend salan rohnîkê wî bûne herî

kursî:
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê Padîşahê Layezal

lewhe:
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê Padîşahê Layezal

malik:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm

mar:
Raziqê bêdestûpa û mar û mûr
Alimê sirra negotî der sudûr

mat:
Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat
Pirr girî û xweş girî bê hed gelek

me:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm
Dînê me kir kamil û nimet-temam

meknûn:
Ew dilê erdê û hem husn û biha
Zîneta meknûn="" û durra bê biha

melek:
Her cihê lê bête xwendin rehmet lê
Dê Melek bibin tijî wê menzîlê

meqam:
Lew şerîf in Zemzem û rukn û meqam
Sellî ya Rebbî ela xeyr-il wera

mezar:
Der mezarê sehle lê redda cewab
Pirr kesan dîtin keramet û eser

mezin:
Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
Xêrekî mezin ji bo hasil dibî
Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber

mîras:
Ew Xudayê malikê mulkê ezîm
Daye me mîrasa Qurana Kerîm
Dînê me kir kamil û nimet-temam

nar:
Jêrê alaya te bim roja esîr
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

nav:
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
Paşî bi ilhamê Rebb-êl alemîn

nazil:
Rehmî nazil cumleê îlet dibit
Her cihê lê bête xwendin rehmet lê

ne:
Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem
Salîha tesbîh kirî nûra şikelf

nê:
[[nê|Nê]] ji me [[sûc]] û [[xeta]] tên û [[sîtem]]
ji te [[îhsan]] û [[xufran]] û [[kerem]]

nebat:
Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat

nesl:
Seyyîd û hem serwerê nesla min e.
Çunkî bê emrê ji Adem bû zîhar

nîv:
Nûr ji piştê hate nîva cebhetê
Hin dibêjin hate tilya şahidê

pa:
Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat
Pirr girî û xweş girî bê hed gelek

pak:
Keb û Murre hem Kilab û hem Qusey
Hem ji pişta wî Quseyyê pak û saf
Ew emanet hate nik Ebdulmenaf

pêş:
Min divêtin bêne pêş min ew Melek.”
Hem bi fermana Xuda wê seetê

pif:
Pif kirî ruhê xu, ew bû nazenîn
Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn

pişt:
Bû xezîne ew ji bo durra yetîm
Daniye pişta wî ew Nûra Ezîm
Paşê bir avête baxê Cennetê

qebûl:
Hurmeta navê Muhemmed an Resûl
Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.”
Ger divêtin hûn ji narê bin necat

qeder:
Çûn ji behrê merîfet ew hate der
Qetre jêr werya bi ilham ew qeder

qelem:
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê Padîşahê Layezal

rast:
Jêrî Ednan ta ji Ebdullah guhest
Bîst û yek bab in, hemî rast û durust
Hin yekî Ednan û Med û hem Nezar

rehîm:
Rehîm û Rehman, letîf û mihriban
Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan

rehman:
Rehîm û Rehman, letîf û mihriban
Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan

rehmet:
Rehmî nazil cumleê îlet dibit
Her cihê lê bête xwendin rehmet

resûl:
Hurmeta navê Muhemmed an Resûl
Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.”

rewan:
Ew hebîbê rohniya heft asîman
Herdu alem qalib ew ruh û rewan

roj:
Rojekê ew der sucûdê bê mefer
Pirr girî û hem li erşê kir nezer

ruh:
Ew hebîbê rohniya heft asîman
Herdu alem qalib ew ruh û rewan

saf:
Şulê da tilyan û Cennet muncelî
Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf

safî:
Çengekî axê ji wê qebra şerîf
Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

sahib:
Ey şefîê sahibê alayê hemd
Min hene bêhed guneh, nisyan û emd

sal:
Hate gêrran hêj ne behsa Ademê
Nê hezaran salê çûne axîrî
Ew nebûbû Adem. hêj av û herî

seat:
Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr
Bû wekî durra sipî wê seatê
Xewte da der çûyî barê Cennetê

sebir:
“ihbitû minha cemîen” hate emr
Adema dî pêkve lakîn bi sebir

sed:
Ber tu ba da her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

sef:
Sef bi sef westane pişta wî Melek
Nazirê Nûra Muhemmed ew Melek

selam:
"We Eleyke esselam û Rehmetê"
Bûye sunnet lew selam û redde ferd.
Cumle ehwal paşê hingê kirne erd.

selat:
Bo xudanê zadî û bo hemnişîn
Her selatan dê bidin kerr û bîyîn

ser:
Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn

serf:
Serfê Mewlûda me yek derhem fere
Hemberê yek guhê zêrê ehmere

serxweş:
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
Paşî bi ilhamê Rebb-êl alemîn

sîma:
Ew kelîmê xweşnewayê çerxî tûr
Daxîdar im bo wî sîmayê bi nûr

sirr:
Alimê sirra negotî der sudûr
Raziqê bêdestûpa û mar û mûr

stem:
[[nê|Nê]] ji me [[sûc]] û [[xeta]] tên û [[sîtem]]
ji te [[îhsan]] û [[xufran]] û [[kerem]]

sûc:
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem

sultan:
Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî
Kijk e ya Sultan û bacud û kerem?”

sûret:
Paşî hingî Xaliqê her sûretê
Çêkirî Adem bi destê qudretê

şah:
Dît nivîsî „La ilahe-ille Ellah”
Ba Muhemmed ba Resûlellahê Şah

şahid:
Nûr ji piştê hate nîva cebhetê
Hin dibêjin hate tilya şahidê

şefî:
Ey şefîê darûyê her îlletê
Dîde û binahiya vê ummetê

şeq:
Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem

şerîf:
Lew şerîf in Zemzem û rukn û meqam
Sellî ya Rebbî ela xeyr-il wera

şerq:
Behr û berr û şerq û xerbê alemê
Hate gêrran hêj ne behsa Ademê

şeş:
Salîha tesbîh kirî nûra şikelf
Şeş mîet elf û çîhar û bîst û elf

şewq:
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

şîn:
Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat

şîn kirin:
Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat

şîrîn:
Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar
Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn

ta:
Min nediînane wucûdê ta bi ferş
Ne tu û ne Cennet û narê mezin.

taet:
Hem hidayet hem nubûwwet rîfet e
Taet e yazdeh şefaet temmet e

tas:
Ez şefîê wî me roja mehşerê
Dê vexwit ew tasek ava kewserê .

taze:
Mudrîk e paşî Xuzeym e, taze eyş
Hem Kenen e, paşî Nedr e, bû Qureyş

tê:
Fewqê Ednan ta ji Adem ixtilaf
Tê heye lew bi tifaq e ev mesaf
Jêrî Ednan ta ji Ebdullah guhest

temam:
Her kesê hazir bike ew yek team
Ba buxur û şerbet û qedrek temam

temaşe:
Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr
Lew Melek têne temaşeyê ji dûr

temîz:
Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
Erş û kursî û qelem lewhe temîz
Hate emrê Padîşahê Layezal

tesbîh:
Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem
Salîha tesbîh kirî nûra şikelf
Şeş mîet elf û çîhar û bîst û elf

tişt:
Herçî bînit, hindî tiştê xwarinê
Dê mubarek bit li ber vê xwendinê

vê:
Dê mubarek bit li ber xwendinê
Bête xwendin ger li yek sîkke-dîraf

wê:
Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf
Çengekî axê ji qebra şerîf
Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr

wesselam:
Ya Reb, îmanê dixwazin em mudam
Jêrê alaya Muhemmed wesselam

xal:
Asîmanê bê sitûn wî kir bedîd
Sûretê ba xal û xet wî aferîd

xaliq:
Paşî hingî Xaliqê her sûretê
Çêkirî Adem bi destê qudretê

xas:
Her yekî tesbîhekî xas û cuda
Daîma tesbîh dixwendin bo Xuda

xeber:
Qedrê Mewlûdê bizanin hûn kebîr
Hem ji bo Bekr û Umer hat ev xeber

xêr:
Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
Xêrekî mezin ji bo hasil dibî
Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber

xerb:
Behr û berr û şerq û xerbê alemê
Hate gêrran hêj ne behsa Ademê

xezîne:
Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn
xezîne ew ji bo durra yetîm
Daniye pişta wî ew Nûra Ezîm

xwarin:
Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar
Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn

xwe:
Wî kirî ba ismê xwe ber saqî erş
Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.

xweş:
Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab
Her yekî xweştir ji yarî bê hisab

ya:
Lew şerîf in Zemzem û rukn û meqam
Sellî ya Rebbî ela xeyr-il wera
Ma tesîrû şemsû fîssebîlulla

yarî:
Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab
Her yekî xweştir ji yarî bê hisab

yê:
Fexrê Îbrahîm û Îsmaîl û Nûh
Mustefa bawefa bafitûh

yek:
Serfê Mewlûda me yek derhem fere
Hemberê yek guhê zêrê ehmere

yekî:
Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab
Her yekî xweştir ji yarî bê hisab

yî:
Ez dizanim La îlahe îlla Tu ,
Ew Muhemmed hemberê îsmek bû

zaf:
Bête xwendin ger li yek sîkke-dîraf
Dê mubarek bin dera hin bêne zaf

zemîn:
Qebdeê bîne ji beydaê zemîn
Ew dilê erdê û hem husn û biha

zînet:
Ew dilê erdê û hem husn û biha
Zîneta meknûn û durra bê biha

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder