9 Şubat 2018 Cuma

Prag û Kafka

Di dawiya meha berfanbarê de rêya min bi ser Pragê ket, zêdetir min rêya xwe bi ser Pragê xist. Ez bo karê xwe çûbûm Awistiryayê, bajarê Linzê û hîn ku rêya min bi Ewropayê ketiye min çend ro li geşta xwe ya bo karê xwe zêde kirin û ez li çend paytextên welatên Ewropayê geriyam. Rojek min li Wiyanê derbas kir, dû re min berê xwe da paytexta Çekyayê, Pragê, min rojek li wir borand û di wir re jî ez çûme Berlînê. Bila beşên Wiyan û Berlînê mijara nivîseka din bin, ez dixwazim di vê nivîsê de qala Pragê bikim.
Prag, paytexta Bohemya ya berê ye. Hîn ku ez neçûme min gelek pesn û şayesandin di derbara wê de bihîstibû. Û ez ya ku di dawiyê de bibêjim niha de bibêjim ku ew bi rastî jî layiqî hemû ew pesn û şayesandinan e. Ez ji Linzê bi trênê çûme Pragê. Nêzî 5 saetan girt û bihaya xwe jî tenê 14 euro bûn. Fîrmaya Awistiryayê ya rêhesinan, li ser înternetê carcaran bîletên erzan (fiyata normal 36 euro ne) difiroşe û min jî bi vî  hawî erzan stand.

Mêzelê Cihûyan a li Pragê, di roja sebtê(pişiniyê) girtî ye
Jixwe ji xeynî pesn û şayesandinên di derbara Pragê de, Pragê bi hawiyekî din jî bala min dikişand ku ew jî bo Kafka bû. Prag bajarê ku Kafka lê çavên xwe li vê  dinyayê vekiribûn û li dû mirinê xwe re jî jê re bûbû war bû. Loma çir ku ez li Pragê peya bûm, min got ez herrim ser li gora Kafka bidim. Ji ber ku min ji berê de li ser nexşeyan(teknolojî tiştekî baş e) li binecihên ku min dil heye herrimê nihêrîbû, baştir bû ku ez siftê herim li ser gora Kafka bixim. Gava meriv li bajarekî xerîb dibe meriv pirr nawêre li taksiyê siwar bibe (min ew paşê piştrast kir ku ez hinekî şûn de qal bikim). Loma ez ji rawestgeha trênên bi peya çûm ser gora Kafka, lê wê ji saaeteke zêdetir girt. Mixabin, goristana Cihû yan a ku gora Kafka têde bû ne vekirî bû. Di rojên yekşeman de ji ber roja pîroz a Cihû yan girtîbû. Min tenên tableya ku dibêje "gora Dr. Kafka 250 m. wê de ye" dît û min nekarî ser li gora Kafka bixim.

Gora Kafka 250 m. wê de, lê deriyê mezelê girti ye
Bêyî ku ez bikaribim herime ser gora Kafka ez paş ve vegeriyam. Lê êdî nigên min li ber min nediçûn, li dû min dihatin. Loma min got ez li taksiyeke siwar bibim. Bîsteke şûn de min ji xwe re taksiyek dît û min got ku min bibe ser keleya Pragê. Lê  de were ku min re pereyên Çekan, Kron tunebûn û bi min re euro hebûn.  Loma min pirsî ka gelo nêzî çend euro pere bigire, got ez ê taksîmetre vebikim, lê ew ê nêzî 10 euroyan bigire. Min got de baş e û ez li taksiyê niştim. Ajovanê taksiyê gava ez gihandim meydana ber keleyê li taksimetreyê nihêrî û got hesabê me 25 euroyan dike. Min li taksimetreyê nihêrî, nêzî 220 koronên çekan digirt û wê jî li gor hesabê min dorê 10 euroyan digirt. Min got 25 euro zêde ne,wî got 20 euro, lê min tenê 13 euro danê. Wî di dû min de kire pilepil, lê min zêde devjenî nekir û ez li meydana li ber keleyê peya bûm. Li meydanê qerebalixeka balkêşa ji kinc û dilqên cûr bi cûr hebû. Min ewil fehm nekir, lê gava ez gihîştim ber  deriyê  keleyê hêdî hêdî ez  di meseleyê gihîştim. Wekî mihrîcaneke grûpên mûzikê meşa bandoyê dikirin. Ew ji min re bû rasthatin û surprîzeka gelek xweş. Min hinekî li wan temaşe kir û ez ketime hindura keleyê.

Meydana li ber Keleyê,rasthatineke xweş li bendiya min bû
Kele li ser girekî hatiye çêkirin û têde hema bêje hemû tiştên ku meriv demeka dirêj bikare têde debara xwe bike hebûn. Guman nîne ku ew bona parastin û xwe sipartinê wiha bi her çavkaniya jiyanê ve hatibû arastin. Têde bîra avê , dêreka bi heybet hebû. Li ser dêrê birceka gelek bilind hebû. Lê ji ber ku min roja berî wê jî xwe li Wiyanê xwe pir westandibû, çavên min nebirrî ku ez ji ewqas nêrdîvan bi peya derkevim ku ji jor de çav li ser Pragê bigerînim. Jixwe ji ser keleyê jî dîmeneka gelek xweş a raser Pragê re hebû. Ez ji keleyê derketim, li derve hîn jî meşa bi mûzîka ew komên mûzikê yên ku min behs kiribûn  berdewam bû. Min hinekî din lê temaşe kir û ez bi yeka wan re tev ji keleyê serejêr bûm. Em tev heta ber çemê Tûnayê daketin jêr. Di ber re jî min di navîgasyona telefonê xwe de mûzeya Kafka eyar kir û li gor rênimandina wê ez berjêr, heta ber çêm meşiyam. Di vê navberê de min çavên xwe li menzewreya xweş az Pragê jî digerandin.

Ji ser keleyê dîmena Pragê

Mûzeya Kafka
Mûzeya Kafka li kêleka çemê Tûnayê  hatiye çêkirin. Bîlatên xwe nêzî deh euro'yan bû. Min bîlata xwe kirî û ez ketime mûzeyê. Mûze ji du qatan pêk dihat û meriv di hêleke  re  diketê û di hêla  din re  derdiket. Jixwe Kafka ne di jiyana xwe de, lêbelê ji dû mirina xwe re navdar bûye. Loma gelek tiştên li dû wî mane an di demên taliya umrê wî de, an jî ji mirina wî şûnde ne. Çapên yekemînên kîtabên wî, destxetên ku ji bo hin daxwazan ji xwedankarê xwe re nivîsîne, hin destxet û nameyên ku ji destgirtiyên xwe re nivisîne tên pêşandin. Di 9-10 salên xwe yên dawî de wwî gelek caran bona nelirêbûna siheta xwe îzin standiye. Herwiha ji ber ku birêvebirê komelaya karkeran bûye wî raporên qezayên karkeran jî rapor kirine.
Resmê kêlê gora Kafka li mûzeyê

Çapa yekemên Tixtorê Gundewariyê, Hunermendê Birçîmanê, Veguherînê, Dadgehê li wir tên pêşandan. Nimûneyeka makîneya ku di "Koloniya Cezayê" de tê tearîfkirin jî hatiye çêkirin.

Jiyana Kafka jixwe tijî derd û  elem, êş û  azar e. Di roman û çîrokên wî de jî, di nemayên wî de jî ew bi hemû aşkereyiya xwe ve, xwe dide der. Lê meriv li wê mûzeyê yek ji tiştên herî xemgînê ku were serê dê û bavekî jî dibîne: Îlankirina mirina zarê xwe. Malbata Kafka merasîma mirina lawê xwe jî bi îlana rojnameyê îlan kiriye. Ew "êşa cegerê" ye, tim û tim dia dayikên me Kurdan e ku dibêjin "Xwedê êşa cegerê nede kesî". Lê de were ku edet û dûzena dem û dewranê ne wirg e.


Îlana mirin û merasîma mirina Kafka
Ez ji mûzeyê derketim û min xwe li der û dor û li ser pireya Charles xwe êgle kir. Carcaran gava min li dû xwe mêze dikir, li jor keleya Pragê bi hemû îhtîşam û heybeta xwe xuya dibû. Gelo Kafka bi dîmena  wê keleyê, romana xwe ya "Kele" nivisandibû? Belê çîroka Kele li cihekî xewle û rê û dirb pê nekeve diqewimî, lê di nivîseka ku di mûzeyê de dihat pêşandan de Kafka digot, li çîrokên min mexapin û mebêjiin ku ez li cih û warekî xewle mezin bûme, ez di navenda bajarekî wek Pragê de mezin bûme...

Ez di ser pirê re derbasa hêla din Pragê bûm û pê re jî  heyrana dîmena derûdora xwe dibûm..