25 Mart 2018 Pazar

Bihar li gund xweş e

Dara Bilxur
Dawiya hefteya çûyî li gund bûm. Çê ku ez li gund bûm û çend rojan ji kerb û hêrsa ku demeke der û dor li me girtiye û ji ezmana me belav nabe dûr ketim. Min ji rezpêçanê re yardim kir, bi xêra biharê me çend dar danan(daniştin). Darên tûyê ji berê paşê de li derûdora me baş digihîjin. Me heft darên tûyan danan ku ew ji berê de têra xwe gir bûn û bê şalê bigihîjin. Çend sal in ez ji berê zêdetir hez dikim daran danim û gihîştina wan bibîinim. Ez îna dikim ew hinekî bi salan re  eleqedar e. Hele ya bi xêr.

Mija darbişkokê
Dara mezin a di resmê kelekê de xuya dibe, dareke beriyê(pelûtê) ye. Salên wê çiqas in nizanim, lê berê paşê de, ez xwe zanim vir ve ew wek dara bilxur tê bi nav kirin. Di korta li jêr a di navbera min û wê darê de, berê çemek diherikî, lê niha ew çema miçiqî ye, êdî naherike. Berê gundiyên me dihatine li hindê wê darê, li kêleka çêm bilxur (savar) dikelandine, li hindê darê radixistine ber ro, hişk dikirine û dû re jî dibirine mal. Gava em mezin bûn, gihîştin, êdî bilxur li ber malan, di biroşan de dihat kelandin, lê tiştê ez qal dikim qe nebe 70 sal berê bûye. Ger ew dar ne li vir be, belku kes nizane ku berê tiştekî wiha li ber çêm dihatiye kirin. Loma dar û ber mîna hafizeyeke ne jî..   

Roya ez dikim ji gund vegerim mij û dûmaneke girtibû ser giş derî. Bavî min got ew mij û dûmana darbişkok bûye û biharî, gava ku dar dikin bişkoyên xwe bipişkivînin ew dûmana dibûye û bi xêra wê mij û dûmanê daran guliyên xwe vedikirine

22 Mart 2018 Perşembe

Çîroka WQFerhengê ya bo IOS'ê-2

navrûya nûrbar(collapsable) û lînkkirin
Çîroka WQFerhengê ya bo IOS'ê -1

5- Sazkirina navrûyan, sazkirina qutiyên peyvan, eyarkirina berahiya(firehbûn-tengbûna) qutiyan filan û bêvanan jî ez hinekî westandim, lê de di vê merheleyê de ya ez tewrî zêde westandim, çêkirina navrû ya nûrbar(collapsable) û çêkirina lînkan bû. Çend rojan ez bi çêkirina tabloya nûrbar, ango nûr dibe, li hev qat dibe re westiyam. Dawiya  dawîn, min bi alîkariya çend mînakan re ew navrûya jî çêkir. Paşê dor hate lînkkirina peyvana ku pêşdeçûn û paşdeçûna di nav lêgerînan de hêsantir dike. Vê  ez pir westandim. Ji ber ku navrûya wateyan ji tableview'ê pêk dihat û  di wê de jî label hebûn û labelan wek destpêk(default) lînkkirin nedikir. Lazim e ku meriv bixwe cihê tîkandinê bigirta û bi lînkên hatiye dane ve li hev bianiya. Ez çend rojan bo vê xebitîm, qismen min lînkkirin û lihevanîna lînkan pêk dianî. Lê wê baş randiman nedida. Ew jiş derdê min re nedibû derman. Loma hewce bi çareyeka din hebû. Axirî soxirî, min çareyeka din dît. Min qutiyeka tekstan(textbox) li her rêzika tabloyê zêde kir û bilindiya wê bi label'ê ve wekhev kir û lînk li ser wê dan. Ew ji derdê min re bû derman. Êdî bêyî ku ez pê re biwestim, lînk dihatin dan û gava ku dihatin tîkandin jî encam dihatin nîşan dan. Bona pêkanîna van herdu tiştan jî ez nêzî 15 rojan xebitîm. Lê axirî soxirî, êdî navrû hatibûn hazir kirin û êdî li pêş perdeyê gelek tişt temam bûbûn.

Mezinahiya ferhengê daket 95 MB'an
6- Gava navrûyên ferhengê temam bûn, bi saya lînkkirina peyvan pêşdeçûn û paşdeçûn hêsantir bû û performansa ferhengê hîn zêdetir zelal bû. Eyan bû ku performansa ferhengê ne rind  e. Belê, di simulatorê de ferhengê zûka bersiv dida, lê mihtemelen li ser cihêzên rastîn performans ê ewqas baş nebûya. Loma, min carekî din çav li SQL'ên xwe gerrand û hinekî sererastkirin lê kirin. Lê, dîsa perfromans ne bi dilê min bû. Hînga min ferq kir ku tabloyên min ên danegehê, ne fts(full text search) lê tabloyên normal bûn. Tabloyên fts performanseka pirr baştir didan, lê pê re mezinahiya danegehê jî gihîşt 160 MB'an.  Qe nebe, êdî ferheng gihîşt lezeka pir baştir. Ji wê şûnde ez ketim keftûlefteka kêmkirina mezinahiya danegehê. Lê wê jî ez gelek westandim. Min biryar da ku ez peyvên zêde tekrar dibin, kod(encode) bikim û wirganî têxim danagehê, gava derxime hember  bikarîner jî ji wê kodê şûnde vereşînim(decode). Jixwe karûbarê ku ez lê dixebitim ne tenê ev bû, di ber re hin kar û barên din hebûn û demeke jî ez bo karê xwe  çûme Awistiryayê. Loma ew şixula bi derengiyê ket. Lê di ber re ez pê re êpê mijûl bûm. Nêzî mehekê ez bo wê xebitîm û taliya taliyê mezinahiya danegehê daket 90 MB'an. Ew jî kêmkirineka muhîm bû.

7- Êdî, hêdî hêdî ez ber bi dawiyê ve dihatim. Lê Apple'ê hertim digot hele yaweş, ka em ê hîn çi ecêban derxin pêş te. Bo endambûna programa pêşvebirinê (Developer Program) Google jî pereyan distîne. Lê tenê bo careke 40$'î distîne û êdî hewce nake meriv pereyan ramedîne. Lê Apple 90$'î distîne û ew jî tenê bo saleke, ango meriv mecbûr e salane 90$'î bide. Lê min niyet hebû ku ez va ferhengê dewlemend bigihînim ber destên Kurdîhezan. Min xwe li endamiyê qeyd kir û xwe da bendiya pesendkirina wê. Çend rojan şûnde, nameya qebûlbûna endamiyê ji min re hat. Ew merhaleya jî li dû ma.

8- Dîsa ji hêla belavkirina bernameyên de meriv Google û Apple'ê li hev qiyas bike, ferqeka wihanî heye: Meriv di Androidê de dikare .apk'ê bi her hawî bigihîne cihazê xwe û bi qebûlkirina şerta "pêbaweriya bernameyên ji kesê sêyem(third party)" re dikare wan li telefonê xwe saz bike. Lê di Apple'ê de gerek meriv telefonê xwe bi USB bi Mac'a ku Xcode lê dixebite ve girê bide û di ser XCode'ê re li telefonê xwe bernameyê saz bike. Jixwe gava sazkirinê jî çend gavên ku bêyî girêdana telefona bi Mac'ê ve meriv nikare aplîkasyonê saz bike jî hene. Ji ber ku telefonê minê IOS tunebû vê rê li ber min digirt ku ez bernmayê li ser telefonekî rastîn biceribînim. Eger ne şertên ewlehiyê tunebûna min ê bername hazir bikira û bişanda çend hevalan ku wê biceribînin. Lê dîsa jî ez timûtim dudil dibûm, gelo ez bernameya xwe li ser telefonekî rastÎn nec
eribînim performansa wê baş bibe? Gelo ew şaşiyan nede? Gelo ew lêgerînan bilez û bez encam bide filan û bêvan...  Vê dudiliya carcaran bi min dida gotin ku ez Iphone'ekî kîre bikim. Heta li ser înternetê ez çend caran lê geriyam jî, lê paşê min de ez carê wiha biweşînim. Ya hero, ye mero...

9- Serêşiyeka din a dû re, çêkirin û bikaranîna sertîfîkayan bû. Bo IOS'ê du sertîfîka hebûn. Yek ya çêkirina bernameyan(IOS App Development), ya din jî bo belavkirina bernameyan(IOS Distribution). Min ji ber ku dikir li ser tu cihêzên rastîn ceribandinan nekim, min dikir sertîfîkaya bo birêvebirinê bi kar neînim. Min dikir sertîfîkaya belavkirian bernameyan bi kar bînim. Lê bi dêv ewqas hêsan bû. Heta ku min karî sertîfîkyan li ser Xcode'ê bidim qebûlkirin, bidim pesendkirin, tîtika heniya min qelişiya. Ez çar-pênc rojan tenê bo vê dixebitîm. Lê ew jî tenê bo çend şaşiyên biçûk bûye. Di vê navberê de ez dîsa tim û tim dudil dibûm, gelo ew ne ji ber neceribandina li ser telefonekî rastîn e, an na? Lê bi çareserkirinê re ez ji dudiliyan filitîm.

10- Axirî soxirî, dawiya dawîn, hemû problem çareser bûn û tenê barkirina li ser Itunes'ê ma. Dîsa bi xêra xêrxwazên li ser Înternetê bi hûrgilî barkirina li ser Itunes'ê vedibêjin min ferheng li Itunesê bar kir. Ki dû pesendkirinê re, min lînk ji çend kesan re şand ku biceribîne, şikur tu şaşî derneketin û tirsa min nehate serê min. Lê ji dû ewqas serêşiyên ku IOS'ê dabûn min re, min navê bernameyê şaş nivîsandibû. Quzilqurta Itunes'ê nahêle ku meriv navê jî sererast bike. Lazim e meriv bo wê versiyoneka nû derxîne. Ka hele ez ê binihêrim.

14 Mart 2018 Çarşamba

Çîroka WQFerhengê ya bo IOS -1

WQFerheng ji pênc salan vir ve ye di xizmeta Kurdî û Kurdîhezan de ye. Siftê min di dawiya 2012'an de versiyona bo Androidê çêkir. Dû re versiyona wê ya bo Wîndowsê hat xwestin û min versiyona bo Windowsê hazir kir. Ji serî de, ji dema ku min WQFerheng weşand vir ve, versiyona bo IOS'ê jî dihat xwestin, lê min her car zext û zorên bo wê li mixatebên xwe bi bîr dianîn û min digot mixabin ew bo niha ne mimkûn e. Lê her ku min digot jî diltengiyek li min peyda dibû, ji ber ku min dewlemendiya ferhengê pirr rind dizanî û min nedixwest kes jê bêpar bimîne. Min ji der ve, ew li daxwazkeran vedigerand, lê li cem xwe di ber re jî hewl dida ku wê çê bikim. Lê  zêde nediajot, nediçû serî û min dev jê  berdida. Ji ber ku birastî jî Apple'ê li ber meriv gelek astengî û zehmetî derdixistin. Tu li  yekî dibuhiryayî, li ya din diqeliviyayî. Vê çîrokê wihanî heta payîza çûyî, payîza 2017'an ku min carekî din WQFerheng nû kir domiya. Dîsa gelek daxwaz bo wê  hatin û êdî min biryar da ku carekî din hewl bidim û her çi tiştê ji dest min tê  bikim ku vê ferhengê bigihînim ber destên IOS'çiyan..

Programsazî tiştekî çiqas bi kêf û zewq e, ewqas jî b zorî û zehmetî ye. Lê kêfxweşî û bextewariya ku ji dû van zorî û zehmetiyan re tê jî bêhempa ye û berdêla hertiştî ye. Lê, yeqîn ew ne wekî di fîlman de  tê nîşan dan e. Çend rojan berê li ser Twitterê rastî vidyoyeke hatim ku sêwirandina programsaziyê ya aqilê milet de û ya di rastiyê  de nîşan dida;


Birastî jî, di dema kodnivîsandin û programsaziyê de, meriv pircaran  tenê di dor şaşiyeka bona xaleke, an jî nuqtebireke(;) dihere û tê, deh caran çav lê digerîne, sedcarî debug dike, hezarcarî bernameyê digire û vedike, lê axirî soxirî pê dihese ku ew tenê ji ber kêmasiya  tiştekî pir biçûk, ji ber xalekê, nuqtebirekê û hwd. bûye. Lê ya ku di dest meriv de dimîne, pirç û porê rûçikandî, şor û sixêfên ku ji devê meriv daweriviyane.

Çêkirina versiyona IOS'ê jî carcaran wiha bûbû. Jixwe min berê jî, ji ber van zor û zehmetiyan, hîn di serî de dev jê berdabû. Lê vê carê min qerar dabû herçi tiştê ji dest min dihat min ê bikira;

1-Hewcedariya ewilîn bidestxistina kompîtereka Mac bû. Apple'ê nedihîşt ku meriv ji xeynî Mac'ê li cihekî din bernameyan bo IOS'ê çê bike. Loma gerek min Mac'ek peyda bikira. Lê, de were ku tu kesî minê ku 9-10 hezar TL bide Mac'ekê tunebû. Loma, ya hêsantirîn sazkirina Virtual Machine (Kompîtera Mecazî)'ekê bû. Berê jî min çendcaran ceribandibû, lê nekaribû bibim serî. Şikur kar û bar li rê çûn, jixwe bi xêra xêrxwazên ku pisporî zanyariyên xwe li ser înternetê belaş û xêra bavan berpêşî me kesên li dû şopa wan agahiyan digerin dikin. Li vê lînkê sazkirina KM(Kompîtûra Mecazî)'yê bi dûr û dirêjî dihat salix dan. Virtualbox û .iso ya bona sazkirina makîneyê jî li herdu lînkan dikarîn bên peyda kirin. Min herdu daxistin û ji dû çend ceribandinan, ji dû çend sazkirin, jêbirin û vesazkirinan re karî makîneya xwe ya mecazî bi gerrê bixim. Axirî soxirî, Mac'a min a ewilîn hazir bû. Êdî ew merhela ya ku heta wê rojê ez dihatim li ber disekinîm, li dû mabû. Birastî min bawer nedikir ku ez ê wiha bi firek av re li vê astengiya ku li ber min mîna çiyayan xuya dibe biborim jî.

Virtualbox a Oracle'ê heqîqeten jî sihêrbazeke
Mac'a min a ewilîn, herçiqas mecazî be jî
2- Dû re dor hat hazirkirina halet û hacetên bona nivîsandina kodan, çêkirina bernameyan bû. Li ser Mac'ê bi Xcode'ê  kod dihat nivîsandin. Min ew ji Apple Store'ê daxist û li ser kompîtorê saz kir. Dîsa bi çend sazkirin û vesazkirinan. Lê, Karwan êdî bi rê ketibû, rê yekcaran di dor xwe re viz dibû jî, axirî soxirî pêş de diçû.

3-  Paşê dor ya kodkirin û çêkirina bernameyê bû. Min berê bi C#, bi C++, Java, Asp.Net, Visual Basic'ê bername çêkiribûn, lê quzilqurta Objective C'yê tev cida bû. Esasen, Apple'ê zimanekî nû yê pêşxistina bernameyan a bi navê Swift dabû nasandin, lê ez paşiyê re pê hesiyam. Careke min bi Objective C'yê dest pê kir û min got ez êdî bi wî zimanî bidomînim. Lê Apple'ê mîna her tiştî di vê de jî ji meriv re têra xwe zikêşî derdixistin. Di mêratê zimên de, her tiştî bi quzilqurta "NS"'ê dest pê dikir. NSString û NSInteger û NSArray û NS filan û NS bêvan, NS nizanim çi ziqum... Temam me qebûl e, bila kilîdpeyv(keyword) wiha dest pê kin, bila meriv di seriyê her nasandina(define) guherokan(variable) de xweliya "NS" li serê xwe bike, lê heyra ew peyvrêziya(syntax) we ya li dinyayeka din çi ye? Tu li kîjan zimanî binihêrî meriv bi xalê(.) bang li taybetmendiyên(property'an) sinifan dike, lê di objective C'de dîsa cidatiyek heye ku quncikparantez([]) kirine belayê  serê meriv. Bi ser de jî, bangkirina metodan, afirandina guherokan û hwd. ezyatek in li serê meriv. Lê, hêdî hêdî ez lê elimîm û lê banîm. Jixwe nezanîna kurterê yên Mac'ê jî ez têra xwe diwestandim, lê kelek bi ser avê ketibû û geh pêş de geh paş de digerî.

XCode û zimanê Objective C
4- Piştî ez hinekî êdî li peyvrêzî û zimanê Objective C'yê elimîm gav bi gav di nav kodkirin û pêşvebirina bernameyên de çûm. Di versiyona Androidê de min çavkaniyên peyva wek tekst hazir kiribûn û Danegeh(Database) bi sazkirina bernameyê re, li ser cihêzan dihat afirandin. Lê di IOS'ê de meriv dikarî DB'yê hazirkirî têxe nav bernameyê. Ew ji bo min jî baştir xuya dibû, ji ber ku wê him bi şixulandina siftê re demek digirt him jî carcaran dibû sebeba şaşiyan. Min di vê derbarê de dest bi lêkolînan kir. Şikur ku înternet heye û têde têra xwe jî xêrxwaz hene. Min li vir çavkaniyek gelek zelal û fesih dît, ka meriv ê çawa bikaribe di IOS'ê de danegehê bi kar bîne.  Ji dû hinek xebat û lebat re min sinifa xwe ya danegehê bi rê ve bibe hazir kir. Û dor hat çêkirina DB'yê ceribandinê. Lê de were ku dîsa rêgiriyek derkete pêş min. Min dikir DB'yê ji dosyeyên .csv çê bikim, lê .csv'yên li Windowsê hatibûn qeyd kirin, li Mac'ê nedihatin, ji ber ku ew bi kodkirineka din bûn. Ji dû lêgerînên dûr û dirêjên li ser Google'ê re, dîsa Google bixwe gihîşte hawara min. Gava meriv .csv li ser Google Spreadsheet'an qeyd dikirin û ew li Mac'ê dadixistin, Mac'ê êdî bêyî problem ew nas dikirin û bi serkeftin di DB'yê SQLite'ê de qeyd dikirin. Bi vî hawî arîşeyeka din li dû ma û min DB afirand, SQL'ên bo bijartin û lêgerînan hazir kirin. Van tiştên min li jor qal kirin nêzî 15 rojan girt. Êdî li ser ferhengê lêgerîn û bijartina sernavan dihat kirin. Bila gavên dû re bimînin beşeka din.
Çêkirina Danegeh(DB)'ê ya li ser Terminal a Mac'ê

Google dermanê gelek deran e. Csv bi xêra wê ji Windowsê ber bi Mac'ê ve


Çîroka WQFerhengê ya bo IOS'ê -2