24 Nisan 2018 Salı

"Muzmehil" û li dû şopa gotinên wenda

Çend roj in ez li dû peyveka ku min nedikanî di ferhengan de bibînim bûm. Ji ber ku min bi xwe jî ew pir bi kar tîna, lawê minê pênc salî jî carcaran ew bi kar tîna û vê ez pê re pir kêfxweş jî dikirim. Peyva ku ez lê digeriyam "muzmehl" bû. Gava tiştek xirab dibe, pîs dibe, ji hev dikeve em dibêjin "te ew mûzmehl kir". Ez li Googlê bi gelek varyantan lê geriyam. Ji ber ku ew zêdetir wek "mizûmehl" li ber guhê min diket, min siftê varyantên wê ceribandin. "Mûzmehl", "Mizûmehl", "Mizûmal", "Muzmahl", "Mûzûmehl" nirç..Ez bi alfabeya Erebî jî lê geriyam lê min nekarî bibînim.  Min li mehneyên mihtemel mêz kir, belku ez wiha bibînim, lê dîsa nirç. Çend roj in her ku dihat bîra min ez lê digeriyam, min şûna tîpan diguhert, şebqe datîna ser herfan, min çi dikir nedibû.

Duh êvarî ez carekî din lê geriyam, min nikarî bibîn. Paşê min, haşa we, çû ku aveke birijînim û paşê herim rakevim. Lê berî raketinê min got ez carekî din li bigerim. Û tirîng!!!, derket. Jixwe li vir sererastkirina Google'ê ya ku min li vir qal kiribû, rê li ber min vekir. Ez wek "muzmehl" geriyam, lê Google'ê got ku gelo mebesta te ne muzmahil bû. Min di dilê xwe de got dibe ku û lê tîkand û êdî rê li ber min vebû. Êdî min boçika bi dest xistibû.Peyv ji Erebî hatibû nav Kurdî û Tirkî û koka wê "مضمحل" bû. Min koka peyvê dît êdî min dikarî ji wir de şopa varyanta wê ya Kurdî biajom. Jixwe "a" ya di Tirkî de pirr caran dibû "e". Loma min ew wek "muzmehil" guhert, aha!!. Jixwe ew di "Mem û Zînê" de hebû û heta niha neketibû nava ferhengan.

"Ew şems û qemer ku mettesil bûn

Der’hal bi pêkve muzmehil bûn"


Ew li hin deran wek "mizmehil" jî hatibû transkrîbe kirin. Lê "ض"(dad)'a Erebî herfeke wer bû ku carcaran wek "d", carcaran wek "z" derbasa Kurdî dibû. "mirad-miraz", "hadir-hazir", "hidur-hizur". Loma ew li hin deran wek "mudmehil" jî hatibû transkrîbe kirin. 

"Ew Şems û Qemer ko muttesil bûn. 

Derhal bi yek ve mudmehil bûn"    

Axirî, mîna ku ez tiştekî xwe yî wenda ji dû lêgerîneka dûr û dirêj şunde bibînim, ez kêfxweş bûm. Min ew li ser Wîkîferhengê jî zêde kir. Lê ya ku ji vê hewldanê re bûyî guhar û kete guhê min ev bû ku, hîn xebateka dûr û dirêj ji me re lazim e ku em mîrata xwe ya ku mîna pirtên kayê di nav ava behran de belav bûye li hev kom bikin û li wenda bûne xelas bikin.

23 Nisan 2018 Pazartesi

Kifşkirina Amerîkayê ya ji nû ve û lihevanîna peyv û biwêjan

"Ji-nû-ve-kifşkirina Amerîkayê", Wek tê zanîn gotineka wiha heye. Kesên ji Trikî aşîne ya vê gotinê dibe ku bibêjin ew ji Tirkî hatiye nav Kurdî, lê ew di gelek ziaman de li kar e. Wek mînak gotina "Rediscovering America" yekeyek beramberê wê ye. Di îngîlîzî de gotineke zêdetirr tê bi kaar anîn heye ku ew jî "re-inventing the wheel", ew jî "ji nû ve vedîtina tekerran" e. Ew ji bo kar û barên ku ne hewce ye ji nû ve, ji sêrî de, dîsa, carekî din bên dubarekirin tê gotin. Angomeriv careke rêyek kifş kir şûnde , hewce nake meriv eynî cefayî carekî din bikîşîne. Meriv vê gotinê gelek caran dibêje, heta li pir kesan dike şîret jî. Lê carcaran meriv encax, ji dû ku gihîştiye paşiya rêya xwe re pê dihese ku meriv bixwe cefayekî eynî, cefayekî berê hatiye kişandin, carekî din û bi zehmeteka zêdetir kişandiye. Ma ne ku tê gotin Amerîka berî Kolomb jî hatiye kifş kirin. Dibe ku teker jî li cihen cuda yên dinyayê careke zêdetir hatiye vedîtin.

Metoda C#'ê bo Damerau-Levanshtein
Çend roj berê ez pê hesiyam ku di xebeata li ser Wîkîferhengê de min jî cih bi cih Amerîka ji nû ve kifş kiriye, ez carekî diin bi dû vedîtina tekeran ketime. Li vir min qala xebateka xwe ya  li ser li hevanîna peyv û biwêjên Wîkîferhengê kiribû. Min xwestibû ku ez  peyv û biwêjên ku mebesta wan yek e, lê di navbera de ferqeka biçûk heye li hev bînim û wan wek binêr bi hev ve girê bidim. Min jê  re gelek algorîtma hazir kirin ku wan li hev bînim, li vir hewce nake ez carekî din bi dûr û dirêjî qala wê meseleyê bikim, ji ber ku min di lînka daye de qala wê dibe. Lê demek berê ez pê hesiyam ku min teker ji nû ve kifş kiriye, ez siwarê kelek û gemiyan dîsa ber  bi Amerîkayê ve bi rê ketime.

Biwêjên lihevaniyî.
Bona lihevanîna peyv û hevokên wekhev, berê jî lînguîstan xebat kirine. Wan jî hewl daye ku peyvên dişibin hev rêz bikin û dûrbûn-nêzikbûna wan kifş bikin. Ango Amerîka ji berê de kifş bûye, teker ji berê de hatiye vedîtin. Matematîkzanê Soveyetî Levanshtein di 1965'an de teoriyek li ser vê danasandiye. Wî xwestiye ku dûrbûna di navbera du peyv an hevokan(rêzetîp) de, bi hejmara hewceya sererastkirinan kifş bike. Ango eger meriv bi sererastkirineka tenê re du  rêzetîptan bikare wekhev bike dûrbûna wan 1 e. Egerna, meriv du rêzetîpan bikare bi du sererastkirinan wekhev bike, hînga dûbûna wan 2 ye. Wî bi teoriya xwe xwestiye ku algorîtme û modela vê dûrbûne der xe. Teoriya wî paşê ji hêla Frederick Damerau ve jî hatiye pêş xistin. Îro ew teoriya wan di gelek tiştan de tên bi kar anîn. Wek mînak gava te lo Google'ê tiştek nivîsand, Google ji te dipirse, ka gelo mebesta te bi rastî ev bû. An jî bo sererastkirinan tê bi kar anîn.

Werhasil, min metoda Levanshtein bo lihevanîna peyv û biwêjan carekî din bi kar anî û peyv û biwêjên ku mebesta wan yek e, lê di navberê de cidatiyên hindik hene li hev anîn û ji dû çavlêgerandinê re ew guhertinan li ser Wîkîferhengê kirin. Ez ê wê metodê bo hin mebestên din jî bi kar bînim. Bo çêkirina bnr'an û hwd.