27 Temmuz 2018 Cuma

Kurmê Qurix

Xûyekî merivan heye ku qet ji hal û rewşa xwe ya ku di halê hazir de tê de ye razî nabe. Çavekî xwe li pêş, çavekî xwe li paş e. Çavekî xwe li rojên li dû mayî, çavekî xwe li rojên li pêş dinihêre. Destekî xwe li dû tiştên li dû mayî dipalikîne, destekî xwe li tiştên pêş digere. Jixwe dem û dewrana jiyanê jî li ser vê. Çerxa felekê her dem fetl û gerr û dewran e

Ew ji dewr û zemanên berê ve wihanî ye. Zivistanê çito rojên bi sar û seqem tên hêjmartin(hêncartin), havînê jî rojên bi germ û kelekel tên hêjmartin. Çileyê zivistanê, çileyê pêşin, çileyê paşin, Şeva Yelda, Şeva EnterKetina Kozan(cemre), roj bi roj tên hêjmartin û axira axirê bihar mizginiya xwe dide û xwe li erd û ezmanan belav dike. Paşê havîn dest pê dike û meriv vê carê jî dest bi hêjmartina rojên havînê dike. Havîn li gor hesabê Kurmancan, Kurdan di 13'ê Hezîranê de dest pê dike û Qurix di 56'yê havînê de heltê.  Çêtir e meriv bêje êdî li ezmên xuya dibe. Jixwe stêrk tim li ezmên in, roj di saleke de li hemû ezmanê digere û li gor vê gerînê 12 birc çê dibin û gava ku roj li talê kîjan stêrkan, komên stêrkan tê, ew stêrkan bi roj li ezmên ên û ji ber roniya rojê xuya nabin. Qurix di orta Gulanê de digihîje ezmana bi roj û heta Gelawêjê xuya nabe. Li gor hesabê ku me li jor got, Qurix di 56'ê havînê de ango (13'ê Hezîranê+56 roj ) 8'ê Gelawêjê de hiltê. Min bi bernameya CyberSky'ê rûyê(screenshot) ezmana 8'ê Gelawêjê girt. Da ku stêrkek li ezmên xuya bibe, gerek nêzî 40-45 pênc deqîqeyan li ber rojê li ezmên be. Di wê rojê de Qurix li 03:49'ê li aso xuya dibe, roj jî di 04:41'ê de li aso xuya dibe. Ango di navberê de nêzî 50 deqîqeyan ferq heye û meriv êdî dikare Qurix bibîne. Di 8'ê Gelawêjê de êdî Qurix her ku dihere ji rojê zûtir heltê û êdî her ku dihere li ezmên bilind dibe.

Roj hiltê: 04:41
Qurix hiltê- 03:49

Me şorr dirêj kir û em ji mijara xwe dûr ketin. Belê, mijara me Kurmê Qurixê ye. Wek min di vir de jî qal kiribû hilhatina Qurix ji berê de pirr girîng bûye. Wek mînak, di serdema Misiriyên Kevnare de salê bi hilhatina Qurixê re dest pê dikiriye. Li cem me Kurdan jî girîngiyeka hilhatina Qurix heye. Loma elamet û nîşanên wê girîng hatiye girtin. Gava hilhatina Qurix nêzik dibe kurmikek dest bi çirreçirrê dike û bi wî re dibêjin Kurmê Qurix. Min kurm hîn bi çavên serê xwe nedîtiye, lê di van rojan de ew kurma dike çirreçirr û xebera hilhatina Qurix dide. Ger hûn dengê wî meraq dikine a ji we re denga w î jî. Niha min sewt bîst rojeke ku min bi çavên serê xwe dît, em ê bejn û bala wî ya tenik jî daînin vir.

 
Kurmê Qurix, li nav rêz


Bonus: Monika Celîlî, Xewxeya Stêrkan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder