4 Ağustos 2018 Cumartesi

Çend Hejmarên di derbara WQFerhengê de

* Jimara Peyvan: WQFerheng cara ewil di Mijdar a 2012'an de li Google Playê hat bar kirin û bi wê versiyona xwe ya ewilîn re tê de nêzî 135.000 peyv û sernav hebûn, lê îroj nêzî 6 salan şûnde hejmara sernavên têde gihîşte 475.000'an. Di versiyonên siftê de tewrî(herî) zêde peyvên Tirkî hebûn, lê Kurdî gav bi gav, pê de pê de, sal bi sal zêde bû û serdestî bi dest xist. Dû re hejmarên Îngîlîzî, Almanî, Farisî bi her versiyonê re hinekî din zêdetir bûn. Axirî salaçûyî Erebî jî ji 44.000'an bihurî, êdî bo wî zimanî jî WQFerheng bû çavkaniyeka girîng. Zêdebûna hemû peyvan û li gor zimanên cida dikarin li jêr wek grafîk bên dîtin. Ji ber ku hejmarên ziman bi ziman ên çend versiyonên ewil li cem min hazir nînin (ez bibêjim île bibînim, ez ê îla li cihekî bibînim, lê ne ewqas muhîm e) hejmarên ziman bi ziman dikarin ji demeke şûnde bên dîtin.
Zêdebûna peyvan li gor zimanan, bi versiyonên Nû re

* Peyvên Wergerandî: Jimara peyvên wergerandî, ango peyv û gotinên ku di beşa Wergerê de li zimanên din tên wergerandin, bi zêdebûna peyvên di zimanên din re zêdebûn. Ango her ku peyvên di zimanekî de zêdebûn, min bi lihevanînan robotan, di beramberên Kurdiya wan de, di bin beşa wergeran de wergerên wan jî zêde kirin. Lê, ji ber ku min ji 20104'an vir ve hejmarên wan qeyd kirine, li jêr  tenê guherîna(baştir zêdebûna) jimarên wan ên di 4 salên dawî de dikare bê dîtin.

Zêdebûna hejmara wergerandinan ên bo peyvên Kurdî, bi versiyonên Nû re

* Hemû Daxistin:  Ji weşandina wê ya siftê vir ve WQFerheng 166.000 caran zêdetir hatiye daxistin û WQFerheng niha li ser 11.5000 cihazan zêdetir saz kiriye. Di van sazkirinan de para mezin ji Tirkiyeyê ye. Ji nîvî zêdetira hemû sazkirinan ji Tirkiyeyê. Dû re bi xêra diasporaya Kurdan a li Almanyayê ji Almanyayê, dû re Kurdistana Iraqê,  dû re Kurdistana Rojava, dû re Kurdistana Rojhilat tê ye. Ez dixwazim yek bi yek lê hûr bibim.
Daxistinên rojane û 2016'an şûnde bikarînerên aktîf 


 ***Kurdistana Bakur û Tirkiyê: Di sala siftê de, WQFerheng hêdî hêdî popûlar dibû û pê re jî hejmara daxistin rojkî zêde dibû, di orteya 2013'an de daxistinên rojane di ser 100'î re bûn û jê nêzî 80-90'î ji Kurdistana Bakur û Tirkiyeyê bû. Lê dû re, ew her ku çû kêmtir bû. Jixwe sebebên kêmbûnê pirr bin. Têrbûna bazara mebest dibe; Jixwe jimara kesên mihtemelên ku ferhengê daxînin jimareka diyar e. Gava daxistin nêzî sînorên xwe, jimar a diyar bibin, daxistinên rojane jî ê kêmtir bibin. Bi min, sebeba bingehîn a kêmbûnê ev e. Ji xeynî vê: firehbûna bazara ferhengan li ser Google Playê (zêdebûna alternatîfan), zext û zor ên ku li Bakur li ser Kurdî zêde dibin û hwd. dibe ku sebebên vê kêmbûnê bin.
Daxistinên rojane û bikarînerên aktîf
Daxistinên mehane 

*** Kurdistana Başûr û Iraq: Çend salên pêşin WQFerheng li Kurdistana Başûr gelek popûler bû. Heta orteya 2013'an rojane sazkirin dora 30'î bû. Lê dû re li wir jî pêde pêde kêm bû û niha rojane dora 10 sazkirinan lê pêk tê. Sazkirinên aktîfên li ser cihazan li dor 1000'î ye, ew heta nêzî 2.000'an zêde bûbû, lê ji 2016'an vir ve derdora 1000'î ye.

Daxistinên rojane û bikarînerên aktîf
Daxistinên mehane 









*** Kurdistana Rojhilat û Iran: Li Rojhilat WQFerheng ji 2014'an şûn de popûler bûye. Ji wê şûnde popûlerîteya xwe bi îstîkrar didomîne. Sazkirinên rojane di zik hev de, tim di bin 10'an de maye. Lê sazkerên xwe bi piranî sadiq dimînin û ferheng li ser cihazên wan dimîne. Loma sazkirinên aktîfên li ser cihazan tim zêde bûye û niha dora 450'î ye.

Daxistinên rojane û bikarînerên aktîf
Daxistinên mehane 









***Kurdistana Rojava û Sûrî: Gava min cara ewil di 2012'an de ferheng weşand, li Sûrî şera nav xwe, li Kurdistana Rojava cih bi cih aramî, cih bi cih şerên bi Îslamîstan re hebû. Loma sazkirina ewil a ji Sûrî encax 2 salan şûnde di 2014'an de çêbûbû. Ji 2016'an vir ve zêdebûneka lidûhev heye û ew niha nêzî Kurdistana Başûr dibe ku bi vê rewşê bidome ew ê heta çend mehan ji wê bibore.

Daxistinên rojane û bikarînerên aktîf
Daxistinên mehane 









Qiyaskirina Kurdistana Başûr, Rojhilat û Rojava ya li gor bikarînerên aktîf 

*** Kurdên Diasporayê û Almanya: Ji ber çi ye nizanim, sazkirinên aktîfên li ser cihazan a li welatên ku ferheng ji berê paşê de popûler bû, ji xeynî Kurdistana Bakur û Tirkiyê, ber bi kêmbûnê ve ye. Li Almanyayê jî wiha ye. Li Almanyayê sazkirinên aktîfên li ser cihazan heta nêzî 2.000'an zêde bûbû, lê niha dora 1400'î ye. Jixwe sazkirinên rojane jî li ber kêmbûnê ve ne.

Daxistinên rojane û bikarînerên aktîf
Daxistinên mehane 









* Daxînerên Sadiq: Herçiqas bikarînerên ji Sûrî dereng tev li koma me bûn jî, yên herî sadiq ev in. %35 sazkerên WQFerhengê bername ji telefonê xwe ranekirine. Ji ve aliyê ve yên herî revok Başûrî ne.. Ka hele zêdebûna di Erebî de dikare wan li WQFerhengê vegerîne an na,
Sadeqeta Daxînerên Ferhengê


* Gotarên Bi Deng: Ew çend versiyonên di WQFerhengê gotarên bi deng jî dikarin bên guhdar kirin. Di wan gotaran de para mezin ya Îngîlîzî (10.749) ye û  dû re ya Almanî (10.281), Erebî (590), Farisî (139), Frensî(83) tên.

* Nirxandin: Niha 3.235 kesan WQFerheng nirxanidye û nirxa wê ya navînî, di zik hev de 4.705 e. Ew
demeke heta
Nirxandinên bo ferhengê û nirxa rêjeyî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder