9 Ağustos 2018 Perşembe

WQFerheng bo Windowsê -2

WQFerheng a bo Windowsê min nû kir. Hûn dikarin ji vir daxînin û li ser kompîtûra xwe ya Windowsê saz bikin. Ji 2014'an vir ve bû ku min ew nû nedikir. Jixwe ji wê demê vir ve di ferhengê de zêdebûnên gelek hêja pêk hatibûn, lê min dîsa jî nû nekiribû. Ji dû hin daxwazan re min got ez wê jî nû bikim. Peyv û biwêj û sernavên di ferhengê de bo gelek zimanan gihÎştibû asteka girîng. Herwiha têde, ji aliya çawaniyê de jî di naveroka peyvan de gelek guhertin hatibûn kirin. Loma nûkirineka bo Windowsê jî şert bû. Ji xeynî zêdebûna peyvan, hin guhertinên girîng;

Versiyona nû û bişkojên denglêxistinê
-Meriv êdî dikare dengên peyvan li ser bernameyê lê bixwe. Li bin peyvên bi deng meriv dikare bi rêya pişkoja(ên) ku dertê dengên peyvan lê bixe.
- Êdî peyv dikarin bên favorîkirin. Gava meriv bixwaze sernavekî favorî bike, bi rêya pişkoja favorîkirinê favorî bike û dû re li wan sernavan vegere.

Hejmarên nû yên ferhengê

Wekî din, ji ber ku min li ser blogê têra xwe qala zêdebûn, baştirikirina li Wîkîferheng û WQFerhengê kiriye, ez şorê zêde nekim û lînka bernameyê raberî we bikim. hûn dikarin li vir bitikînin, buxçika sazker têde daxînin û bernameyê saz bikin. Ger hûn bi tu şaşî, an jî çewtiyan ve rû bi rû bibin, ji kerema xwe re bipirsin ku ez bibim alîkar. Eger versiyona berê ya bernameyê ya berê li ser kompîtûra we hebe, ji kerema xwe re jê bibin û li şûnê vêyê saz bikin.



Bo çîroka dirêj û versiyona berê, nivîsa berê ya li ser blogê li jêr e:

WQFerheng bo Windowsê







2 yorum: