3 Ekim 2018 Çarşamba

Mehsereya Otomatîk

Êdî her tişt bûye otomatîk. Lawê minê pênc salî ji çerçiyan re, ango yên digerrin re, jî dibêje dûkana otomatîk. Jixwe ne tiştekî ku meriv jê gazin û şikayetan bike ye jî. Hêsanî armanca serdema me ye. Gerek her tişt bi rêyeka kurttir, bi hawiyekî hêsantir bibe. Gava şîpa serdemê(min li şûna ZeitGeist'ê bi kar anî) meriv dide ber xwe, êdî çare tune ku meriv xwe ji nav lepên wê xelas bike. Jixwe ger meriv xwe jê xelas bike, xwe bide siyeka li kêleka çêm û bibêje "dem û serdemo!, çerx û felekê! de ez bîsteke li vir rûnim, hûn bi kû de, bi kîjan cehnimê de diherin herrin, ne xema min e, qet piş guhekî min jî xwê nade", meriv ê mêz bike haho, li dor meriv tiştek û kesek nemaye, meriv bûye merivekî derzeman û dermekan, meriv bûye rêwiyê ji dem û dewraneka berê de hatiye.

Me go çi? her tişt dibe otomatîk. Mehsere tiştekî pirr bi zor û zehmet e. Rez birrîn, Tirî pêkirin,  şûf kirin mengeneyê, şerbet kelandin, mit(mot) kelandin, li ber rojê raxistin, li hev belav kirin û şûnde li hev kom kirin, karekî têra xwe bi zor û zehmetî ye. Loma gerek meriv tiştên dikarin bên hêsan kirin, hêsantir bike. Me jî çend sal in makîneyeka tirî pêkirinê kiriye û em tirî bi wê pê dikine. Qe nebe serbarek li ser barê mehsereyê kêm bû û zehmeta xwe hinekî kêm dibe.