19 Kasım 2018 Pazartesi

Çend Muzîkên Fîlman bi awayekî nuwaze

Baş nayê bîra min, lê dibe ku denga telefona min, yanê melodiya telefona min a yekemîn muzîka fîlmê Pulp Fiction be. "Every body cool, this is a robery!!!, any on of you a fuckin pick move..", a paşê Misirlou dest pê dikir. A Fistful Dollar, Last of Mohican ew giş hinek favoriyên min ên muzîkên fîlman bûn. Çend roj in ez guh didim ser van muzîkên fîlman. Helbet her ku meriv guh dide ser, Youtube li gor algorîtmaya xwe hinekan din pêşinyaza meriv dike. Bi vî hawî ez rast li gelek raveyên nû yên van muzîkna hatim. Ez dixwazim li vir çendekan li hev rêz bikim.

Misirlou- Pulp Fiction: Kemanjen bi hawiyekî nuwaze, şiroveyak nû daye vê mûzîkê.



The Good, The Bad and The Ugly: Yek ji tiştên herî xweş ên sedsala dawîn. Nêzî 50 salî di ser re boriye.  Hey dinyaya derewîn... Lee van Cliff ji nav me bar kir çû, Clint pîr bû, lê denga mûzîka wê ya abadîn hîn jî holan dide. Gelek xweş e.




For A Few Dollars More: Dîsa Orkestraya Danmerkê çêkiriye.



For a Fistful Dollar




The Last of Mohicans


Fîlmê Gerard Depardieu ne yek ji fîlmên min ên favorî ye, lê muzîka xwe bêhempa û têra xwe bi nav û deng e. André Rieu li pêş e.



Helbet gava meriv got mûzîkên fîlman Tarantino xwe tîne bîra meriv. Klasîkên salên 60 û 70'yan di fÎlmên Tarantîno de gelek cih girtine, Bang Bang, Santa Esmeralda û hwd.