23 Temmuz 2019 Salı

Flashilat a wek Stêreke heltê


Flashilat a ku ji Sibata îsal vir ve dertê, îro gihîşte ber destên min û çavên min li ber geşbûn û rengîniya wê, ya mîna stêra Qorixê ya ku di serê Gelawêjê de heltê, helnehatin. Gerek ez di serî de bibêjim ku navekî xweşî ku meriv dikare pê gelek peyvguherîn û kinayeyan bike, lê hatiye danîn. 

Jixwe min ji roja ku derketiye vir ve di derbara wê de bihîstibû, lê hinek ji ber teraliya min, zêdetir ji ber xirecir û teqûreqa van çend mehên dawîn ên di jiyana min de re, ew encax îro hate ber destên min. Lê hatin jî hatine haa!!. Ew bi hemû hejmarên xwe yên rengrengî ve hat. Gava min çav lê gerand min dît ku ew bi mîzanpaja xwe ya sade ya çavan nawestîne, bi rewanî û hêsaniya xwendin û zimanê xwe re tam li navê xwe û li mijara xwe tê. Jixwe wêne, di van rojan de, di serdema serifandinê de, yek ji tiştên ku em tewrî hêsan serf dikin e: em wan bi flaşeke brûskîn re digirine, bi xuşandina pêçiyeke re dişînine paş perdeyan, ên ku merîv nizane ka kîçax lê veger. Bêguman bila van gotinên min emeg û xwêya heniyan a ku di ber wê de tê rijandinbiçûk neke. Na, jixwe di serdema me ya serifandin/mezaxtinê de, encax tiştên fragmanî û rewanbêj dikarin xwe li ber çavan bigirin. Flaşhilat jî vê, bi dîtina min, bêguman dike. Gava, meriv destê xwe diavêje, nikare ji dest xwe berde û bi wergerandina çend rûpelan re, dibîne ku xwe digihîne paşiyê.

Edîtorê Flashhilatê Omer Faruk Baran, çend mehan berê ji min xwestibû ku ez "Kurtedîroka Wênegiriyê"(Kleine Geschichte Der Photographie) ya Walter Benjamin, bo Flashilatê wergerînim Kurdî. Jixwe ez ê kêfxweş û serbilind bibûma ku berhemeka Walter Benjaminê ezamet wergerînim Kurdî, lê wê demê ez di nav xirecir û keftûlefta teza xwe ya Sosyolojiyê de bûm. Loma min jê çend mehan misade xwest. Wî jî bêhnfirehiyek da min û min pê re got kînga solix di ber min de hat, ez ê wê wergerînim Kurdî. A va ye bi jimara Tîrmehê re me dest bi wê wergerê kir. Min wergerand, Omer Farûk Baran edîtorî kir û me di vê jimarê de, bi sernavê "Sira Bayekî Nû" weşand. Em ê di jimarên pêş de li ser vê rê berdewam bin.

Gava me qala wergerê kiribû, Omer gotibû ku ew dixwazin wek prensîp telîfê têxin bazara Kurdî. Min gotibû wek şexsê xwe ez wê hewce nabînim, lê min dît bi jimarên şandinê re heqê telîfê jî şandine. De bila ew bibe gaveka bixwe biçûk lê wek prensîp mezin, bazara Kurdî ya qewî kesad şên dike...  



18 Mayıs 2019 Cumartesi

Guherînên li rûyê erdê ji çavekî li perên ezmên

Teknolojî tiştekî xweş e, gava li ber meriv pencereyeka nû vedike meriv hîn zêdetir lê heyranmayî dimîne. Demek berê li ser Twitterê ez rast li wêneyên Sentinel-Hub'a ji ezmên hatim. Sentinel-Hub çend peykên bona meqsedê hawirdorparêziyê hatine şandin ezmên in. Ji 2015'an vir ve çend rojan carê wêneyên rûyê erdê ji ezmên dikişînine û hawirdora li rûyê erdê dişopînine. Bi vî hawî li rûyê erdê çi guheriye meriv dikare teqîb bike û pê re hişyariyekê jî çêbike. Min çend wêneyên guhertine teqîb dike qeyd kirin.  Guhertina mezin li Entabê çêbûye
Soqî 2015
Soqî 2019

Bêsnî 2015
Bêsnî-2019
Entab 2015



Entab -2019



16 Mayıs 2019 Perşembe

Dûmahîka Serpêhatiyeka Neqediyayî: Mastera Sosyolojiyê

Ew demeke min ser li bloga xwe nedida. Ya rast di van çend mehên dawî de min hemû tiştên ku ji xwe re kiribûn xûy û tebîet dabûn hêleke û ez bi çar destan bi tememkirina teza xwe ya Sosyolojiyê re eleqedar dibûm. Min ne dikanî wergeran bikim, ne dikanî li xurtkirina zimanên xwe yên biyanî bixebitim, ne dikanî xebatên li ser Wîkîferhengê bikim, ne dikarî WQferhengê nû bikim û ne jî dikarî ... gelek tiştên din...Lê axirî dûmahîka çîroka ku min berê li vir bir Tirkî qalê kiribû û min gotibû 'ka hele va rêya min bi kû ve derdikeve' bi taliyeka şad re, bi qedandina mastera Sosyolojiyê ve derket.

Kêfxweşiya ji dû jûriya tezê re


Min di sala 2015'an de xwe li beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Entabê qeyd kiribû. Min dersên masterê yên her du serdemên pêşin bi rêjeyeka notan a 4.00'an qedandibû. Di wê demê de ez di ber karê xwe re hefteyê du rojan ji Îskenderûnê diçûm Entabê û bi şev vedigeriyam û sibê şûnde diçûme Entabê. Herçiqas bi westabûn bû jî, bi rastî min ji dersna jî gelek kêf û zewq digirt. Ew çûnûhatin û westabûn qet nedihat pêş çavên min. Lê dema wext hate tezê ez têde likumîm û bêhn li min çikiya, an jî hat çikandin. Ew hinekî ji ber qebûlnekirina mamoste ya mijara di dilê min de bû. Ango hinekî ji ber mijara cuda ya ku mamoste dabû pêş min, hinekî ji ji ber sebebên şexsî û giştî yên ku di vê navberê de guheriyabûn re wer bûbû. Min bi hewes û helwesteka îdealîst, wek lîsansa wê, dest bi xwendina mastera beşa Sosyolojiyê kiribû. Min dixwest ez li ser zimên û li ser Sosyolojiya zimên, zêdetir jî li ser Sosyolojiya zimanê Kurdî bixebitim. Min dixwest ez li ser asîmîlasyon û xweasîmîlekirina(otoasîmilasyona) Kurdî bisekinim. Lê ji dema ku min xwe li zanîngehê qeyd kir û vir ve rewş li Tirkiyê û li zanîngehan gelek guheriyabû. Zanîngeh dihatin vala kirin, aso li xebat û lêkolînên tên kirin re her roj tengtir dibû, zext û zor li ser ramana azadî zêdetir dibû


Loma gava ku min bi mamoste re got ku ez dixwazim li ser zimên û li ser zimanê Kurdî bixebitim mamoste nexwest ez li ser sosyolojiya zimanê Kurdî bixebitim. Ewil got tu ê bi vê xebatê re rê li ber xwe bigirî, min got ne xem e, ji xwe ez bi helwesteka îdealîst ketime vê rê. Dû re, dît ku min dil tune ji va daxwaza xwe vegerim, got tu ê bi vê mijara ku tu dixwazî lê bixebitî re ne tenê rê li ber xwe bigirî, lê tu ê serê min jî têxî belayê (Hînga, dema ku me hîn jî mijara teza min nîqaş dikir, bûyera 15'ê Tîrmehê pêk hatibû û zextûzora li ser zanîngehan her roj zêdetir dibû). Wê demê êdî min nedixwest têkevim pênc û şeşan û ez neçar mam ku mijara xwe ya tezê biguherînim. Mamoste got tu dikarî li ser Maduniyetê bixebitî û min zêde nexwest têkevim keftûlefteke. Jixwe di wê demê êdî tu tehm di zanîngehê de nemabÛ û hewesa min a destpêkê de roj bi roj ber bi kêmbûnê ve diçû.

Di wê navbera ku min dest bi masterê kiribû û wir ve, di jiyana min a şexsî û malbatî, karî û rewşa giştî ya Kurdistan û Tirkiyê de gelek tişt guheriyabûn; Dema min dest bi masterê kiribû zarokê min Ûsiw Mîrzan tenê hebû, ji dû demeka kurt a ku min dest bi masterê kir re Xwedê keça min Gulbîn da me û xûy xisletên wê qet ne mîna Mîrzan bûn û ji hêla wextê re em pê re gelek mijûl dibûn. Di karê xwe yê profesyonel de ez ne mîna berê rihet bûm. Ji ber kêmbûna hevalên şixul berpirsiyariya min a karûbaran zêdetir dibû. Loma, wexta ku min berê carcaran dianî firsendê û ji karûbarên wek masterê re vediqetand kêm bûbû, her ro hîn jî kêmtir dibû. Rewşa giştî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek guheriyabû. Vê guherînê him li derdora min û him jî  li ruhiyet û derûniya min a şexsî gelek bandor berdida. Zanîngehê de kadroyên ku meriv hez dike pê re bişuxile ji kar hatibûn derxistin, yên mayî jî xwe vedikişandin qalikê xwe û wek mamosteyê min sansûreka jixweberê li xwe dadianîn. Ji ber van sebeban, konsantrasyona min a tezê bi min gelek zor dihat. Her ku min hewl dida ku ez konsantrasyona xwe bidim ser teza xwe buyerek li dor min an jî li dûra min diqewimî û bandoreka mezin dida derûniya min û min digot çi îşê te bi tez-mezan heye?, nalet li tişt gişê were û ez li her tiştî sar dibûm. Lê paşê, wexteka din dîsa hewes li min radibû, lê hema dîsa tiştek dibû sebeb û hewes-mewes li min nedihîşt.

Bi vî hawî sal û nîvek derbas bû û em gihan nîva sala 2018'an.

Di paşiya havîna 2018'an de, hînga nizanim çito bû lê hewes dîsa li min rabû û min dîsa dest bi şixula li ser tezê kir. Jixwe min jî nedixwest ked û emegên min ên min ewqas di ber de dane bi rode herin û berwhea bibin. Vê carê şikur min karî xebatên xwe demeka dirêj berdewam bikim û êdî min karî metneka ku ez bikaribim ji mamoste re bişînim derxim. Min di dawiya sala 2018'an de ji mamoste re şand û me dest bi guherîn û sererastkirinên beramber kir. Van guherînan, şandinên min ên ji mamoste û li min fetilandinên wî ve, çend caran dewam kir û axirî di dawiya meha Sibatê de mamoste got ku êdî tu dikarî di jûriyê kevî. Lê di vê navberê de hîn jî me guherîn dikarin. Heta di nusxeya juriyê de jî, ji dû ku min ji endamên jûriyê re şand re gelek guherîn diviyabûn. Xebata ku ez herî westandim jî di wan deman de qewimî. Ji Sibatê pê ve êdî ez hîn zêde bi van sererastkirinan, xwendina çavkaniyan, jêgirtina wan, derxistina hin beşên metnan, sererastkirinên hevok û rastnivîsandinê êdî nedihîşt ku ez bi tiştekî din re mijûl bibim.

Axirî, di 29'ê Adarê de ez ketime jûriyê. Di jûriyê de him pesn, him jî rexne pirr bûn. Lê ya girîng ev bû ku teza min, bi şerta ku guherîn bên kirin hat qebûl kirin. Bo wê mehek hebû, her ku diçû wext teng dibû û xebata gerek bê kirin li şûna ku kêm bibe hîn jî zêdetir dibû û êdî sebir jî li min nedima. Di wan deman de jî, motivasyona min ev bû ku min êdî bona xatirê ked û emegên berê bû. Ji wan karûbarên ku hewce jê re dibû re nema sebra min dihat. Mamoste guherîn û sererastkirinên ku berê qet qalê nedikrin dianîn pêş min û êdî ez jî aciz dibûm. Jixwe heta wê demê, me berê bi hev re xebateka baş pêk dianî û me qet hev du nediêşand. Taliya taliyê me kanî bi mamoste re li hev bikin û min di dawiya Nîsanê de kanî teza xwe teslîm bikim û ji mastera xwe destûrê bistînim.

Wexta min dest bi Sosyolojiyê kiribû 4 salan ciwantir bûm, heweseka xurttir li min hebû. Lê min texmîn nedikir ez ê bi masterê re ewqas biwestim. Loma niha hinekî bêhnvedanek bi min lazim e. Ez dîsa berê xwe bidim kar û barên xwe yên werger, ziman, Wîkîferheng, WQFerheng û kar û barên din. Dû re hele em binihêrin ka ew rêya min bi kû ve derdikeve.  

18 Ocak 2019 Cuma

Çend Gotinên Mezinan - Î-J

Demeke min biwêj li ser bloga xwe zêde nekirin. Ew biwêj min bi piranî ji Pend û Peng a Bîlal Hesen girtine ku wî jî bi piranî li herêma Efrînê berhevkirine. Loma gelekên wan min ji berê de bihîstine.

* Î ker ajot ê ji tir fisa tehmil bike

* Î ku êniştakî xwe hebe kerekî xwe heye.

*Î ku herê navbera, ê hesabî serşikandinê xwe bike

* Î ku ji malê xwe de ne têr be, li malê xelkê têr nabe

* Î ku li bendê şîvê cîrana be, carina birçî xew dike

* Însanê bê esas, ne dibe tevir ne dibe das

* Îş ne keşkkirin e, îş hişkkirin e

* Îşî ku bi stûyî te de neketî xwe çemeke

* Îşî çû mekeve dû (Tiştî çû mekeve dû)

* Îşî xwe tiriye (Kêf lê tiriye)

* Jehr ji çêliyên mara qutnabe

* Jehra marî ji marî naçe

* Ji ava bê deng diherike bitirse (Ji ava sekinî bitirse)

* Ji ber baranê çû ber şurikê(çurikê) /Ji ber şirikê çû ber mirikê(miriqê)

* Ji biznekê du eyar çê nabin (Ji roviyekî du post dernakevin.)

* Ji bo nefsê ket hebsê

* Ji bo xatira mera derê ser dînî gawira

* Ji dêla tirrek çênabe seyê bezek.

* Ji der ve mile ye, ji dil ve file ye

* Ji gur birçîtire, ji mêr tehzîtire

* Ji her ewrî baran nayê

* Ji hêsp peya bû li kerê sîwar bû

* Ji hêştir ketiye û ji hop-hopê xwe namînê

* Ji jêketiya metirse ji nûvêketiya bitirse

* Ji kera re tim li daholê de ker çi zanê dahol çiye

* Ji kerê re gotin: Bilîze wê çirtik(zîtik) avêtin

* Ji koran re bihayê mûma xem nake.

* Ji libek tirî kanê mehserekê· bigerinê

* Ji mêra nav dimîne, ji gayan çerm dimîne

* Ji mirinê wê da rê tineye, ji cehnimê· wê da cî tine ye

* Ji nîskê dike gîsk.

* Ji pira pir, ji hindika hindik

* Ji rinda ve xelk gî rind e û ji pîsa ve xelk gî pîs e

* Ji rovî fenektir tine ye, ji eyarî wî pirtir tine ye

* Ji te ye ko meraş gund e

* Ji tirekan re çi tirek çi du tir

* Ji xelkê ra dengbêje, ji min re ker û gêj e (Ji xelkê re gul e, ji xwe ra kul e) (Ji xelkê re hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût
e)
* Ji xoce bangildane

* Ji xudan esla bipirsin, ji bêeslan bitirsin

* Jin bi cemalê, mêr bi kemalê

* Jin him gul in, û him kul in

* Jina bidin jinmiriya, kera bidin kermiriya

* Jina malê binyata xêni ye

* Jina ne delal çavê mirov dêşîne, jina delal dilê mirov dêşîn e

* Jûjî ji çêlîkên xwe re dibêjê herîrî nav hêrîyo

Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

Çend Gotinên Mezinan - F

Çend Gotinên Mezinan - G

Çend Gotinên Mezinan - H

13 Ocak 2019 Pazar

Li Çiyayên Kurdistanê - Di bin Nîveheyvê de

Wergera min a kîtêba Helmuth von Moltke ya 'Briefe über Zustände und Begebenheit in der Türkei aus Jahren 1835 bis 1839'[Di derbarê Şert û Mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an] di payîza 2018'an de, bi navê Li Çiyayên Kurdistanê- Di bin Nîveheyvê de, ji Weşanên Avestayê derketibû. Werger, ji xeynî sererastkirinan, min di dawiya 2016'an de temam kiribû, lê him ji ber rewşên Weşanxaneya Avestayê, wê di vê navberê de şûna xwe bara cihekî din dikir, him jî ji ber şert û mercên li Tirkiyê û Kurdistanê derketina xwe hinekî bi derengiyê ket. Min di vê nivîsê de berê qala nameyên Moltke û wergera xwe kiribû. Di wê lînkê de rê û şopên ku Moltke tê re derbas bûye jî, li ser Google Maps'ê dikare bê dîtin. 



Helmuth von Moltke kesekî têra xwe şareza û pêzaneye, paşê heta serfermandariya Almanyayê jî payeyên bilind bi destxistine. Lê ya ku nameyên girîng dike çavê wî yê civaknasiyê ye. Wî dîtinên gelek muhîm di nameyên xwe de bi hevalên xwe re parvekirine û bi vî hawî heta roja îroj ji me re jî mane. Herçiqas ew bi hawiyekî dijminane, li aliya Artêşa Osmaniyan, hatibe Kurdistanê û tev li seferên hember Kurdan bûbe jî, ez bawerim, nameyên wî, bi nêrînên çavekî wiha şareza re, dê gelek tiştan ji bo civak û tarîxa Kurdan a wê demê û herwiha ya vê demê jî zelal bike.




Moltke di dema ku name dişandine de, bi destên xwe resm û nexşên derdora xwe jî çêdikirine. Di kîtêbê de çend nimûneyên ji wan destxetan, li jêr jî dikarin bên dîtin.