15 Şubat 2020 Cumartesi

Versiyoneka Nû bo WQFerheng a bo IOS'ê

Jixwe, bikarînerên Andoidê û yên ku WQFerheng li ser cihazên xwe bar kirine baş dizanin ku ez WQFerhenga bo Androidê qet nebe salê careke nû dikim. Ew carcan salê çend caran jî dihat(tê) nû kirin. Ji sala 2002'an a ku min ew cara ewil weşandiye vir ve, yanê di 8 salan de min ew 25 carran nû kiriye. Cara paşin min çend mehan berê, di Cotmeha 2019'an de, nû kiribû. (Niha di demeka nêzik de nûkirin bo wê xuya nabe, ji ber ku di wan demên ku min ew zûbizû nû dikir de, li ser Wîkîferhengê guhertinên girîngên ku gerek hema li ser WQFerhengê jî xuya bibin dihatin kirin. Piraniyên wan ji aliya min ve, bi Cyrusbotê dihat kirin, lê van deman zêde guhertin nabine).

Lê bo IOS'ê nêzî du salan e ku min WQFerheng nû nekiriye. Cara paşin min di Adar'a 2008'an de nû kiribû. Sebeba wê ya bingehîn çetinî û rêgiriyên ku Apple li ber meriyan bilind dike ye. Wek berê min di çîroka çêkirina versiyona wê ya bo IOS'e de qal kiribû,  Apple fîrmayeka yekdestîparêza ku dixwaze meriv mecbûra xwe, cihaz û bernameyên xwe bike. Ew her tim dixwaze tiştên xwe bifroşe te û di serdema serbestî û teknolojiyê de, dixwaze bi rêya rêgiriyan meriv di nav destên xwe de bigire, li ser xaliya xwe meriv di nav xweliyê de vegevizîne. Jixwe heta radeyeke dikare wê bike jî. Wek mînak, da ku ez bikanim di bernameçêkeriya xwe ya bo IOS'ê de berdewam bibim, bi min jî Iphone'ek da kirîn. Yanê mîna mafyayê ye, ger tu dixwazî di dor wê re herî, nemimkûn e tu dest berîkên xwe de li fîskaniyê xî û tolaz tolaz bigerî, gerek tu li gor rêzik û rêbazên wan bigerî, ango  meseloka govendê yê, tu ketî govendê tu ê xwe bihezînî. De min pêşrewa çîrokê dirêj kir, ez êdî dest pê bikim.

Destûrdariya du-faktorî
Min devê biharê niyet kir ku ez versiyoneka nû bo Iphonê derxînim û nûtiyên di Wîkîferhengê de hatine kirin li Iphon'ê jî xuya bibin. Min got hele ez carê ser li Itunesconnect'ê xim ka hele bikarînerên WQFerhengê yên bo IOS'e çi dibêjin di derbara WQFerhengê de. Ez çûme ser malperê ku têkevime hesabê xwe. Hayho, ez nikarim têkevim hesabê xwe. Bo têketinê ne tenê hewce bi nav û şîferyê, lê hewce bi cihazekî Apple'ê jî heye!!!. Navê wê kirine "two factor authentication" ango  destûrdana du-faktorî. Ji xeynî nasnameya hesabê(ID) û parolayê, hewce bi koda ku wek şîfreyejê tê ser cihazê Apple'ê jî heye. Lê her cihazê Apple'e jî nabe. Gerek li ser wî cihazî IOS'a ji versiyan 9'an, an jî MAcOS'a nizanim ji versiyona çendan bilindtir hebe. Lê di dest min de ne tu telefon, ne tablet, ne jî MAC hebû. De were safî bike, de were vî kerî di vî derî re derbas bike. Neyse, meseleyê dirêj nekim, xêrxwazekî xwedantabletê ku lê pergala IOS'ê hebû, hîşt ku ez bi hesabê xwe têkevim Itunesconnect'ê . Ez bi tabletê wî ketime hesabê xwe û min ew meselya two factor authentication heta demeke safî kir.

Paşê min dest bi pêşvebirina bernameyê kir. Meqseda min ev bû ku ez hin taybetiyên ku tên xwestin, ên ku ji demeka zû de ye ku li ser Androidê hebûn, bo IOSê jî hazir bikim. Danegeha bernameyê bi ya Wîkîferhengê ve yek bikim û peyv û biwêjên ku li ser Wîkîferhengê zêde bûne, li ser WQFerhengê jî bar bikim. Dem bi dem ez li ser dixebitîm û min bername pêş ve dibir. Lê gol gola Apple'ê bû  gava gola ku meriv xwe avitiye gola Apple'ê be, meriv nizane ka tê de nigê merivê rastî kîjan kelem û kendalê were. Wek mînak, peyv û sernavên bi deng ji zû de ye li ser Android'ê tên lê xistin û li wan tên guhdar kirin. Gelek peyvên bi Îngîlîzî û Almanî yên ku meriv bikane guhdariyê li wan bike û li bilêvkirinên wan bielime hene. Lê IOS'ê nedihîşt ku meriv wê bihêsanî pêk bîne. Formata wan, yên li ser Wikimedia'yê, formata ".ogg" ye. Bêyî hewce bi tu kodekan hebe, meriv dikare wan bi hêsanî li ser Android û Windowsê lêxe û di bernameya xwe de bi şûn bike. Lê bo IOS'ê hewce bi kodekan heye. Her çiqas ez pir li ser xebitîm, min gelek hewl da ku wê pêk bînim jî nebû. Dawiya dawî min bi lînkdana li ser bernameyê ew safî kir. Lê ew şiklê lêxistinê ne li gor dilê min e. Ji ber ku niha ew tenê li ser geroka webê tê lêxistin.

Min guhertinên din ên ku bên kirin jî hêdî hêdî kirin. Di navrûyê bernameyê de, hin şaşiyên ku bên sererast kirin, hin zêdekirinên lê bên kirin min kirin. Wek mînak, taybetiya favoriyan min li bernameyê zêde kir. Pêde pê de, bere bere, yek bi yek min guhertin tema kirin û wext hat ku ez wê li ser App Storê biweşînim. Min dest bi karûbarên wê kir. Lê gol gola Apple'ê ye, kûr û bêbinî ye. Vê carê jî versiyona çêkirina IOSê têrê nedikir ku meriv li ser Apple Sotrê bar bike. Gerek ew tewrî hindik bo versiyona IOS 11'ê bihata çêkirin. Lê bona çêkirina wê versiyonê XCode'eka nûtir lazim bû. Gava min xwest ez Xcode'ê nû bikim, hayho, versiyona MAcOS'ê têra nûkirinê nake. Berê min bo çêkirina WQFerhengê, MacOS'ekea mecazî(virtual machine) saz kiribû. Versiona wê  .. bû û wê têra versiyona nû ya Xcode'ê nedikir.

MacOS Mojave neşixulî
Min dîsa dest bi lêgerînê kir ku ez versiyoneka nûtir a MacOS'ê bo kompîtera mecazî (VM) bibînim. Dîtina wê û sazkirina wê zêde ne çetin e. Lê hertim problemeka din li ber meriv rû dide. Berê min kompîtera mecazî li ser kompîtera xwe ya kar saz kiribû. Ew kompîtera gelek baş e, lê li ser harddiska wê zêde şûn tune. Bi versiyonê nû yên MacOs'ê re hewceyeka zêdetir bo şûna li ser dîskê heye. Neçar min dikir ew li ser kompîtera xwe ya li mal bar bikira. Lê de were ku ew jî kompîtereka gelek kevin e û RAM û CPU'ya wê li gor şert û mercên niha gelek kêm e. Lê çare tune gerek min ew bar bikira. Ji dû hewldan, sazkirin û vesazkirinên çend rojan min Mac hazir kir. Hayho vê carê kompîter baş naşixule. Versiyona kompîtera mecazî Mojave bû, lê li ser wê Finder nedişuxilî. Ez belkî meheke di dor wê re çûm û hatim. Jixwe di wê navberê de ez tenê bo vê nedixebitîm. Karûbarên rojane  û profesyonel, kar û barên nivîsandin û wergerê berdewam bûn. Lê axirî min nekarî kêşeyên wê çareser bikim. Min berê xwe da versiyon û kompîtereka din. 

MacOS Catalina
Min paşê MacOs Catalina daxist û ew li ser kompîtera xwe saz kir. Ew gelek hêdî bû û kompîtera min a kevnare têra wê nedikir. Lê min dikanî bi wê bernameyê li ser App Sotere'ê biweşîninm. Min XCode'a dawîn daxist û saz kir. Heta wê derê tu pirsgirêk tunebûn. Lê gava min got ez bernameyê weşandinê re hazir bikim, tewlo bi versiyona nû re Apple'ê rêzik û rêbazên nû derxistibûn û van rêzik û rêbazan nedihîşt ku bername bê arşîv kirin. Min kir û nekir, nekarî wan çareser bikim. Qasî ku min li ser înternetê xwendibû ew pirsgirêk bi versiyona nû ya Xcode'ê re derdiket. Loma min berê xwe da versiyoneka kevintir a Xcode'ê. Min ew bar kir, bi rastî jî ew problemên bi versiyona nûtir re hebûn bi wê Xcode'ê re li ortê rabûn. Êdî hertişt gelek hês... Erê lê gelek hêsan û quzilqurt. Ma ew Apple, her tişt hêsan dibe?

Eger tu bernamesaz û programçêkerê IOS'ê yî tu di hesabê xwe yê Developerê de bo kompîterê xwe lîsansekê çê dikî û ger te bernameyek bi wê kodê bar kiribe, mecbûr e tu dîsa referansê bidî wê kodê. De were ku min jî kompîter guheritbû, lazim e min dîsa berê xwe bidaya wê kodê. Şikur ji Xwedê re û mala Apple'ê ava ku dihîşt meriv wê kodê transfera kompîtereka din bike. Min ew meseleya jî hal kir. 

Paşê zor û zehmetî û çetiniyên li vê kompîtûra nû, bi versiyonên nû yên IOS'ê re tên. Wek mînak hewcedariya guhertina bi wêneyên bernameyê re. Wan jî ez têra xwe westandin, heta ez bêjim bi vê çewtiya hêsan re ez çend rojan eware bûm. Lê axirî min ew probleman giş, yek bi yek çareser kirin.

Di dema çêkirinên versiyonên berê de, di dest min de tu cihazên rastîn ên ku ez bikaribim ferhengê biceribÎnim tune bûn. Min zêdetir bona vê mebestê IPhonek kirîbû. Lê Apple wê jî bi hêsanî nahêle. Ji ber ku Mac'a min mecazî bû, min nedikarî telefonê xwe bi kompîtera xwe ve girê bidim. Lê bi çetinî û zehmetî be jî Apple'ê dihîşt ku meriv wê test bike.

Ewil gerek tu bo belavkirinê sertîfikayeke çêbikî(Distribution Certificate) û dû re cîhazê xwe li wî hesabî zêde bikî. Bi vî hawî tu dikarî aplîkasyonê li ser cîhazê xwe biceribînî. Lê, li gor Androidê ew jî rêyeka dûr û dirêjê. Ji ber ku Iphone nahêle tu bi hêsanî bernameyan li ser cihazê xwe bar bikî meriv encax bi çend gavan re dikare wê pêk bîne.

Werhasil, min bername jî ceriband û kil û kêmasiyên ku bala min dikişandin min sererast kirin. Jixwe vê proseyê jî çend caran xwe ji nû ve kir, min çend caran bername hazir kir, avite ser telefonê xwe, hin kêmasî dîtin, dîsa guhertin çêkirn û avite ser telefonê xwe û ..Axirî dawiya dawî bername ji dû du rojan a barkirina li ser Appstore'ê re berpêyî bikarînerên IOS'e bû.