8 Ağustos 2020 Cumartesi

Çiyayê Nemrûd Bilind e


Çiyayê Nemrûdê, Şahnişîna Roava, 2020

























Gulan 2012
















Dîmena zelaltir di gelawêja 2020'an de


Gulan 2012 çiya bi berf û dûman e..


Ji ber ku wê çaxê, di gulana 2012'an de, mij û dûmaneke xwe dabû dorûber û dor li dîmenê girtibû, min niyeta hatina carekî din a ser çiyayê Nemrûdê hîn wê çaxê di dilê xwe de qeyd kiribû. Lê çerxa felekê her tim bi teşqele û xirecêrên dinê bi fetl û ger û dewran e, di vê navberê de û sal didin dû hev. Encax heyşt salan şûnde min firsend dît ku em derkevin ser çiyayê Nemrûdê. Vê hatinê jî ber westabûn û emegên me girt birastî vê carê hewayeka zelaltir û xweştir hebû. Herçiqas bi rohelat re li hêla rohelat ewr hebûn û me nekarî roheleteka bêqisûr temaşe bikin jî, li hêla roava hewayeka zelal û bê ewr û mij û dûman hebû. Loma meriv dikarî bi rihetî deşt û zozanên Semsûr û Bêsnî û Kêsûnê bibîne û ew heta asoya dûr li pêş çavên meriv, heta ku dîtinên meriv bigihîjin dirêj dibûn. Ew dîmena xweşik ne tenê biroj, lêbelê di tariya şevê de jî di nav deryaya tarîstanê de dirêj dibû. Di nav tariyê de Kolik, Semsûr, Bêsnî, Curnê Reş(Hîlwan), Sêwreg mîna giravên ronahiyê yên di nav daristanan de bû. Ger meriv rind bala xwe bidaya dibe ku Riha û Amed jî qet nebe bi hin ronahiya hin cihên xwe yên bilind ve  xuya bibûna, lê bila ew jî venihêrînên carekî din bin.

Kîtaba Puchstein û Humann
Min ji dû vegerê re dîsa bal û dêhna xwe da ser çîroka Çiyayê Nemrûdê û kifşkirina wê. Wek tê dizanîn herçiqas ew peykeran bi sedsalan e ku li ser çiyayê Nemrûdê bûn, lêbelê ew heta sedsala 19'an hatibûn ji bîr kirin û di nav ba û destarên zemanê de binerd bûbûn. Ew ji hêla endazyarê Alman Karl Sester ve di sala 1881'an de hatibûn vedîtin. Lê gava ew wan nû dibîne wan ne wek bermayîyên Komagene, lêbelê wek yên Asûriyan dibîne. Salek du sal şûnde, di salên 1882 û 1883'an de bi çend pisporên wek Otto Puchstein, Carl Humann û Osman Hamdi Bey ve ew dîsa li wir vedigerin ku vedîtinên xwe pêşvetir bibin, vebirrîtir bikin. Birastî jî ew tên û cîhekî dîrokî yê bêhemapa bi xêra wan dîsa bi ser rûyê erdê dikeve. Li kêlekê berga kîtaba Pucshtein û Humann a ku ew bi dûr û dirêjî qala cih û warên ku wan ser lêdana, peyker û rolyefên tijî mehne dikin. Li berga kîtabê horoskop, şiklê stêrkan, a birca Şêr xuya dibe. Di horoskopê de Mars, Tîr û Jûpîter li hev rêz bûne û di stûyê şêr de hîva nû heye. Li ser vê horoskopê gelek lêkolîn hatine kirin û bi texmînî ew nîşana sala 62 b.z an jî 109 b.z dike. Li jêr çend xebatên hatine girtin hene. Li vir yek ji anîmasyona horoskopa mihtmele heye.

 


Gava Puchstein û Sester û Humann tên ser li Nemrûdê bidin û lêkolînên xwe kûrtir bikin bi tesadifî rast li Sêsûnka li çiyayê Qizildaxê nêzî Soqiya Hemî îmo jî tên. Li Kîligê Sêsûnk bi ber çavên wî dikeve: "Peykerên mitawezîtirînên ji sê peykerên meşhûrên li ser tirban di 27’’ê nîsanê ya 1882’an bi tesadufî bala min kişand. Gava ez bi hevaliya Sester, li cihê ku Ferat berê xwe yê bi roava ve dikişe ji nişkê ve bi başûr ve badide bûm û bi geliyeka pehn ve heldikişiyam, min li ser çiyayê Qizildaxê yî ku bi rohelat-roavayî dirêj dibe, li hêla rohelat li ser tilikê çiyayê bilindiyeka mîna tûmûlûsan dît. Wek min texmîn dikir du stûn li dor wî girikî bi cih bûbûn.
Lê Puchstein bi vegera ji Nemrûdê re 1'ê Tîrmehê di sala 1882'an de derdikeve Sêsûnkê, li jêr bi rengê sor rêya wan a ku wan xwe li girtiye xwiya dibe. Di dema vê gerê de ew bi dûr û dirêjî qala peykeran eskîz û şiklên wan ên mihtemel dikin. Min dil heye ez bi nivîseka din a di blogê de re beşên qala Sêsûnkê dike wergerînim ser Kurdî.


Nexşeya Puchstein, Humann û Sester di sala 1882'an de xwe lê girtine. Jixwe têde hin şaşî jî hene


Ya balkêş ew e ku her sê cihwarên ku ew qal dikin, ên ji Komagene mane li ser eynî xetê dimînin.


Çiyayê Nemrûd Bilind e


Şaneşîna Rohelat


Çend Çavkanî: