9 Eylül 2020 Çarşamba

Welat Çiqas Xweş û Rind e - Li dû şopa Nexşerêya Helmuth von Moltke

Çend sal in, ji dema ku min wergera Helmuth von Moltke bo Avestayê çêkiriye vir ve, niyeteka min a ku ez bi şopa Moltke ya ku nêzi du sed sal berê li dû xwe hîştiye de herim û dîmena îroj a bi ber çavê min dikeve bi ya wî du sed sal berê ji me re salix daye re berawird bikim, li hev qiyas bikim. Lê tiştê ku min bi umrê xwe yê nêzî çel salî re hû kiriye û tiştê ku yên berî me jî ji me re riwayet dikin re em dizanin ku, tişt hertim li gor plana meriv nameşin. Meriv gelek tiştan di dilê xwe re derbas dike, ji wan encax hinek tiştan plan dike, ji wan ên plankirî jî encax kêm tiştan bi şûn dike. Geşt û gera min a ser dû şopa Moltke jî encax îsal pêk hat. 

Helbet ne mimkûn e meriv di şert û mercên îroj de pêk bi pêk, gav bi gav, qulac bi qulac bide dû şopa wî ya ku wî du sed sal berê li dû xwe hîştiye. Rêya ku wî tê re geh berê xwe daye ser çiyayên asê û bin newalên kûr, geh di ser û nav avên şên re biriye, geh xwe di nav berfa bilind re derbas kiriye. Helbet îmkan û şertên niha ji wê demê pir çêtir in, lê meriv encax bi neçariyan re xwe di nav wan şert û mercên çetin re bike. 

Em berî gişê rêya ku Moltke di salên 1838-39'an de dabû ber xwe bi bîr bînin. Min nexşerêya ew tê re derbas bûye, dema min nameyên wî werdigerandin Kurdî derxistibû. Nexşeya xwe li jêr tê dîtin:

Rêya ku Moltke xwe lê girtibû

Herçiqas şert û mercên giştî yên îroj di dest min de ji yên nêzî du sed sal berê yên di dest Moltke de hebûn çendcarî çêtir bûn jî, şert û mercên min ên şexsî ji yên wî gelek şûndetir bûn. Ji ber ku ez bi zar û zêçên xwe ve ketibûm rê û bi me re Mîr Ferzanê me yî 9 mehenî yê ku em dikin hemêza xwe jî hebû. Loma, em nedikanîn ji xeynî otomobîlê zêde bigerin û em nedikanî ji rêyan dûr bikevin. Lê baş e ku rêyên du sedsal berê û yên îro teqrîbên nêzikî hev bûn. Heta meriv dikare bêje çend hezar sal in, rê zêde enguheriyane..

Me rêya xwe ya li şopa Moltke li Bazarcixê da dest pê kirin. Ji Bazarcixê di ser Heyderan re, di ser Golbaşiyê re, di ser Erkenagê re em gihîştin Celikayê. Helbet em bi rê ve carcaran disekinîn me bêhna xwe vedida, çavê xwe li dîmena derdora bêhempa digerandin, ava hûnika vir de wê de geh ji çiyayên Spî tê xwar, geh ji bin erdê tê der vedixwar. Moltke bi rêçûna xwe re him qala gundên deşta Bazarcixê û him jî qala Erkenagê dike. Lê wek min di jêrenota rûpela li jêr de jî gotiye, ew eşîrên Kurd ên li deşta Bazarcixê wek Tirkmen nîşan dide(rûpel 35). Lê gava qala mêvanbûna xwe ya cem Mîrê Sînemiliyan dike wek mîrê Kurdan qala wî dike (r. 36). 
Moltke di rûpela 173'an de jî qala raborîna xwe ya di Erkenegê re dike. Ew di derbara Kurdbûn an Tirkbûna bajêr de tu tiştî nabêje, lêbelê ew qala rêyên wê yên çetin ên bi berf, çiyayên wir ên asê dike.



























Şukir ku êdî rê xweş in, rê û dirb êdî mîna berê di derbend û zixurên teng re derbas nabin. Loma me ji serdana Celikayê şûnde dîsa berê xwe da Sûrgûyê. Him rêya çûnê re, him jî bi rêya vegerê re titûna Celikayê ya meşhûr a ku hîn di nav erdan de li ser darên xwe nîkotîna nav erdan dikişande nav pelçên xwe didît. Erdên heta ber qûntarên çiyayên spîyên ku li herdu hêlên newala pehn bilind dibin giş dabûn ber titûnê. Ji gund û warên dora çiyayên Spî, Erkenegê bigire heta Celikayê, ji wir bigire heta jorên Sûltansûyû yê, ji wir jî bigire heta gundên nêzî Nûrhaqê dabûn ber titûnê. Jixwe titûna Celikayê meşhûr e, herkes lê digere û encax bi vî hawî ê bikanin mişteriyên xwe têr bikin.


Li deşta Celîkayê erdên titûnê yên heta ber qûntarên Çiyayên Spî dikişin


Ji Sûrgûyê şûnde, meriv di dor çiyayên bilind re dizivire, berê xwe dide bakur û di kêleka çemê Beylerbeyi, di newala Sûltansûyû re giran giran serberjêr dihere ser deşta Meletiyê. Moltke qala xweşbûn û rindikiya derûdora wan deran dike. Lêbelê Sûltansûyû bi strana Metin Kemal Kahraman û bi kîtaba Evrîm Alataşa ku qala gundewarên derdora Sultansûyûyê dike jî di aqlê min de mabû. Min gotara lînkirî ya li ser vê blogê hîn ku salixdana Moltke nexwendibû nivîsandibû. Birastî jî kîtabê bandoreke gelek mezin li ser min hîştibû. Ji ber ku wê qala çîroka piş çiyayên Torosan, gundên Akçadaxê, çîroka çepgirên ku dixwestin Şoreşa Çepgir pêk bînin, çîroka destpêka hereketa Şoreşvana li wan gundan dikir. Çîroka ku gelek cihan de bi çîroka Kurdan ve li hev diqelibe, carcaran ji hev dûr dikeve, carcaran dihat/tê hember hev dikir. Me serdana Gölpınara gundê Evrîmê kir. Lê jixwe min dizanî mal û malbata Evrîmê ji zû ve bû ji wir bar kiribû, Ewrîmê jî deh sal bûbûn ku ji dinyaya me bar kiribû.... 

Moltke jî qala dîmena xweş a newala Sûltansûyû dike. qala dar û berên li derdora kanalê rêz bûne, bi ava Sûltansûyû re şên bûne dike. Jixwe balkêşiya vê newalê ji tezad û dijberiya wê ya bi derdora xwe jî tê. Newal, derûdora newalê û besterobarê, çiqas têra xwe kesk û şên in, gir û çiyayên derdor jî ewqas rengboz û rûtrepal in. Moltke salixdaneka xweş li ser vê dîmenê raberî me dike. Îro newala Sûltansûyû belku ji wê demê şêntir û firehtir bûye. Av belku bi îmkanên îroj re heta cihên hîn dûrtir tê birin. Lêbelê çem ji ber benda avê ya li jor hatiye çêkirin kêm bûye, hema bêje çikiyaye. Wê dîmena xwezayî şûna xwe berdaye dîmeneke sextî, dîmeneka endûstriyela çêkirî. Moltke dibêje newala Sûltansûyû heta Meletiyê, ango Batalgazî ya îroj dirêj dibe. Me jî di wir re berê xwe da Batalgaziyê. 



Jixwe Moltke jî qal dike ku Meletî berê li wir, li Batalgaziyê bi cih bûye û Asbûzû, ango şûna Meletî ya îroj wek havîngeh dihatiye cih û war kirin. Lêbelê dema Artêşa Osmanî, di dema şêwirmendiya Moltke de, bi hejmareka qerebalix tê Meletî, nişteciyên gund neçar dimînin ku ji mal û warên xwe derkevin û herin Asbûzûyê gundewarên jor, li ber çiyayê. Lê ew cihûwar kirina demborî, paşê berdewam dibe û bajar êdî bi wê hêlê ve mezin dibe. 

Me şeva xwe li Meletiyê borand û bi sibê re, me berê xwe da Kebanê. Jixwe Moltke jî qala çetiniya rê û dirbên ber bi Kebanê ve dike. Moltke di vê derheqê de zêde gotiye, lê kêm negotiye. Gava meriv ji dû helkişîna ser Torosan re, dîsa serberjêr dibe û xwe bera ser newala Kebanê dide, meriv dizane ku meriv dihere cihekî nedîtî. Jixwe ew newalên Moltke têde qal dike, niha bi piranî di bin ava perçifiyayî de mane. Ava rabûyî ew newalan heta cihbilindên wan tijî kirine. Lê dîsa jî heta ku meriv digihîje ser Kebanê çiyayên asê li dor meriv rêz dibin. Jixwe ne ji beraj û benda avê de be meriv li wir qet nikare debare xwe bi tiştekî bike. Li wan derdoran ne cihûwarên çandiniyê, ne darûberên keskahiyê hene, tenê çiya û zinarên bi havînî boz û rût repal, bizivistanî jî ji berfêaspî som dibin hene. 



Dema Moltke bi hevrêyên xwe ve tê vir, ew bi kelekê derbasî hêla dina çêm dibe. Ew qala şîpên şênên ku wan bi derbasbûnê re ditirsîne, xofa bi ber avê ketine dixe dilê wan dike. Îroj bendê rê li ber wan şîpên şên girtiye, hêrs li wan şkênaye, ew xamûş û aram kirine. Lê ji bendê şûnde hîn jî av mîna badonekan, mîna marên kovel xwe li hev werdide û bi xufexuf meriv vediciniqîne. Bendavên ku li jêr û li jor av perçifandine, nahêlin ku av di besta xwe de mîna berê bireve, di nav zinar û kendalan de xwe bi azadî û serbestî ba bide, çivan bie xwe. Ava çemê ya ku mîna pezkoviyan, mîna xezalên çiyayên çiv û çindik didane xwe, bi bendavan re kedî bûye. Lê helbet xofa çêm hîn jî meriv ditirsîne. Ji ber ku gundê me ne dûrî Ferêt e û ji zarokiya xwe vir ve her havînê min çend kesên ku di çêm de fetisiyane bihîstine... Heta pirekên wan jî qet nehatine dîtinê...


Li Kebanê, çem hîn jî bi lez û bez diherike, lê bendan hêrs lê şkênaye


Me ji Kebanê şûnda berê xwe da Xarpêt û Elazîzê. Rêya di navbera Keban û ElazXarpêtê, li gor ya di navbera Meletî û Kebanê baştir e. Meriv zêde di nav çiyayên asê re nahere. Ji ber ku rê li vir wê de, bi çiyayan ve paralel, bi eynî hêla çiyayan ve, bi roava-rohelat ve dirêj dibe, loma di ser çiyayên mîna bendan bilind dibin re derbas nabe. Elazîz esasen zêde ne dûrî Meletiyê ye, lê me rêya xwe di ser Kebanê re dirêj kir. Moltke di rêya Keban û Xarpêtê de dibêje "em ji dû daketina nav newalên asê re gihîştin rastedûzeka bilind a ku têde çend gundên Kurdan lê belav bûne". Moltke navên gundan nabêje, lê bi îhtîmaleka mezin ew gundên Çeqmaqê yên di navbera Keban û Elazîzê de dimîne ne. Rast jî ew gundên Kurdan in û Ji xeynî wan gundan tu gundên li dûzeke li hindê hev belav bûne nîn in.

 Elazîz jî mîna Meletiyê ji cihê xwe yê niha cidatir, berê li cihekî din bûye. Berê navenda bajêr li ser zinarên asê, li derdora keleya Xarpêtê bûye. Li şûna Elazîzê ya niha jî gunde Mezrê hebûye. Dema ku Moltke hatiye wir, wargeha artêşê li Mezrê hatiye danîn. Li bajêr, hîn jî bandora erdhêjê 2020'an xwiya dibe. Xaniyên xilûxirab bûne, malên valabûyî, xaniyên camlêşkeştî....

Xarpêt bi rastî jî li cihekî bêhempa û li çavan dûr hatiye çêkirin. Cihê xwe yê bilind birastî jî keleyeka bêqisûr e, ne cihekî bi hesanî dest bigihêje ye. Li wir ji berê de çend camî jî hatine çê kirin. Moltke wê demê jî qala xaniyên bi serbanên bilind(bi Tirkî, çati) hatine çêkirin dike. Moltke li wir bi Hafiz Paşa re hevdu dibîne...


Ji dû ku me şeva xwe li Elazîzê derbas kir re, me berê xwe da ser Dersimê. Rêya Dêrsimê jî me wekî Moltke di ser Pertagê re bir. Wek tê zanîn êdî bendava Kebanê ketiye navbera Elezîz û Dersimê. Loma yan meriv mecbûre di rêya di bin Gola bendavê re dizivire re here. An jî bi keştiyê di ser ava bendavê re derbas bibe. Rêya bi keştiyê, rêya kurttir e. Moltke dema derbasbûna xwe qala keleha Pertagê dike. Birastî jî wek keleya Xarpêtê li ser zinarekî mîna giravan î asê hatiye çêkirin. Jixwe bi rabûna ava bendavê re birastî jî ew îroj bûye giraveka di nav avê de... 
Meriv li gelek cihên welatê me dibîne ku dewlet bi hêza xwe ya zordar li wan deran dimîne. Lê ew li Dersimê zêdetir berbiçav e. Li ser her gir û tilê Dersimê an qereqolek an jî alayeka bilind a ku ne hêzê zêde, lê lawazbûnê nîşan dide hene. Li ser keleya Pertagê jî meriv vê tezadê dibîne. Belê dewletên kolonyal hertim bi hêz û xurtî xwe nîşan dane. Lê, wek hercar hatiye dîtin, ew tenê bi benekî sist li pê ne...........
Keleha Pertagê bûye giravek


Belê jî gelek qala Dêrsimê bûye, qala rindikî û xweşikiya xwezaya wê hatiye kirin û wek bihuşta li ser rûyê erdê hatiye salix dan. Lê heta ku meriv bi çavên serê xwe nebîne wê wek gotineka zêde dihesibîne. Gava meriv bi çavên serê xwe wir dibîne dibêje ew sêwirandina bihuşta li ser rûyê erdê,  şibandineka kêm e, lê qet ne zêde ye. Çiyayên Torosan ên li derdorên heta wê derê ji xeynî newalên çeman rût repal in, li Dersimê bi xemleka kesk ve dixemilin. Darên beriyan ji Xwedê de, bi hawiyekî xwezayî, bixweberê li ser çiyayan belav bûne. Di nav çiyayên Torosan ên çar hêl dor lê girtiye de, mîna bihuşteka veşartî, destpênebûyî, destlêneketî maye. Helbet birînên ku bi sedsalan e vebûne jî bi nav avên xwe de herikîne û hîn jî diherikin, hîn jî xwîn dibin. Meriv li vir kirdeyên van nerindî û neheqiyan hîn jî li her derî dibîne. Lê xwenîşandana bi vî hawî, meriv têra xwe dizane ku ne ji hêzdariyê, ji kêmhêziyê tê. Li Dersimê me yekser berê xwe da parka Seyîd Riza û me mezlûmên gelê me yê sedsala dawîn bi bîr anîn. Herçiqas meriv dizane xwenîşandayina herderî ji zeyîfiyê tê jî, xulqa meriv li navenda bajêr teng dibe. Loma me berê xwe da Ovacixê, Pûlûrê. Da ku em herin ser ziyareta Mûnzûr Baba. 

Hîn bi rê ve meriv fehm dike ku meriv di rê û dirbên bihuşta ser rûyê erdê re derbas dibe. Meriv di newala Mûnzûrê ya çiyayên asê yên hiş û aqilên meriv li serî meriv difirîne re xwe rast û çep badide. Darên berûyan, ên ku xwe bi çengek ax û qelşên zinarên asê re girtine, li herdu hêlên newalê ber bi ezmên ve rêz dibin. Bi min bêhempayî û bêhevtayiya vê newalê ji destlêneketîna wê tê. Ger heta niha mimkûn bibûya ku meriv destên xwe dirêjê bike, ew ê heta niha bihata talan kirin. Lê heta niha ew wiha xwezayî û veşartî maye.

Ji dû ajotineka dorî saeteke ya di nav newalên kûr ên ku hêdî hêdî bilind dibin re em gihîştin zozana biçûk a Ovacixê.  Wekî Cemîl Koçgirî distre "Ovacixê sero koyê Mûnzûrî, zelal zelal sono ava Xizirî

 

Çiyayên Mûnzûrê dûredûr tim biheybet xwe li me nîşan didan. Me di nav deşta Ovacixê re hinekî din ajot û em gihîştin ber gundê ziyaretê, cihê ku ava Mûnzûr, ava Xizirî lê dertê, ji erdê dizê û bi xumexum dikele. Ava wiha ji erdê bi xumexum dertê re "kelîn" tê gotin, lê ava Mûnzûrê bi cemidiyeka min di umrê xwe de nedîtiye ji erdê derdikeve. Gava meriv dikete nav, meriv nedikarî tehemila sarbûna wê bike, hestiyên meriv bi êş û janeka bêtarîf re dişewitîn. Belê hisa ku min di nav va va sar de di hestiyên xwe de his dikir şewatek bû. Derketina aveka ewqas şêna di cihekî viqas teng de encax meriv bi dîtina çavên xwe re înan bike.



Moltke gava li Meletiyê dimîne rojeke biryar dide ku berê xwe bide çiyayên Mûnzûrê yên ku bi heybet li iwr jî xuya dibin. Ew di ser Erebgirê re ber bi Êgînê ve dihere, ji ber çiyayên asê nikare bigihîje çaviyên Ava Mûnzûrê û ew li nîverê vedigere. Moltke li vir salixdaneke gelek bi teferûata tehmxweş dide. Loma ez dixwazim wê salixdanê raberî we bikim.









Gava ez derketim vê geştê niyeta min ev bû ku ez di ser Ovacixê re herim Êgînê. Herim cihên ku Moltke bi hûrgilî salix dane. Lê çiyayên Mûnzûrê li vir wê de tu rê û dirb nadin ku meriv di ser Ovacixê re here hêla Êgînê. Moltke bi hêsp, di ser çiyayan re, ji Êgînê xwe gihandibû Çemîşgezegê û di ser Pertagê re derbasa Xarpêtê bûbû. Lê em di ser Mamekiyê, Dêrsimê re, di ser Pertagê re derbasî Xarpêtê bûn. 
Bi vî hawî me çend qonax rêyên ku Moltke 180 sal berê dane ber xwe şopandin, çav li cih û warên ku wî salix dane gerandin....
 Nexşerêya me ya ku me li dû Moltke şopand

2 yorum:

  1. Kekê Fethî,

    Min Moltke bi xêra wergera te ya bi min pir şêrîn hatibû bi kêfeke ezamet xwendibû. Bira înanîya te hebe tehma wan hevokên Moltke hîn di bîra min de ye. Vê şevê nîşevê ku min va nivîsa te jî dîsa bi kêf û ken xwend. Ê te çito ku tu ketîyî li dû şopa Moltke, xeyala min e ku ez jî cîger û cesaretekê bi xwe re bibînim û bi rîya Mark Sykes kevim, herim û hey herim. Silav û hurmetên bi karên tu dikî serbilind in.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Silav Umerê hêja. Xwezî îmkan û wext û sebr û tehemil hebûya, ez jî wek Moltke di wan deşt û newalan re, di ser çem û deryayan re mîna wî geh siwarê hespê, geh siwarê kelekeka ji meşkên bizinan çêkirî, geh peya biçûyama. Lê niha ne ew sebr û tehemila li me heye, ne jî ew rê û dirban mîna berê ne. Dîsa jî ew xeyaleka min çend sal in dixwest bikim bû. Ez çaverêyî geşt û gerên te yên li dû şopa Mark Sykes im. Helbet ew ê bi çavê wênegir û rojnamevanekî hîn xweştir û şirîntir bibe. Bi silav û rêzên ji dil.

      Sil