12 Eylül 2021 Pazar

Sesûnk, serdana 2021'an, berhevdayînek bi dîmena 1883'an re


Sesûnk, abîdeya ku min çavê xwe li vê dinyayê vekirine û li dor xwe gerandine vir ve li pêş çavên min bû. Wek min li vir jî qal kiribû, dîmeneka wê ya xweş a ji heyata mala me xay dike heye. Wek li vir jî xay(xuya) dibe, min li vir ew nû kir. 


Ji zû ve ye min ser lê nedabû. Belku nêz'i 20 salan bûye. Min bi xwendin û lêkolînên di van demên dawîn kirine re min xwest ez carekî din ser lê bidim û xwendin û dîtinan li hev qiyas bikim. Min ji dû gera xwe ya li ser çiyayê Nemrûdê re dest bi xwendin û lêkolîna wê kiribû. Bi van xwendinan re min tesadifan kîtêba Otto Puchstein dît û di wê de gelek agahî di derbara Sesûnkê de dîtin. Bi vê gerê re firsend bû ku ez dîmenên berê bi yên niha re qiyas bikim.

Em bi xweng û xwarzê/a û biraziiyên xwe ve ketin rê û me sibê zû da riya Sesûnkê. Sibê zû em bi wesaîtê heta cihê ku rê heye çûn. Li cihê ku êdî wesaîta me li rê nikare here, em ji wesaîta xwe peya bûn û me li wir wê de bi peya dewama rêya xwe kir. Gava em bi rê diçûn, me carcaran wek bêhnvedan çavên xwe li menzereya bakur û başûr digerand. Li bakur gundê me Soqî, Zormixare, Xozgaşîn û gundên din, li başûr jî bilindiyên derdorên Xelfetiyê.
Li vir wê de encax bi peya


Sesûnk li dûr xayî dibe

Ji dû rêçûna saeteke re em gihiştin ser girê Sesûnkê. Saet heftên sibê bûn, lê dîsa jî roja gulanê germa xwe hêdî hêdî li ser rûyê erdê belav dikir. Sesûnk 2000 sal in li cihê xwe yê bilind, li şûna xwe ya rê pê nakeve li ser xwe maye. Ji serdana min a dawîn vir ve jî zêde guherîn lê çênebûne. Helbet xezînegeran xwe lê ceribandine, kirine ku zerarê bigihînin, lê ji ber ku rê pê nakeve encax qasî ku bikanin bi destên xwe zerarê bigihînin wê, zerar gihandine wê. Ango di çûna min a dawîn û vir ve zêde guherîn çênebûne. Me berê digot qey ew abîdeya berê bi awayekî bêkêmasî hatiye temam kirin û paşê hatiye hilweşandin. Lê, bi xwendina dîtinên Puchstein re min fehm kir ku esasen ew abîdeya temam nebûye. gelek tişt, gelek peyker stûn abîde wek temam nebûye li şûna xwe ya jêder mane. Loma bi teqîbkirina latên giloverên berbela re em çûn gihîştin cihê ku wek kan hatiye teraş kirin.

Dîsa me berê digot qey van latên giloverên berbelav ji ber birûskan wiha belav bûne, heta cihên jêrên abîdeyê çûne. Lê bi dîtina kanê re meriv fehm dike ku esasen ew ji wir dihatine birin jor, lê negihÎştine cihê meqseda xwe. Êdî ku çi bûye ew loxên qesda jor bûne, li nîverê mane. Ew ên li nîverê mane êdî hazir in, lê dîsa jî negihîştine cihê meqsedkirî. Ew ên hazir lê neighîştine mexseda xwe li wênya jêr in.


Bi teqîbkirina kevirên gilover re em digihîjin kana keviran,  cihê ku kevirên birî lê hatine derxistin. Ew hema li jêr abîdeyê, li bakur rohelata sesûnkê dikeve. Têde gelek ferşên kevir jê hatine birîn, gelek latên hatine tiraş kirin lê temam nebûne tên dîtin. Çima ew karê bi zor û zehmet nehatiye temamkirin, cihê balkêşiyê ye. Jixwe meiv di gelek tiştên din de jî nîşan û elamtên temamnebûnê dibîne. 

Kana Keviran a Peykeran

Latên li Kana Peykeran

   
Latên berbelav

Meriv dikare bibêje ku sitûna bakur rohelat jixwe di eslê xwe de jî wek temam nebûbe xuya dibe. Ji ber ku beramberî herdu cotstûnên din, emîna ku w tenê bi stûneke bêjin ku ew tenê hatibe çêkirin xuya dibe. Gelo ew di plana xwe de, wiha hatibû plan kirin, an jî gelo ew li hember plankirina mîna yên din nehatibû temam kirin meriv nikare fehm bike. Lê ji ber gelek kêmasiyên din em dikarin bêjin ku ew dibe ku mîna yên din hatibe plan kirin, lê ji ber hin sebaban nehatibe temam kirin.

Li stûnên din di demên dawîn de zêde guherîn çênebûne. Dergûşa ser cotstûnên başûr roava di salên nodî de hatibû teqandin.  ji xeynî wê, cotstûn, girikê tûmûlûsê, derûdor hema bêje wek berê, wek serdana mina dawîn e.

Dromos, ango têketina biniya girik, biniya tûmûlûsê dîsa nemimkûn bû. Kurm û kêzî û perwane yan di ber têketina teng de vingeving bû. Jixwe klostrofobiya min jî heye û cihê ku meriv bikare dikeve jî gelek teng bû. 



Da ku ez bikaribim cihên kana keviran, cihên kevir lê hatine birîn gişan kifş bikim min ez li derûdora Sesûnkê geriyam. Jixwe jêdera bingehîn, ya kevirên zêdetir lê hatine derxistin min berê qal kiribû wêneyên wê li jor xayî dikin. Ji xeynî wê, li roava cihekî dinî kortkirî heye ku mihtemelen ew jî dibe ku kaneka keviran be. Mixabin min wêneyê wê negirtiye.



Peykerên li erdê jî gumana temamnebûna abîdeya Sesûnkê piştrast dikin. Ji ber ku peykerê qertelan an bi bihorîna demê re wiha gilover bûbû an jî peykertiraş ew qet temam nekiribû. An jî ji dest peykerê ecemî encax ew hunera derketibû. Wek Humann û Puchstein jî qal dikin, nigekî wî şkeştiye.. Gava meriv radike ser lingan jî seriyê wî tune ye. Lê bi vî halî xwe jî xuya ye ew ne karekî bi balûdêhn e. Peykerekî dinî wek meriv bikare bibêje yê Şêran heye. Lê çi bûye, çi qewimiya, çi pêk hatiye meriv nizane, lêbelê li her tiştî nîşana nîvcomayîneka ji nişkê ve heye.
Lê helbet ew nîvcomayîna, eleqeya wê ya bi Nemrûd û Qereqûşê re, çîroka kevirtiraş, kevirkêş û xelkên derûdor bêguman meraqa min celb dike. Kî dizane belku rojeke bikaribim dên û bala xwe bidimê û romana wê binivîsim.











16 Ocak 2021 Cumartesi

Îzolasyona Neçar û Bedawî- Girava Tristan


Di sala 2020'an de em ketin îzolasyon û jihevdûrketineka ku em nizanin ka ê kîçax dawî le were.. Şewb û bêtara koronayê, bi çûnûhatin û sosyalîzasyonê belav dibe û çare û dermanê niha di dest me de heye tenê izolasyon û jihevdûrmayîn e. Bi havînî qet nebe meriv dikarî li derve hevdu bibîne û îzolasyoneê tehemilbar bike. Lê zivistan bixwe nehatibe ji îzolasyon û reşetariyeka ji hersal tîrtir bi xwe re anî. Kî bixwe nexweş dikeve, kî bi nexweşiya hezkiriyên re xemgîn dibe, kî bi koçkirina hezkiriyên berdilê xwe xemgîn dibe. Çend roj berê jî nasekî min î ciwan, hîn salên xwe yên ciwaniyê de bi ve bêtarê re rihmet kir. Mirin bi navê xwe re çiqas giran e, bi hatine re hîn girantir dibe, gava bo ciwanan te jî hîn girantir fetisokî dibe..

Min sersala 2021'an bi vê xeberê re û bi xemgîniya wê  derbas kir. Dibe ku him îzolasyona ji sala çûyî ji me re maye, him jî ji ber xemginiya bi vê xeberê re min çav li cihên ji çavan, ji merivan dûr gerand. Siftê li ser Youtube'ê min çav li vîdyoyên cihên bi zivistanê re, bi berfê re dikevin nav îzolasyonê gerand. Cihên bi sarma û seqem, cihên bi barîna berfê re bêrê û bêdirb dimînin. Di nav van vîdyoyan de ez rast li gundê Oymyakon. Oymyakon gundekî li Komara Saxayê, Rûsyayê ye ku ew cihê sartirînê ku meriv lê dijîn e. Nifûsa xwe tenê 500 meriv e û ji bajarê nêziktirîn(Yakûtsk) 680 km dûr e. Bo gihîştina wê derê meriv hewceya 2 roj û şêvan li ser cemed û qeşayê here.  Dereceya termometreyê di 1924'an de heta -71 C'an daketiye. Tiştekî dûraqil e, lê meriv li wir dijîn. Li vir vîdyoyek heye, lê mexseda min ne qalkirina Oymyakonê ye. Ez bi Oymyakonê re li ser cihekî din hûr bûm. Birastî jî bo dîtina wê gerek meriv hûr lê binihêre.



HEta demeke berî niha Kurd gelekî bi piranî li gundewariyan dijîyan bûn. Ew rewş çend deh salên dawîn de guheriyaye û gund û warên Kurdan çi ji ber sebebên aboriyê, çi bi zordariya dewletê re vala bûn. Kurd ji warên xwe yên di nav çiyayan de, ji cihên îzolê derketin û berê xwe dane cihên qerebalix. Îzolasyon, gund, çiya ji berê de tişten ku Kurd pê nas bûn. Bavikî min ji min re gelek caran qala îzolasyona qismî ya gundê me yê biçûk dike. Di dem û dewranên ku çûnûhatin hîn bi wesaîtan ne hêsan bû û meriv bi heywanan diçûn û dihatin deran de, rêwîtî pircaran çend rojan didomiya. Pircaran gava diçûna bajaran, bo danûstandinan, bo serdanan, bo şahî û şînan, çend rojan bi rê diçûne. Carcaran li gundên li ser rê şev derbas dikirine û bi sibê re dîsa diketine rê û diçûne. Ango Kurdan îzolasyona ji ber neçariyê kêmzêde hinekî dizanî. Jixwe ne hewceye meriv qala gund û bajarên Serhed û Botanê yên ku bi zivistanê re, bi barîna berfê ji dinyayê qut dibin bike. Lê niha ew îzolasyona, qutbûna ji dinyayê êdî siviktir û hêsantir bûye. Êdî meriv di rojê de dikare 1000 km here û were...Çi bi rêya esmanî, çi bi rêya reşahî..

Ez dixwazim şorê bînim ser cihekî li Okyanûsa Atlantîk.. Cihekî dûr î li nav deryayên kûr. Em werin ser îzolasyona bêdawî û bêdermana Girava Tristan, bi navê temamî Tristan da Cunha...

Ez ji dû Oymyakonê re li Tristan da Cunha'ya ku min navê wê berê jî gelek caran min bihîstiye qelibîm. Lê dibe ku ji ber psîkolojî û derûniya min a van rojan vê carê min zêdetir da dû çîroka wê. Ew wek cihê îzoletirînê li ser  rûyê dinyayê tê nasîn. Lê çi îzolasyon!!. Wek li wêneyê li kêlekê tê dîtin, axa nêziktirîna vê giravê ya ku meriv bi berdewamî li ser dijî, girava Saint Helena ya û ew jî 2000 km'an dûr e. Parzemîna nêziktirîn girava Afrîqayê, bajarê nêziktirîn, bajarê Cape Townê 2.400 km dûr e. Lê tiştên ku îzolasyona wê ya bêkêmasî bêhempatir dike ne vana tenê ne. Ew giraveka gelek biçûka hema bêje gilover e. Ew mîna daîreyeke ye ku çapa wê dora 12 km e. Ango meriv bi rêçûneka normal re dikare ji beraveke de bigihîje berava hêla din. Nifûsa giravê demdemî bi ser 500 merivî ketiye jî niha nagihîje 300'î, tenê 275 meriv e. Herçiqas girav ji hêla Tristao da Cunha ve di sala 1506'an de hatiye kifş kirin jî, girav ji sala 1810'an vir ve bi şênî ye... Ango çîroka wê gelek dişibe gundekî biçûk î Kurdistanê... Gundên me yên ku sedsala dawîn hatine ava kirin, bi cihûwar bûne.. Demeke nifûsa wan gundan jî zêde bûye û paşê hêdî hêdî şêniyên xwe jê bar kirine... Gundên ku li cem şêniyên xwe wek navenda dinyayê dihat dîtin.. 

Her ku ez di derbara wê de agahdar bûm, çîroka wê hîn zêdetir bala min kişand û pê re ji jiyana gundê me yê biçûk anî bîra min.. Min li çend vîdyoyan temaşe kir, lê zêdetir kîtaba ku ji hêla polîsekî li gund jiyaye hatiye nivîsandin, çend kîtaben din bala min kişandin... Ez ê qala çend paragrafên wê yên ku bala min kişandiye bikim. Lê em hinekî din qala agahiyên balkêşên giravê bikin...

Girav beşek ji axên Brîtanyayê yên Serderyayî ye. Loma zimanê Îngîlîzî tê axaftin. Meriv bi keştiyê encax bi ajotineka 6-7 rojan digihîje giravê. Û ew jî hertim nemimkûn e...Tiştê ku wê ûnîk û yekta dike jî jxwe ev e. Ger ew ghîjbar bûya, wê qet ev bala nedikişand ser xwe...Ango wek paradoksa Gîrîtê, gihîjbariya giravê jî paradoksek e..Û ew paradoksa hîn heta niha jî ji hev venereşiye...

Berî ku ew bi berdewamî niştecî bibe, korsan û talanker tên ser wir û diherin. Di 1810'an de korsanekî Amerîkan Jonathan Lambert bi du hevalên xwe yên din ve ji Rio de Jenerio'yê tê ser giravê û li wir dimîne. Lêbelê ew bi mayînê tenê namîne, navê giravê diguhere û navê wê dike "Refreshment"(nûbûn). Xwe wek xwediyê giravê dide nasîn, alayeke bo giravê çê dike. Heywanên ji derve bi xwe re anîne li wir xwedî dike û şitl û toximên bi xwe re anîne li giravê diçîne. Lê kûzê avê li rêya avê dihere. Saleke şûnde ew gava dihere masîgirtinê bi sê hevalên xwe ve difetise. Lê ew jî riwayeta kesê tenê yê ku li dû wan maye ye. Thomas Corrie, hevalekî Lambertê Îtalyan vê dibêje, lê rastiya wê encax Xwedê bizane. Li gor riwayetan dibe ku wî bixwe ew kuştibin û xezîneya ku di dest de ye jî li cihekî giravê veşartiye.

Niştecihbûna berdewama li ser giravê bi leşkerekî Skotî William Glass re dest pê dike. Niştecihbûna wê esasen bi sirgûnkirina Napolean Bonapart a ser girava Saint Helenayê re eleqedar e. Gava Napoleon bi wendakirina şera Waterloo'yê re ji hêla Îngîlîzan ve tê sirgûn kirin ser girava Saint Helenayê, bo parastina girava Saint Helenayê, Îngîlîstan li ser vê giravê jî tîmeka leşkerî bi cih dike. Da ku Frensî bi rizgarkirina Napolean vê giravê bi kar neînin. Jixwe Napoleon berê ji girava Elba'yê, ji irgûnê reviyabû û dîsa vegeriyabû ser texta xwe. Garnîzon di sala 1815'an de tê ava kirin. 

Napoleon li sirgûna li girava Saint Helena
Gava garnîzon tê Tristanê, korsanê berê Thomas Currie hîn jî bi berdewamî li ser giravê bûye. Wî garnîzon ziyaret dikiriye, bi zêr û pereyan tişt ji wan distandiye û qala Lambert û mirina wan dikiriye. Wî tim qala xezîneya xwe ya veşartî dikiriye û digotiye ew tewrî zêde ji kê hez bike, ew ê cihê xezîneya xwe bi wî re bibêje.. Lê gava ew di sala 1817'an de dimire wê sirê li xwe dihêle. Leşkerên li giravê çiqas lê digerin jî nikarin xezÎneyê bibînin.  

Gava di sala 1817'an de garnîzon tê belav kirin, William Glass misade dixwaze ku bi jina xwe ve li ser giravê bimîne. Misade tê dayîn û bi vî şiklî akincîbûna berdewamî ya li ser giravê dest pê dike. Du hosteyên keviran, Samuel Bunrell û John Nankviel, ên bo çêkirina avahiyên garnîzonê hatibûn giravê jî dimînin. Ew li giravê dest bi jiyaneka komûnal û wekhev dikin. Êdî li wê şûnde jiyaneka bişêniya bênavber dest pê dike. Keştiya ku garnîzona Brîtanî ji giravê vedigerîne, gayekî, mangeyeke û çend meşînan wek diyarî dide Glass..Glass û jina xwe 8 lawik û 8 keçikan tînin dinyayê

Rêya deryayî ya li ber û dû Qenela Sûezê
Nifûs geh zêde dibe, geh kêm dibe. Xweşî û nexweşî, şîn û şadî mîna li her cihên ku jiyan  heye li wir jî bi hev re xuya dibin. Jixwe şev dide dû rojê, roj dide dû şevê.. Hin salan keştî li dû hev tên giravê û hin salan kes danagere giravê. Hin caran keştî li derdora giravê serebinî hev dibin, merivên li ser difetisin, şêniyê giravê wan ji mirinê xelas dikin, hin caran ew bo demeke li wir dimînin û dibin nişteciyên demkî. Lê di sedsala 19'an nifûsa daîmî nagihîje 100 kesî.  

Girav herçiqas ji dinyayê îzole be jî guherînên li dinyayê bandorê li wan jî dikin. Vekirina qenela Suweyşê rêyeka kurttir pêşkêşî keştiyan dike û êdî keştî bêyî ku rêyeka dirêj bidin ber xwe, xwe ji Asyayê, Efrîqayê digihînin Ewropayê. Loma Girava Tristanê nabe îstgeheka mecbûrî ya li ser rêya wan a dirêj. Di dema Şerên Cîhanê de, gava dinê û alem bi hev dikeve, goştê hevdu dide ber diranên hevdu jî Tristan da Cunha di nav deryayan de ji bîr dibe. Ne rê pê dikeve, ne jî dirb.. 

Girav ji dû Şerê Cihanê ya duyemîn re rojên xwe yen baştirîn dibîne. Xelk li erdên xwe yên patatîsan çandiniya xwe dikeve, patetîsên xwe digihîne û çav li pêşeroja ronîdar dike. Şîrketek bo kevjalên(crayfish) li derdora Tristanê tê dîtin tê ava kirin û bi wê re ekonomiya giravê gelek pêş de dikeve. Bi pêşketina aboriyê re pêşerojeka geştir li ber girave xuya dibe. Heta ku roj li ser giraviyan di naverojê de reş bûye. 

Di sala 1961'an de volkana ku çend sedsal in bêliv û bêtevger bû dest bi tevgerê dike. Ew him bi rastî, him jî bi mecazî wek ewreka reş dadikeve ser giravê. Giravî neçar dimînin ku ji giravê derkevin û herin Cape Townê. Ew ji dû mayîna çend rojan a li wir re diherin Brîtanyayê. Hînga ew bi vê derketine bi şokeka kulturî ya li derveyî giravê re rû bi rû dibin. Gelekan ji wan heta wê demê çavê xwe ji xeynî girava xwe ya di nava Okyanûsê wêdetir li tiştekî din venekiribûn. Lê ew niha bi car de ketibûn nav dinyayeka qerebalix û bi kefteleft û xirecireka bêdawî.    

Jixwe kesên wek me yên li gundan mezin bûne, bi çûna bajêr û bajarên mezin re li her tiştî diheyirîn. Carcaran meriv dikeve Şokeka Kulturî.. Lê gava min ew derketina Tristaniyan xwend, ew şoka me ya Kulturî li hinde ya wan mîna mesqereyan dimîne. Conrad J. Glass, polîsê giravê, tekane kîtabnivîsarê giravê qala wan rojan dike ku ew ketine nav şokeka çito. Ew li girava xwe ya ku herkes mîmarê malê xwe ye, xwediyê malê xwe ye diherin dinyayeka ku kes nikare xwedaniyê li xwe bike...

Jixwe çend sal şûnde giravî dîsa dikarin vegerin giravê, dikarin şûnde bigihîjin malên xwe yên ku çavên wan li dû mane  Lê jixwe êdî ew pergala berê namîne û girav nikare bigihîje wan rojên xwe yên bi pêşerojeka geş. Lê dîsa jî giravî hêdî hêdî bi xwe de tên û mal û warên xwe şên dikin. 

Girav niha jî bi îzolasyona xwe ya berê ve li ser girikê xwe yê dûr e. Ew îzolasyona bi teknolojiyên nû re hinekî siviktir bûbe jî, ji aliyê erdnîgarî ve zêde neguheriyaye. Polîsê tenê ye giravê carcaran bisîkletajoyan hişyar dike, xwediyên mange û gayên dikevin nav erdê xelkê îqaz dike û tenê ew...

Çîroka Tristanê min gelek şibande çîrokên gundên Kurdan ên ji mal û malbateke ava bûne, gir bûne belav bûne û li hember zordariyên serdest û destarên serdeman daye... Çîrok û riwayetên ji xezîneya ji demên berê mane, îzolasyona ji bajaran û hwd..