12 Eylül 2021 Pazar

Sesûnk, serdana 2021'an, berhevdayînek bi dîmena 1883'an re


Sesûnk, abîdeya ku min çavê xwe li vê dinyayê vekirine û li dor xwe gerandine vir ve li pêş çavên min bû. Wek min li vir jî qal kiribû, dîmeneka wê ya xweş a ji heyata mala me xay dike heye. Wek li vir jî xay(xuya) dibe, min li vir ew nû kir. 


Ji zû ve ye min ser lê nedabû. Belku nêz'i 20 salan bûye. Min bi xwendin û lêkolînên di van demên dawîn kirine re min xwest ez carekî din ser lê bidim û xwendin û dîtinan li hev qiyas bikim. Min ji dû gera xwe ya li ser çiyayê Nemrûdê re dest bi xwendin û lêkolîna wê kiribû. Bi van xwendinan re min tesadifan kîtêba Otto Puchstein dît û di wê de gelek agahî di derbara Sesûnkê de dîtin. Bi vê gerê re firsend bû ku ez dîmenên berê bi yên niha re qiyas bikim.

Em bi xweng û xwarzê/a û biraziiyên xwe ve ketin rê û me sibê zû da riya Sesûnkê. Sibê zû em bi wesaîtê heta cihê ku rê heye çûn. Li cihê ku êdî wesaîta me li rê nikare here, em ji wesaîta xwe peya bûn û me li wir wê de bi peya dewama rêya xwe kir. Gava em bi rê diçûn, me carcaran wek bêhnvedan çavên xwe li menzereya bakur û başûr digerand. Li bakur gundê me Soqî, Zormixare, Xozgaşîn û gundên din, li başûr jî bilindiyên derdorên Xelfetiyê.
Li vir wê de encax bi peya


Sesûnk li dûr xayî dibe

Ji dû rêçûna saeteke re em gihiştin ser girê Sesûnkê. Saet heftên sibê bûn, lê dîsa jî roja gulanê germa xwe hêdî hêdî li ser rûyê erdê belav dikir. Sesûnk 2000 sal in li cihê xwe yê bilind, li şûna xwe ya rê pê nakeve li ser xwe maye. Ji serdana min a dawîn vir ve jî zêde guherîn lê çênebûne. Helbet xezînegeran xwe lê ceribandine, kirine ku zerarê bigihînin, lê ji ber ku rê pê nakeve encax qasî ku bikanin bi destên xwe zerarê bigihînin wê, zerar gihandine wê. Ango di çûna min a dawîn û vir ve zêde guherîn çênebûne. Me berê digot qey ew abîdeya berê bi awayekî bêkêmasî hatiye temam kirin û paşê hatiye hilweşandin. Lê, bi xwendina dîtinên Puchstein re min fehm kir ku esasen ew abîdeya temam nebûye. gelek tişt, gelek peyker stûn abîde wek temam nebûye li şûna xwe ya jêder mane. Loma bi teqîbkirina latên giloverên berbela re em çûn gihîştin cihê ku wek kan hatiye teraş kirin.

Dîsa me berê digot qey van latên giloverên berbelav ji ber birûskan wiha belav bûne, heta cihên jêrên abîdeyê çûne. Lê bi dîtina kanê re meriv fehm dike ku esasen ew ji wir dihatine birin jor, lê negihÎştine cihê meqseda xwe. Êdî ku çi bûye ew loxên qesda jor bûne, li nîverê mane. Ew ên li nîverê mane êdî hazir in, lê dîsa jî negihîştine cihê meqsedkirî. Ew ên hazir lê neighîştine mexseda xwe li wênya jêr in.


Bi teqîbkirina kevirên gilover re em digihîjin kana keviran,  cihê ku kevirên birî lê hatine derxistin. Ew hema li jêr abîdeyê, li bakur rohelata sesûnkê dikeve. Têde gelek ferşên kevir jê hatine birîn, gelek latên hatine tiraş kirin lê temam nebûne tên dîtin. Çima ew karê bi zor û zehmet nehatiye temamkirin, cihê balkêşiyê ye. Jixwe meiv di gelek tiştên din de jî nîşan û elamtên temamnebûnê dibîne. 

Kana Keviran a Peykeran

Latên li Kana Peykeran

   
Latên berbelav

Meriv dikare bibêje ku sitûna bakur rohelat jixwe di eslê xwe de jî wek temam nebûbe xuya dibe. Ji ber ku beramberî herdu cotstûnên din, emîna ku w tenê bi stûneke bêjin ku ew tenê hatibe çêkirin xuya dibe. Gelo ew di plana xwe de, wiha hatibû plan kirin, an jî gelo ew li hember plankirina mîna yên din nehatibû temam kirin meriv nikare fehm bike. Lê ji ber gelek kêmasiyên din em dikarin bêjin ku ew dibe ku mîna yên din hatibe plan kirin, lê ji ber hin sebaban nehatibe temam kirin.

Li stûnên din di demên dawîn de zêde guherîn çênebûne. Dergûşa ser cotstûnên başûr roava di salên nodî de hatibû teqandin.  ji xeynî wê, cotstûn, girikê tûmûlûsê, derûdor hema bêje wek berê, wek serdana mina dawîn e.

Dromos, ango têketina biniya girik, biniya tûmûlûsê dîsa nemimkûn bû. Kurm û kêzî û perwane yan di ber têketina teng de vingeving bû. Jixwe klostrofobiya min jî heye û cihê ku meriv bikare dikeve jî gelek teng bû. 



Da ku ez bikaribim cihên kana keviran, cihên kevir lê hatine birîn gişan kifş bikim min ez li derûdora Sesûnkê geriyam. Jixwe jêdera bingehîn, ya kevirên zêdetir lê hatine derxistin min berê qal kiribû wêneyên wê li jor xayî dikin. Ji xeynî wê, li roava cihekî dinî kortkirî heye ku mihtemelen ew jî dibe ku kaneka keviran be. Mixabin min wêneyê wê negirtiye.



Peykerên li erdê jî gumana temamnebûna abîdeya Sesûnkê piştrast dikin. Ji ber ku peykerê qertelan an bi bihorîna demê re wiha gilover bûbû an jî peykertiraş ew qet temam nekiribû. An jî ji dest peykerê ecemî encax ew hunera derketibû. Wek Humann û Puchstein jî qal dikin, nigekî wî şkeştiye.. Gava meriv radike ser lingan jî seriyê wî tune ye. Lê bi vî halî xwe jî xuya ye ew ne karekî bi balûdêhn e. Peykerekî dinî wek meriv bikare bibêje yê Şêran heye. Lê çi bûye, çi qewimiya, çi pêk hatiye meriv nizane, lêbelê li her tiştî nîşana nîvcomayîneka ji nişkê ve heye.
Lê helbet ew nîvcomayîna, eleqeya wê ya bi Nemrûd û Qereqûşê re, çîroka kevirtiraş, kevirkêş û xelkên derûdor bêguman meraqa min celb dike. Kî dizane belku rojeke bikaribim dên û bala xwe bidimê û romana wê binivîsim.











Hiç yorum yok:

Yorum Gönder