29 Nisan 2014 Salı

Ji Mantiq et Teyr a Ferîdûddîn Ettar - 3




.
.

.
.


  هست ما را پادشاهی بی خلاف
 در پس کوهی که هست آن کوه قاف
نام او سیمرغ سلطان طیور
 او به ما نزدیک و ما زو دور دور

Ji me re heye padîşehek, bêguman
Li piş çiyayê bi navê Qaf
Nav Sîmûr e, siltanê Teyran
Ew li me nêzik e, lê em jê dûr in
Li diyarê îzetê sikûn e ew
Ne hedê her faniyî ye navê wî
Sed hezaran zêdetir perde hene li ber wî
Li du aleman, kes nîne bigihîje wî
Kî dikare qowetê bistîne ji wî
در حریم عزتست آرام او
نیست حد هر زفانی نام او
صد هزاران پرده دارد بیشتر
در دو عالم نیست کس را زهره‌ای
کو تواند یافت از وی بهره‌ای
دایما او پادشاه مطلق است
Hertim Padîşahê mitleq e ew
در کمال عز خود مستغرق است
Di nav kemalê xwe de veşartî ye ew
او به سر ناید ز خود آنجا که اوست
Li meqamê xwe, li xwe heyran e ew
کی رسد علم و خرد آنجا که اوست
نه بدو ره،نه شکیبایی ازو
Kîjan aqil û îlm digihîje şûna ku lê ye ew
Ne rê heye jê re, ne jî tehemûl ji rê re
صد هزاران خلق سودایی ازو
Bi sed hezaran xelk evîndar in ji wî re
وصف او چون کار جان پاک نیست
Wesifandina wî ne kar e ji canê pak re
عقل را سرمایهٔ ادراک نیست
Nîne sermaye ku di wî bigihîje, ji aqil re
لاجرم هم عقل و هم جان خیره ماند
Neçar, him aqil û him jî can heyran dimîne jê re
در صفاتش با دو چشم تیره ماند
Her du çav hil nayên, li ber sifetên wî
هیچ دانایی کمال او ندید
Hîç zaneyî, nedît kemala wî
هیچ بینایی جمال اوندید
Hîç bînayiyê nedît cemala wî
در کمالش آفرینش ره نیافت
Tu mexlûqan rê nedît Ji kemala wî re
دانش از پی رفت و بینش ره نیافت
Zanîn ji pêyan bû û bînayiyê şaş kir rê
قسم خلقان زان کمال و زان جمال
Qismek ji xelkê ji kemal û cemala wî
Eger hebe jî agahî, xeyal û sêwr e ew
هست اگر بر هم نهی مشت خیال
Bi xewnan kî dikare xwe bispêre vê rê
بر خیالی کی توان این ره سپرد
Tu bi masî çito dikarî bigihîjî mehê[hîvê]


تو به ماهی چون توانی مه سپرد
Sed hezaran serî bûn mîna topan li vir


صد هزاران سر چو گوی آنجا بود
Hayhay û hey û hûy hebûn li vir


های‌های و های و هوی آنجا بود
Geh reşahî, geh derya hene li ser vê rê


بس که خشکی بس که دریا بر رهست
Bila tu qet nefikirî ku kurt e ev rê
Şêremêrî gerek e, ji vê rêya ecîb re
Ji ber ku rê dûr e û derya kûr û kûr e
.
.
تا نپنداری که راهی کوته است
شیرمردی باید این ره را شگرف
زانک ره دورست و دریا ژرف ژرف
Rûpela siftê(pêşin) ya beşa Sefernameya Hezar û Yek Fersengî ya ku çarîna pêşîna van rêzikan sernivîsa xwe bû

.
.

24 Nisan 2014 Perşembe

Ji Mantiq et Teyr a Ferîdûddîn Ettar - 2

Hûdhûd a dilteng û pirr bi hewes
هدهد آشفته دل پرانتظار
Ji nav wan gişan, pêşde derket bêqerar
در میان جمع آمد بی‌قرار
Ji êhlê terîqet bû di nav wan de
حله‌ای بود از طریقت در برش
Pêşkêş bû ji heqîqetê di nav wan de
افسری بود از حقیقت بر سرش
Ji rêya ku hatî bi feraset bû
تیز وهمی بود در راه آمده
Ji çê û xerabiyê agahdar bû
از بد وز نیک آگاه آمده
Got çûkno! Bêguman û bêşik ez im
Him haydarê Hezret, him jî qasidê xeybê
Him her ji Hezret xeberdar im ez
Him xwedî sirrên şarezayî me ez
گفت ای مرغان منم بی‌هیچ ریب
هم برید حضرت و هم پیک غیب
هم ز هر حضرت خبردار آمدم
هم ز فطنت صاحب اسرارآمدم
Ew ê ku di nikilê xwe de Bismilla hebe
آنک بسم الله در منقار یافت
Ne dûr e ku xwedî pirr sirran be
دور نبود گر بسی اسرار یافت
Bi derdê xwe dibihûrînime rojgarê
می‌گذارم در غم خود روزگار
Hîç karê kesî nîne bi min re
هیچ کس را نیست با من هیچ‌کار
Çito azad im ji xelkê, beguman
چون من آزادم ز خلقان ، لاجرم
Xelk jî  eynî azad e ji min
خلق آزادند از من نیز هم
Çito ku meşxûl im ez bi derdê Padîşah
چون منم مشغول درد پادشاه
Qet nîne xema min ji artêşê
هرگزم دردی نباشد از سپاه
Dibînim avê, bi nuqtediliya xwe
آب بنمایم ز وهم خویشتن
Zêdetir jî, ji min re eyan in sirr têra xwe
رازها دانم بسی زین بیش من
Bi Silêman re min kir sohbet
با سلیمان در سخن پیش آمدم
Helbet ji xeyalan  wêdetir ketim pêş
لاجرم از خیل او بیش آمدم
.
.
.

.
.
.
.

.

22 Nisan 2014 Salı

Ji Mantiq et Teyr a Ferîdûddîn Ettar - 1

Merheba ey Hûdhûdê ku rêber bû
مرحبا ای هدهد هادی شده
Ji rastiya hemû newalan agahdar bû
در حقیقت پیک هر وادی شده
Ey ya ku li serheda seb'a xweş firriyayî, Tu
ای به سر حد سبا سیر تو خوش
Bi Silêman re bi Zimanê Teyran xweş peyivî, Tu
با سلیمان منطق الطیر تو خوش
Xwedî sirrên Silêman bûyî
صاحب سر سلیمان آمدی
Ji bo vê pesndar, ji ber vê tacdar bûyî
از تفاخر تاجور زان آمدی
 .
 .
Li hev civîn hemû teyrên cîhan
Çi ên aşkere û çi ên nîhan
.
 .
مجمعی کردند مرغان جهان
آنچ بودند آشکارا و نهان
Gîşan got ku niha ev e wext û dewran
جمله گفتند این زمان در دور کار
Nînin tu bajar ên bê şehriyar
نیست خالی هیچ شهر از شهریار
Çito bibe ku ji dinyaya me re nebe Şah
چون بود که اقلیم مارا شاه نیست
Ji niha û pê ve, nabe em bimînin bê Şah
بیش ازین بی‌شاه بودن راه نیست
Em yek bi yekî din re bibin alîkar
یک دگر را شاید ار یاری کنیم
Da ku Padşahekî re bibin telebkar
پادشاهی را طلب کاری کنیم
Çima ku welat bibe bê Padşa
زانک چون کشور بود بی‌پادشاه
Nîzam û tertîb namîne di artêşê de
نظم و ترتیبی نماند در سپاه
Paşê hema hatin cem hev
پس همه با جایگاهی آمدند
Gerriyan li Şahekî ser bi ser tev
سر به سر جویای شاهی آمدند
.
.
.
.

10 Nisan 2014 Perşembe

WQFerheng v3.5

Ji sê mehan şûnde bo WQFerhengê nûkirineka(rojanekirineka) din. Ew cara 13'emîn e ku ez bo WQFerhengê nû dikime. Dîsa danegeh(Database) bi ya Wîkîferhengê ve hat wekhev kirin. Bi vê wekhevkirinê re nêzî 4000 hezaran sernavên nû hatin ferhengê. Pirrekên wan ji Îngîlîzî(~3000) û ji Almanî(~500) ne. Yên din jî bi hejmerên xwe yên biçûk ve ji Farisî, Kurdî, Frensî û ji zimanên din in. Hejmarên wate yên zimanan ên paşin ên di ferhengê de wek di rêsim de tên dîtin in.


Guherîneka din a ku di ferhengê de hatiye kirin, di lîsteya ku ziman têde dîtin de ye. Êdî lîste bi pişkoja li quncikê rastê ya li jor ve dikare li gor rêzkirina alfabetîk bê rêz kirin. Siftê lîste wekî ku zaraveyên Kurdî li ser bên tê anîn, lê bi tîkandina li ser wê pişkojê ve lîste dikare li gor rêzbûna alfabeyê bê rêz kirin. Herwiha li hindê zimanan meriv dikare bibîne ka di ferhengê de çend mehne(wate) bo zimanekî hene jî.


Nûkirineka din a ku bi vê rojanekirinê re tê jî bo lêgerrînê ye. Heta niha gava ku meriv li ferhengê li tiştekî digerriya, lîsteya pêşniyaran wekî ku herfên(tîpên) biçûk-mezin cida bike dihat pêşniyarkirin. Vê taybetiyê meriv mecbûr dihîşt ku encax bi lihevanîna herfên biçûk û mezin ve tiştê ku tê lêgerrîn bibîne. Lê ew cidatiya hat rakirin û meriv bi herfên biçûk jî, bi yên mezin jî binivîse, çi bi herfên biçûk, çi bi herfên mezin hemû sernavên ku li hev tên tê peşniyar kirin. Bi vî hawî lêgerrînên hêsantir dikarin bên kirin.

Li hindê van guhertinên bingehîn, hin guherrînên din ên ku him şaşiyan dirust dikin, him jî bikaranîna sepanê(aplîkasyonê) hêsantir dikin hatin kirin. Ez bawerim bi van guherînan ve ew ê hîn zêdetir bi kêrî Kurdîhezan were. Ew li ser Google Playê li ber dest e.