11 Temmuz 2014 Cuma

Wîkîferheng li devdevî(nêzî) 350.000 sernavan

Vaya nivîsa min a duduyan a li ser Wîkîferhengê ye. Ya berî vêyê - 9 mehan berê - di rezbera salaçûyî (2013'a) de bû. Di vê navberê de Wîkîferheng him bi çawanî, him jî bi çendî timûtim pêş ket û herroj têrtijîtir bû û nêzî 70.000 hezar peyv lê zêdebûn. Niha di wê de nêzi 348.000 gotar hene û ew di nav hemû projeyên Wiki-yan de ya 16'emîn e û di nav rêza ferhengên tewrî(herî) mezin û tewrî berbelav de ye. Lîste li vir dikare bê dîtin: Lîsteya Ferhengan 

Di vê navberê de helbet çend kesên ku tevkarî li Ferhengê dikin hene û ked û emegên wan nayên înkar kirin. Lê ez dikim çend tiştên ku min bixwe di vê navberê de kirine bikim.
Helbet dîsa hewce ye ku ez ked û emega hêja Husein Muhammed(Ferhengvan) li vir bi lêv bikim. Çiku di wan gotarên ku di vê navberê de zêde bûne de jî tevkariyeka wî ya mezin heye. Çiku gotarên ku bi destên wî çêbûyî -bila destên wî sax bin-, ewqas têrtijî û kamilane çêbûne ku hîn jî ew kan û çavkaniyek in, ji çêkirina pêyvên nû re. A di van gotarên ku zêdebûyî de jî giraniyeka mezin yên ku ji van gotaran hatine çêkirin in. Min siftê ji wan û ji qeydên din ên ku di Wîkîferhengê de heyî sernav ên nû derxistin û ew bi robotê [Cyrusbot] dan çêkirin (statîstîkên xwe di wêneya li kêleke de hene, lê nêzî 50.000 gotarên ku di demên paşin de pê hatine çêkriin hîn têde tune). Ew sernavên çêbûyî wiha dikarin bên sinifandin;

* Gotarên ku wek ji navdêr, rengdêran hatine çêkirin [wek mînak: germ kirin, germkirin, germkirî ..] û beralîkirina formên vanên cida [wek terralî kirin => bnr. teralî kirin û hwd.],

* Yên ku formên cida yên peyvekê yên ku li gor herêman diguherin û di bin beşa Herwiha de lîstekirî [wek mînak: avêtin, avitin.. û hwd.], 

* Navderên ku ji navdaran tên çêkirin [wek mînak, abone=>abonetî, ajal=>ajalî] û li hev beralîkrina formên wan ên cida[wek aboneyî, ajaltî hwd.] 

* Navderên ku karekî dikin [asîmîle=>asîmîleker, aram=>aramker, masî=> masîgir, masî=> masîfiroş û hwd.], 

* Rengdêrên ku ji navan tên çêkirin [arezû=>biarezû, arezûdar, bêarezû û hwd.]

* Peyvên ku di bin hevwateyên xwe de hatine nivîsandin, lê jê re gotar nehatine çêkirin [wek aciz=>nehêsa, fitneker=> fesadker û hwd.]
Helbet di ber re  peyvên Farisî, Erebî, Kurdî, Almanî jî hatin zêdekirin. Lê ew li hindê yên ku li jor qalbûyî pareka biçûk in.
Berê min berambera Kurdî ya peyvên zimanên ku hejmera peyvên xwe di Wîkîferhengê de digihîjin hejmareka mezin - Tirkî, Almanî, Îngîlîzî, Farisî - bi bernameya xwe derxistibûn û ew wergeran di bin beşa wergerê ya beramberên wan de zêdekiribûn. Min ew carekî din kir û bi vî hawî peyvên Kurdî yên ku hatine wergerandin a Tirkî û/an Îngîlîzî û/an Farisî û/an Almanî gihîştin hejmareka mezin. Helbet di wan de şaşî hene, lê ew dikarin bi hêsanî bên rastkirin. Xwezî ku li me saziyek hebûya, komîsyonak ji nav xwe derxista û ew yek bi yek sererast bikirana û bigihîjandina asteka dirusttir û kamiltir.

Niha Wîkîferheng bi vî halî xwe jî  gihîştiye kamiliyeka hema bêje bêqisûrane. Gava yek -Kurdek- li zimanê xwe kete dudiliyan, an jî yekî li zimanê Kurdî şibhe kir, bila çend deqîqeyan li Wîkîferhengê çav bigerrînê ew ê tavilê ji hespê şeytênê ku lê siwarbûyî were xwar. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder