29 Temmuz 2015 Çarşamba

Fêrikê Ûsiv


Helbest û berhemên Fêrikê Ûsiv, helbestvanê Kurdên me yên Qefqasê encax îsal, bi xêra kulfeta xwe Firîda Hecî Cewarî, Kawa Nemir û Weşanxaneya Lîsê, gihîşte ber destên gelek kesan. Min jî hersê kîtabên wî yên ji helbestên wî pêk tê çend mehan berê bi dest xwe xistin û cilda wan a yekem çend hefteyan berê dest xwe kir ku bixwînim. Heyf ku ez ewqas sal ji helbestên wî bêpar mame. Ji Kurmanciya wî ya şêrîn a ku li min gelek nas û sade [diha, orta, yêr, qêmîş bûn, daximîş bûn, dûşmîş bûn û hwd.], ya ku qet hewl nedaye ku "xwerû", pê re jî girantir, bike. Hele helbestvanek di helbestên xwe de qala stêrkan, çerxa felekê dike jî ew, wek xwînerekî helbestan, li ber çavên min dibe stêrkekî/a helbestan.

Gava wan demên han Kawa Nemir gotibû "Fêrik helbestvanekî ji Cegerxwîn mezintir e", ji min re, dîsa wek xwînerekî helbestan, him qiyaseka bêmehne, him jî giran hatibû. Ji ber ku, mîna gelek kesan, ji min re jî Cegerxwîn li asteka gelekî bilind û bêhempa tê [Ez di ber re, hîn ku mijar hatiye ser bibêjim, ne wek helbestvan, lê wek helbest lûtkeya helbesta Kurdî "Bilbilê Dilşadî" ya Seydayê Tîrêj e]. Lê ji dû qedandina cîlda yekema Fêrikê Ûsiv re, ez dikarim bibêjim ku ew ne zêdegotinek e. Qiyaseka wiha meriv bi dilrihetî dikare bike. Belê ez hîn jî nehatime ser fikra ku Fêrik wek helbestvan ji Cegerxwîn mezintir e, lê ger yek bibêje jî heqê xwe heye. 

Herwiha bi xwendina helbestên wî re ez pê hesiyam ku stranên Nîzamettîn Ariç ên albûma xwe ya dawîn (Azadi) bi pirranî ji Fêrikê Ûsiv hatine helgirtin.

Ji nav helbestên Fêrik ên cîlda xwe ya yekem zêdetir "Zembilfiroş" û "Xewna Mîrmih" li xweşiya min çûn. Helbet yên ku Nizamettin Ariç şîrove kirine jî xweş in, lê Zembilfiroş yek ji helbestên xweşiktirîn ên ku min heta niha xwendin e.



"Benî Xanim ji jorê dibîne
Hizingekê radihêle
Serê Nazik dadihêle
Mîna şirdanê karîbarê
Cotê guliyan têne xwarê
Beden wekî nûr nederê
Çawa ku rojê ji pişt çiyê derê"

"Xanim rewşa te ji nûr e
Bejn û bal bê qisûr e
Bi wî kim xaliqê xefûr e
Ya min û te ji hev dûr e"

"Tu metirse bi pêş de were,
Li min tê bêhna misk û ember e"

"Xanim te sîng nûr neder e
Ava avilheyatê li ser e
Ez bi wî bikim, ela ekber e
Ji nefsa min re wekî jehr e"

"Kuro, lê were metelê
Wekî tu nebêjî, belê
Ez ê te biavêjim kelê
Tu bikşînî pirr xederê"

"Got bibêjin qewazêd li derî
Bila bigirin vî nemêrî
Bavêjin zindana jêrîn
Belkî fehm bike şer û xêrî"






Xewna Mîrmih jî helbestekî felsefîk û li dû şopa "nemirî"yê ye. Lê ma kî ji mirinê reviyaye û xwe gihandiye avilheyatê:


"Got: Ho xorto, tu bi xêrî
Biter bûyî li vî yêrî
Got: bi xêr im, ne bi şer im
Feqet li xêra tam digerrim"

"Xwedê bi keremî, 
Dinya wiha torat kiriye,
Yek daye, êk dewsê biriye
Tebiyet kiriye hezar terz e
Kevin dimire, bo teze
Gulek belgan diweşîne
Li dewsê dertê yeka şîn e
Çemek diçe ser behran e
Yek jî dertê li cî û dêran e
Çiyayek dixure li binê erdê
Di rex de yekî din dertê
Stêrkek tê dîhar e,
Diqulibe yek tê xwar e
Mirin Mîrmih erhede ye
Bi emir re perwede ye
Li kû ruh û nefes heye
Mirin jixwe li wir jî ese ye"


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder