28 Mart 2016 Pazartesi

Çend Gotinên Mezinan - H

* Ha dikim dê dimire, ha dikim bav dimire
* Ha ker hatiye ber barê, ha bar hatiye ber kerê
* Ha kir hûr, ha te kir tûr
* Hasi giha Mûsilê
* Hatin ji çol û çolistana, bûn xwediyê dar û daristana
* Havîn kirasê xiznan e
* Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne
* Heft soberiya kerê hene, dikeve avê hemûyan ji bîr dike
* Heger te girt bermede, heger te berda bi dû mekeve
* Hêkerûn nebû, bila bi cilbir be
* Karê gavanan siwariya keran e
* Hîn ku av dûr e, xwe helnemale
* Henek dibin genek
* Her bizinek li karê xwe dibane
* Her çavbelekek li dÛ çavreşekê ye
* Her çûkek bi refî xwe re difirre
* Her kevirek li ciyê xwe giran e
* Her mange tê dotin, lê her şorr nayê gotin
* Her rojeke padîşahekî xwe heye
* Her teyrek bi baskên xwe difirre
* Her tişt di wextê xwe de xweş e
* Hesp dibeze siwar xwe dipesîne
* Hesp sîwarê xwe dizane
* Hespî çê zengÎyê nagihîne xwe
* Heta em bûn çavnas, dinya li me bû xelas
* Heta ku tu aş î, ez qeraş im
* Heta ku jîr bûm, pîr bûm
* Heyfa bizina kol, ji ya bi qoç re namîne
* Hezar carî bipîve, careke bibirre
* Hin dikin, hin dixwin
* Hîn nebûye kundir seriyê xwe xwar dike
* Hirç li kû govend li kû
* Hûr biajo, kûr biajo û ga jî meêşîne
* Hûrik hûrik, dagirt tûrik


Çend Gotinên Mezinan - A

Çend Gotinên Mezinan - B

Çend Gotinên Mezinan - C

Çend Gotinên Mezinan - D

Çend Gotinên Mezinan - E

Çend Gotinên Mezinan - F

Çend Gotinên Mezinan - G

Xebateka Etîmolojîk bo Kurdî

Ew demeka ez li ser klasîkên Kurdî dixebitime, da ku metnên wan bo xebateka etîmolojîk bi kar bînim. Nizanim berê xebateka wiha hatibe kirin, an na. Lê ez bawer im, ê nehatibe kirin. Ji ber ku gelek klasîkên me encax di demeka nêzik de berdestî me bûn û li ser wan jî karekî pirr berfireh  lazim e. Lê ez ê bi xêra programçêkeriya xwe vî karî ji xwe re hinekî hêsantir bikim. Niha ez klasîkên ku nisheyên wan ên elektronîk peyda dibin, bi rêya bernameyeka ku min çêkiriye dixwînime, metnên wan analîz dikime û peyvan li gor ku bo ferhengê bên bi kar anîn ji hev derdixime. Ji dû ku ez ji wan metnan yek bi yek konteksa peyvan derxim, ez ê dest bi analîzkirina  wê ya bo biwêj û gotinên hevdudanî bikim. Bi vî hawî ez dixwazim bikaranîna niviskî ya cara ewil, bo peyv û gotinan derxim. Di dawiyê de encamên ku bi dest ketin jî, ez ê li ser Wîkîferhengê zêde bikim..


10 Mart 2016 Perşembe

Koz - Cemre

Koz mizginiya biharê ne. Gava koz yek bi yek dikevine hewayê, avê û erdê bi xwe re wan hêmanan jî germ dikin û şert û mercan ji biharê re hazir dikin. Siftê koz dikeve hewayê. Çileyê Paşin 40 roj in. Di 18'ê çileyê paşin(20'ê Şibatê) de de koz dikeve hewayê, qirr, saram û seqema zivistanê dişkê û hewa hêdî hêdî germ dibe. Paşê 25'ê çileyê Paşin (27'ê Şibatê) de zivistanê de koz dikeve avê û av hêdî hêdî germ dibe. Dû re, di 34'ê çileya Paşin(5'ê Adarê) de koz dikeve erdê û erd germ dibe. Lê ew giş hêdî hêdî dibin û gerek meriv hay ji xwe û hewayê hebe û bi wê germbûnê nexape. Li ser vê çîrokeka pîrekê û bizinên wê heye ku min heta niha du versiyonên wê bihîstine. Di yekê de li cem me wiha qal dibe; 
Pîrekê çel bizinên xwe hebûne. Gava koza paşin dikeve erdê û dinya germ dibe, ew dibêje êdî hewa germ bûye û bihar nêzik e. Hîn ku ji biharê re, ji 1'ê adarê re, 3 roj bimînin ew bizinên xwe dibirre (mûyên wan diqusîne), lê roja ku ew diqusîne û bizinên xwe derdixe çêreyê, hewa ji nişkê ve dicemide sermayek radibe û çel bizinên xwe giş dimirin. Hînga ew li ser giyayê rûdine û dibêje "gotê bixwe, otê"

Versiyana wê ya din a ku min xwendî jî wiha ye:

Dibêjin di wextên berê de, wexta ku koz ketine erdê pîrek dibêje êdî hewa germ bûye ez herrim ber çêm ji xwe re kinc-mincên xwe bişom. Biroşa xwe diavêje pişta xwe, du gîskên xwe dide ber xwe û diherre ber çêm ku xwe bişo. Pîr serê xwe dişo, kinc-mincên xwe dişo û radixe ber ro û xwe dide bendiyê ku ew zizha bibin. Lê hînga dibîne ku dûredûr ewrên reş rabûne û taviyeka baranê tê ye. Pîr hema xwe dide hev, kincên xwe dike nav hev, biroşê diavêje sîrtê xwe û gîskên xwe dide ber xwe û berê xwe dide mal. Lê bi car de bi reqeguma ewran, şîqeşîqa birûskan baran dide ser pîrê. Geh ba û baran, geh berf û bûk, dibe lehî û gîskeka pîrê bi ber lehiyê dikeve û diherre. Ew gîskê dike bin biroşê, biroşê dernexûnî ser gîskê dike û bi vî hawî gîskê din ji lê diparêze.
Hefteyekî din pîr dîsa gîskê xwe dide ber xwe û diherre ser zinarê kêleka çêm. Lê dîsa dibe baran û bagerr, lêhiyek radibe, xwe digihîne kû derê tişt gişê dide ber xwe û dibe. Nigê pîrê jî dişemite, ew gêra nav şîpê lehiyê dibe û di nav de difetise û dimire. Lê roj êdî ketiye birca gîskê, gîsk dimîne saleke din û dibe bizin.

Birca Karikê/Gîskê

4 Mart 2016 Cuma

Bilbilê Dilşadî

Bila ne Xanî, ne Feqiyê Teyran, ne Meleyê Cizirî, ne Cegerxîn, ne jî Fêrikê Ûsiw li min bigire, lê bi min lûtkeya, zîrweya helbesta Kurdî, helbesta Seydayê Tîrêj Bilbilê Dilşadî ye. Ji ber wê hezkirinê ye ku teqrîben ew 15 salên min ên ku ez li ser înternetê, li ser fezaya mecazî diborînim de, her carê rêzikeka vî şî'rî dibe serlewha û sernivîsa jiyana min. Geh rêzikeka xwe dibe nîşane û elameta hêvî û omîda min, geh jî rêzikek an jî rêzikinên xwe dibin nîşaneya xulqtengî û diltengiya min. Di van demên paşin ên ku jiyan rûpelên xwe yên reş bi bayê bezê li ber me vedike û diqulibîne de, dîsa ew du rêzikên xwe wek sernivîs û epîgraf di nav hişên min de û li ser zimanê min digerrin...

Qet çare û umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

.
.
.

Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e

Gorî te bin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

Çar hawîr me diz û keleş in, tev bûne dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

Qet çare û umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

Piştî wê stêrê berbanga sibê ye??
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşenbîrî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştî wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e

Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.