7 Ocak 2018 Pazar

Danana darên berûyê

Ew çend sal in ez hîn zêdetir hez dikime ku daran danim. Belku nîşan navsalîbûnê ye. Heer ku umir li meriv bi nav  sala re dihere, meriv hîn zêdetir tê digihîije ku umir dihere û meriv jî li ser rûyê erdê ne payîdar û mayinde ye. Loma meriv hîn zêdetir hez dike ku li dû xwe tiştinan bihêle. Li çiyayên gundê me berê, 50-60 sal berê, têra  xwe darên berûyan hebûne. Gava niha meriv çavên xwe li çiyayê digerrrîne meriv hîn jî tek-tûk darên berûyan dibîne, lê li gor ku tê qal kirin, gava  meriv bi nav dar û beran diketine, çav bi çavan nediketiye, tu der bi meriv ve xuya nedibûne. Paşê ew dar û beran, bona ardû û şewateyê, giş hatine qut kirin, û dû re jî hatine qirr kirin, heta tê bîra min ku gonc û kok jî li wan hatin derxistin. Tê gotin ku, esasen dar û ber yek ji nîşaneya xwecih û bicihbûyîna li derekê ye. Yanê, gava meriv dest ji  koçberiyê berdide, êdî dikeve qeyta danandina dar û beran, dikeve qeyta tiştên cihwarî. Lê de were ku li cem me , ji dû bicihbûna li wan cîwaran re, dar û ber bûne armanca qirrkirinê, bûne armanca ardû şewateyê. Axirî, niha meriv çavên xwe lê digerrîne, meriv tenê çiyayên rût û repal dibîne. Çend sal in em dîsa li çiyayê berûyan, pelûtan dadinin. Ger ew gihîştin, em dor li wan bigirin, sereqoriyê jî lê bikin. Çend mehan berê min vîdyoya merivekî Hîndî dîtibû ku wî bi tena serî xwe daristanek gihandiye. 


Dilê min wê çaxê pirr ketibû karê ku wî mêrikî kiribû. Ez bixwe jî, qasî ew mêrikîê Hîndî nebe jî, çend sal in dara dadidinim. Çend ro berê me, min- biraziyê min Bûxre û gundiyê me Hecelî, nêzî 200 korrtan de pelût danan. Di nav wan de pelûtên sîdîganên hertim bi pelç û kesk jî hebûn ku ew heta niha li çiyayê me tunebûn. Bila resmê ew çiyayên rût û repal û kortikên bêdar li vir bin, gava ew der şîn û bi dar bûn, mîna daristana mêrikê Hîndî bû daristenek em ê dîsa vegerrin û li çiyayê rût û repal binêrin.