25 Mart 2018 Pazar

Bihar li gund xweş e

Dara Bilxur
Dawiya hefteya çûyî li gund bûm. Çê ku ez li gund bûm û çend rojan ji kerb û hêrsa ku demeke der û dor li me girtiye û ji ezmana me belav nabe dûr ketim. Min ji rezpêçanê re yardim kir, bi xêra biharê me çend dar danan(daniştin). Darên tûyê ji berê paşê de li derûdora me baş digihîjin. Me heft darên tûyan danan ku ew ji berê de têra xwe gir bûn û bê şalê bigihîjin. Çend sal in ez ji berê zêdetir hez dikim daran danim û gihîştina wan bibîinim. Ez îna dikim ew hinekî bi salan re  eleqedar e. Hele ya bi xêr.

Mija darbişkokê
Dara mezin a di resmê kelekê de xuya dibe, dareke beriyê(pelûtê) ye. Salên wê çiqas in nizanim, lê berê paşê de, ez xwe zanim vir ve ew wek dara bilxur tê bi nav kirin. Di korta li jêr a di navbera min û wê darê de, berê çemek diherikî, lê niha ew çema miçiqî ye, êdî naherike. Berê gundiyên me dihatine li hindê wê darê, li kêleka çêm bilxur (savar) dikelandine, li hindê darê radixistine ber ro, hişk dikirine û dû re jî dibirine mal. Gava em mezin bûn, gihîştin, êdî bilxur li ber malan, di biroşan de dihat kelandin, lê tiştê ez qal dikim qe nebe 70 sal berê bûye. Ger ew dar ne li vir be, belku kes nizane ku berê tiştekî wiha li ber çêm dihatiye kirin. Loma dar û ber mîna hafizeyeke ne jî..   

Roya ez dikim ji gund vegerim mij û dûmaneke girtibû ser giş derî. Bavî min got ew mij û dûmana darbişkok bûye û biharî, gava ku dar dikin bişkoyên xwe bipişkivînin ew dûmana dibûye û bi xêra wê mij û dûmanê daran guliyên xwe vedikirine

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder