WQFerheng ji pênc salan vir ve ye di xizmeta Kurdî û Kurdîhezan de ye. Siftê min di dawiya 2012'an de versiyona bo Androidê çêkir. Dû re versiyona wê ya bo Wîndowsê hat xwestin û min versiyona bo Windowsê hazir kir. Ji serî de, ji dema ku min WQFerheng weşand vir ve, versiyona bo IOS'ê jî dihat xwestin, lê min her car zext û zorên bo wê li mixatebên xwe bi bîr dianîn û min digot mixabin ew bo niha ne mimkûn e. Lê her ku min digot jî diltengiyek li min peyda dibû, ji ber ku min dewlemendiya ferhengê pirr rind dizanî û min nedixwest kes jê bêpar bimîne. Min ji der ve, ew li daxwazkeran vedigerand, lê li cem xwe di ber re jî hewl dida ku wê çê bikim. Lê zêde nediajot, nediçû serî û min dev jê berdida. Ji ber ku birastî jî Apple'ê li ber meriv gelek astengî û zehmetî derdixistin. Tu li yekî dibuhiryayî, li ya din diqeliviyayî. Vê çîrokê wihanî heta payîza çûyî, payîza 2017'an ku min carekî din WQFerheng nû kir domiya. Dîsa gelek daxwaz bo wê hatin û êdî min biryar da ku carekî din hewl bidim û her çi tiştê ji dest min tê bikim ku vê ferhengê bigihînim ber destên IOS'çiyan..
Programsazî tiştekî çiqas bi kêf û zewq e, ewqas jî b zorî û zehmetî ye. Lê kêfxweşî û bextewariya ku ji dû van zorî û zehmetiyan re tê jî bêhempa ye û berdêla hertiştî ye. Lê, yeqîn ew ne wekî di fîlman de tê nîşan dan e. Çend rojan berê li ser Twitterê rastî vidyoyeke hatim ku sêwirandina programsaziyê ya aqilê milet de û ya di rastiyê de nîşan dida;
Birastî jî, di dema kodnivîsandin û programsaziyê de, meriv pircaran tenê di dor şaşiyeka bona xaleke, an jî nuqtebireke(;) dihere û tê, deh caran çav lê digerîne, sedcarî debug dike, hezarcarî bernameyê digire û vedike, lê axirî soxirî pê dihese ku ew tenê ji ber kêmasiya tiştekî pir biçûk, ji ber xalekê, nuqtebirekê û hwd. bûye. Lê ya ku di dest meriv de dimîne, pirç û porê rûçikandî, şor û sixêfên ku ji devê meriv daweriviyane.
Çêkirina versiyona IOS'ê jî carcaran wiha bûbû. Jixwe min berê jî, ji ber van zor û zehmetiyan, hîn di serî de dev jê berdabû. Lê vê carê min qerar dabû herçi tiştê ji dest min dihat min ê bikira;
1-Hewcedariya ewilîn bidestxistina kompîtereka Mac bû. Apple'ê nedihîşt ku meriv ji xeynî Mac'ê li cihekî din bernameyan bo IOS'ê çê bike. Loma gerek min Mac'ek peyda bikira. Lê, de were ku tu kesî minê ku 9-10 hezar TL bide Mac'ekê tunebû. Loma, ya hêsantirîn sazkirina Virtual Machine (Kompîtera Mecazî)'ekê bû. Berê jî min çendcaran ceribandibû, lê nekaribû bibim serî. Şikur kar û bar li rê çûn, jixwe bi xêra xêrxwazên ku pisporî zanyariyên xwe li ser înternetê belaş û xêra bavan berpêşî me kesên li dû şopa wan agahiyan digerin dikin. Li vê lînkê sazkirina KM(Kompîtûra Mecazî)'yê bi dûr û dirêjî dihat salix dan. Virtualbox û .iso ya bona sazkirina makîneyê jî li herdu lînkan dikarîn bên peyda kirin. Min herdu daxistin û ji dû çend ceribandinan, ji dû çend sazkirin, jêbirin û vesazkirinan re karî makîneya xwe ya mecazî bi gerrê bixim. Axirî soxirî, Mac'a min a ewilîn hazir bû. Êdî ew merhela ya ku heta wê rojê ez dihatim li ber disekinîm, li dû mabû. Birastî min bawer nedikir ku ez ê wiha bi firek av re li vê astengiya ku li ber min mîna çiyayan xuya dibe biborim jî.

![]() |
Virtualbox a Oracle'ê heqîqeten jî sihêrbazeke |
![]() |
Mac'a min a ewilîn, herçiqas mecazî be jî |
2- Dû re dor hat hazirkirina halet û hacetên bona nivîsandina kodan, çêkirina bernameyan bû. Li ser Mac'ê bi Xcode'ê kod dihat nivîsandin. Min ew ji Apple Store'ê daxist û li ser kompîtorê saz kir. Dîsa bi çend sazkirin û vesazkirinan. Lê, Karwan êdî bi rê ketibû, rê yekcaran di dor xwe re viz dibû jî, axirî soxirî pêş de diçû.
3- Paşê dor ya kodkirin û çêkirina bernameyê bû. Min berê bi C#, bi C++, Java, Asp.Net, Visual Basic'ê bername çêkiribûn, lê quzilqurta Objective C'yê tev cida bû. Esasen, Apple'ê zimanekî nû yê pêşxistina bernameyan a bi navê Swift dabû nasandin, lê ez paşiyê re pê hesiyam. Careke min bi Objective C'yê dest pê kir û min got ez êdî bi wî zimanî bidomînim. Lê Apple'ê mîna her tiştî di vê de jî ji meriv re têra xwe zikêşî derdixistin. Di mêratê zimên de, her tiştî bi quzilqurta "NS"'ê dest pê dikir. NSString û NSInteger û NSArray û NS filan û NS bêvan, NS nizanim çi ziqum... Temam me qebûl e, bila kilîdpeyv(keyword) wiha dest pê kin, bila meriv di seriyê her nasandina(define) guherokan(variable) de xweliya "NS" li serê xwe bike, lê heyra ew peyvrêziya(syntax) we ya li dinyayeka din çi ye? Tu li kîjan zimanî binihêrî meriv bi xalê(.) bang li taybetmendiyên(property'an) sinifan dike, lê di objective C'de dîsa cidatiyek heye ku quncikparantez([]) kirine belayê serê meriv. Bi ser de jî, bangkirina metodan, afirandina guherokan û hwd. ezyatek in li serê meriv. Lê, hêdî hêdî ez lê elimîm û lê banîm. Jixwe nezanîna kurterê yên Mac'ê jî ez têra xwe diwestandim, lê kelek bi ser avê ketibû û geh pêş de geh paş de digerî.
![]() |
XCode û zimanê Objective C |
![]() |
Çêkirina Danegeh(DB)'ê ya li ser Terminal a Mac'ê |
![]() |
Google dermanê gelek deran e. Csv bi xêra wê ji Windowsê ber bi Mac'ê ve |
Çîroka WQFerhengê ya bo IOS'ê -2
Hiç yorum yok:
Yorum Gönderme