27 Mayıs 2018 Pazar

NBA û Lebron James

Ji sala 2006'an vir ve qasî ku ez dikarim fînalên NBA'yê temaşe dikim. Ez maçên di nav sezonê de, ango ên berî playofê temaşe nakim. Lê gava sezona normal xelas dibe û wext tê maçên playofê ez jî dest bi temaşekirin û teqîbkirina playofê dikim. Lê temşakirin û teqîbkirina min jî bi şerta hebûna Lebron James ve girêdayî ye. Gava ew hebe ez lê temaşe dikim, lê gava berî fînalê qeyb bike têk here jî, ji min re zêde hewes namîne ku ez lê temaşe bikim. Îstîsnaya vê, qezenckirina Dwayne Wade bi Miami Heat'ê ya li hember Dallas'a Dirk Nowitzki ya di sala 2006'an de ye. Ji xeynî wê hebûna Lebron James min cezba temaşekirina playofan dike.

Lebron James'ê îsal
Her ku ez lê temaşe dikim û teqîb dikim jî, li hember jêhatîbûna wî, derînsanbûn û derdinyayîbûna wî heyranmayî dimînim. Ez bawer nakim di dinyayê de sporvanekî wek wî yê ku hêvî û bendewariya lê heye zêdetir bi dest xistibe. Ji roja ku ew navdar bûye vir ve bendewarî û hêviyeka dûraqil ji wî hebû û wî qet tiştên ji vê hêvî û bendewariyê kêmtir pêk neanîn. Gelek sporvan, basketbollîst û futbollîstên wekî wî bi tijîhevî navdar bûn û derketin salon û saheyan. Lê gelekên wan yan ew hêvî û bendewarî pûç derxistin, an jî nekarîn tijî bikin. Lê Lebron qet ew hêvî pûç dernexistin û ya ji wan hêviyan zêdetir jî her sal kire ser. Belku meriv bikare bêje sala 2009'an hinekî bi kêmasî temam kir, lê ji wê şûnde ew bûye heyşt sal in ku dika fînalê vala nehiştiye. Pircaran jî ew van tiştan hema bêje bi tena serê xwe dike.

Îsal maçên NBA'yê ji dû siharê re dest pê dikin û xêra rojiyê ez jî rûdinim li maçan temaşe dikim. Duh şev Lebron James dîsa bi tîma xwe Cleveland'ê ve li hember Boston Celtics'ê bi ser ket û lidûhev cara 8'an û tevîhev jî cara 9'an derkete fînala NBA'yê. Temaşekirina wî birastî meriv kêfxweş dike û meriv ji Xwedê re şikur dike ku meriv pê ve bûye hevdem û dikare wiha dûr û dirêj û bi zindî lê temaşe bike.


Bloka Lebron James a duh şev a li Rozier