15 Kasım 2019 Cuma

WQFerheng 4.5

WQFerheng, vêcarê ji dû navbereka dirêj re, carekî din hat nû kirin.  Jixwe sebebên şexsî min bixwe, ji ber sebebên giştî yên ku aqil û ruhiyeta me tevlihev dike min zêde nekarî di ber re li ser Wîkîferhengê bişuxilim. Lêbelê, dîsa jî di vê navberê de ji kemiyetê/çendaniyê zêdetir, di çawanî/keyfiyeta naveroka peyvan û ferhengê de gelek baştirkirin hatin kirin. Ked û emega kedkar û zehmetkêşên wîkîferhengê sax be. Dîsa em gav bi gav qala nûtiyên bi nûkirinê re hatin bikin.

WQFerheng 4.4
WQFErheng 4.5
* Hejmareka zêde ya peyvên Kurdî bi vê nûkirinê re tê. Wek li çep û rasta li hêl tê dîtin, nêzî 15.000 peyvên Kurmancî li WQFerhengê zêde bûn. Bi vê zêdebûnê re hejmara peyvên Kurmancî gihîştin 142.000.










Kurmancî di 4.4'ê de
Kurmacî di 4.5'ê de
* Di Kurmancî hejmareka zêde biwêj û gotina pêşiyan li ser ferhengê hat zêdekirin. Bi xêra ferhengên ku hatin gihîştin ber destên min, ên ku ez bo wan spasdarê birêz Nûrî Erpolat im, min hejmarek mezin li ferhengê zêde kir. Ya baş ew e ku ew bi biwêj û gotinên pêşiyan ên Tirkî ve jî hatin li hev anîn ku, meriv dikare bi xêra vê lihevanînê versiyonên cida yên di herdu zimanan de bibîne. Bi xêra vê meriv dikare li şûna wergera rasterast an jî Tirkmancî ya biwêjan, berambera wan a resen bi kar bîne. Wek dîsa li çep û rastê dikare bê dîtin, hejmara biwêjan nêzî 14.000'an bi vê versiyonê re zêde bû. Cidatiye di navbera herdu versiyonan de a ligor cureya peyvan jî dikare bê dîtin.



* Ji xeynî Kurmancî, zêdebûnên di zimanên din de ne zêde ye.  Di nûkirinên berî vê de hejmareka mezin di çend ziaman de dibû. Lê ji ber ku êdî ferhengên hazirên ku meriv bikare li ser ferhengê zêde bike nemane, an jî li ber destên min tune, zêdebûneka wek berê nebû. Lê di naveroka van zimanan de guherîn û sererastkirinên ku di van jimaran de nayên dîtin hene.


WQFerheng 4.4
* Wek her nûkirinê bi vê nûkirinê re jî min carekî din wergera peyv û gotinên Kurdî yên li zimanên din jî bi xêra robota xwe da çêkirin. Bi vê lihevanînê re hejmarek li wergerandina peyvan zêde bû. Wek li çep û rast dikare bê dîtin, Kurdî û Îngîlîzî de 1000-2000 peyv û di zimanên din de jî hejmareke peyvên wergerandî hatin zêdekirin. Jixwe ew hejmaran gotarên ku herî kêm wergerek ji wan di xwe de dihewîne dide. Ango, dîsa di van hejmaran de jî zêdebûna wergeran a ji yekê zêdetir xwiya nabe. Gotareka ku, wek mînak, berê wergereka Tirkî hebû, bi jimara wergera zêde bûbe jî di van jimaran de wek wergereka nû xwiya nabe.


Bi vê nûkirinê re, mixabin ez mecbûr mam prensîbeka ku min heta niha binpê nekiribû bin pê bikim. Ew jî nexistina reklaman a nav ferhengê. Qe nebe, navrûyên sereke yên ku bikarînerên ferhengê dixebitînin. 7 sal in min reklam nedabûn navrûya ferhengê yên serek. Lê ji ber mesrefên WQFerhengê yên di van du salan de zêde bûn re, ez mecbûr mam vê prensîbê biguherînim û hinekî bar bidim ser bikarînerên ferhengê. Lê, gelo çi bû ku mesrefa ferhengê zêde bû?. Wek tê zanîn ew saleke WQFerheng li ser IOS'ê jî li ber dest e. Mixabin IOS mîna gelek tiştên din di vê mijarê de jî bêwîjdan û bêrehm e. Ew wek Aadroidê ne dostê pêşvebirên nermesaziyê ye. Ger yek bixwaze bibe pêşvebirê Androidê, tenê careke 40$ radimedîne û heta taliyê dikare qasî bikare bernameyan çê bike û li ser Google Playê bar bike, nû bike û hwd. Lê bo IOSê rewş ne wiha ye. Meriv mecbûr e her sal 90$'î bide ku di pêşvebirinên û nûkirinên ferhengê de berdewam bibe. Ew jî ne mesrefekî hindik e. Loma ez mecbûr mam ku reklaman di rûpela sereke de bidim nimandin. Bila dilsozên ferhengê min biexşînin. Lê, bi xêra vê ez ê mesrefên pêşvebirinê yên ferhengê li ser xwe rakim.

Li hêla din min qasî ku karî nexwest ku ew reklaman bikarînerên ferhengê aciz bikin. Loma gava ferheng vebû bi tîkandina cihekî valayî li ser ferhengê re meriv dikare wan reklaman veşêre û xwe li wan vedize. Wek di vê vidyoya jêr de tê dîtin, veşartina wan gelek hêsan e. Mixabin cirma IOSê li ser bikarînerên Androidê dibe bar. Ji ber ku danîna reklaman a li ser IOSê jî ne tiştekî hêsan e.




Ez  ê niha êdî hewl bidim ku WQFerhengê bo IOSê nû bikim.
Ger we heta niha danexistibe ser cihaza xwe de kerem bikin, li vir bitikînin


Di derbara versiyonên berê de: